MAHÎR ÇAYAN: ŞOREŞA BÊNAVBER II-III

0 2.166
image_pdf

MAHÎR ÇAYAN

ŞOREŞA BÊNAVBER II-III (*)

DESTPÊK

Weke ku tê zanîn, di nava Çepê Tirkiyeyê de revîzyonîzm, bi dahûrandinên xwe yên ku pratîkê ronî nakin, bi şêwazê xwe yê dûvelangiyê û bi têkiliyên xwe yên kirêt re, bû hêmaya çalak û beralîker.

Mafên demokratîk ên sînordar ên ku makezagona 1961’ê ava kiribûn, ji bo vê tevgerê (revîzyonîzmê) mercên madî afirandibûn ku di tu demên dîrokê de nehatibûn dîtin.

Tevgera şoreşger kete pey bergeheke şoreşger-neteweperest û di binê siya wê de dahûrandinên siyasî yên ku di asta entelektuel de beriya salan ji hêla hosteyên sosyalîzmê ve hatibûn nivîsîn û her yek ji wan berhemên pratîkeke diyar a şoreşger in, ji hêla “teorisyenên” herêmî ve ji nû ve hatin vedîtin! Gelek sal derbas bûn ku tê de di derbarê têkoşîna şoreşgerî ya di nava welat de û di derbarê bersivdayîna pirsa “divê ji ku û çawa were destpêkirin” de tiştekî şênber nehate nivîsîn. Derxistina pirtûk û broşûran (tevî bazirganiyê) bi tena serê xwe weke çalakiyekê dihate nirxandin.

Nifşên ciwan ên nû jî di nava têkiliyên vê hawirdorê de çavkaniya xwe ya sosyalîst wergirtin.

Li welatê me rewşeke wiha sosret derket holê ku dibe ku li tu welatên din ên mêtîngeh tune ye. Nîqaşên teorîk (ku beriya salan ji hêla hosteyan ve hatibûn kirin) ên di asteteke gelekî bilind de û spekulasyonên bîrdoziyê beşa çepgiriyê ji hev de xistibûn; û pratîk jî tenê li ser pişta çend xwendekarên zanîngehê dima ku ew jî çend çalakiyên ciwanan ên bûrjûwaziya biçûk dikirin.

Bi nêzîkahiya revîzyonîst re weke ku Amerikayêji nû ve keşif dikirin; “kadroyên pêşeng ên teorisyên” xwe bêhesab diavêjin nava mercên dîrokî yên welat ên ku herkesên ku xwedî asteke diyar in, dikarin kêm zêde bi awayekî rast şîrove bikin. Gav bi gav nîqaşên weke “Di nava İmparatoriya Osmanî de gelo şêwazê hilberînê yê Asyayî hebû yan şêwazê hilberînê yê feodal hebû?” û “Gelo di Tirkiyeya salên 1960’î de feodalîzm an têkiliyên sermayedariyê serdest in?” di nava eniya çep de belav dibûn.

Kovarên ku tê de nakokiyên weke “feodalîzm serdest e” û “sermayedarî serdest e” dihatin weşandin û li dora van kovaran şerê fraksiyonan bi hemû tundiya xwe bi salan berdewam kir. Tawanbariyên revîzyonîzm û oportunîzmê li her derê belav bûn. Her kovara ku derdiket xwe weke nûnereke tevgereke “cidî” didan xuyanîkirin û helwesta xwe ya li hemberî dewleteke ku di nava eniya sosyalîst de ye nîşan didan û nêrînên xwe yên di derbarê pêvajoya geşedana têkiliyên hilberînê yên ji Osman Gazî û vir ve, di hejmara xwe ya yekemîn de bi broşûrên 80-100 rûpelî (hinek ji wan, bêtir jî) datanîn holê. (Di rastiyê de ji bilî çend cudahiyên têgehan û nuansê, di cewhera xwe de nirxandinên wan weke hev bûn) Hêmayên jidil ên di nava eniya çepgir de jî bi gelemperî li gorî vî bayî diçûn. Bi awayekî domdar, herkes her roj li bende bû ku di kovaran de ya jî di veqetandinên nû de Amerîka ji nû ve were keşifkirin. Lê belê li tu welatên cîhanê, tevegra şoreşger, di warê teorîk de berê bi hezaran rûpel nenivîsîbûn û paşê derbasî pratîkê nebûbûn. Hêmayên jidil, di nava nivîsên “zaneyan” de êdî nizanîbûn bê wê çibikin. (1)

Me vê rastiyê, di hejmara pêşîn a Kurtuluş’ê de wiha anîbû ziman:

Ev tevger, di nava mercên ku revîzyonîzmê salen dirêj bandora xwe berdewam dikir de şax da û pêş ket. Ji ber vê jî wê heya demekê, bermahiyên revîzyonîzmê (pasîfîzmê) di nava xwe de bihewîne. Wê ev bermahî, di nava şer de û bi şerkirinê werin avêtin.”

 (Ji ber ku nivîs ne di destê me de ye dibe ku me peyv bi peyv weke wê nenivisîbe; bi qasî ku di bîra me de maye, me nivîsî).(*)

Dîsa di wê nivîsê de me diyar kiribû ku nivîsên ku ji niha û pê ve werin nivîsîn, wê nivîsên kurt, cewherî û zelal bin û wê nirxandinên teorîk, ne li ser maseyan, lê bi ceribandin û serboriyên dewlemend ên pratîkê û bi rêberiya Marksîzm-Lenînîzmê werin hûnandin.

Niha, dema ku em hêmanên bîrdozî, polîtîk, rêxistinî û stratejîk ên partiya xwe yên ku me berê xetên wê yên gelemperî diyar kiribûn datînin holê jî, jêdera me wê ev xala şoreşger be.

Bêguman em dikarin bi gelek rastiyên gelemperî û bi nivîsên bi sedan rûpelî yên gotinên Marksîzmê van hêmanên xwe deynin holê. Û dîsa gengaz e ku em li ser maseyan rûnên û di derbarê qaşo pratîkê de nirxandinan bikin.

Lê, na! Di nava partiya me de cihê dahûrandinên wiha yên entellektuel tune ye. Divê zimanê me, termînolojiya me û dahûrandinên me bi gelemperî berhemên pratîka şoreşger a cîhanê bin û bi taybetî jî berhemên pratîka me bi xwe bin.

Divê em pirsgirêkên xwe yên di derbarê xeta xwe ya gelemperî de bi awayekî zelal, cewherî û bi awayekî ku pratîka me ronî bike bigirin dest.

Partiya me, partiyeke Lenînîst e ku li ser hêmanên materyalîzma diyalektîk û dîrokî ava bûye.

Partiya me, bi rêberiya Marksîzm-Lenînîzmê nakokî û têkiliyên serdema qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê û bandora wan a li ser Tirkiyeyê (taybetmendiyên dîrokî, civakî, aborî û derûnî yên welatê me) bi awayekî şoreşger nirxandine û Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî, weke stratejiya xwe ya şoreşê diyar kiriye.

Ev xeta stratejîk, gundewar û bajaran û şerê çekdarî û şêwazên din ên têkoşîna girseyî ya polîtîk weke komeke diyalektîk digire dest.

Weke ku tê zanîn têgeha “şerê gerîla”, bi tena serê xwe çawaniyê diyar nake.

Zorbazên herêmî jî dikarin li hemberî otorîteya navendî şerê gerîla bimeşîne; artêşeke ku yekîneyên wê yên birêkûpêk têk çûbin jî dikare li hemberî dijminê xwe şerê gerîla bike. Heger şerê gerîla, bi armancên polîtîk ên şoreşger were meşandin; heger şerê gerîla, weke amûrekî kampanyaya vegotina rastiyên siyasî were meşandin, ango weke têkoşîna polîtîk a girseyê were nirxandin, wê çaxê dibe Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî. Çavkaniya xeta teorîk a Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî û xeta wê ya tevgerê, di nava dahûrandinên şênber ên rewşên şênber de ye. Ango bi awayekî gelemperî di nava taybetmendiyên cuda yên serdema qeyrana 3’yemîn de û bi awayekî taybet jî di nava mercên bandorbûna Tirkiyeyê ya ji van nakokî û taybetmendiyan de ye.

Hêmaya rêxistinî ya rêxistineke ku stratejiya xwe ya şoreşê bi vî awayî diyar kiriye jî, hêmana yekitiya pêşengiya polîtîk û leşkerî ye ku hêmaneke rêxistinî ya xeta Lenînîst e.

Beriya ku em van bingehên teorîk, bi awayekî kurt û cewherî rave bikin, em bawer dikin ku wê sûdwer be ku em di derbarê teoriya Maksîst-Lenînîst de hin agahiyên pêşek bidin.

BEŞA YEKEMÎN

RAVEKIRINÊN PÊŞEK

I

MARKSÎZM-LENÎNÎZM, RÊBEREKE ÇALAKIYÊ YE

“Marksîzm, doktrîneke gelekî kûr û tevlihev e.”

Marksîzm, bîrdoziyeke wiha ye ku li hemberî rastiyên jiyanê hertim xwe kûr dike, dewlemend dibe û li xwe zêde dike. Di Marksîzmê de ya girîng, ne gotin e, lê naverok e. Yekane tiştê ku di Marksîzmê de nayê guhertin, bi gotina Lenîn, rêbaza wê ya diyalektîk e. Heke herdu hêmanên bingehîn ên diyalektîkê, têgehên dem û cihê werin paşguhkirin, mirov wê bêje li gorî Marks û Engels, Lenîn; li gorî Lenîn û Stalîn, Mao Tse Tung û li gorî Mao jî şoreşgerên serkeftî yên serdema qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê tev de revîzyonîst in!

“Di berovajîkirina sosyalîzma zanistiyê de du rêbazên oportunîzmê hene: Ya bêyî ku têgehên dem û cihê bigirin ber çav xwe bi wan dozên ku hosteyên Marksîzmê ji bo mercên cuda yên dîrokî pêş xistine û di dema niha de kevn bûne, girê didin û hewl didin van dozan, ji  jirêderketinên xwe re bikin destek an jî dozên Marksîzm-Lenînîzmê yên ku di binê her şert û mercî de derbasdar in, bi gotinên weke “Dem û cih guherîne; ji bo wê jî ne derbasdar in” revîze dikin.” (Bnr. Şoreşa Bênavber 1)

Revîzyonîzm û oportunîzm, teoriyê weke hilatinekê (dogma) digirin dest. Ne tenê di hişmendiya şoreşê, çalakiyên çînî û mijarên rêxistinê de, lê belê di rêbazên xebatê de jî nêzîkahiya revîzyonîzmê ya li hemberî pirsgirêkan wiha ye. Li gorî kesên oportunîst, di dema berê de hebûna rêbazên têkoşînê yên ku ji hêla hosteyan ve dihatin pêşkêşkirin, revîzyona teoriyê bû. Weke mînak, di serdema serhildanên 1905-1907’an de di heyama lawazbûna pêla şoreşê de Bolşevîkên ku serî li şerê gerîla dabûn, ji hêla Kadetan (partiya bûrjûwaziyê) û Menşevîkan ve bi anarşîzm, narodnîzm û blanqûîzmê dihatin tawanbarkirin. Menşevîkan digotin ku ev şêwazê têkoşînê, di berhemên Marks û Engels de tune ye.

Her wiha Mao jî di Şoreşa Çînê (ya ku ne bi serhildanê, lê bi şerê gel giha serkeftinê) ya ku tê de proleteryaya bajar, rista sereke nedileyîst de, şerê gerîla ji xwe re kir bingeh û riyek ji mînaka Şoreşa Sowyetê cudatir meşand. Ji ber vê yekê jî Mao, ji hêla pasîfîstan ve bi dijberiya Lenînîzmê, narodnîzmê û revîzyonkirina Lenînîzmê hate tawanbarkirin. Hinceta wan jî ew bû ku riya şoreşê û şêwazên têkoşînê yên Mao, di pirtûkên Lenîn û Stalîn de tune bûn.

Di heyama sêyemîn a qeyranê de, bertekên pasîfîstan dîsa bi heman awayî bûn. Ji bo oportunîstên ku rewşa dîrokî ya guherbar paşguh dikirin, xeta Marksîst-Lenînîstên ku teoriyê bi awayekî diyalektîk digirtin dest û bi vî awayî derbasî pratîkê dibûn û rêbazên ku di nava têkoşîna çalak de dihatin pêşxistin, ji ber ku di pirtûkên Lenîn, Stalîn û Mao de cih nedigirtin dij-lenînîst bûn û xeta jirêderketina çepgir û anarşîzmê bûn.

Di her heyamên dîrokî de oprtunîzma rastgir, teoriyê ji hêla “ortodoks” ve dicemidînin; giyanê zindî yê Marksîzmê yê ku rewşên şênber, bi awayekî şênber dinirxînin diavêjin aliyekî; xwe ne bi cewherê Marksîzmê ve, lê bi gotinên wê ve girê didin.

II

DOZÊN LENÎNÎZMÊ YÊN GERDÛNÎ

Bêyî ku em mijarê fireh bikin û gotinê dirêj bikin, em dikarin hêmanên gerdûnî yên di derbarê pratîka siyasî de bi vî awayî diyar bikin:

Bi kurtasî ev hêman, di teoriyên şoreş, partî û dewletê de veşartî ne. Li gorî rêzê, ev hêman wiha ne:

-Amûr, burokrasî û milîtarîzma dewletê, bi awayekî komî rêxistineke pêkutiyê ya çînên serdest e.

-Şoreş, bi hewldana şoreşger a gel re -ji jêr ber bi jor ve- parçekirina amûra dewletê, bidestxistina desthilatdariya polîtîk û bi riya vê desthilatê -ji jêr ber bi jor ve- rêxistinkirina pergaleke hilberînê ya pêşketîtir e.

Ji bo vê jî:

1) Pêwîst e qeyrana neteweyî hebe

2) Pêwîst e pêşeng hebe

3) Pêwîst e ku girse, bi awayekî zanebûnî û rêxistinî tev li şer bibin.

-Di heyama emperyalîst de dibe ku li welatekî tenê şoreş pêk were. Di vê heyamê de bûrjûwazî, taybetmendiya xwe ya şoreşger winda kiriye. Êdî nikare şoreşa xwe pêk bîne. Ji ber vê yekê jî li welatên ku paş de hatine hiştin, proleterya di nava pêvajoyekê de rastî du peywirên şoreşger tê. (nêzîkahiya Şoreşa Bênavber)

-Bêyî ku partiya siyasî ya proleteryayê hebe, şoreşa proleteryayê pêk nayê.

-Partiya proleteryayê, ew eniya pêşeng a proleteryayê ye ku di eniyên bîrdozî, aborî-demokratîk û polîtîk de şer dike û li ser bingeha materyalîzma diyalektîk û dîrokî ava bûye.

-Şoreş, berdewam e û bênavber e. Desthilat bi dest bikeve û binesazî ava bibe jî şoreş bi dawî nabe; heta ku di avaniya jorîn de nakokiyên civakên çînayetiyê ji holê ranebin, şoreş berdewam dike. (Şoreşa Çandê)

-Heger hinek kes bêjin ku ev dozên Lenînîzmê yên gerdûnî kevn bûne, lewra jî ji meriyetê rabûne, çi ji eniya çepgir (Debray) bin, çi jî ji eniya rastgir (revîzyonîzma klasîk) bin, dij-lenînîst in û revîzyonîst in.

III

MERHALEYÊN WERAR Û ŞOREŞÊ Û ŞÊWAZA XEBATÊ

Marx, Engels û Lenîn têkoşîna şoreşgeriyê di du merhaleyên de dinirxînin: Heyama werarê û heyama şoreşê.

“Marx û Engels, têkoşîna şoreşger a proleteryayê di du merhaleyên weke merhaleyên werar û şoreşê de şênber dikin. Di herdu merhaleyan de jî taktîka şoreşger a proleteryayê cuda ye. Merhaleya şoreşê, heyameke kurt e. Di vê merhaleyê de pergala civakî ya heyî serûbin dibe. Di vê merhaleya kurt de taktîka prolterya û pêşengê wê, êrîş e. Di rojevê de tenê xalek tê nivîsîn : SERHILDAN. Di vê heyamê de taktîka proleteryayê ew e ku avaniya dewletê ya heyî were parçekirin û dewsthilata şoreşger a proleteryayê were avakirin. Marx û Engels, ji ber pêngavên şoreşger û kevneşopiyên Frensiyan, navê ‘axaftina bi Frensî’ li vê taktîkê kirine (…)

Di heyama şoreşê de taktîka proleteryayê, ev e.” (Bnr. Şoreşa Bênavber 1)

Merhaleya werarê jî, heyameke dirêj e. Di vê heyamê de peywira partiya proleteryayê ew e ku proleteryayê û hevalbendên wê bike xwedî hişmendî, wan birêxistin bike û mercên civakî û derûnî yên merhaleya şoreşê ava bike.

Marx û Engels, wiha behsa şêwaza xebata şoreşger a heyama werarê dikin:

“Di çarçoveya têkoşîna şoreşger a vê heyama dirêj de li hundir, li hemberî oportunîzmê têkoşîneke xurt tê meşandin û li derve jî ji têkoşîna sendîkayê ya proleteryayê heta têkoşîna aborî û demokratîk a girseyên gelan, di rêxistinkirina têkoşîna rojane ya girseyan de li hemberî rêveberiya paşverû ya heyî, di cihê herî çepgir ê opozisyonê de cih tê girtin û beralîkirina opozisyona siyasî jî tê de her cûre çalakî  tê pêşxistin (yên ne çekdarî). Marx û Engels ji ber bilindbûna asta bîrdozî û polîtîk a proleteryaya Almanî û ji ber jêhatîbûna wê ya di kişandina girseyên gel a ber bi xwe ve de, navê ‘axaftina bi Almanî’ li zimanê şoreşger ê vê heyama proleteryayê kiriye.” (Bnr. Şoreşa Bênavber 1)

“Mijarên merhaleya werarê, merhaleya şoreşê û mercên şênber ên şoreşê yên Marx û Engels, di dahûrandinên Lenîn de bêtir aşkere dibin. Di vir de rista wê yekê gelekî heye ku heyama ku Lenîn lê jiyan dikir, serdema şoreşên proleter bû û Lenîn, xwediyê tecrubeya du şoreşan bû.

Li gorî Lenîn, di heyama emperyalîst de di çarçoveya hişmendiya şoreşa bênavber de li hemû welatan mercên şênber ên şoreşa proleteryayê hene. Li ser asta cîhanê, asta ku hêzên hilberîner gihanê, ji bo lidarxistina şoreşê guncav in. Mercên sûbjektîf ên şoreşê jî, ne amade ne. Bingehên Lenînîzmê, mercên sûbjektîf ên şoreşê amade dikin… Lenîn, di cudakirina merhaleyên werar û şoreşê yên Marx û Engels de, ji ber cudahiyên mercên şênber, hin guhertin kirin.

Li gorî Marx û Engels, li ser asta cîhanê heger mercên şênber ên şoreşê hebin, pêwîst e ku zimanê sosyalîstan Frensî be.

Weke ku tê zanîn, di serdema emperyalîst de li ser asta cîhanê mercên şênber ên şoreşê hene. Li gorî hişmendiyeke rasterast, di encama pêşniyarên Marx û Engels de di vê heyamê de pêwîst e ku kesên sosyalîst hertim bi Fransî biaxivin. Pêwîst e bêyî ku bisekinin û biwestin, êrîş bikin.

Lê ji bo hişmendiya diyalektîk, rewş ne wiha ye. Şoreşa cîhanê wê ne hemwext be. Wê di destpêkê de li çend welatan şoreş pêk were. Ji ber vê yekê jî wê azadiya welatekî, berhema proleteryaya wî welatî be. Şoreş, ji bo derve nayên veguhestin û ji derve jî nayên wergirtin.

Ji bo ku li welatekî mercên şênber ên şoreşê ava bibin, ligel qeyrana giştî ya sermayedariyê, pêwîst e ku qeyrana neteweyî ya wî welatî jî pêk were. Li gorî Lenînîzmê, ji bo merhaleya şoreşê: a) Pêwîst e ku asta hişmendî û rêxistinbûnê ya proleteryayê têrî şoreşê bike. (Pêwîst e ku mercên sûbjektîf ên şoreşê ava bûbin) b) Pêwîst e ku qeyraneke neteweyî hebe ku bandorê li bindest û zordestan bike. (…)

Merhaleya şoreşê, kêliyeke kurt e. Merhaleya werarê jî, pêvajpyeke demdirêj e…” (Bnr. Şoreşa Bênavber 1)

Di merhaleya werarê de li gorî Lenîn, şêwazê xebatê ya bolşevîk wiha ye:

“Di heyama werarê de zimanê şoreşger Almanî ye. Di heyama axaftina Almanî de cihê pêngava şoreşgerî tune ye. Şêwazê xebatê yê şoreşger ê vê demê zanekirin û rêxistinkirina proleteryayê yê; xurtkirina têkiliyên proleteryayê û pêşengên wê ye; bilindkirina hişmendiya çînî ya proleteryayê û gelê kedkar e; meşa li eniya herî çepgir a opozisyona demokratîk û bi propogandaya zêde ya polîtîk, teşhîrkirina çînên serdest e.”

Heger partiya proleteryayê hêj nehatibe avakirin, peywira sereke avakirina yekineya pêşeng a proleteryayê ye. Di merhaleya ku tê de partiya çînî ya proleteryayê tune be, heger rewşa şoreşger çê bibe jî zimanê şoreşger nabe Frensî.

Lênîn, wiha behsa şêwazê xebatê yê şoreşger ê proleter ê vê demê dike : “Propoganda û zanekirin, zanekirin û propoganda di wê demê de ji hêla mercên şênber ve bi rastî jî bi pêş ve hatibûn dafandin. Weşandina rojnameyeke siyasî ya heftane ya ku hefteyê carekê were weşandin wê baş hatiba dîtin a ku xîtabî hemû welat dikir, weke kevirê sereke yê xebatên amadekariyên şoreşê dihate dîtin. (‘Pêwîst e Çi Were Kirin’, mijarê wiha datanî holê.) (Li dewsa Çalakiya Çekdarî) drûşmeya avakirina mercên civakî û derûnî (li dewsa serhildana herêmî) yên serhildanê, di wê demê de drûşmeya yekane ya rast a demokrasiya civakî ya şoreşger bû. (Du Taktîk, rûpel 78) (Bnr. Şoreşa Bênavber 1)

Lenînê ku merhaleya werarê û şêwazê xebatê wiha rave dikir, di merhaleya Şoreşa 1905’an de wiha digot:

“..Bûyerên niha, ev drûşm derbas kirine, ji ber ku tevger pêş ketiye. Ev êdî kevn bûne, hatine bikaranîn û amûrên ku xizmeta xwe bi dawî kirine ne (ango di derbarê merhaleya werarê de ne).” (Du Taktîk, rûpel 78)

Di merhaleya şoreşê ya demkurt de jî taktîk û drûşmeyên bolşevîk, ne serhildana demildest e.

“Ev heyama kurt jî di nava xwe de dibe sê beş: heyama derbasbûnê, heyama êrîşa taktîkî û heyama êrîşa stratejîk.

a) Frensiya heyama derbasbûnê: Di dawiya heyama werarê de dest pê dike. Dema ku pêla şoreşê hêdî hêdî bilind dibe, ev pêl girseyan himbêz dike û baweriya girseyan vediguhere çalakiyên girseyî, taktîka axaftina bi Frensî ye.

Di pêvajoya 1905’an de devoka xîtaba Frensî wiha bû: grevên siyasî yên herêmî, xwepêşandan, grevên siyasî yên giştî û boykotkirina Dûmayê. (…)

b) Heyama Êrîşa Taktîkî: Di vê heyama kurt de pêşeng fêrî çalakiyên bajar dibin, bi vî awayî dikarin rêbertiya girseyên gel bibin û girseyên gel fêrî taktîkên rast ên serhildanê dikin. Di vê heyamê de potansiyela gel a şoreşgerî gelekî bilind dibe, pêla şoreşê nêzîkî asta herî jor dibe û beriya êrîşa dawî êrîşên taktîkî yên pêşengan zêde dibin. Armanca sereke ya vê heyamê di nava refên dijmin de afirandina bêzarî û tirsê ye, belavkirin û parçekirina eniya dij-şoreşger e.

Di heyama êrîşa taktîkî ya 1905’an de taktîkên şoreşgerî wiha bûn : şerên çeperan (şerên kolanan) û gerîlayên bajar. Gerîlayên bajar, avakirina proleteryaya bajar e.

Yek ji peywirên gerîlayên bajar jî di derbarê serhildanê de pêşengiya gel e. di vê mijarê de Lenîn, di nivîsa xwe ya bi navê Dersên Ku Ji Serhildana Moskowayê Werin Wergirtin de wiha dibêje: ‘Şerê gerîla yê ku ji berfanbarê û vir ve berdewam dike û tevgerên mezin ên tundiyê, bêguman wê di mijara fêrkirina taktîka rast a serhildanekê de alîkariya girseyan bike.’

c) Heyama Êrîşa Stratejîk, Derbasbûna Artêşa Bipergal û Serhildan: Di 10’ê pûşbera 1905’an de Lenîn wiha dibêje: ‘Hêrs, xwepêşandan, pevçûnên kolanan û yekîneyên artêşa şoreşger… Merhaleyên pêşketinê yên serhildana gel, ev in. Êdî em gihan merhaleya dawî.’

Qeyrana aborî û polîtîk gelekî kûr bûye û gihaye asta herî jorîn. Bendemayîn, bi gotina Lênîn êdî cinayet e.Û êdî serhildanü bûye xala destpêkê ya rojevê. Êrîşa stratejîk, bi artêşa bipergal re tê kirin. Ji bo êrîşa dawî, beriya her tiştî hêzên belav têne komkirin û Artêşa Sor tê afirandin (Artêşa Sor, artêşa proleteryayê ye). Şerên çeperan û taktîkên gerîlayên bajar, cihê xwe ji taktîka serhildanê ya Artêşa Sor re dihêle.” (Bnr. Şoreşa Bênavber 1)

Lênîn, di nava Rûsyaya ku yek ji şeş welatên mêtînger bû de pêvajoya şoreşê û taktîkên proleteryayê wiha diyar dikirin.

Stalîn, di Hêmanên Lenînîzmê de ji bo taktîkên merhaleyên Şoreşa 1905’an dibêje “taktîkên merhaleya dirêjkirinê”.

Her wiha dibêje ku piştî têkçûna Şoreşa 1905’an, careke din ew ketine heyameke dirêj a werarê û bilindbûna şoreşê dest pê kiriye.

Weke ku tê dîtin, merhaleyên şoreş û werarê û taktîkên wan ji bo Marx, engels û Lenîn bi xetên stûr ji hev cuda ne.

Ev pêvajoya ku ji hêla Marx û Engels ve hatibû dahûrandin, ji bo civaka bûrjûwaziyê bû; lê ya Lenîn di derbarê Rûsyaya Çar bû ku yek ji şeş welatên herî mezin ên mêtînger bû û xwediyê sermayedariyeke wiha bû li gorî welatên din ên Ewropayê lawaztir bû, lê bi dînamîkên xwe yên hundirîn pêş diket.

Weke ku aşkere xuya dike di herdu merhaleyan de jî xebatên şoreşgerî, drûşm û taktîk ji hev cuda ne. Drûşm û rêbazên taktîkî yên ji bo merhaleya werarê têne pêşxistin, ji ber zimanê Almanî ne. Û çalakiya çekdarî, tu carî nabe rêbaza sereke ya merhaleya werarê. Di merhaleya şoreşê de jî, ji ber ku pêla şoreşê bilind dibe, çalakiya çekdarî jî dibe çalakiya sereke.

Di Marksîzm-Lenînîzm’ê de şêwazên têkoşîna polîtîk cûrbecûr in. Ev şêwaz, di ferhengê de di binê du sernivîsên sereke de têne nirxandin: a) Çalakiya çekdarî b) Şêwazên têkoşînê yên li derveyî çalakiya çekdarî. Di welatên ku pêvajoya şoreşê weke “werar û şoreşê” bi xetên stûr ji hev hatiye cudakirin de partiyên Marksîst-Lenînîst her tim yek ji van şêwazên têkoşînê li gorî merhaleyê ji xwe re dikin bingeh û ya din jî dikin riya duyemîn. (Di vê merhaleya ku em tê de ne de ev cudahî, ji bo welatên emperyalîst û sermayedar derbasdar e).

Li welatên ku di binê hegemonyaya emperyalîst de paş de hatine hiştin, ji bo şoreşê, şerê gel ê demdirêj û fetlanok, xaleke pêwîst e. Pratîkên şênber ên van welatan, di têkiliyên navbera van merhaleyên pêvajoya şoreşê de hin guhertin pêk anîne.

Li welatên ku di binê hegemonyaya emperyalîst de ne, (li welatên feodal û nîv-feodal ên ku tê de hegemonyaya emperyalîst a pêvajoya qeyrana 2’yemîn, diyardeyeke derveyîn e û li welatên ku paş de hatine hiştin ên ku di pêvajoya qeyrana 3’yemîn de hegemonyaya emperyalîst tê de diyardeyeke hundirîn e û têkiliyên hilberînê yên emperyalîst û sermayedar lê serdest in) merhaleyên werar û şoreşê (weke Rûsyaya Çar lawaz be jî), weke welatên ku sermayedarî tê de bi dînamîkên navxweyî pêş ketiye, bi xetên stûr ji hev cuda nabin.

Li welatên wiha, merhaleya şoreşê, ne merhaleyeke kurt e, lê merhaleyeke gelekî dirêj e. Ne gengaz e ku mirov bibîne ku pêvajoya werarê li ku diqede û pêvajoya şoreşê li ku dest pê dike. Herdu merhale jî ketine nava hevdu.

Li welatên wiha ji ber ku hegemonyaya emperyalîst rê nedaye ku bûrjûwaziyeke neteweyî pêş bikeve, welat, welatekî sermayedar be jî, ji ber ku sermayedariya heyî ne bi dînamîkên hundirîn pêş ketiye, berovajî ye û li gorî emperyalîzmê teşe girtiye. Hegemonyaya emperyalîst rê li ber wê yekê digire ku civak, bi hêzên xwe yên hundirîn pêş bikeve; ji ber vê yekê jî welat, ji têkiliyên avaniya jêrîn heta avaniya jorîn di nava qeyraneke neteweyî de ye.

Ev qeyrana neteweyî, bi awayekî temamî ne amade ye. Lê heta radeyekê heye. Kûrkirin û amadekirina vê qeyrana heyî, di destê şoreşgerên wî welatî de ye.

Bi kurtasî, li hemû welatên ku di binê hegemonyaya emperyalîst de bi paş ve hatine hiştin, bi awayekî temamî pêk nehatibe jî, qeyrana neteweyî heye. Ev jî tê wê wateyê ku şoreşa bênavber pêwîst e, merhaleyên werar û şoreşê di nava hev de ne û mercên şênber ên çalakiya çekdarî hene.

Partiya me ya ku li Tirkiyeya ku di binê hegemonyaya emperyalîst de ye şerê rizgariya çekdarî dimeşîne, di çarçoveya vê rastiyê de merhaleyên werar û şoreşê wiha dinirxîne:

“Pasîfîstên welatê me dibêjin ku em di merhaleya werarê de ne û ji ber vê yekê jî di vê heyamê de mercên şênber ên şerê çekdarî tune ne. Angaştên wiha, ji bingeha xwe ve seqet û şaş in. Yekane armanca dahûrandinên bi vî rengî ew e ku dixwazin teslimiyetkariya xwe bixin binê rûpoşê. Di welatên ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ne de merhaleyên werar û şoreşê, bi xetên stûr ji hev cuda nabin. Ev merhale ketine nava hevdu. Her wiha dairkeriya emperyalîzmê, tê wateya zor, tundî û bikaranîna çekan a hêzên dijber. Ev jî tê wê wateyê ku mercên şênber ên şerê çekdarî hene.

Partiya me ya ku têkoşîna desthilatê dike, di vê demê de ne di wê hêzê de ye ku desthilatê bi dest bixe. Incex di merhaleya artêşên birêkûpêk de mirov dikareli ser asta welat behsa bidestxistina desthilatê bike. Û em tu carî nabêjin ku em îro di vê merhaleyê de ne. Ji bo şerê şoreşgerî yê gelê me bigihêje vê astê em dibêjin ku şerê gerîla şert e û em ji bo vê armancê şer dikin.” (Bnr. Stratejiya Şoreşê ya THKP’yê, Daxuyaniya Partiyê ya 1’emîn)

Ne tenê pasîfîstên welatê me li dijî vê nirxandina şoreşger derdikevin. Pasîfîstên welatên ku paş de hatine hiştin ên di binê hegemonyaya emperyalîst de ne jî bi tundî li dijî vê nirxandinê derdikevin.

Cewherê mijarê ev e. Pasîfîstên hemû welatên ku paş de hatine hiştin ên ku li dijî şerê gerîla ne, xwe dispêrin ravekirina Lenîn a klasîk. Li gorî wan, ev şêwazê axaftinê yê şorşger ê di çarçoveya diyardeyên dem û cihê yên mijarê, maceraperestî, anarşîzm û fokoperestî ye.

Hinceta wan jî ew e ku li welat li gorî danasîna Lenîn a klasÎk, qeyraneke neteweyî tune ye.

Di vê mijarê de em ê mînakekê bidin. Li Cezayîrê dema ku şoreşgerên bûrjûwaziya biçûk, li hemberî emperyalîzma Fransî dest avêtin çekan û şerê gel berdewam dikirin, Partiya Komunîst a Cezayîrê xwe dispartin ravekirina klasîk a Lenîn, digotin ku li welat mercên şênber ên şerê rizgariya çekdarî tune ne û ew hîn di dema merhaleya werarê de ne û ji ber vê jî şêwazên têkoşînê yên dema werarê ji xwe re dikirin bingeh. Weke ku tê zanîn Şerê Gel ê Cezayîrê ne bi pêşengiya Partiya Komunîst a Cezayîrê, lê bi pêşengiya radîkalên bûrjûwaziya biçûk giha serkeftinê. Piştî şer, sekreterê Partiya Komunîst a Cezayîrê Beşîr Hecî Elî rexnedayineke balkêş dike û di vê mijarê de wiha dibêje:

“Yek ji sedemên wê yekê yên ku me rewş rast nenirxand ew e ku di derbarê geşedana rewşa şoreşgerî de nirxandinên ku me dikirin, seraser man. Partiya Komunîst ji wê yekê bawer bû ku di mijdara 1954’an de mercên heyî, ji bo pêşxistina şerê rizgariya neteweyî ne guncav bûn. Lewra me wê yekê ji bîr dikir ku mercên ku Lenîn datanî holê, bi welatên sermayedar ve têkîldar bûn û cudahiyên çalakiyên leşkerî û serhildana giştî hebûn.” (Bnr. Pomeroy, Şerê Gerîla û Marksîzm, rûpel: 320)

Piştî ku kar xelas dibe, pasîfîzm wiha gunehê xwe paqij dike!

BEŞA DUYEMÎN

SERDEMA QEYRANA 3’YEMÎN A EMPERYALÎZMÊ Û XETA LENÎNÎST

I

SERDEMA QEYRANA 3’YEMÎN A EMPERYALÎZMÊ

Emperyalîzma Amerîkayê ji şerê parvekirinê yê 2’yemîn weke welatê emperyalîst ê ku herî kêm westiya û herî zêde feydeyê dîr derket. Ji demên berê gelekî zêdetir sermayeyê derxist derveyî welatê xwe û bi vî awayî aboriyên welatên din ên emperyalîst û sermayedarxistin binê hegemonyaya xwe. Li hemberî têkoşînên gelan û eniya sosyalîst, rista leşkeriya eniya emperyalîst girt ser xwe. Wê ne şaş be ku em bêjin eniya sermayedar a cîhanê, di vê demê de veguherî imparatoriya Amerîkan. (Ji 5 parçeyan 2 parçeyên hilberîna cîhana sermayedar ji hêla DYA’yê ve tê kirin.)

Di vê serdema ku weke serdema qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê tê binavkirin de, têkilî û nakokiyên emperyalîst di warê teşeyê de di du eniyan de rastî guhertinê hatin.

1) Ew derfet ji holê rabû ku pêşbaziya di navbera emperyalîstan de (nakokiyên lihevneker) rê li ber şerekî nû yê parvekirinê veke.

2) Şêwazê dagirkeriya emperyalîst hat guhertin. (Îro li cîhanê welatekî ku bigiştî mêtîngeh e hema hema nemaye. Dagirkeriya aşkere, cihê xwejidagirkeriya veşartî re hiştiye.)

Piştî şerê parvekirinê yê 2’yemîn cîhan ket merhaleya ku lêkolînerên bûrjûwaziyê jê re dibêjin “şoreşa pêşesaziyê ya 2’yemîn” û lêkolînerên Marksîst jî jê re dibêjin serdema “şoreşa zanist û teknîkê”.

“Îro gumana tu kesî tune ye ku mirovahî ketiye serdemeke şoreşa zanist û teknîkê ya ku tê de wîza (enerjiya) atomê bi kar tîne, gerdûnê fetih dike, tê de kîmya pêş dikeve, hilberîn tê otomatîkkirin û di warê zanist û teknîkê de serkeftinên mezin pêk tên.”

Ligel geşedana mezin a eniya sosyalîst a cîhanê, emperyalîzm û bi taybetî jî emperyalîzma Yankee’yan teknîk û nûvedanên zanistî bikar tînin, heta radeyekê hilberînê zêde dikin û hatine asteke ku tê de dikarin bi hêza xwe ya nukleerî -eniya sosyalîst a cîhanê jî xwediyê van hêzan e- cîhanê tune bikin. (2)

(Li gorî hişmendiya rasterast a aborîzanên bûrjûwaziyê, ev “şoreşa zanist û teknîkê” ji bo qeyrana sermayedariyê bûye derman. Lê rewş, berovajî vê yekê ye. “Şoreşa zanist û teknîkê” nakokiyên heyî yên cewherê pergala sermayedar, gihandine asteke nedîtî û çarçoveya têkiliyên sermayedar dihejîne. Zêdebûna hilberînê, kombûna sermayeyê, yekbûna yekdestên taybet û yekdestên dewletan û kêmasiya daxwazê (daxwaza sûkê) ya derasayî qeyraneke mezin afirand.)

Li aliyekî sermaye di asteke gelekî mezin de zêde bûye û kom bûye û li aliyê din ji 3 parçeyam 1’ê cîhanê derketiye derveyî mêtîngeriya sermayedar; di encama van de ji bo sermayedariyê bazarên derveyî metropolan gelekî teng bûye.

Sedema zêdebûna asta qeyrana sermayedariyê û veguherîna wê ya hêzeke har û êrîşkar, ev e. Ev yek kiriye ku nakokiyên di navbera emperyalîstan de tûjtir û kûrtir bibe.

“Rîtma geşedana aboriya sermayedar, li gorî rewşa bazara sermayedar tê diyarkirin.”

Ji ber ku hêzên nukleerî gihane asteke gelekî bilind û ji ber hebûna eniya sosyalîst, nakokiyên lihevneker ên di navbera emperyalîstan de gihaştibe asta herî jorîn jî ev nakokî, ji asta aborî, derbasî asta leşkerî nabin. Li aliyekî nakokî tûj û kûr dibin, li aliyê din jî entegrasyon tê pêşxistin.

Nakokiyên lihevneker ên di navbera emperyalîstan de gihane asta herî jor, lê nikarin van nakokiyên bi awayekî derbasdar bi şerekî nû yê parvekirinê çareser bikin û neçar dimînin ku entegrasyonê pêş bixin. Ev jî dike ku qeyrana sermayedariyê bigihêje asta herî tund.

Îro emperyalîzma Yankee’yan di nava qeyraneke giştî de ye. Di salên piştî şerê parvekirinê yê 2’yemîn de emperyalîzma Yankee’yan dostên xwe yên Ewropî û Japonî xistibû binê venêrîneke giştî ya aboriyê, bi vî awayî “istiqrara” aboriya xwe demeke dirêj berdewam kiribû û daxwazên xwe yên aborî û polîtîk bi wan dabûn pejirandin. Bi vî awayî di cîhana sermayedar de dolar, bûbû diravê sereke.

Lê zagona geşedana bêhevsengî ya sermayedariyê di nava vê demê de xebitî û emperyalîzma Ewropa û Japonyayê hate asta ku gefan li hegemonyaya Amerîkayê bixwe. Aboriya Amerîkayê -ji ber zagonên sermayedariyê- di van deh salên dawî de ketiye nava qeyranekê û di salên dawî de jî ev qeyran gihaye asta herî bilind. Qeyrana di nava aboriya Amerîkayê de ewqasî mezin bûye ku Yankee’yan bêdilî xwe -du salan paş de mabe jî- destnedana dolarên xwe yên efsanewî xera kir. Diviyabû ku Amerîka, dolarên xwe di sala 1969’an de develue bike; lê piştî ku du salan zor dan dostên xwe jî ji bilî çend gavan encameke erênî bi dest nexist û di sala 1971’ê de develue kir.

Heger ev taybetmendiya serdema qeyrana 3’yemîn a ku me diyar kir tune bûya, wê Yankee’yan gavên dostên xwe têr nedîtibana û wê ji bo çareserkirina pirsgirêka bazarê riya çekdarî bi kar anîba. (Bi vî awayî wê bi kevirekî du çûk xistibana; lewra şer, dermanê nexweşiya kêmasiyê daxwazê ya sermayedariyê ye.) Lê hebûna eniya sosyalîst a cîhanê û asta mezin a pêşketina teknîkê tînin bîra wê ku polîtîkayên bi vî rengî têne wateya dawiya wê jî. (Divê prestîja sosyalîzmê ya ku di nava çînên kedkar ên di metropol û mêtîngehan de dijîn belav dibe jî neyê paşguhkirin. Ev hêma jî gelekî girîng e.)

Di vê demê de bazarên hundirîn û derveyîn ên emperyalîzmê gelekî teng bûne û li hemberî vê jî ev pirsgirêk bi şerekî nû yê parvekirinê nikare were çareserkirin û li gel vê yekê jî emperyalîzm bi giştî û bi taybetî jî emperyalîzma Yankee’yan li hundir û li derve serî li du rêbazan dide. Li hundir aboriya xwe dike leşkerî û li derve jî tevî rêbazên mêtîngeriya kevn, rêbazên mêtîngeriya nû jî bi kar tîne.

Weke ku tê zanîn bazara hundirîn, bi zêdekirina xerckirina takekesî ya kedkaran pêk tê. Incex dema ku dahatên rastîn ên gelheya xebatkar bilind bibe, bazara hundirîn dikare fireh bibe. Lê ev yek li dijî xwezaya sermayedariyê ye. Xwezaya cewherîn a yekdestan ew e ku, li dûv kara zêde bikevin. Dema ku sermaye li cihekî kom dibe, di nava civaka sermayedar de dahata rastîn a çînên kedkar û karker kêm dibe. Piştî 1952’yan dahata rastîn a proleteryaya Amerîkayê hertim ketiye.

Li hemberî tengbûna bazara hundirîn û kêmasiya daxwazê, Yankee’yan aboriya xwe leşkerî kirine. (3) (Jiyan îro nîşanîme dide ku wê ev rêbaz jî nikaribe sermayedariyê rizgar bike).

Zêdebûn û kombûna mezin a sermayeyê, kir ku sermayedariya yekdest veguhere sermeyedariya dewletê ya yekdest. (4) Ev jî tê wê wateyê ku hêza yekdestan û hêza dewletê dikevin nava hev û vediguherin yek mekanîzmayê. (Weke ku tê zanîn Lenîn, merhaleya sermayedariya dewletê ya yekdest , weke merhaleya ku tê de mercên derbasbûna sosyalîzmê herî zêde pêş dikeve, dinirxîne. Ango nakokiyên lihevneker ên sermayedariyê di asta herî jor de ne.)

Emperyalîzma Yankee’yan a ku aboriya xwe di asteke gelekî bilind de leşkerî kiriye, di encama vê yekê de li ser asta cîhanê êrîşkarî û harbûna xwe zêde kiriye; Pantagon, ji aliyekî ve bi bêbextiyê CIA’yê li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh demokrasiya nûnertiyê jî ji holê radike û dike ku pergalên leşkerî ava bibe û li aliyê din jî welatên ku tê de şerê rizgariya neteweyî tê meşandin, vediguherÎne dojehê û ji bo vê yekê hemû hêza xwe seferber dike.

Emperyalîzm, di warê stratejîk de hildiweşe, lê di warê taktîkê de hêz û êrîşa xwe zêde dike.

Me gotibû ku di serdema “şoreşa zanist û teknîkê” de sermayedarî, ji ber tengbûna bazarê, ji bo ku qeyrana xwe ya ku gihaye asteke gelekî bilind ji bo demeke derbasdar biborîne, li derve di rêbazên xwe yên mêtîngeriya kevn de hin guhertin pêk anîne. (Ev nayê wê wateyê ku dev ji rêbazên xwe yên kev berdane. Îro ev herdu rêbaz bi hev re di meriyetê de ne. Lê giranî li ser rêbazên nû ye.)

Em li ser vê mijarê bisekinin ku di asta yekemîn de têkildarî pratîka me ye.

Di serdemên qeyrana 1’emîn û 2’yemîn de bazarên sermayedariya navneteweyî, weke serdema qeyrana 3’yemîn teng nebûbû. Weke ku me berê jî diyar kiriye, kombûna teknolojî û sermayeyê ne di vê astê de bû. Ji ber vê yekê jî sermayedariya navneteweyî sermaye û mal dişandin welatên mêtînger û bi vî awayî pirsgirêka bazarê çareser dikirin. Cîhan hêj ewqasî biçûk nebûbû (bazar teng nebûbû) û kêmasiya daxwazê negihabû vê asta mezin. Ji ber vê jî ji bo emperyalîzmê ew pirsgirêk tune bû ku li welatên mêtîngeh bazara xwe fireh bike. Avaniya heyî dihat parastin -bêguman heta astekê feodalîzm dihate xerakirin û bûrjûwaziya komprador dihate afirandin- û bi vî awayî emperyalîzma ku bi feodalîzmê re hevbendiyê ava dikir, dikarîbû mêtîngeriya xwe bi hêsanî berdewam bike.

Dema ku bûrjûwaziya mezin û rêveberiya feodal -ango otorîteya lawaz-, têkoşîna şoreşgerên proleter ên ku li hemberî feodalîzmê serhildan û teqînên gelên mêtîngeh ên ku bi darê feodal têne birêvebirin û bi taybetî jî gundiyên ku hema hema di asta rênçberiyê de ne -nakokiyên wan gelekî kûr in- bi rêxistin dikin nikarin asteng bikin -gelek caran nikarîbûn asteng bikin jî- dagirkeriya emperyalîst, aşkere dibû. Jixwe li welatên wiha dewletên emperyalîst ji bo ku karên xwe yên bazirganiyê bixin binê ewlehiyê û nehêlin ku welatên din ên emperyalîst dest biavêjin bazarên wan li cihên stratejîk û bi taybetî jî li mînayan (lîmanan) û navendên sereke yên ragihandinê leşkerên xwe bi cih dikirin û kontrola wir dixistin destê xwe. (Jixwe li navendên stratejîk ên welat, emperyalîzm heye.)

Di serdema qeyrana 3’yemîn de têkiliyên di navbera emperyalîstan de guherîn.

Kombûna sermayeyê ya mezin a li metropolan û “kêmasiya daxwazê” û bi taybetî jî tevgerên dij-emperyalîst û neteweparêz ên di demên dawî yên şerê parvekirinê yê 2’yemîn derketin holê, kirin ku di rêbaza mêtîngeriyê ya emperyalîzmê de hin guhertin çê bibin. Armanca van guhertinan ew e ku emperyalîzm rûyê xwe yê qirêj veşêre û li welatên mêtîngeh, bazara xwe fireh bike. Rêbazên mêtîngeriya nû ev in.

Di bingeha rêbazên mêtîngeriya nû de li gorî polîtîkaya mêtîngeriyê ya yekdestên çavbirçî yên emperyalîst, di welatên mêtîngeh de bazara malan tê firehkirin û li van welatan “sermayedariya ji jor ber bi jêr ve” dibe şêwazê serdest ê hilberînê. Di encamê de jî otorîteya bi hêz a navendî, li van welatan serdest dibe.

“Şoreşa demokratîk a ji jor ber bi jêr ve” heta radeyekê pêk hatiye; li avaniya jorîn, têkiliyên feodal bi gelemperî têne parastin (mêtîngeriya kedê ya feodal tê domandin û bîrdoziyên feodal têne parastin) û li avaniya jêrîn jî sermayedarî (hilberîna ji bo bazarê) dibe hêmana sereke.

Li welatên wiha pîşesaziya navîn û ya giran tê avakirin û bûrjûwaziya herêmî ya yekdest (weke hevalbendê herî baş ê emperyalîzmê) tê afirandin û pêşxistin. Lê bûrjûwaziya herêmî ya yekdest, ne bi tevgerên hundirîn, lê bi yekbûna bi emperyalîzmê re pêş dikeve. Bi vî awayî emperyalîzma ku ji bo van welatan di serdemên qeyranê yên 1’emîn û 2’yemîn de diyardeyeke derveyîn bû, di vê serdemê de bûye diyardeyeke hundirîn. (5)(Dagirkeriya veşartî)

Em bi kurtasî behsa rêbaza mêtîngeriya nû ya ku dibe sedema van encaman, bikin.

Emperyalîzma Yankee’yan bi taybetî jî piştî 1946’an, rêbaza mêtîngeriya nû pêş xist. Û vê polîtîkaya mêtîngeriya nû bi doktrînên Trûman û Marshall û hevpeymanên leşkerî xist meriyetê.

Ev polîtîka di bingeha xwe de xwe dispêre van xalan; bi daçûneke hindik, derfeta bazareke firehtir ava dike; nabe sedema şerên neteweyî û bi pergal; pirsgirêkên emperyalîzma ku derketiye asteke jorîn, bêtir dixwaze çareser bike. Rêbaza wê ya sereke ew e ku di bicihkirin û belavkirina sermayeyê de guhertinan ava dike. Di nava 5-6 hêmanên sermayeyê de rêjeyeke nû ava kirine.  Beriya şer ixraca sermayeya diravî, ji mafê bikaranîna nav, parçeyên şûngir, zanista teknîkê, xebatkarên teknîkê û hwd. bêtir cih digirt; lê di serdema piştî şer de û bi taybetî jî piştî 1960’î ev pergal berovajî bûye û hêmanên derveyî ixraca sermayeya diravî, giraniya xwe bêtir danîne.

Îro li welatên ku paşde hatine hiştin, sermayeya diravî ya biyanî, li gorî sermayeya xwecîhî ya diravî gelekî kêm e, lê li van welatan gelek avaniyên pîşesaziyê hene ku bi giştî bi derve ve girêdayî ne. (Weke pîşesaziya otomobîlan) Li van welatan, çend avaniyên pîşesaziyê yên ku ji sedî sed bi derve ve girêdayî ne têne sazkirin û pîşesaziya sivik û ya navîn a ku neçar in ku bi wan ve girêdayî bimînin têne pêşxistin. (6) (Di bingeha van avaniyên pîşesaziyê de, hêmanên derveyî sermayeya diravî yên sermayeya biyanî hene.)

Bi vê rêbaza mêtîngeriya nû ya ku me bi kurtasî behsa wê kir re ji aliyekî ve emperyalîzm li wî welatî xwe baş bi cih dike (ango emperyalîzm êdî ne tenê diyardeyeke derveyîn e, lê dibe diyardeyeke hundirîn) û li aliyê din jî li welatên ku paş de hatine hiştin, li gorî demên borî -li gorî demên ku feodalîzm serdest bû û mêtîngeriya kevn hebû- heta radeyekê bazar tê firehkirin û qaşo hilberîna civakî û aramiya civakî zêde dibe.

Di encamê de li welatên ku paş de hatine hiştin, nakokî di warê dirûvî de nerm bûne (li gorî dema feodal), di navbera berteka girseyên gel a li hemberî pergalê û olîgarşiyê de hevsengiyeke çêkirî hatiye avakirin. Ji ber ku dagirkerî hatiye veşartin -û emperyalîzm bûye diyardeyeke hundirîn- bertekên gel ên neteweparêz û dijberiya li hemberî gawiran bêbandor bûne. Amûra dewleta navendî, li gorî demên berê gelekî xurt bûye û bi projeyên hevbendiyê, bi hevpeymanên dualî û têkiliyên hevpeymanên leşkerî re amûra dewleta olîgarşîk, li hemberî têkoşîna hundirîn a şoreşger hatiye milîtarîzekirin. (Ji 4 parçeyan 3’yê alîkariyên emperyalîst, alîkariyên leşkerî ne).

Bi firehbûna bazarê ya di nava welat de bajarîbûn, ragihandin û veguhestin jî gelekî pêşketiye û weke tevnekê welat dorpêç kiriye. Di demên berê de li ser gel, venêrîneke lawaz a feodal hebû -rewşa heyî ya emperyalîzmê ne li tevahiya welat, lê li navendên bazirganiyê û cihên ragihandinê yên sereke hebû-, lê piştî vê yekê otorîteya dewletê ya gelekî xurt a olîgarşîk hate avakirin. Artêş û polîsên dewleta olîgarşîk û hemû cûreyên amûrên bêbandorkirin û propogandayê, li her deverên welat serdestiya xwe ava kiriye.

Bi ser de ji heyamên qeyrana giştî yên 1’emîn û 2’yemîn gelekî zêdetir, li van welatan emperyalîzm û olîgarşiyê amûrên xwe yên propogandayê gihandine asteke gelekî bilind, rêbazên bêbandorkirinê pêş xistine û tecrûbeyan ji têkoşînên rizgariya neteweyî yên berê wergirtine.

Êdî li welatên ku paş de hatine hiştin amûra dewleta olîgarşîk hatiye wê astê ku dikare ji bo demeke dirêj têkiliyên heyî yên hilberînê -ji ber ku sermayedariya welat ne bi hêzên hundirîn pêş ketiye, mirov dikare jê re bêje “têkiliyên hilberînê yên emperyalîst”- biparêze; li wan welatan bertekên girseyên gel û bi taybetî jî yên girseyên fireh ên kedkar hatine bêbandorkirin û di nava van bertekan û olîgarşiyê de hevsengiyeke çêkirî hatiye avakirin. (Ev rewş, li van welatan bingeha şênber a pasîfîzm û revîzyonîzmê ava dike.)

 II

DÎKTAYA OLÎGARŞÎK

Rêveberiyên welatên emperyalîst û sermayedar ên ku ji şoreşa pîşesaziyê derbas bûne jî olîgarşîk in û rêveberiyên welatên ku paş de hatine hiştin jî olîgarşîn in. Lê sermayedariya welatên emperyalîst û sermayedar, sermayedarî ne bi şêwazekî paşverû (ji jor ber bi jêr ve) pêş ketiye, lê bi hêzên hundirîn pêş ketiye û bicih bûye. Lewra ne tenê di avaniya jêrîn de, lê di avaniya jorîn de jî têkiliyên demokratîk ên bûrjûwa serdest bûne û têkiliyên feodal ji holê hatine rakirin. Lê di heyama yekdestiyê de sermayedariyê rikberiya serbest, nijadperestî û hêmanên rêveberiya demokratîk danîne aliyekî û li dewsa wan yekdestî, kozmopolîtîzm û dîktaya olîgarşîk bi cih kirine.

Lê di heyamên borî de proleterya û girseyên kedkar, piştî têkoşînên dûvdirêj ên bixwîn, bûne xwediyê maf û azadiyên xwe yên demokratîk. Çînên kedkar di warê çawanî û çendîniyê de bi hêz in. Ji ber vê yekê jî olîgarşiya van welatan demokrasiya klasîk a bûrjûwaziyê û azadiyan heta radeyekê sînordar bikin jî tu carî nikarin destê xwe bidin cewhera wê. Taybetmendiya olîgarşiya van welatan, olîgarşiya fînansê ye.

Dîktaya olîgarşîk a weke li welatê me jî ne tenê mohra sermayedariya diravî li ser xwe radike. Ji ber ku sermayedariya li welatê me jî ne bi hêzên xwe yên hundirîn, ji jor ber bi jêr ve ava bûye. Ji lewra jî bûrjûwaziya yekdest a herêmî ji destpêkê ve, ji dendika xwe ve bi emperyalîzmê re bûye yek û pêş ketiye. (Ji ber ku emperyalîzm veguheriye diyardeyeke hundirîn, olîgarşî jî di nava wê de ye.) Lê ev bûrjûwaziya yekdest a ku pêş dikeve, ne di wê hêzê de ye ku bi tena serê xwe hevbendiya xwe ya bi emperyalîzmê re bidomîne û têkiliyên hilberînê yên emperyalîst biparêze. Ji ber vê yekê jî rêveberiya xwe bi bûrjûwaziya çandiniyê ya ku girêdaneke neçarî di nava wan û yekdestên biyanî û herêmî de heye û bi bermahiyên feodal re par ve dike.

Di nava rêveberiya olîgarşîk de bûrjûwaziya yekdest a hevkar, spartgeha sereke ya emperyalîzmê be jî ne yekane çîna herêmî ye ku têkiliyên hilberînê yên emperyalîst diparêze.

Rêveberiya olîgarşîk a weke rêveberiya welatê me, bi rehetî dikarin bi rêveberiyeke dîktayê ya ku tê de maf û azadiyên demokratîk ên girseyên karker û kedkaran tune ye, rêveberiya welat bikin. Mirov dikare ji vê re bibêje faşîzma mêtîngeriyê. Ev şêwazê rêveberiyê yan bi “demokrasiya nûnertiyê” ya ku têkiliya wê bi demokrasiya klasîk a bûrjûwaziyê re tune ye (bi faşîzma veşartî) tê meşandin an jî bêyî ku guh bidin demokrasiya sindoqan jî, bi awayekî aşkere tê meşandin. Lê pêkanîna wê ya aşkere, ne ji bo demeke dirêj e. Bi gelemperî dema ku kontrolê winda dike, serî li vê rêbazê dide.

III

XETA ŞOREŞGER Û REVÎZYONÎZM

Me bi kurtasî behsa taybetmendiyên serdema qeyrana giştî ya 3’yemîn û cudahiyên wê yên ji serdemên din ên qeyranên giştî kir.

Di vê heyamê de revîzyonîzm û oportunîzm, di nava eniya çepgir de bi du awayan derdikevin holê.

Beşa yekemîn, li taybetmendiyên sereke yên vê serdemê dinerin û dibêjin ku dozîneyên gerdûnî yên Lenînîzmê yên ku heta ku emperyalîzm weke pergalekê hilweşe wê di meriyetê de bin, êdî ne derbasdar in û teoriyên aştiyane û pasîfîst ên şoreşê diavêjin holê.

Halbûkî cewhera emperyalîzmê nehatiye guhertin. Tiştên ku hatine guhertin, têkiliyên di navbera emperyalîstan de û şêwazên mêtîngeriyê ne. Ji vê hêlê ve dozîneyên gerdûnî yên Lenînîzma ku Marksîzma heyama emperyalîst e, heta ku emperyalîzm weke pergalekê hilweşe, wê di meriyetê de bin.

Beşa duyemîn jî xeta reformîzma civakî ye ku têkiliyên guherbar û şêwazê mêtîngeriyê yên emperyalîzmê paşguh dike, teoriyê ne weke rêbereke çalakiyê, lê weke dogmayekê digire dest. Li gorî wan kesan, propogandaya çekdarî, nikare bibe şêwazê têkoşînê yê sereke; di Lenînîzmê de ev şêweyê propogandayê tune ye, propogandaya çekdarî nikare birêxistin bike; mijar bi vî rengî were destgirtin ev tê wê wateyê ku mirov ji devê tifingê li her tiştî dinêre û hwd…

Em hinekî li ser vê mijarê bisekinin.

Weke ku tê zanîn Marx û Engels di nîva duyemîn a sedsala 19’emîn de gotibûn ku incex piştî şerê cîhanî yê di nava sermayedaran de  têkoşîna di navbera proleterya û bûrjûwaziyê de dikare derbasî merhaleyeke pêşdetir bibe û li cîhanê şoreşa yekemîn a proleter pêk were. (Bnr. Şoreşa Bênavber-1)

Di heyama emperyalîst de Lenîn û Bolşevîkan, ev nirxandina bêhempa girtin ber çavan û şoreşa proleter a yekemîn a cîhanê pêk anîn.

Lenîn hêj di 1900’î de (beriya ku pirtûka Emperyalîzmê binivîse) diyar kiribû ku zagona geşedana pêngavî û bêhevsengî ya sermayedariyê, wê bibe sedema şerê di navbera emperyalîstan de û di encamê de jî li Rûsyaya ku xeleka herî lawaz a sermayedariyê ye, şoreş pêk were. Di bingeha vî şêwazê Lenîn ê şoreşê de ew nêrîn heye ku wê dijberiyên di navbera emperyalîstan de teqez bigihêjin asta leşkerî. (Bnr. Şoreşa Bênavber-1 û Hêmayên Lenînîzmê).

Weke ku tê zanîn di şerê cîhanî yê di navbera emperyalîstan de di vê merhaleya serûbinbûnê de tevgera proleter a cîhanê pêngavên mezin kirine û ji 6 parçeyan 1’ê cîhanê bûye sosyalîst. Di merhaleya serûbinbûnê ya şerê emperyalîst ê cîhanî yê 2’yemîn de jî ji 3 parçeyan 1’ê cîhanê bû sosyalîst û sosyalîzm li ser asta cîhanê bû xwedî nav û dengekî mezin.

Piştî şerê cîhanê yê 2’yemîn, sermayedarî ket nava heyameke nû ya qeyranê. Di vê heyamê de ne gengaz e ku dijberiyên di nava emperyalîstan de veguherin şer. (Ji ber sedemên ku me berê diyar kiribûn).

Şoreşa Kubayê bi şêwazê xwe yê xebatê û bi riya ku şopandiye, yek ji encamên vê heyama dîrokî ye. Bi vegotineke din, yek ji encamên sepandina Marksîzm-Lenînîzmê ya li pratîka vê heyama dîrokî ye. (Ji bilî şoreşa proleter a Kubayê hemû şoreş, di nava serûbinbûnên herdu şerê cîhanê de hatine lidarxistin). Şêwazê sereke yê têkoşînê propogandaya çekdarî ye û şerê pêşengên gel ên şoreşger e. Ev, di encama sepandina dozîneyên gerdûnî yên Marksîzm-Lenînîzmê ya li pratîka rewşa dîrokî ye û ji bo şoreşgerên proleter ên hemû welatên ku di binê hegemonyaya emperyalîst de ne xeta bolşevîk e.

Partiya me ya ku propogandaya çekdarî ji xwe re dike bingeh û diyar dike ku bi şerê çekdarî girseyên kedkar dikarin tev li refên şoreşger bibin û têkoşîna şoreşger incex bi şerekî gel bigihêje serkeftinê, vê nirxandinê di binê rêberiya Marksîzm-Lenînîzmê de û li gorî têkilî û nakokiyên rewşa dîrokî û bandorên wan ên li ser welatê me, dike.

Pasîfîstên welatê me û pasîfîstên cîhanê ji bo têkoşîna rêxistinên şoreşger ên ku weke şêwazê têkoşînê yê sereke şerê pêşangan dimeşînin, wiha dibêjin: “Ev duelloya di navbera komeke zilaman û çînên serdest e. Ev, xeta anarşîzm û narodnîzmê ye. Li cem Lenîn ev şêwazê têkoşînê tune ye. Heger pirsgirêk wiha were destgirtin, ev tê wateya ku mirov ji devê tifingê li her tiştî binêre û hwd…”. Ev tenê ji teslimiyetê re rûpoşekê ava dikin û divê mirov girîngiyê nede wan. Lê em vê yekê bêjin ku di vê demê de şoreşek hatiye lidarxistin. Û kesên ku ev şoreş li dar xistiye, propogandaya çekdarî weke şêwazê sereke yê têkoşînê hilbijartine û dest bi şerê pêşengan kiriye. Tevgerên şoreşger ên ku vî şêwazê xebatê yê Lenînîst ê rewşa dîrokî ji xwe dikin bingeh, îro li çolterên cîhanê destana rizgariya gelan dinivîsin. Pasîfîst jî li cîhanê û li welatê me weke komeke biçûk a dûvikên çepgir ên emperyalîzm û olîgarşiyê, li hemberî kesên ku li dijî emperyalîzmê bi xwînê û bi agir destanên rizgariyê dinivîsin, gotinan dibêjin.

Bersiva her baş a li dijî van pasîfîstên ku dibêjin ev şêwazê têkoşînê li cem Lenîn tune ye dîsa ji hêla Lenîn ve tê dayîn.

Em gotinê ji Lenîn re bihêlin:

“Marksîzm pêwîst dike ku pirsgirêkên têkoşînê bi awayekî dîrokî werin lêkolînkirin. Heger ev pirsgirêk ji rewşa dîrokî ya şênber cuda were nirxandin, ev tê wê wateyê ku hêmanên materyalîzma diyalektîk bi awayekî têr nehatine fêmkirin. Di merhaleyên cuda yên werara aboriyê de li gorî guhertinên zindî yên siyasî, neteweyî û çandî, şêweyên cuda yên têkoşînê derdikevin holê û ev, dibin şêweyên sereke yên têkoşînê; bi van ve girêdayî, di asta duyemîn de jî şêweyên têkoşînê yên temamker têne guhertin.” (Lenîn)

Belê, di vê rewşa dîrokî ya şênber de (di heyama qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê de) û di merhaleyên cuda yên werara aboriyê de (di emperyalîzmê de) kesên ku bêyî ku guhertinên mercên zindî yên siyasî, neteweyî û çandî bigirin ber çavan û ji pratîkê qut ji berhemên Marx, Engels, Lenîn, Stalîn û Mao şêwazên xebatê yên mekanîk derxin, dikarin bibin marksologên jêhatî, lê tu carî nikarin bibin şoreşgerên proleter.

Cudahiya sereke ya di navbera oportunîzm û xeta şoreşger de, di hilbijartina şêweyê sereke yê têkoşînê de derdikeve holê. Weke ku tê zanîn têkoşîna şoreşgerî ya proleter a li dijî çînên serdest, piralî ye. Ev piralîbûn, di binê du sernivîsan de kom dibin:

a) Rêbazên têkoşîna aştiyane (nayên wateya lihevkirinê).

b) Rêbazên çalakiya çekdarî.

Li welatên ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ne, wê li hemberî emperyalîzm û olîgarşiyê têkoşîneke çawa were meşandin? Wê hevsengiya çêkirî ya di navbera olîgarşiyê û bertek û nerazîbûnên gel de bi kîjan şêweyên têkoşînê were xerakirin? Ji bo gel were refên şoreşê, em ê kîjan şêwazê têkoşînê ji xwe re bikin bingeh? Amûra sereke ya pêngaveke diyarkirina rastiyên siyasî ya berfireh, wê kîjan şêweyê têkoşînê be?

Pîvana sereke ya ku xeta şoreşger û xeta oportunîst ji hev cuda dike, ya ku teoriya şoreşger û lafazaniya “ortodoks” a bîrdozî û polîtîk ji hev cuda dike, ev e.

Revîzyonîzm û pasîfîzma navneteweyî yên ku di vê demê de têkoşîna şoreşger, weke merhaleyên werar û şoreşê bi xetên stûr ji hev cuda dikin, wiha bersiva vê pirsê didin: (Cudahiyên di nava wan de çi dibin bila bibin, ji kesên ku bajaran ji xwe re dikin bingeh heta kesên ku çolterê ji xwe re dikin bingeh)

“Divê em derbasî nava girseyan bibin, li dora pêdiviyên demildest ên girseyan wan birêxistin bikin, wan derbasî çalakiyê bikin û hişmendiya siyasî bigihêjînin wan; ango di çarçoveya maf û daxwazên aborî û dmeokratîk girseyên kedkar birêxistin bikin û berê wan bidin armanca siyasî.”

Li hemû welatên ku paş de hatine hiştin ên ku tê de maf û azadiyên demokratîk nayên bikaranîn -hatine cemidandin- bi vegotineke rasttir ji hêla olîgarşiyê ve “destûr” nayê dayîn ku werin bikaranîn û bi artêş, polîs û hêzên din re li hemberî girseyên kedkar polîtîkaya çewisandinê tê meşandin, rêxistinên ku dixwazin van xebatên klasîk ên “xebatên girseyê” û têkoşîna aborî û demokratîk bidin meşandin, li hemberî hêza leşkerî ya dijmin û pêkutiya dijmin wê bikevin nava bêhêzbûnê û her ku biçe wê bêtir ber bi rastgiriyê ve bişemitin.

Ev rê “Ji dêvla ku hevsengiya çêkirî ya di navbera zorbaziya olîgarşîk û pêkutiya ku ji aliyê gel ve tê de xera bike, wê wê berdewam bike.” (Che)

Belê, wê berdewam bike. Bêguman wextê ku di vê riyê de bimeşin wê qaşo hin pêşketin jî pêk werin. Lê parastvanên vê riyê, di destpêkê de xwedî taybetmendiyên şerker bin jî wê van taybetmendiyên xwe winda bikin, ji rê derkevin û wê bibin burokrat. Kurtasiya vê riyê wiha ye: windakirina cewherê şoreşgerî û çend kedkarên ku hatine bêbandorkirin. (7)

Rêxistinên ku vî rêbazê têkoşînê ji xwe re dikin bingeh, wê bikevin binê siya şoreşgerên nijadperest û wê bêjin qey rêveberiya wan wê li welat maf û azadiyên demokratîk pêk bîne û di vê çarçoveyê de wê bêjin qey li derdora têkoşîna aborî û demokratîk wê karibin girseyan bi rêxistin bikin û hişmendiyê bidin wan.

Mînak li welatê me koma (X) li dora weşaneke ku rastiyan tîne ziman kom dibe; hewl dide li cihên weke kargehan bi cih bibe û bikeve nava tevgerên girseyî yên aborî û demokratîk û bi vê riyê girseyên gel bikişîne nava refên şoreşê. Ango vî şêwazê têkoşînê dimeşîne û ji bo daçûnên rêxistinbûna xwe çend bûyerên şêlandinê kiriye û çend hewldanên vê komê yên sabotaj û suîkastê hene. (Lê ev çalakiyên çekdarî, ne propogandaya çekdarî ne.)

Ev koma (X) ya ku bi vî şêwazî dixebitî, hemû hêviyên xwe bi cûntayeke şoreşger û neteweparêz ve girê dabûn. Li gorî wan, wê vê cûntayê Destûra Bingehîn a 27’ê Gulanê xistiba meriyetê, wê xalên zagonê yên 141 û 142’yan ji holê rakiribana û mercên li gorî şêweyên wan ên têkoşînê ava kiribana.

Nêrîna şoreşgerî:

Ji bo xerakirina hevsengiya di navbera olîgarşiyê û nerazîbûn û bertekên gel ên bi piranî bêzanebûn têne kirin ên li dijî pergalê de were xerakirin û girse, tev li refên şoreşê bibin, rêbaza sereke ya têkoşînê, propogandaya çekdarî ye.

Di welatên ku tê de têkoşînên aborî û demokratîk ên girseyên kedkar, -bi dirûvê nûnertiyê be jî- ji hêla zorbaziya olîgarşîk ve bi terorê tê çewisandin de, di welatên ku otorîteya navendî bi artêş, polîs û hwd. re di çavên gel de weke “hût” tê dîtin de têkiliya bi gel re û kampanyaya ravekirina rastiyên siyasî û tevlêkirina gel a refên şoreşê, incex bi riya propogandaya çekdarîpêk were.

Propogandaya çekdarî, ne têkoşîna leşkerî ye, lê têkoşîna polîtîk e. Ne takekesî ye, lê têkoşîna girseyî ye. Ango weke ku kesên pasîfîst dibêjin, propogandaya çekdarî, teqez ne terorîzm e. Di warê armanc û şêweyê de ji terorîzma takekesî cudatir e.

Propogandaya çekdarî, di çarçoveya stratejiyeke şoreşger de ji bo girseyên kedkar, çalakiyên şênber pêk tîne û ji vir derbasî mijara razber dibe. Li dora bûyerên şênber, rastiyên siyasî rave dike, girseyan dike xwedî hişmendî û armanceke polîtîk nîşanî wan dide. Propogandaya çekdarî, nerazîbûna gel a li hemberî pergalê derdixe hişmendiyê û gel ji şuştina mejî ya emperyalîst rizgar dike. Di destpêkê de girseyan dihejîne û paşê jî wan zane dike. Nîşan dide ku otorîteya navendî ne ewqasî xurt e û hêza wê beriya her tiştî xwe dispêre barebar, gef û demogojiyê.

Propogandaya çekdarî beriya her tiştî bala girseyên ku di nava derdê debara xwe ya rojane û hwd. de winda bûne, bi weşanên emperyalîst hatine beralîkirin û “hêviya” xwe bi partiyên cuda yên pergalê ve girê dane, dikişîne ser tevgera şoreşger û di nava girseyên ku hatine gêjkirin û bêbandorkirin de tevgerekê ava dike.

Di demên destpêkê de matmayîn û dudiliya girseyan ên ji ber propogandaya rastgir a xurt (weşanên oportunîst jî di nava wan de ne) cihê xwe ji sempatiya li hemberî tevgera şoreşger re dihêle; olîgarşî li hemberî çalakiyan rûpoşa xwe ya “dadweriyê” diavêje aliyekî û li dijî gel pêkutî û terora xwe digihêjîne asteke bilind. Gelê ku vî rûyê qirêj ê olîgarşiyê dibîne û jê dûr dikeve.

Rêxistina ku propogandaya çekdarî ji xwe re dike bingeh, her ku diçe dibe yekane çavkaniya hêviyê ya bindestan. Li aliyekî zêdebûna bêkarî û buhabûnê, nerazîbûnên gel zêde dikin, li aliyê din jî olîgarşiya ku li dijî propogandaya çekdarî pêkutî û terora xwe zêde dike û her ku diçe hemû mafên demokratîk ên gel ji holê radike, di destpêkê de kesên rewşenbîr, ji çavê tevahiya gel dikeve. Partiya ku şerê gerîla bi serkeftî dimeşîne, di destpêkê de beşên hişyar ên gel ên ku di binê bandora hin beşên oportunîst ên eniya çepgir de mane li dora xwe kom dike û her ku diçe gemarên di nava eniya çepgir de paqij dike. Hêmayên weke karker, gundî û xwendekaran ên ku pasîfîstan mejiyên wan tevlihev kirine, her ku biçe wê li dora propogandaya çekdarî kom bibin. Ango propogandaya çekdarî, wê di destpêkê de eniya çepgir komî ser hev bike. Hêmanên dûrist ên ku di destpêkê de di binê bandora hin tevgeran de bûn, wê li dora stratejiyekê kom bibin.

Propogandaya çekdarî, şerê gerîla yê çolter û bajaran û şerê hilweşandina derûniyê di nava xwe de dihewîne.

Şêweyê sereke yê têkoşînê wiha ye, lê ev nayê wê wateyê ku şêweyên din ên têkoşînê werin paşguhkirin. Rexistina ku propogandaya çekdarî ji xwe re dike bingeh, li gorî hêza xwe, şêweyên din ên têkoşînê jî digire dest. Lê şêweyên din ên têkoşînê, di asta duyemîn de ne. Şêweyê sereke yê têkoşînê, propogandaya çekdarî ye. Ev nayê wê wateyê ku wê li hemebrî tevgerên aborî û demokratîk ên girseyî tenê weke temaşevan were tevgerandin. Rêxistin, li gorî hêza xwe hewl dide li dora maf û daxwazên aborî û demokratîk, girseyan li dora xwe kom bike. Hewl dide li hemberî olîgarşiyê, hemû bertekan beralî bike. Lê di destpêkê de teqez baz nade her deverê, xwe naxe nava tevgerên girseyî yên ku hêza wê derbas dike û ewlehiya wan bi çekan nehatiye parastin. Li gorî hêza xwe bi xebatên derveyî propogandaya çekdarî yên weke hişyarkirin, perwerdeya siyasî, propoganda û rêxistinkirinê mijûl dibe.

Têkoşîna girseyê ya polîtîk a klasîk û propogandaya çekdarî bi dû hev de tên, di nava hev de ne, bi hev ve girêdayî ne û bandorê li hev dikin.

Şêweyên din ên têkoşînê yên aborî, polîtîk û demokratîk ên ku li derveyî propogandaya çekdarî dimînin, bi propogandaya çekdarî ve girêdayî ne û li gorî propogandaya çekdarî xwe saz dikin. (Şêweyên têkoşînê yên di asta duyemîn de ne, li gorî şêweyê sereke yê têkoşînê teşe digirin, ango li gorî rêbazên propogandaya çekdarî xwe saz dikin.)

Di Stratejiya Şer a Leşkerî ya Polîtîkbûyî (SŞLP) de propogandaya çekdarî bingeh e û şêweyên têkoşîna polîtîk, aborî û demokratîk jî bi şêweyê sereke yê têkoşînê ve girêdayî ne. (Rêxistina vê stratejiyê, têekoşîna bîrdoziyê weke amûreke polemîkê nagire dest; lê weke perwerdeya siyasî ya kadroyên xwe digire dest).

Di heyama qeyrana 3’yemîn de nêrînên xetên şoreşger û revîzyonîst ên eniya çepgir a welatên ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ne, bi kurtasî wiha ye. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku li van welatan, li ser navê “şoreşgeriya proleteryayê” du jirêderketin rû didin:

1) Taybetmendiyên Xeta “Ortodoks” a Klasîk a Revîzyonîst:

Beşên leşkerî û beşên polîtîk, weke du beşên dijberî hev têne dîtin û beşa leşkerî biçûk tê nirxandin. Rista proleteryaya bajaran, di çarçoveya mînaka sovyetîk a ku mifteya proleteryayê ye de dinirxînin û zêde mezin dikin. Piştî ku nav û dengê propogandaya çekdarî belav bû, di eniya çepgir de qîmeta van rêxistinan kêm bû. Ji ber vê yekê jî paşê hin cih ji bo avakirina gerîla vekirin. Bêguman ev gerîla jî bû çîrok.

Ligel ku li welat qeyraneke neteweyî heye, rêbazên têkoşîna aştiyane têne meşandin û merhaleyên werar û şoreşê, bi xetên stûr ji hev têne veqetandin û di encamê de jixweberiyek derdikeve holê ku Şerê Pêşengan napejirîne.

2) Xeta milîtaniyê ya çepgir a ku li hemberî vê nêzîkahiyê weke bertekekê derketiye holê û şîroveyeke şaş a Şoreşa Kubayê ye; Nêrîna Fokoperest: Ev nêrîn, têkiliyên bajar û çolterê û propogandaya çekdarî û rêbazên din ên têkoşînê yekpare nabîne; tenê tevahiya çolterê û propogandaya çekdarî ji xwe re dike bingeh û rista bajaran û şêweyên din ên têkoşînê paşguh dike. Di bingeha vê nêrînê de ew raman heye ku, dibêjin pêwîst e ku qeyrana neteweyî ya li welatên ku paş de hatine hiştin bi awayekî herî sûdwer were nirxandin; bi têkoşîna pêşangan, gundî demildest çekan rakin û şer, di demeke kurt de veguhere Şerê Gel.

Lewra ev xet jî, jixweberbûneke “çepgir” e. Parastvanên vê nêrînê li hemberî rastiya jiyanê fêmkirin ku ev şîroveya wan ne pêkan e û bi lez dev ji vê nêrîna berdane. Îro li cîhanê rêxistinên propogandaya çekdarî ya ku di nava nêzîkahiyeke wiha ya fokoperest de ne hema hema nemane.

BEŞA SÊYEMÎN

TAYBETMENDIYÊN TIRKIYEYÊ YÊN DÎROKÎ, CIVAKÎ, ABORÎ Û PIRSGIRÊN DI DERBARÊ PRATÎKA ME DE

I

DEWLETA OSMANÎ YA FEODAL A NAVENDÎ

Divê mirov dewleta Osmanî di du merhaleyan de binirxîne: a) Imparatoriya Osmanî ya Leşkerî, Navendî û Feodal, b) Dewleta Osmanî ya Komprador û Feodal.

Ligel ku ne xwediyê avaniyeke klasîk a feodal bû jî civaka Osmanî, dewleteke feodal bû. Bi taybetî jî piştî sedsala 15’emîn, avaniya civakî, avaniyeke leşkerî, navendî û feodal bû. Rençberên ku bi axê ve girêdayî ne, hilberîn pêk dianî; berhemên zêde bi riya feodalên asta duyemîn, ji hêla otorîteya navendî ve dihatin bidestxistin. Riyên bazirganiyê yên stratejîk di destê feodalîzma Osmanî de bûn û talana derveyîn hebû; van jî dikir ku talana navxweyî, ango mêtîngeriya hundirîn ne zêde tûj be.

Ji ber vê rewşê û ji ber ku avaniya feodal a heyî ne di teşeyeke klasîk de bû, nakokiyên hundirîn heta radeyekê nerm dibûn. (Ango nakokiyên di navbera hêzên hilberînêr û têkiliyên hilberîna feodal de ne ewqasî tûj bûn ku di demeke kurt de bigihêjin asta herî jorîn). Dema ku sermayedarî hêdî hêdî pêş diket û nakokî jî ber bi tûjbûnê ve diçûn, bi destwerdana derveyîn a sermayedariya Ewropî, pêşketina sermayedariya herêmî hate astengkirin. (8)

Bêguman ji ber vê lawaziya tevgera hundirîn, ev welat ji bo sermayedariya Ewropayê bû qadeke mêtîngeriyê.

Di dawiya sedsala 18’emîn de civaka Osmanî, ji bo sermayedariya Ewropyê bû bazareke vekirî. (Bi Hevpeymana Bendeya Balta’yê ya sala 1838’an re ev rewş fermî bû.) Di heman demê de di van salan de otorîteya navendî lawaz dibû û yekÎneyên herêmî yên feodal hêza xwe zêde dikirin.

Civaka Osmanî, ji sedsala 18’emîn û pê de bi awayekî lezûbez kete nava pêvajoyeke mêtîngeriyê; dewlet bi awayekî lezûbez bû komprador; sermayedariya herêmî ya nûgihayî, li hemberî rikberiya sermayedariya Ewropayê li ber xwe neda û aborî jî veguherî avaniyeke feodal û komprador.

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên vê avaniya aboriya feodal û komprador jî ew bû ku di nava vê avaniyê de bûrjûwaziyeke şoreşger tune bû ku netewebûnê bimeşîne; gelê ku di binê bandora avabûna derûnî û çandî ya ji ber taybetmendiya feodal û nîv-feodal û kevneşopiyan de radiza, bixe nava tevgerê û ramanên pêşverû û demokratîk belav bike. Ev peywir, li ser milê bûrjûwaziya biçûk bû. (9) Bi vegotineke din, çalakbûna jixweber a feodalîzma Osmanî, ji ber ku ne xwediyê avaniyeke klasîk a feodal bû, lawaz bû û ji ber vê yekê jî navendîbûna hişk a dewleta leşkerî ya feodal, burokrasiyeke xwedî rayeya fireh ava kiribû û ev burokrasî jî weke çînekê tevdigeriya.

Dewleta navendî ya feodal, di sedsala 18’emîn de serdestiya xwe ya navendî hêdî hêdî winda kir, serdestên herêmî hêza xwe ya desthilatdariyê mezintir kir û bi destwerdana derveyîn, dewleta feodal a navendî nikarîbû li ber xwe bide û bi wan re kete nava hevpeymanê û bû komprador. Di encamê de di nava vê beşa burokrasiyê de du tevger derketin holê. Beşa jorîn a van burokratan a ku para xwe ji sermayedariya Ewropyê digirt, bi malbata sultan re bi awayekî lezûbez bû komprador. Bankerên Galata’yê, seraya komprador û beşa jorîn a burokrasiyê (dewleta feodal a komprador), hevbendiya paşverû ava dikirin ku ji mêtîngeriya eniya Rojavayî parên girîng digirtin.

Ev beşa burokrasiyê ya ku ji ber talana sermayedariya Ewropya Rojavayî rayeyên xwe yên berê bilezûbez winda dikirin, bêriya wan demên berê yên “şanedar” û “sûdwer” dikirin. Ev beş, ji pêvajoya nû ya dewletê ne dilxweş bûn. (Di vê yekê de bandora mezinkirina hêzê ya serdestên herêmî jî heye). Bi bêrîkirina wan rojên sûdwer, li hemberî tevgera feodal û komprador di destpêkê de di binê ala “Osmanîbûnê” de paşê jî bi tevgera nijadperestiyê ya ku li Ewropayê pêş ket re di binê ala “Tûranî” de helwest nîşan dan. Lê ji ber taybetmendiyên xwe, armancên vê beşê hertim ne zelal in, çalakiyên wan jî ne çalakiyên encamgir in. Sermayedariya Ewropayê di nava vê beşê de ji xwe re hertim sîxur peyda kirine û karibû berê wan bide armancên sextê yên şoreşger (ên weke Tûranîbûnê û hwd.) ên ku mêtîngeriya wê firehtir dike. Heta car caran li hemberî bertekên feodalîteyê, vê beşê weke amûreke gefê bi kar aniye.

Di encamê de:

1) Ewropayê sûd ji nûvedanên erdnîgariyê û teknîkê wergirt û derbasî sermayedariyê bû, lê dewleta Osmanî di vê merhaleyê de ji ber çalakgeriya xwe ya jixweber a lawaz, dereng ma. Lewra kete pêvajoya mêtîngeriyê.

2) Ji ber taybetmendiya feodalîzma Osmanî (têkiliyên feodal û rençberan di wateya klasîk de ne zelal û tûj in û mêtîngeriya hundirîn nerm û veşartî ye) serhildêrî, di nava kedkaran de nebûye kevneşopiyek. Dewleta navendî ya feodal, talana derveyîn ji xwe re dikir bingeh û mêtîıngeriya hundirîn veşartî û nerm dimeşand; ji ber vê yekê jî di çavê gelê Anatolyayê de weke bavekî mezin û parastvan dihate dîtin.

3) Ji ber ku otorîteya navendî ya feodal xurt bû (serdestiya herêmî gelekî lawaz bû), fikra “destnedan” û “têkneçûna” otorîteya dewletê, di nava girseyan de weke rameneke giran cih girtibû.

Bi kurtasî di heyama Şerê Rizgariya Neteweyî yê 1’emîn de çalakiyên serkeftî yên Kuvay-i Milliye yên li dijî dewleta komprador a ku bi awayekî aşkere di eniya dijminê dagirker de cih digirt, ew nêrîna dewleta Osmanî ya zalim, “hilnaweşe”, “kes nikare li dijî wê derkeve” û “hêza xwe ji xweda digire” hilweşand û avêt.

4) Bi bandora tevgera hundirîn û derveyîn, ji malzoraka feodalîzmê, bûrjûwaziyeke şoreşger pêş neket. Ji neçarî, barê wê, ji aliyê rewşenbîrên bûrjûwaziya biçûk ve hate hildan.

II

KEMALÎZM

Kemalîzm ala rizgariya neteweyî ya nijadperestên şoreşger ên welatekî ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ye. Cewherê kemalîzmê, helwesta li dijî emperyalîzmê ye. Teqez şaş e ku mirov kemalîzmê weke bîrdoziyeke bûrjûwaziyê, bîrdoziya hemû bûrjûwaziya biçûk an jî bîrdoziya hemû beşên rewşenbîr ên leşker û sivîl binirxîne.

Kemalîzm, li ser bingeha nijadperestiyê, helwesta li dijî emperyalîzmê ya eniya herî çepgir û radîkal a bûrjûwaziya biçûk e. Ji ber vê yekê jî kemalîzm, çepgirî ye; rizgariya neteweyî ye. Kemalîzm, helwesta radîkal a polîtîk e ku nijadperestên şoreşger, li dijîemperyalîzmê nîşan dane. (10)

Li welat, di eniya çepgir de li hemberî emperyalîzmê tevgereke çînayetiyê ya şoreşger a neteweyî û radîkal tune bû; li cîhanê jî eniyeke sosyalîst tune bû ku weke îro şerên rizgariya neteweyî destek bike. Di heyameke wiha de nijadperestên şoreşger ên ku li dijî emperyalîzmê şerê serkeftî yê yekemîn dane meşandin û bi ser ketine, reseniya welatê me ne ku bingeha wan xwe digihêjîne pêşverûtiya burokrasiya jêrîn a Osmanî. Mirov dikare ji bo kemalîatan bêje ku jakobenên beşa rewşenbîr a leşkerî û sivîl in.

III

ŞOREŞA 1923’AN Û HEYAMÊN 1923’AN Û 1942-1950’Î

Şoreşa 1923’an, şoreşeke neteweyî ye ku taybetmendiya çîna pêşeng dide der. Dagirkeriya emperyalîst hatiye şkandin, bûrjûwaziya komprador hatiye têkbirin, ligel ku hin hêsanî ji bo sermayeya biyanî hatine nîşandan jî bi gelemperî, mêtîngeriya emperyalîst hatiye bêbandorkirin û hêza bîrdozî û polîtîk a feodalîzmê hatiye şkandin.

Di naveroka vê şoreşê de, bûrjûwazî heye. (Stalîn û Mao, ji tevgera Anatolyayê ya salên 1919-1923’an re dibêjin şoreş e. Her wiha Mao, ji bo Şoreşa Cezayirê ya ku ji hêla naverokê ve ne zêde cudayî Şoreşa Anatolyayê ye jî têgeha şoreşa neteweyî ya demokratîk bi kar tîne). Lê ji ber taybetmendiyên çîna pêşeng, ev şoreş berdewam nekiriye, carinan sekiniye û heta carinan paş de çûye û di dawiyê de welat ketiye pêevajoya ji nûve mêtîngeriyê.

Wê ne rast be em bêjin ku bûrjûwaziya mezin, pêşengiya Şerê Rizgariya Neteweyî yê 1’emîn û Şoreşa Anatolyayê ya 1923’an. (11) Ji ber ku di dema emperyalîst de bûrjûwaziyê li hemû cîhanê taybetmediyên xwe yên şoreşger, neteweparêz û demokrat winda kirine. Bîrdoziya wê êdî ne neteweparêzî, lê kozmopolîtîzm e. Wê ala welat û ya neteweyê ji keştiyê avêtiye nava deryayê. Ev al, di dema emperyalîst de di bingeha enternasyonalîzm û welatparêziyê de ji hêla şoreşgerên proleter ve û di bingeha nijadperestiyê de jî ji hêla beşên radîkal û bûrjûwaziya biçûk ve tê hildan.

Di komara Tirkiyeyê ya neteweyî û laîk a ku di 1923’an de hatiye avakirin de di beşa jorîn a rêveberiyê de kemalîst hene û rêveberî, rêveberiya hevpar a bûrjûwaziya biçûk û hemû şaxikên bûrjûwaziyê ye.

Serdestên feodal hatine lawazkirin, lê ligel ku hêza wan a bîrdozî û polîtîk hatiye şkandin jî hêza wan a aboriyê nikarîbû were bêbandorkirin.

Bi kurtasî pergala dewletê ya feodal û komprador hatiye parçekirin û li şûna wê di binê rêveberiya yek partiyê de zorbaziya bûrjûwaziya biçûk serdest bûye.

Lenîn di derbarê taybetmendiyên rêveberiyên ku tê de bûrjûwaziya biçûk di beşa herî jorîn a hiyerarşiyê de ye de wiha dibêje:

“…hêza otorîte û dewletê ji bo xizmeta vê çînê tê bikaranîn ku ev çîn li ser hiyerarşiya aborî, civakî û polîtîk bimîne û li şûna feodalîte û zorbaziya sermayeyê yên ku bi emperyalîzmê re hevpeymanek çêkirine, zorbaziya bûrjûwaziya biçûk tê avakirin û ji bo vê jî avaniya dweletê ya zorker, dikeve binê xizmeta berjewendî û bîrdoziya vê çînê.”

Taybetmendiya bîrdozî û polîtîk a rêveberiya Komara Tirkiyeyê ya 1923’an ev bû.

Rêveberiya di warê aboriyê de jî wiha ye: aboriyeke neteweyî ya ku di cewherê xwe de vala ye hatiye afirandin ku xwedaniya taybet û diravê zêde ji xwe re dike bingeh (jixwe taybetmendiya wê wiha ye), rêxistinbûna xwe ya çînî û aborî fireh dike, dixwaze çîna “bûrjûwzaziya neteweyî” ava bike û xwe dispêre hilberîna biçûk.

Ji bo aboriyên wiha, Lenîn wiha dibêje:

“…Aboriya bajar, li ser bingeha pîşesaziya biçûk tê avakirin; bi vegotineke rasttir li herêmên gundewariyê û li bajaran aboriyeke xerckirinê tê avakirin (ev alborî xwe dispêre hêmana ‘çi were hilberîn, tê xerckirin’ û di asta yekemîn de di xizmeta pêdiviyên xerckirinê yên bûrjûwaziya biçûk e; ji ber ku bûrjûwaziya biçûk beşeke mezin a nirxên zêde ya ku ji hêza proleteryayê û gundiyên xizan tê wergirtin, di destê xwe de digire, xwedî hêzeke mezin a kirînê ye).”

Kemalîstên ku di salên 1923’an de di astên jorîn ên rêveberiyê de bûn, di destpêkê de di mijara têkiliyên aboriyê yên bi emperyalîzmê re de dudil bûn. Li aliyekî dûvikê emperyalîzmê, bûrjûwaziya komprador tune dibû, gelek kargehên stratejîk ên girêdayî yekdestên biyanî bi riya kirînê dihatin neteweyîkirin û di mijara deynkirinê de gelekî baldar dihate tevgerîn û li aliyê din dîsa jî cihê xwe di nava cîhana sermayedar de digirtin û hin karên sermayeya biyanî hêsan dikirin. Destê xwe zêde nedidan hêza aboriyê ya feodalîzma ku di qadên bîrdozî û polîtîk de hêza wê gelekî şkestiye. Ango rêveberiya bûrjûwaziya biçûk ji ber taybetmendiyên xwe yên çînî, pirên di navbera xwe û emperyalîzm û feodalîzmê nikarîbû bi giştî biavêje.

“…Rêxistinbûna bûrjûwaziya biçûk tê firehkirin û pê re pirek tê avakirin ku têkiliyên çînî û siyasî yên bi feodalîteyê re biparêze.” (Lenîn)

Mustafa Kemal’ê ku serokê vê rêveberiya ku dizanîbû ku riya Tirkiyeya serbixwe, ji serxwebûna di her qadê de derbas dibe, di mijara aboriya neteweyî de gelekî baldar bû. Rêveberiya komarê bi parastinên karên deriyên sînorî, neçarkirina bikaranîna malên xwecihî û hwd. re hewl dida ku çîneke sermayedar a neteweyî ava bike û di encamê de bûrjûwaziyeke burokrasiyê ava bû ku bi bûrjûwaziya bazirganiyê re di nava hevkariyê de ye û derfetên dewletê di van qadan de bi kar tîne.

Mînak, avakarên Bankaya Îş a ku ji bo destekdayîna razemeniyên taybet û dayîna krediyan hatibû avakirin, siyasetmedar, bazirgan û derdorên heyama Komarê yên ku tev li şerê rizgariya neteweyî bûne ne. (Bnr. Parazname)

Bankaya Îş’ê weke banakaya siyasetmedaran hatibû avakirin û ev jî bû sedem ku ji bo serdema Komarê nexweşiya aforîzmê dest pê bike. (F. R. Atay, Bnr. Dogan Avcioglu, Pergala Tirkiyeyê). Her ku çû, beşek ji rêveberên Komarê veguherîn bûrjûwaziya burokrat û bi bûrjûwaziya bazirgan û derdorên diravî re razemeniyên aborî pêk anîn. Ev jî bû sedem ku di aboriyê de yekdestiyên taybet û trost ava bibin û ev beş, li ser dewleta ku di destpêkê de li dijî alîkarî û hevkariyên sermayeya biyanî ye, hêza xwe ya polîtîk hêdî hêdî zêde kir. Ji parlementoyê, hêdî hêdî zagonên hêsankirinê hatin derxistin; “hevkariya” bi sermayeya biyanî re pêş ket; di aboriyê de di encama hevkariya bûrjûwaziya reformîst û bûrjûwaziya burokrat de riya yekdestbûnê vebû.

“Di rastiyê de Bankaya Îş’ê ya ku pîşesaziyê di destê xwe de digirt, pozê dixist nava razemeniyên mezin, yekdestî ava dikir, ligel van xalan ji pişta perdê de şirîkatî ava dikir û hilberînên wê kargehê difirotin derve û bi fiyeteke bilind dadixistin sûkê. Di encamê de baskek di nava Bankaya Îş’ê de derket pêş û bû yekdest. Li Tirkiyeyê di avabûna bûrjûwaziya yekdest de koma herî çalak, koma Bankaya Îş’ê bû.” (Bnr. Parêzname) (12)

Bi kurtasî:

Em di karin vê heyamê di sê merhaleyan de binirxînin.

1) Heyama 1923-1932’yan: Di vê merhaleyê de welat azad bû û aboriya wê jî, aboriya xerckirinê ya neteweyî bû.

Di vê merhaleyê de bûrjûwaziya burokrat ava bû û tê de giraniya Kemalîstan hebû.

2) Heyama 1932-1934’an: Di vê merhaleyê de bûrjûwaziya burokrat, bi bûrjûwaziya bazirganiyê û yekdestên biyanî re bû yek û hêdî hêdî veguherî bûrjûwaziya yekdest. Ji qeyrana cîhanî ya 1932’an, ev beş sûdeke mezin wergirt û mezin bû. (Bnr. 1932 Zagona Parastinê ya Neteweyî, Parêzname).

3) Heyama 1942-1950’yî: Di salên şer de, bi taybetî jî di dema Saracoglû de, rêvebriya Saracoglû fiyetan serbest berda û ev jî bû sedem ku li welat buhabûn bigihêje asteke bilind; di binê rûpoşa alîkariyên Marshall û Trûman de, emperyalîzma Amerîkayê baştir kete nava welat û ji bo sermayeya biyanî kar gelekî hatin hêsankirin. (Li welat pêvajoya mêtîngeriyê dest pê kir).

IV

HEYAMA 1950-1971’Ê

Di van salan de emperyalîzma Amerîkayê ji aboriyê heya polîtîkayê, ji çandê heya hunerê mohra xwe li welat xist û ew bixwe jî di nava olîgarşiyê de cih girt. (Emepryalîzm veguherî diyardeyke hundirîn). Di van salan de têkiliyên hilberînê yên emperyalîst, li qorziya herî dûr a welat jî serdest bû.

Bi kurtasî aboriya neteweyî ya bûrjûwaziya biçûk li gorî bersivdayîna mêtîngeriya emperyalîst rastî guhertinan hat û vehuherî aboriyeke ne neteweyî ya ku tê de têkiliyên hilberînê yên emperyalîst serdest in. Zorbaziya bûrjûwaziya biçûk, cihê xwe ji serdestiya olîgarşîk re hiştiye û bîrdozî û polîtîkayên neteweyî yên bûrjûwaziya biçûk jî cihê xwe ji bîrdozî û polîtîkaya ne neteweyî ya olîgarşiyê re hiştiye.

Bûrjûwaziya yekdest a herêmî, ya ku ji destpêkê ve bi yekbûna bi yekdestên emperyalîst re ava bûye, di wateya rastîn de di vê heyamê de pêş ketiye û fireh bûye. Bi taybetî jî piştî sala 1960’î têkiliyên hilberînê yên emperyalîst bi kûrahî belav bûne û pê re bûrjûwaziya yekdest a herêmî jî di nava olîgarşiyê de bûye palpişta sereke ya emperyalîzmê.

Lê ligel hemû tiştan di vê demê de li welat, di nava olîgarşiyê û bûrjûwaziya biçûk de hevsengiyek berdewam kiriye. Ango olîgarşî, di vê demê de li ser deweletê bi temamî ne serdest e. Ji ber vê yekê jî heta astekê, bi taybetî jî di nava burokrasî û artêşê de nijadperestên şoreşger dikarîbûn bandora xwe berdewam bikin. Lê bi taybetî jî piştî 1963’an li welatê me sermayeya herêmî û ya biyanî bêtir navendî bûn, kom bûn û hilberîna malan giha heta gundan. Bi vê yekê re olîgarşiyê gav bi gav hêza xwe mezin kir û di sala 1971’ê de baskên rastgir û navîn ên bûrjûwaziya biçûk jî kişandin refên xwe û di nava artêş û burokrasiyê de darbeyeke mezin li hêza Kemalîstan xist.

V

12’Ê ADARÊ Û TÊKILIYÊN ÇÎNAYETIYÊ YÊN GUHERBAR

Bi darbeya 12’ê Adarê re li welatê me di pergala çînan de guhertineke bi giştî pêk hat. Li welat, hevsengiya çêkirî ya di navbera neteweparêzên şoreşger û olîgarşiyê de xera bû û li hemû saziyên dewletê serdestiyeke bi giştî ya olîgarşiyê pêk hat.

Kevneşopiya şoreşgeriya bûrjûwaziya biçûk a artêşa Tirk a ku bingeha wê dewleta Osmanî û rêveberiya bûrjûwaziya biçûk a Komara 25 salî ye, êdî bi dawî bûye û artêş rasterast bûye amûreke polîtîkayên mêtînger ên emperyalîzm û olîgarşiyê. (Ev nayê wê wateyê ku di nava Artêşa Tirk de neteweparêzên şoreşger qet nemane. Encamên bûyerên civakî ji nişka ve dernakevin holê. Wê di nava artêş û burokrasiyê de neteweparêzên şoreşger heta demeke din jî bimînin. Lê êdî hêza xwe ya berê winda kirine. Û her ku biçe wê werin tunekirin).

Li welatê me darbeya leşkerî ya 12’ê Adarê ne jixweber çê bûye. Bi gelemperî serdema qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê û bi taybetî jî qeyrana aboriyê ya mezin a Amerîkayê ya ji 1967’an û vir ve kirin ku li welatê me yê ku di binê dagirkeriya Yankee’yan de ye ev darbe pêk were. Emperyalîzma Amerîkayê aboriya xwe kiriye aboriya leşkerî û li derve û li hundir terora xew zêde kiriye; ev jî kiriye ku li “Amerîkaya Biçûk”, li welatê me pergala heyî leşkerî bibe û êrîşkariya xwe zêde bike.

Mezinbûna qeyrana emperyalîzma Amerîkayê kir ku mêtîngeriya çavbirçî ya yekdestên welatê me zêde bibe û têkiliyên hilberînê yên emperyalîst rehên xwe bêtir fireh bike. Di encamê de jî qeyrana civakî, aborî û siyasî ya li welatê me kûrtir bû. Diravên me bênirx bûn. Fiyet gihaştin asteke nedîtî. Xizaniya gelê kedkar giha asta herî jor.

Amerîkayê, ji bo hikûmeta Suleyman Demîrel du pêşniyar kirin. Jê xwestin ku hin gavên “rasyonalîzasyonê” (ango gavên ku bi kêrî bûrjûwaziya hevkar û yekdest werin) yên ku li welat mêtîngeriya xwe zêdetir bikin biavêje (Bnr. Raporên OECD’yê) û artêşê tev li rêvberiyê bike û têkoşîna demokratîk a ku bi lez pêş dikeve, biçewisîne.

Ji ber ku lingekî rêveberiya Suleyman Demîrel xwe dispart bûrjûwaziya Anatolyayê ya dizek a ku hêj nebûye yekdest û bermahiyên feodal, nikarîbû bi giştî van gavan biavêje û ji bo yekdestan “aramiyê” pêk bîne.

Di encamê de hate xistin û zorbaziya leşkerî hate avakirin. Bi vî awayî hin “sererastkirin” hatin kirin ku diziya yekdestên çavbirçî zêde bibe û li dijî çîn û beşên din ên serdest, mêtîngerî sere sazkirin. Û li aliyê din jî neteweparêzên şoreşger ên di nava artêş û burokrasiyê de hatine paqijkirin û bertekên gelê me yên li dijî xizaniya mezin jî bi terorê hatiye astengkirin û ji bo mêtîngeriya yekdestên çavbirçî “aramî” hate avakirin.

Em dikarin encam û merhaleyên darbeya 12’ê Adarê wiha rave bikin:

2) Zorbaziya leşkerî ya li welatê me, şêweyê dawî yê emperyalîzma Amerîkayê ya li welatê me ye. Ev, tê wê wateyê ku demokrasiya nûnertiyê hatiye cemidandin û rista partiyên pergalê daketiye asta herî jêr. Êdî Artêşa Tirk bûye amûreke rasterast û aşkere ya polîtîkaya çewisandinê ya ku olîgarşî li hemberî gelê me dimeşîne. (13)

Lê taybetmendiya leşkerên paye-nizm ên artêşa Tirk, hêj jî neteweparêzî ye. Gelek ji wan ji dibistanên leşkerî hatine, ji beşên bûrjûwaziya biçûk ên kedkar in. Ev deh sal in ku emperyalîzm bi awayekî bi pergal dixebite û kevneşopiya şoreşger a bûrjûwaziya biçûk a artêşê diguherîne û bi 12’ê Adarê re jî dest bi valakirinên berfireh kirine. Di nava artêşa Tirk de weke Amerîkaya Latînî mercên şerê navxweyî tune ne; lê dibe ku heta demeke din jî şopên kevneşopiya şoreşger tê de werin dîtin. Lê olîgarşî, bi valakirin û sererastkirinên nû artêşê bi lez vediguherîne artêşa şerê navxweyî û wê dike hêza xwe ya rasterast.

2) Olîgarşiyê bi baldarî nêzîkî hêza bûrjûwaziya biçûk a li welatê me bûye û darbeya 12’ê Adarê bi drûşmeyên weke “Ataturkparêz”, “neteweparêz”, “pêşverû” û “reformparêz” pêk anî û Hikûmeta 1’emîn a Erîm jî bi taybetî hewl da ku xwe weke hikûmeteke reformparêz nîşan bide.

Dixwazin bi vê rêbazê re hevbendiya di navbera baskê radîkal a beşa rewşenbîr a leşker û sivîlan û baskê rastgir de xera bikin; baskê pêşîn tenê bihêlin; bi van drûşmeyan qet nebe wan bêbandor bikin û baskên “bêalî” û rastgir bikişînin nava refên xwe. Ji ber hevsengiya çêkirî ya li welatê me olîgarşî neçar bû ku vê rêbazê bimeşîne. Ji ber ku Artêşa Tirk, di encama geşedana dîrokî ya welat, hêj weke artêşên Amerîkaya Latînî nebûbû hêza lêdanê ya olîgarşiyê û hêj bi vî awayî bi rêxistin nebûbû. Ji bo ku vê rêxistinbûnê bike amûreke rasterast a polîtîkayên xwe, neçar bû ku bi van drûşmeyan karê xwe berdewam bike.

Her wiha ji bo emperyalîzma Amerîkayê karibe mêtîngeriya berfirehtir bike (bêguman ji bo bûrjûwaziya hevkar û yekdest), ango ji bo ku karibe mêtîngeriyê bi pergal bike, pêdiviya wê bi piştgiriya rewşenbîrên bûrjûwaziya biçûk ên di nava burokrasî û artêşê de hebû.

Di nava olîgarşiyê de bandora xwe ya berê winda kiribin jî beş û çînên din ên paşverû -bûrjûwaziya bazirganiyê û ya çandiniyê- yên ku hêj hêzeke wan a diyar heye û bi taybetî jî di parlementoyê de piraniyê pêk tînin, ji vî karê bipergalkirina mêtîngeriyê gelekî dilgiran in. Ji ber vê jî di destpêkê de li hemberî van “reformên zer” bertekeke mezin nîşan dan. Rojnameya Milliyetê ya ku teoriya emperyalîzmê û bûrjûwaziya hevkar û yekdest dike, vê rastiyê wiha rave dike:

“…koma ku dendika pêşeng a bûrjûwaziya mezin pêk tînin, li gorî hin beşên karên taybet, xwedî nêrînên pêşverûtir in. Xwestekên ku pêk tên, di destpêkê de sermayeyên bazirganî û çandiniyê yên kevneşop (ji ber ku wê hêza wan a beriya sermayedariyê lawaz bike) gelekî adizdikin. Lê belê şêwazê hilberîna sermayedar ê ji ber mercên heyî pêk hatiye, neçar dike ku li Tirkiyeyê gavên şênbertir werin avêtin. OECD, hêj di rojên destpêkê yên sala 1970’î, ji bo Tirkiyeyê hin gavên şênber pêşniyar kiribûn.” (Alî Gevgîlîlî, Sermayedariya Tirk û Xwestekên Nû)

Çîn û beşên beriya sermayedariyê, li hemberî “reformên” bipergalkirina mêtîngeriyê bertek nîşan dan. Hikûmeta 1’emîn a Erîm a ku desthilatdariya safî ya bûrjûwaziya herêmî û yekdest bû, hewl da di binê rûpoşa “pêşverûtiyê, Ataturkparêziyê û reformîzmê” piştgiriya derdorên rewşenbîr ên bûrjûwaziya biçûk werbigire, van derdoran li dijî van beşan weke amûreke çewisandinê bi kar bîne û van bertekan bişikîne. Û di heyama pêşîn de di vê mijarê de desteka baskên herî radîkal ên bûrjûwaziya biçûk jî wergirt..

3) Lê propogandaya çekdarî hêvî û rûyê rastîn ê Hikûmeta Yekemîn a Erîm derxist holê û nîşan da ku ev hikûmet, rêveberiyeke herî paşverû, har û terorîst a olîgarşiyê ye. Bi vî awayî leyîstoka emperyalîzma Amerîkayê û bûrjûwaziya hevkar a herêmî serûbin kir, rûpoşa wan daxist û plana wan a ku gav bi gav dimeşe xera kir. Propogandaya çekdarî kir ku ev faşîzma aşkere ya ku xwe di binê rûpoşa “paşverûtiyê, reformîzmê û Ataturkparêziyê” de vedişêre daxist û derdorên rewşenbîr ên bûrjûwaziya biçûk jî tê de, çavên raya giştî vekirin.

Îro hema hema hemû rewienbîrên şoreşger ên bûrjûwaziya biçûk bi awayekî aşkere taybetmendiya Hikûmeta 1’emîn a Erîm nas dikin.

4) Emperyalîzm û bûrjûwaziya hevkar (yekdest) a ku piştgiriya raya giştî winda kiriye, vê carê ji neçariyê ji hin gavên şênberkirinê (reformên zer) yên ji bo bipergalkirina mêtîngeriyê paş de gav avêtine û bi çîn û beşên din ên paşverû ên ku wê ji van gavan zirarê dîtibana re li dora hin berjewendiyên hevpar li hev kirine.

Îro ji bo olîgarşiyê hewayeke cejnê heye. Hikûmeta 2’yemîn a Erîm jî, hikûmeta vê lihevkirinê û aştiya di nava paşverûyan de ye.

Bi 12’ê Adarê re di tevgera çînan a welatê me de ev guhertin pêk hatine.

Wateya van geşedanan ew e ku, bi vegotineke gelemperî, cudahiya welatê me û welatên Amerîkaya Latînî nemaye. Êdî mercên demokrasiya sînordar ên salên 1961-1970’î nemane, êdî hevsengiya heyî xera bûye. Tirkiye êdî bûye welatek ku tê de dagirkerî û mêtîngeriya emperyalîst bi riya Artêşa Tirk tê meşandin; her cûre lebatên ji bo aborî û demokrasiyê bi teorê têne bêdengkirin; hemû riyên zagonî xitimîne û polîtîkaya şoreşger jî bi çekan tê bêdengkirin.

Ji niha û pê de ji ber ku hemû riyên zagonî xitimîne û li dijî girseyan kedkar, polîtîkayeke cezakirinê ya xedar tê meşandin, weke şêwazê sereke yê têkoşînê yekane riya têkiliyên bi girseyan re û kişandina wan a nava refên şoreşê, propogandaya çekdarî ye.

Cudahiyên sereke yên taybet ên di navbera welatê me û welatên Amerîkaya Latînî û welatên din ên bi paş de hatine hiştin ev in: (Mirov dikare li gel van diyardeyên sereke, hin diyardeyên din jî rêz bike)

1) Rewşa jeo-polîtîk a welatê me:

Ji ber ku pirsgirêkeke leşkerî û taktîkî ye em dikarin tenê vana bêjin: Ji bo şoreşgeran rewşa jeo-polîtîk a welatê me avantajeke girîng e.

Dezavantaja wê jî ew e ku propogandaya dij-komunîzmê xwe dispêre “dijminahiya moskofan” a dîrokî.

2) Taybetmendiya ku ji hêla geşedana dîrokî û civakî ve tê avakirin:

Ji ber taybetmendiyên resen ên avaniya feodal a Osmaniyan (ji ber navendîbûna tund, amûra dewletê ya xurt û ji ber lawaziya dînamîzma jixweber), di serê mirovên Anatolyayê de têgeha dewletê weke diyardeyeke ku kes nikare li dijî wê derkeve û tu carî hilnaweşe, cihê xwe girtiye. Her wiha rêxistinbûna burokratîk a fireh û hişmendiya yekpartîbûnê ya zorbaziya bûrjûwaziya biçûk a ku heta 1950’yî rêvberiyê di destê xwe de girt jî kir ku ramana sedsalan a ku dibêje otorîteya dewletê hêzeke ku “kes nikare li dijî wê derkeve, tek naçe û hilnaweşe” xurttir kir.

Her wiha mirovên Anatolyayê ên ku di binê pêkutiya otorîteya navendî ya dewletê de perçiqîne, di nava qalibên hişk ên ramaneke bextperest (qederperest) de dibêjin “wiha hatiye û wê wiha biçe”, di nava bêçalakîbûna polîtîk de ne. (Di heyama qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê de li welatên ku paş de hatine hiştin, ew hevsengiya çêkirî ya ku di navbera olîgarşiyê û bertekên girseyên gel ên li hemberî pergalê de hatine avakirin, ji ber taybetmendiyên dîrokî û civakî yên welatê me, gelekî zêdetir in). Ji ber ku bi salan e hatine xapandin, êdî ji gotin û peyvan bawer nakin. Ji ber vê yekê jî heta ku nebînin xwediyên gotinan, gotinên xwe pêk tînin, ji wan gotinan bawer nakin.

Piştî şerê ji nûve parvekirinê yê 2’yemîn û bi taybetî jî piştî 1960’î, qeyrana aborî, civakî û polîtîk (a ku dagirkeriya veşartî ya Amerîkayê ew pêk aniye) kir ku li welatê me dijberiya çînan û nerazîbûna girseyên kedkar bigihêje asta herî jor.

Îro li gelek cihên Anatolyayê beşên şiyar ên gel, hêviyên xwe ji hemû partiyên pergalê qut kirine û têgihiştine ku yekane riya rizgariya ji xizaniyê, serhildan e. Beşên şiyar ên gelê me, pê dizanin ku axe, karsaz û xwediyên diravan ên ku bi “gawirên” Amerîkan re hevkariyê dikin, li ser wan çawa mêtîngeriyê dimeşînin. Di nava girseyan de dijminahiya li dijî dewlemendiyê, di asta herî jor de ye. Tiştê ku jê fêm nakin jî, xerabûn û valabûna amûra dweleta olîgarşîk a ku weke hêzeke ku têk naçe di çavên xwe de mezin dikin e. (Olîgarşî, di hişmendiya girseyan de ji bo ku ramana “kes nikare li hemberî dewletê derkeve” xurttir bike hertim qîjeqîjê dike, tirsê belav dike, hêza xwe mezintir nîşan dide û demogojiyê dike).

Ji ber vê yekê jî tenê pênc, şeş çalakiyên leşkerî yên şoreşger (bêyî ku propogandaya wê were kirin jî) di nava girseyan de matmayîneke mezin û sempatiyeke kûr ava kir. Tevî welatên Amerîkaya Latînî, li tu welatên ku paş de hatine hiştin, têkoşîneke gerîla ya ku hêj nû dest pê kiriye, di nava girseyan de ewqasî bi bandor û bi rûmet nebûye.

Sedemên vê yekê aşkere ne.

Ji ber ku li tu welatên ku paş de hatine hiştin, di hişmendiya mirovan de ev ramana şaş a ku dibêje “kes nikare li hemberî dewletê derkeve, ji ber ku dewlet têk naçe”, weke mirovên Anatolyayê ava nebûye.

Nefreta girseyên kedkar ên welatê me ya li hemberî parlementoyê, partiyên pergalê û siyasetmedaran û nerazîbûna wan a li hemberî gotinên wan ên vala, di astekê de ne ku mirov nikare bi girseyên welatên din ên ku paş de hatine hiştin re bipîve.

Beşên hişyar ên gelê me ji “çepgirên” pasîfîst û yên ku di nava şêwazê xebateke dûvik de ne adiz bûne û dizanin ku tiştek ji wan dernakeve. Ev beş, bi salan e ku hêvî dike ku rêxistinek şerker derkeve holê û cidî nêzîkî mijara şoreşê bibe. (Çavkaniya nêzîkahiya li hemberî THKP-C’yê, ev e).

Ji ber van sedeman, ji bo ku propogandaya şoreşger bi bandor bibe û girse tev li nava refên şoreşger bibin, propogandaya çekdarî -welatên Amerîkaya Latînî jî tê de- ji hemû welatên ku paş de hatine hiştin zêdetir, ji bo welatê me pêwîst e.

Ji bo ku nerazîbûn û tevgera girseyan ên li dijî pergalê yên girseyan veguherin çalakiyê, beriya hertiştî divê em jêbawer tevbigerin. Pêwîst e ku em gotinên xwe, bi çalakiyên xwe nîşanî wan bidin. Şoreşger, beriya hertiştî divê bi çalakiyên xwe yên leşkerî nîşanî girseyan bidin ku rêxistina pêkutiyê ya çînên serdest ne weke ku bi sedsalan tê nîşandan e û ev rêxistin pûç û vala ye; hêza wê hemû qîjeqîj, gef û gotinên vala ye. Li aliyê din ji bo ku girse ji propogandaya şoreşger re vekirî bin û bi vî awayî bibin xwediyê hişmendiya şoreşger û tev li refên şoreşê bibin pêwîst e ku propogandaya ku xwe dispêre çalakiyên leşkerî were meşandin.

Dubare be jî em cewhera gotinên xwe rave bikin:

Di encama geşedana aborî, civakî û dîrokî ya welatê me de, ango ji ber taybetmendiya dewletê ya demên borî, di navbera bertekên gelê me û dewletê de hevsengiya çêkirî berdewam kiriye. Bi armanca avakirina hevsengiyeke wiha ya çêkirî, di serdema qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê de di rêbaza mêtîngeriyê de hin guhertin hatine kirin.

Ji vê hêlê ve emperyalîzma Amerîkan li welatê me ji xwe re bingeheke baş dîtiye. Ji ber vê yekê jî li welatê me yê ku hevsengiya tê de, ji hemû welatên ku paş de hatine hiştin xurttir e, rêbaza sereke ya têkoşînê ne şêweyên têkoşînê yên aştiyane ne; berovajî vê yekê, propogandaya çekdarî ye. Şêweyên pasîfîst û revîzyonîst, tenê dikarin vê hevsengiya çêkirî berdewam bikin.

Û ji ber van sedeman hemûyan, di encama çalakiyên gerîlayên bajar ên Sibat û Gulanê de nerazîbûnên li dijî pergalê yên beşên hişyar ên gelê me, veguherîne hezkirina şoreşger. (14) Her tiştên nû, di destpêkê de bi bertekan têne pêşwazîkirin. Her ku diçe, cihê xwe digirin û têne pejirandin. Propogandaya dijber a ku olîgarşî li seranserê welat dide meşandin di destpêkê de heta radeyekê bi bandor bûbe jî niha bandora xwe ya berê winda kiriye. Kîna gelê me ya li hemberî pergalê di asteke wiha de ye ku tenê 5-6 tevgerên leşkerî yên li dijî olîgarşiyê, ji bo şoreşgeran prestîjeke girîng afirandiye.

Di heyameke ku tê de gel bi awayekî şênber berê xwe dabû eniya şoreşê û pêwîst bû ku têkoşîna me pêngaveke çawaniyê bike de, hêj di destpêkê de propogandaya çekdarî derb xwar.

Niha peywira me ew e ku em baweriyê bidin wan girseyên ku bi awayekî ji pêdiviya guhertina pergalê bawer dikin. Girse bê rêxistin in ku bi nêrîneke îdealîst, hêza dewleta olîgarşîk “weke hûtan” dibînin û dibêjin qey ev hêz têk naçe. Pêwîst e ku em di nava pratîka şoreşger de nîşanî girseyan bidin ku otorîteya navendî ne ewqasî xurt e, vala ye û hemû hêza wê qîjeqîj û gef e. em dikarin bi vî awayî baweriyê biafirînin.

Belê, pêwîst e em nîşanî girseyan bidin ku di şerê li dijî olîgarşiyê de eniya şoreşê ya çekdarî xurt e; pêwîst e ku em hêza xwe nîşan bidin, dijmin lawaz bikin û di hêla moralê de wan têk bibin. Yekane riya pêkanîna vê yekê, rêzeserkeftinên leşkerî ye. Yekane riya parastin û pêşxistina potansiyela heyî, ev e. Weşaneke navendî ya şoreşger, incex piştî rêzeçalakiyên leşekrî dikare bikeve meriyetê. (Divê ev yek wiha neyê şîrovekirin ku di nava vê demê de wê weşana şoreşgerî were betalkirin. Bêguman di nava vê demê de wê weşane şoreşgerî ya ku xwe dispêre çalakiyên leşkerî ji bo girseyan derkeve. Lê di vê merhaleyê de nabe ku ev weşan bi awayekî periyodîk derkeve. Her wiha wê broşûr werin derxistin ku armanca wan perwerdekirina kadroyên siyasî û ronîkirina pratîka me ye).

Ajîtasyon û propogandayên ku bi riya weşanê yan jî bi riya propogandîstan têne kirin, divê xwe bispêrin tiştên şênber. Îro çend qaşo weşanên şoreşgerî têne derxistin. Carinan jî hin baskên “çepgir” belavokên ku girseyan vedixwînin çekhilgirtinê têne belavkirin. Bandora wan çi ye? Bandora wan tune ye. Ji ber ku propogandaya tiştên razber dikin. Girse dixwazin kesên ku bi gotinên tûj wan vedixwînin serhildanê û çalakiyên çekdarî, di nava şer de bibînin. Bi taybetî jî gelê Tirkiyeyê guh nadin propogandaya razber û kesên ku dibêjin “em ê dûra bikin”. Girse, ji 1961’ê û vir ve van kovar û belavokan nas dikin. “Bi gotinan keştiya me nameşe”. Girse, dixwazin pêşengên xwe di nava şer de bibînin. Wê bibînin da ku ji te bawer bikin. Ev jî têr nake; divê bawer bikin ku tu hêzeke mezin î da ku ber bi te ve werin û bawerî û hezkirina wan veguherin piştgiriyê.

Li welatê me kesên pasîfîst bi taybetî wiha dibêjin: “Çalakiyên ku têne kirin ji hêla gel ve têne hezkirin. Û hew…”

Rast e. Ligel ku ji me hez dikin jî hêj girse me bi awayekî çalak destek nakin û nakevin nava têkoşînê. Ev tiştekî xwezayî ye. Ma hûn li bendî çi bûn? We digot qey wê di encama 5-6 çalakiyên leşkerî de girse rabin û li welat şoreşê pêk bînin?

Ev yek nîşan dide ku kesên pasîfîst, têkoşîna şoreşgerî weke pêvajoyeke demkurt dibînin û haya wan ji avabûna civakî tune ye.

Me heta niha wiha got û em hêj jî dibêjin: Riya şoreşê, çal û xwar e, fetlanok e, asê ye û têkoşîna dehsalan e. Em hêj di destpêka şer de ne. Û ev hezkirina girseyan a di dema destpêkê de jî, ji bo eniya şoreşa çekdarî destkeftiyeke mezin e. Ji ber ku riya piştgiriyê, ji hezkirin û baweriyê derbas dibe. Girse, wê di destpêkê de ji eniya şoreşa çekdarî hez bikin. Lê ji ber otorîteya dewleta navendî û ji ber ku wê bêjin qey ev eniya şoreşa çekdarî wê were têkbirin, wê bi dudilî û meraqeke mezin lê temaşe bikin. Piştî ku şerê gerîla bi awayekî serkeftî were meşandin, wê bibînin ku eniya şoreşa çekdarî hêzeke girîng e, têk naçe û tune nabe. Wê çaxê wê ev hezkirin veguhere baweriyê. Ev, merhaleya duyemîn e. Bawerî, nayê wê wateya ku piştgiriya piraniya gel hatiye standin. Lê heger şerê gerîla berdewam bike, wê bawerî hêdî hêdî veguhere piştgiriyê.

Hertişt bi şervaniya me ya bi biryar, bi bawer û hevgirtî ve girêdayî ye. Divê em tu carî dev jê bernedin. Derb û têkçûn, divê nebin sedema bêzariyê, berovajî vê yekê divê bawerî û hêrsa me ya şoreşgerî xurttir bikin; divê bibin sedem ku em bêtir hevgirtî û bêkêmasî şer bikin.

3) Taybetmendiya ku avaniya aborî ya welatê me û rêxistinbûna aborî û polîtîk a bûrjûwaziya biçûk ava kiriye:

Li welatê me rêxistinbûna aborî û polîtîk a bûrjûwaziya biçûk, ji welatên din ên di binê dagirkeriya emperyalîst de paş de hatine hiştin, xurttir e. Ji ber vê yekê jî olîgarşiya li welatê me, dijberiya vê beşê zêde nekiriye û karê xwe meşandine. Heta piştî 12’ê Adarê jî ligel ku harbûn û terora xwe zêde kiriye, dîsa jî weke rêveberiyên paşverû yên li Pakistan, Yewnanistan û Brezîlyayê bi awayekî aşkere zagonsaziyê û demokratbûnê nedaye aliyekî û di warê dirûvî de be jî hin gavên biçûk avêtine.

Welatê bi ji sedî sed bi derve ve girêdayî be jî li gorî piraniya welatên ku paş de hatine hiştin, xwedî pîşesaziyeke navîn û sivik a xurttir e.

Li gel diyardeyên dîrokî, civakî, polîtîk û derûniyê yên ku me ew diyar kirine, ev herdu diyarde jî di bêbandorkirina teqînên jixeber ên girseyan de rista sereke dileyîzin.

Ev jî di eniya çepgir de dibe hinceta qaşo têkoşînên lihevker û teslimiyetkar ên revîzyonîst û pasîfîstan. Kesên pasîfîst, dibêjin: “Welatê me ne wekî welatên Rojhilata Dûr û Amerîkaya Latînî ye; li wan welatan kevneşopiyeke serhildêr heye. Lê li welatê me rewş ne wiha ye, kevneşopiyeke wiha tune ye. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku em di destpêkê de bi şêwazên têkoşînê yên derveyî tevgera çekdarî hişmendiyê bidin girseyan, wan bi rêxistin bikin, ango rêxistinbûna herî kêm a ji bo têkoşîna çekdarî saz bikin û paşê jî dest bi têkoşîna çekdarî bikin” û bi vî awayî dixwazin helwestên xwe yên lihevker û teslimiyetkar rewa nîşan bidin. (15) Ev yek, zêde girîng neyê dîtin jî di eniya çepgir de nezelaliyekê ava dike. Ev şîroveya revîzyonîst û pasîfîst, li gorî hişmendiya formel gelekî rast (!) e, lewra mejiyên kesên ku nikarin di binê ronahiya materyalîzma diyalektîk de li bûyeran binêrin şêlû dike.

Guevera dibêje ku rewşa aborî û civakî ya welatên wekî welatê me, ji bo rêxistinbûna seknan (sazîgerî) ya revîzyonîzm û pasîfîzmê bingeheke şênber ava dike û vê yekê wiha rave dike:

“Li welatên ku tê de bajarîbûn û ne xurt be jî pîşesazî pêş ketiye, avakirina komên gerîla zehmettir e. Bandora bîrdoziya bajarîbûnê, hêviya şerên girseyî yên ku li gorî şêwazên aştiyane xwe birêxistin kirine ava dike û şerê gerîla asteng dike. Ev jî cûreyeke ‘rêxistinperestî’ yan jî ‘sazîgeriyê’ (rêxistinbûna revîzyonîst) ava dike ku mirov dikare vê yekê di demên kêm zêde ‘asayî’ de bi hêsanbûna mercên debara gel a li gorî demên din rave bike”.

4) Taybetmendiya ku ji hêla Tevgera 1919-1923’an ve hatiye avakirin:

Gelê Tirkiyeyê, dagirkeriya aşkere ya emperyalîst dîtiye, li hemberî emperyalîzmê bi ser ketiye û şerê rizgariyê ya li dijî emperyalîzmê meşandiye. Ji ber vê yekê jî di nava vî gelî de hestên dij-emperyalîst û nerazîbûna li dijî biyaniyan, ji welatên Amerîkaya Latînî gelekî zêdetir e.

Ev hest, ji bo şoreşgeran bingeheke gelekî girîng ava dike. Rêxistineke ku propogandaya çekdarî ji xwe re dike bingeh, heger karibe nêzîkahiya “dagirkeriya veşartî” baş bide naskirin, wê karibe van hestan û vê nerazîbûnê li ser bingeheke çînayetiyê bide rûniştandin. (Heger ev potansiyel baş neyê bikaranîn, olîgarşî dikare vê yekê li dijî şoreşgeran weke amûreke demogojîk a dij-komunîst bi kar bîne. Jixwe îro olîgarşî vê mijarê bi taybetî dixebitîne. Her wiha olîgarşî, ji bo ku li welatê me gelên Tirk û Kurd bera hev bidin, vê mijarê bi kar tîne).

Cudahî û wekheviyên di navbera welatê me û welatên din ên ku di binê dagirkeriya veşartî ya emperyalîst de paş de hatine hiştin de û taybetmendiyên resen ên welatê me yên ku pratîka me ya şoreşger ronî dikin bi kurtasî wiha ne.

BEŞA ÇAREMÎN

ARMANCA ME YA STRATEJÎK:

ŞOREŞA DIJ-EMPERYALÎST Û DIJ-OLÎGARŞÎK E

Heta îro di nava eniya çepgir de stratejî hertim şaş hatiye fêmkirin; armanca stratejîk, plansaziya stratejîk û stratejî bixwe hertim hatine tevlihevkirin.

Weke ku tê zanîn armanca stratejîk, ew platforma çareseriya bîrdozî, polîtîk û aborî ya nakokiyên sereke yên di navbera hêzên hilberîner û têkiliyên hilberînê de ye.

Ji ber ku li welatê me sermayedariya yekdest ne bi hêzên hundirîn pêş ketiye û bûrjûwaziya yekdest a herêmî ji destpêkê ve bi emperyalîzmê re bûye yek, armanca me ya stratejîk, şoreşa dij-emperyalîst û dij-olîgarşîk e. (Têgeha şoreşa dij-emperyalîst û dij-olîgarşîk, ji Şoreşa Demokratîk a Neteweyî-ŞDN’yê ne zêde cuda ye. Lê naverok û çawaniyeke berfirehtir rave dike. Ji ber ku dagirkeriya emperyalîst a dema qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê diyar dike, têgeheke bêtir hevgirtî ye. Têgeha ŞDN’yê bi piranî ji bo rêbazên mêtîngeriyê yên kevn ên emperyalîzmê derbasdar e).

Beriya şerê ji nûve parvekirinê yê 2’yemîn, di encama rêbaza mêtîngeriya emepryalîst de li welatên ku paş de hatine hiştin hevalbendê emperyalîzmê feodalîzma çînayetiyê ya serdest a herêmî bû. (Bûrjûwaziya komprador, tenê dûvikê emperyalîzmê ye). Weke ku me di beşa duyemîn de bi awayekî berfireh diyar kiriye, venêrîn û rewşa şênber a emperyalîst bi gelemperî li peravan, li benderan (keştîgehan), li cihên stratejîk û navnedên sereke yên ragihandinê hebû. Otorîteya navendî gelekî lawaz bû. Ji 4 parçeyan 3’yê welat û gelheyê di binê venêrîna dewletên biçûk ên herêmî yên lawaz ên ku di nava xwe de nakokiyên wan hebûn de bû. Ji ber ku sermayedarî ne serdest bû bajarîbûn, veguhestin û ragihandin lawaz bûn. Ji bo welat emperyalîzm, diyardeyeke derveyîn bû û pêvajoya civakî jî pêvajoyeke feodal bû. Ji ber vê yekê jî nakokiya sereke ya li welat di navbera yekîneyên lawaz ên feodal ên ku ji 4 parçeyan 3’yê welat û gelheyê kontrol dikin û gundiyên nîv-rênçber de bû. (Têkoşîna demokratîk) Dema ku gundiyan têkoşîn û tevgerên xwe yên jixweber bi rêxistin kirin û ber bi hişmendiya şoreşger a proleter ve çûn; dema ku bi rêvberiya partiya proleter artêşa gundiyan ava bû, hêza otorîteyên feodal ên herêmî hatin şkandin, baregeh ava bûn û hêdî hêdî welat dikete binê serweriyê, emperyalîzm ji bo ku mêtîngeriya xwe biparêze dest bi dagirkeriya giştî ya welat kir. Wê çaxê nakokiya sereke ya welat, di navbera hemû neteweyê û emperyalîzm û komeke xayinan de bû. (Têkoşîna Neteweyî) Di heyama şerê hundirîn de şer, bi gelemperî bi drûşmeyên çînî û di çarçoveya çînayetiyê de tê meşandin, lê di heyama şerê neteweyî yê şoreşger de li ser asta neteweyî û bi drûşmeyên neteweyî tê meşandin.

Di serdema qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê de li welatên weke welatê me, pêvajoya civakî ne pêvajoyeke feodal e. Emperyalîzm jî ne tenê diyardeyeke derveyîn e. Ji ber ku têkiliyên hilberîna emperyalîst xwe gihandine her derên welat, emperyalîzm di heman demê de veguheriye diyardeyeke hundirîn. Otorîteyên biçûk ên herêmî yên feodal ên lawaz, cihê xwe ji otorîteya dewleta olîgarşîk a xurt a ku emperyalîzm bixwe jî tê de cihê xwe digire re hişt. Emperyalîzm, li van welatan bi riya rêxistinên weke CIA û FBI’yê dema ku bixwaze dikare li gorî berjewendiyên xwe di nava baskên cuda yên olîgarşiyê de desthilatdariyê biguherîne; dikare polîtîkaya cezakirinê ya ku olîgarşî li dijî gelê me dimeşîne beralî bike û destwerdan û sazkirinên cuda bixe meriyetê. Di vê hêlê de di vê serdema hêza nukleerî de venêrîna emperyalîst, ji bo van welatan ne tenê aborî ye, her wiha polîtîk e, bîrdozî ye û leşkerî ye. Mînak, li Tirkiyeya ku di nava rêxistina leşkerî ya NATO’yê de ye, emperyalîzma Amerîkayê rêvebriya dîktaya olÎgarşîk beralî dike, aboriya welat bi rê ve dibe û hegemonyayeke giştî ava kiriye. (Nêzîkahiya “dagirkeriya veşartî) Ji vê hêl ve mirov nikare çînên serdest ên herêmî yên li welatê me û emperyalîzma Amerîkayê bi xêzikên stûr ji hev cuda bike.

Li welatê me nakokiya sereke di navbera olîgarşiyê û gelê me de ye. (16) Ji ber ku di nava olîgarşiyê de emperyalîzm bixwe cih digire, wê şerê şoreşger ne tenê di warê çînayetiyê de were meşandin. Wê şer, di warê çînî û neteweyî de were meşandin. Bêguman heta ku hêza leşkerî ya dewleta olîgarşîk têr neke û artêşa Amerîkayê bi awayekî aşkere tev li şer bibe, wê hêla çînî girantir be.

Revîzyonîst û pasîfîstên li welatê me, nabînin ku emperyalîzmê piştî şerê 2’yemîn ê parvekirinê, di rêbazên mêtîngeriyê de guhertin pêk anîne û dagirkeriya veşartî ya aborî, polîtîk, bîrdozî û leşkerî xistiye meriyetê û weke şoreşgerên welatên paş de hatine hiştin ên dema rêbazên kevn ên mêtîngeriya emperyalîzmê, emperyalîzmê weke diyardeyeke derveyîn dipejirînin û emperyalîzmê û çînên serdest bi xetên stûr ji hev cuda dikin. Oportunîstên ku nakokiya sereke di navbera feodalîzm û gundiyan de dibînin, oportunîstên ku nakokiya sereke di navbera bûrjûwaziya yekdest a herêmî û girseyên gel de dibînin, bi van nêrînên xwe karê emperyalîzma Amerîkayê hêsan dikin. Dagirkerên Amerîkî hemû hêza xwe û hemû rêbazan bi kar tînin da ku dagirkeriya xwe veşêrin. Ev nêrîn jî ji “eniya çepgir” piştgiriya hewldanên emperyalîstên Amerîkî yên di vî warî de dikin.

Bi diyarkirina armanca stratejîk re pirsgirêk çareser nabe. Armanca stratejîk, bergeha derba sereke ya şoreşê diyar dike. Ango tenê beşeke ji plansaziya stratejîk e. Ji ber vê yekê jî bi diyarkirineke rast a armanca stratejîk re pirsgirêk çareser nabe; divê hêzên sereke, yên pêşeng û yên alîkar jî rast werin diyarkirin.

Wê şoreşa me bi Şerê Gel re serkeftî bibe. Lê weke ku me berê jî diyar kiriye, ji ber taybetmendiyên welatê me û rewşa dîrokî ya ku em tê de ne, wê Şerê Gel ji merhaleya Şerê Pêşengan re derbas bibe.

Di binê ronahiya Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî de wê bergeha şoreşgerî, li ser xeteke wiha bimeşe:

Merhaleya 1’emîn: Avakirina gerîlayên bajaran.

Merhaleya 2’yemîn: Pêşxistina gerîlayên bajaran.

                Avakirina gerîlayên çolterê û nîşandana hêzê.

                Di van herdu merhaleyan de hêla şerê derûniyê wê bêtir derkeve pêş.

Merhaleya 3’yemîn: Berfirehkirina gerîlayên bajaran.

                  Pêşxistina gerîlayên çolterê.

Merhaleya 4’emîn: Berfirehkirina gerîlayên çolterê.

Çima me bi gerîlayên bajar re dest bi şer kir?

Du beşên sedeman hene:

A) Sedemên Objektîf:

a) Ragihandina rêxistineke şerker a ji bo girseyan, li bajaran bêtir guncan bû. Ji ber derfetên porpogandayê û naskirina di nava raya giştî de, di destpêkê de bajar, li gorî çolterê guncantir bû.

b) Di wateya bûrjûwaziya biçûk de be jî Dev-Genç’ê li bajarên mezin tevgerên tundiya şoreşgerî û çalakiyên girseyî dabûn meşandin. Van jî bingeheke wiha ava kiribû ku çalakiyên çekdarî yên tundtir û berfirehtir werin pejirandin.

B) Sedemên Sûbjektîf:

Ji ber ku di heyama amadekariyên propogandaya çekdarî de em sist nêzîkî kar bûn û di rakirina çekan de em dereng man, ji bo gerîlayên çolterê em ji mercên şênber û manewî yên weke çek, tecrûbe û cebilxaneyê bêpar mabûn.

Ji ber van mercên objektîf û sûbjektîf, partiya me bi gerîlayên bajar re dest bi şerê gerîla kir.

Ji niha û pê de wê partiya me vê riya ku hatiye diyarkirin bişopîne. (Piştî heyameke dirêj a bêçalakîbûnê)

Li gorî Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî em dikarin hêzên pêşeng û sereke û hêzên alîkar ên şoreşê wiha diyar bikin:

Hêza Pêşeng: Proleterya ye.

Di pirsgirêka hêza pêşeng de ji ber ku Partiya me diyar kiriye ku wê şoreş bi Şerê Gel re bigihêje serkeftinê, pêşengiya bîrdoziyê ya proleteryayê pejirandiye. (Nêzîkahiya ku herêmên sereke çolter in) Di merhaleya Şerê Pêşengan de di nava Partiya me de cudakirina “kesên ku ji beşên kedkar hatine û yên ku ji beşên kedkar nehatine” tune ye. Ya girîng ew e ku şervan, şoreşgerên profesyonel bin. Her ku şer berfireh bibe wê beşên rêveberiyê jî tê de di beşên Partiyê de giraniya kedkaran hebe.

Hêzên Sereke: Gundî ne. (Bermahiyên feodal û bûrjûwaziya çandiniyê ne tê de, hemû hêmayên gundiyan):

Proleteryaya gundan

Nîv-proleteryaya gundan

Gundiyên xizan

Gundiyên navîn

Bêguman proleteryaya bajaran jî di nava hêzên sereke yên girseyî yên şoreşê de ne. Lê di merhaleya bilindbûna şoreşê de diyarkeriya wê xuya dike. Û wê ew, gotina dawî bêje.

“Her ku diçe hêzên nû tev li têkoşîna (şerê pêşengan) ku ji hêla yekîneyên şerker ên biçûk ve hatiye destpêkirin dibin; tevgerên girseyî çê dibin; pergala berê hêdî hêdî lawaz dibe, hildiweşe; û di wê kêliyê de çîna karkeran û girseyên bajarî, çarnûsa şer diyar dikin.” (Che Guevara)

Alîkarên Bênavbeynkar:

-Derdorên rewşenbîr ên Kemalîst

-Eniya sosyalîst a cîhanî

-Tevgerên rizgariya neteweyî yên welatên mêtîngeh û bi taybetî jî yên Rojhilata Navîn.

Alîkarên Binavbeynkar:

-Baskê rastgir ê bûrjûwaziya biçûk.

-Rayagiştî û welatên rojavayî yên demokrat.

-Nakokiyên di nava olîgarşiyê de.

Rêza alîkarên bênavbeynkar û yên binavbeynkar, li gorî mercan tê guhertin.

BEŞA PÊNCEMÎN

PIŞTÎ 12’Ê ADARÊ, REWŞA ENIYA ÇEPGIR A TIRKIYEYÊ

Weke ku me di beşa destpêkê de jî diyar kiribû di “eniya sosyalîst” de di encama mercên objektîf û dîrokî yên welat de revîzyonîzm û pasîfîzm bûbûn hêmayên bibandor û beralîker.

Ji ber ku li Tirkiyeyê rêxistinbûna aborî û polîtîk bûrjûwaziya biçûk xurt û berfireh bû; ji ber ku welatê me, heta 1946’an, di binê zorbaziya bûrjûwaziya biçûk de bû û heta 12’ê Adarê jî di nava burokrasî û artêşê bandora bûrjûwaziya biçûk hebû, şoreşgeriya bûrjûwaziya biçûk di welatê me de xwedî qadeke berfireh bû.

Di çarîka sêyemîn a sedsala bîstan de ji ber hezkirina sosyalîzmê ya li ser asta cîhanê, li welatên ku paş de hatine hiştin bûrjûwaziya biçûk, di binê navê sosyalîzmê de di qada polîtîk de cihê xwe girt.

Ji ber ku li welatê me radîkalîzma bûrjûwaziya biçûk xurt bû û bandorê wê li ser dewletê hebû, ev yek kiriye ku di “eniya sosyalîst” de hin kes hêviyên xwe bi pasîfîzmê û radîkalîzma bûrjûwaziya biçûk ve girê bide.

Di mercên wiha de tevgera sosyalîst a li welatê me ne serbixwe bû, hertim bi bûrjûwaziya biçûk re di nava hev de bûn û hewl da ku di binê sîwana zagonî ya bûrjûwaziya biçûk de pêş bikeve. Di nava mercên wiha de darbeya leşkerî ya 12’ê Adarê pêk hat û hevsengiya heyî ya ku ji 1923’yan ve berdewam dike (di destpêkê de bi kêrî eniya şoreşê dihat, lê piştî 1946’an li dijî wê bû) xera bû; olîgarşiya li welat, hêza polîtîk a bûrjûwaziya biçûk şkand, di hemû saziyên dewletê de bû serdest û bi polîtîkayên pêkutî û tundiyê, eniya çepgir belav kir.

Eniya çepgir, beriya 12’ê Adarê 7-8 bask bû, lê îro di du eniyên sereke de xwe rave dike:

-Eniya şoreşa çekdarî

-Eniya pasîfîst a dûvikê olîgarşiyê yê di nava eniya çepgir de.

Beriya 12’ê Adarê dijberiya propogandaya çekdarî û dijberiya gerîla, weke xayintiyê dihate pênasekirin û hema hema herkes gotinên şer û çalakiyên çekdarî ji devê xwe nedixistin. Lê beriya 12’ê Adarê û piştî 12’ê Adarê weke du cîhanên cuda ne. “Pisporên gerîla” yên dema legal ên ku digotin qey mirov divê xew herî tûj nîşan bide da ku bibe şoreşger, ên ku propogandaya çekdarî ji devê xwe nedixistin û herkesên ku propogandaya çekdarî napejirînin bi xayintiyê tawanbar dikirin, dema ku piştî 12’ê Adarê ji bilî rakirina çekan tu rê nema, gotin ku wan beriya 12’ê Adarê di mijara şoreşê de zêde nefikirîne, di bingeha xwe de propogandaya çekdarî rêxistinê ava nake, propogandaya çekdarî şaş e, wan berê mijar zêde nizanîbûn, piştî 12’ê Adarê ew fêrî teoriyê bûne û bi vî awayî wan ew xeta revîzyonîzmê ya ku beriya wê weke pasîfîzmê dihate nirxandin, bi çarlepka himbêz kir.

Ev, rewşeke xwezayî ye. Ji ber ku darbeyên leşkerî xetên rastgir û pasîfîst derdixin holê. (Têkçûna 1905’an, ji bo demeke derbasdar hêz dabû xeta menşevîk).

Piştî 12’ê Adarê di nava eniya çepgir a Tirkiyeyê de du geşedanên dijberî hev rû dan.

Ya pêşîn, ji bilî xwendekaran ji beşên cuda yên gel, gelek endamên nû û dûrist li dora propogandaya çekdarî kom bûn, lê “navdarên balkêş” ên heyama legal jî gotin ku ew berê şaş fikirîne û bi awayekî dildarî xwe avêtin eniya pasîfîzmê.

Ev avabûna di eniya çepgir de, bandor li Partiya me jî kir û komeke biçûk a di nava Partiya me de gotin ku bîrdozî, teorî, nêrînên stratejîk û çalakiyên Partiya me, teorî û pratîka narodnîzmê û anarşîzmê ye û bi vî awayî bûn dûvikên eniya pasîfîst ên di nava Partiyê de.

Li gorî van hêmayên rastgir;

-Daxuyaniyên Bi Hejmara 1’emîn ên Partî û Eniyê yên ku bingehên bîrdozî û stratejîk ên THKP-C’yê rave dikin û nivîsa “Di Şoreşê De Bicihbûna Çînan” a ku di Kurtuluş’ê de hate weşandin, teoriyên anarşîzm, fokoperestî û narodnîzmê ne.

-Tevgerên gerîla yên Sibat û Gulanê, ango çalakiyên şoreşgerî yên çekdarî yên ku Partiya me bi girseyan dane naskirin, pratîkên bîrdoziya narodnîzmê ne û di bingeha wan de bîrdoziya oportunîst a çepgir heye.

-Şerê THKP-C’yê yê pêşengên şoreşger ên gel, dûelloya (şerê takekesî) di navbera komeke zilam û olîgarşiyê de ye.

-Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtıkbûyî, stratejiyeke fokoperest e. propogandaya çekdarî şaş e, rêxistinê ava nake û tu carî mirov nikare wê ji xwe re bike bingeh.

-Di vê demê de peywira şoreşgerî ew e ku em li dora weşana navendî xwe bi rêxistin bikin û têkoşînên aborî û demokratîk ên karkeran beralî bikin.

Bi kurtasî xeta rastgir a di nava Partiya me de rexneyên wiha dikirin. Ev rexne, weke rexneyên komên pasîfîst ên Kivilcimli û Şafak’ê ne. (Ev nivîsa ku nêrîna Partiya me rave dike, di heman demê de rexneya van nêrînên pasîfîst e).

Ev komika ku ne li gorî hêmanên bîrdozî û pratîk ên Partiya me dimeşiyan, bi raya piraniya Komîteya Giştî ya Partiyê, ji Partiyê hatin dûrxistin. Em weke hewldaneke vala dibînin ku yek bi yek rexneya nerazîbûnan bikin.

Biryara Komîteya Giştî ya Partiyê û xeta Partiyê, xeta proleter a şoreşger a ku bi sepandina Marksîzm û Lenînîzmê ya li gorî mercên şênber ên cîhanê û welatê me ava bûye ye. Û çalakiyên wê jî li gorî vê ravekirina bîrdozî û polîtîk a Lenînîst e.

Teror û tundiya olîgarşiyê çiqasî zêde bibe jî, wê Partiya me şerê gerîla berdewam bike. Riya Partiya me, riya şoreşê ye. Riya şoreşê, riya Partiya me ye.

Wê şer, piştî darbeya Gulanê, ji cihê ku lê sekiniye berdewam bike. Ne bername û gotinên biroqankî, lê çalakiyên şoreşger dikarin rêxistinê ava bikin û wê bi gel bidin nasîn.

BIJÎ ŞERÊ RIZGARIYA GELÊ ME YÊ ÇEKDARÎ!

BIJÎ THKP-C!

HETA RIZGARIYÊ, ŞER!

(*) “Şoreşa Bênavber II-III”, ew belge ye ku bi awayekî bipergal û bi awayekî giştî, nêrînên bîrdozî, polîtîk û stratejîk ên THKP-C’yê rave dike. Ev belge, ji hêla Mahir Çayan ve, di 29’ê Mijdara 1971’ê de, piştî reva ji zindana Maltepeyê hatiye nivîsîn.

  • jêrenot:

(1) Di nava mercên wiha de darbeya 12’ê Adarê pêk hat û ev darbe hemû pêlewanên derewîn û “donkîşotên tûj” ji hev de xistin.

*Nivîsa esasî wiha ye: “Ev tevger, di salên ku tê de rêvizyonîzm bi bandor bû de pêş ket û xurt bû. Ji ber vê yekê jî em çiqasî li ser bisekinin jî wê di destpêkê de bandora vê yekê heta radeyekê hebe. Mirov berovajî vê yekê bifikire, ev dibe îdealîzm. Wê ev bermahî di nava şer de û bi şerkirinê werin avêtin.

(2) Revîzyonîzma cîhanî dibêje ku cewhera emperyalîzmê hatiye guhertin, ji ber vê yekê jî yek ji hêmanên gerdûnî yên Lenînîzmê ya ku dibêje “şoreşa ku xwe dispêre tundiyê” êdî ne derbasdar e. Halbûkî tiştê ku hatiye guhertin ne cewher e, tenê teşe hatiye guhertin. Heta ku pergala emperyalîzmê hilweşe, wê hêmanên gerdûnî yên Lenînîzmê jî derbasdar bin.

(3) Pergala şer a Amerîkayê bi awayekî balkêş, gelekî mezin bûye. Di cotmeha 1961’ê de kovara Nation a Amerîkî, lêkolîna Fred Cook a bi navê “Jaggemsut: Dewleta Ku Berê Xwe Dide Şer” di weşaneke taybet de weşand.

“Hevbendiya pîşesaziyê û leşkeran, ango koma leşkerên ku karê wan ew e û sermayedarên ku bi saya amûrên leşkerî dewlemend bûne, her ku diçe polîtîkaya Amerîkayê bêtir diyar dike. Milyarên ku diherikin, desthilatdariyeke aborî dide Pentagonê ku li hemû welat belav dibe. Çalakgeriya Hêzên Çekdarî, ji çalakgeriya şirketên United States Steel, Amerîkan Telephone and Telgraph, Metropolibin Life Insurance, General Motors û Standart Oil oj New Jersey sê caran mezintir e. Hejmara kesên ku ji wezareta parastinê mehane digirin, ji hejmara karker û karmendên van şirketên mezin sê caran zêdetir e.”

Li gorî ku Cook diyar dike, 21 milyar dolarên ji butçeya 1960-1961’ê, ji bo amûrên şer û leşkerî hatine xerckirin. Ev siparîş û hewldan dikin ku aboriya Amerîkayê bi bernameya leşkerî ve gelekî were girêdan.

Di 1960-61’ê de rewş wiha bû. Di nava 10 salên dawî de jî leşkerîkirina aboriyê gihaye asteke gelekî bilind.

(4) Di vê merhaleyê de rêxistinên ku “bi leyîstokên diravan ve têkildar in”, têra olîgarşiya aborî nakin. Di vê mijarê de rêxiztinên weke sindoqên malnîşan (kesên teqawid), sindoqên diravan û şirketên sîgortayê hêza xwe zêde dikin.

(5) Li gorî dahûrandinên qaşo “sosyalîst” ên ku vê guhertinê paşguh dikin, Tirkiye ne weke welatên din ên mêtîngeh e. Heta li gorî hin kesan, tenê dagirkeriyeke biçûk heye. Hin kes ji van dahûrandinên şaş, stratejiyên şoreşa sosyalîst derdixin, hin kes jî li gorî mînaka sowyetîk, wêneyên şoreşê xêz dikin.

(6) Di serdema qeyrana 3’yemîn de Che Guevara’yê ku şoreşgerekî proleter ê serkeftî bû, di 1961’ê de di kovara Verde Olive de, di nivîsa xwe ya bi navê “Kûba: Istisnayek E, Yan Pêşenga Şerê Li Dijî Emperyalîzmê Ye?” de guhertinên rêbaza mêtîngeriyê ya emperyalîzmê, ango mêtîngeriya nû wiha rave dike:

“…hilweşandina avaniyên kevn ên feodal û hevbendiya bi hêmayên herî pêşketî yên bûrjûwaziya neteweyî re, bi kêrî wan (emperyalîstan) jî tê. Li dijî hin reformên aboriyê, guhertinên di pergala xwedaniya axê de û heger xwe bispêre kirîna teknîkê û malên sereke ya ji Amerîkayê li dijî pîşesaziya nerm dernakevin.

Formula herî baş ew e ku bûrjûwaziya neteweyî bi berjewendiyên biyanî re hevkariyê bike; bi vî awayî welatên din ên emperyalîst ên dijber werin bêbandorkirin û bi vî awayî dikarin diravên zêde yên ku bi vê rêbazê bi dest xistine, di binê parastina rêziknameyên sist ên kambiyoyê de ji welat derxin derve.

Bi saya vê şêwaza nû ya mêtîngeriyê, welat bixwe biryarên gumrukê yên ku rê li pêşiya karên gelekî mezin vedike, derdixe û berjewendiyên DYA’yê diparêze. (Bêguman DYA jî van karan rasterast dibe welatê xwe). Bi vî awayî li holê rikberî namîne û buhayên malan ji hêla yekdestan ve têne diyarkirin. Ev hemû di Projeya Hevbendiyê ya Ji Bo Pêşketinê de xwe didin der. Bi vê projeyê re ji bo ku pêşketina mercên şoreşê bisekinîne emperyalîzm beşeke biçûk a ji karan di nava çînên mêtînger ên neteweyî de belav dike. Bi vî awayî dixwazin van çînan li hemberî çînên ku herî zêde têne mêtîn, bikin hevalbendên qewîn ên emperyalîzmê. Bi vegotineke din, ev hevbendî hewl dide ku nakokiyên hundirîn ji holê rake.”

Piştî ku van gotinan dibêje, Che diyar dike ku nakokiyên di navbera emperyalîstan de bi şer çareser nabin û ji bo welatên mîna welatê me qeyrana siyasî û aborî ya ku çarenûsê diyar dike, qeyranên mezin ên di navbera emperyalîzmê û hevalbendên wê yên herêmî (Che ji dêvla gotina “herêmî”, gotina “neteweyî” bi kar tîne) mercên pêwîst ên şênber ava dike. “Ji bo roja me, hêmaya diyarker, hevrebûna eniya emperyalîzmê û bûrjûwaziya neteweyî ye”.

(7) Polîtîkaya hişyarkirina girseyan a vê xetê wiha ye:

-Weşaneke navendî ya domdar (weke amûra ravekirina rastiyên siyasî)

-Broşûr

-Di tevna belavkirina weşana navendî de, di nava rêxistinê de avakirina beşên burokratîk

-Û rêxistinbûna tevgerên qaşo leşkerî (ne propogandaya çekdarî)

Kesên revîzyonîst ji van re dibêjin “rêxistinbûna stratejîk”. Û beriya her tiştî ji bo vê rêxistinbûna qaşo stratejîk kar dikin. Lê di binê polîtîkayên tund ên olîgarşiyê de heger rêxistinek weşaneke navendî û broşûran derxe û bi xebatên klasîk ên qaşo girseyî re “hêzên nû” yên şoreşê ava bike, wê rêveber û xebatkarên wê rêxistina ku hêj di asta avabûnê de ye û teqez ne di merhaleya rêxistinbûna stratejîk de ye, bi derxistina kovar û borşûran û belavkirina wan sînordar bimînin.

Wê di nava mercên giran ên eniya dij-şoreşger de ew rêxistin tu carî neyê asta ku çekan hilbigire. Wê dem derbas bibe, lê mercên rêxistinbûnê amade nebin. Wê ew rêxistin bikeve nava çirava burokratîzmê. Wê ruhê şerker ê endaman (heger hebe) winda bibe, wê endam bibin weke bayiyên rojnameyan ên ku li bendî derketina weşana navendî ne. Wê belavkirina van weşanan zehmet be û xwendekarên wê ne zêde bin. Û wê ew weşan veguhere mekanîzmayeke burokratîk a ku tê de çend pasîfîstên qaşo rêveber û “komîteyên herêmî yên karker û gundiyan” gewezetiyê dikin, nîqaşên entellektuel dikin û raporan didin û distînin.

Wê veşartîbûna zêde û sistbûn bi hev re bimeşin. Wê çerxên îllegalîteyê ji bo pasîfîzmê bigerin. Heger di navberê de karekî hêsan a bidestxistina diravan hebe, wê navend çend kesan ji bo pêkanîna vî karî diyar bike. Bi vî awayî wê bêjin qey rêxistina wan gelek karan bi hev re û bi awayekî serkeftî dimeşîne. Wê hefte û meh bi çîroka temamkirina rêxistinbûna stratejîk û rêxistinkirina çalakiyên leşkerî, bi gewezetiyê û karên nivîsê derbas bibin û wê bêjin “karên mezin têne plankirin”.

Şêwaza xebatê ya pasîfîzma ku di gotinê de têkoşîna çekdarî dipejirîne wiha ye. Pasîfîzm, di binê navê têkoşîna bîrdoziyê de ew şoreşgerên ku li dijî emperyalîzm û olîgarşiyê şerê şoreşger ê gel dimeşînin rexne dike, hewl dide wan reş bike, hewl dide mejiyan şêlû bike û hezkirina ku propogandaya çekdarî ava kiriye belav bike.

Oportunîzm, dûvikê emperyalîzmê yê di nava eniya çepgir de ye.

(8) Di civaka Osmanî ya sedsala 18’emîn de -ligel ku di derbarê dînamîka hundirîn a civakê de hêmayên astengkirinê tune bûn jî- sermayedariya ku ji şêwaza hilberînê ya feodal pêşketîtir bû, ava bû.

a) Cotkarî, zanaat û bazirganî ji hev cuda bûn, kombûneke sermayeya bazirganiyê û diravî pêk hat.

b) Hişmendiya ku berê xwe dide razemeniyên sûdwer pêş ket.

c) Hêza kar a serbest derket holê.

d) Bûrjûwaziya herêmî ya ku sermayeyê di destê xwe de digire û berê xwe dide razemeniyên sûdwer derket holê.

Mirov dikare bêje ku çalakgeriya jixweber a civaka Osmanî -ne zêde xurt be jî- ji bo pêşketina serbixwe ya sermayedariyê û şoreşa pîşesaziyê guncan bû. Lê Osmanî derbasî pergala sermayedar nebû û bû qada mêtîngeriya sermayedariya Ewropayê. Sedemên vê yekê ev in:

a) Piştî vedîtina riyên nû yên deryayî, navendîbûna bazirganiya cîhanî ya Anatolyayê nema û bazirganiya deryayî girîngtir bû.

b) Ewropayê çavkaniyên xwezayî û hêza mirovî ya Asya, Efrîqa, Amerîka û Hindê desteser kirin û sermayeyek mezin kom kir.

c) Li Ewropayê artêşên profesyonel hatin avakirin ku hêza wan a lêdanê mezin e û bi çekên xurt hatine bihêzkirin.

Van diyardeyan kir ku di avaniyên civakî yên welatên Ewropaya Rojavayî de pêşketin çê bibe û sermayedariya hemdemî ava bibe, lê nehiştin ku civaka Osmanî derbasî pergala sermayedar bibe û jê re bûn astengên derveyîn. (Ji bo agahiyên berfirehtir li Parazname’yê binerin).

(9) Bûrjûwaziya biçûk -mercên dagirkeriya aşkere ne tê de- ne çîneke civakî ya hemdem e ku bikaribe girseyên gel ên kedkar şiyar bike, girseyan ji feodalîzma sedsalan rizgar bike û tevgereke xurt a şoreşger biafirîne. Ji ber vê yekê jî tevgerên neteweyî û şoreşger ên şêlû yên rewşenbîrên neteweparêz ên leşker û sivîl ên Osmanî hertim lawaz bûn, li ser gel bandoreke wan a girîng tune bû û girse bi piranî tenê li wan temaşe dikirin.

(10) Diyarkirina bi vî awayî ya pirsgirêkê, ji bo Partiya me ya ku di 72’an de li Tirkiyeyê şerê gerîla dimeşîne (di merhaleya şerê pêşengên şoreşger de) gelekî girîng e. Di nava derdorên rewşenbîr ên bûrjûwaziya biçûk de em dikarin bi kê re kar bikin? Bersiva vê pirsê, di ravekirina rast a Kemalîzmê de veşartî ye. Her wiha ev ravekirin, ji bo diyarkirina xeta girseyê jî girîng e. Heger em Kemalîzmê weke bîrdoziyekê, weke bîrdoziya beşa leşker û sivîlên rewşenbîr pênase bikin, wê bergeha ku divê were şopandin cuda be; heger weke helwesta rizgariya neteweyî ya baskê çepgir ê leşker û sivîlên rewşenbîr a li hemberî emperyalîzmê were nirxandin wê bergeh cuda be. Di roja me de ji ber prestîja cîhanî ya sosyalîzmê û ji ber ku Yekitiya Sowyetan alîkara sereke ya tevgerên neteweparêz ên şoreşger ên radîkal e, neteweparêzên şoreşger jî xwe weke sosyalîst pênase dikin. Ji ber wê jî gelek Kemalîstên welatê me jî îro ji xwe re dibêjin sosyalîst. Weke ku tê zanîn taybetmendiya bûrjûwaziya biçûk a welatên ku paş de hatine hiştin, ji taybetmendiya welatên sermayedar û emperyalîst cudatir e. Helwesta vê çînê ya li dijî emperyalîzmê û çînên serdest ên herêmî cuda ye. Di warê helwestê de mirov dikare vê çînê di sê koman de binirxîne. Komek, di nava hevbendiya paşverû de cih digire; koma din ji dûr ve li bendî encamê ye. Koma sêyemîn jî tev li tevgerên çînî yên “radîkal û neteweyî” dibe û li ser bingeha neetweparêziyê helwesteke dij-emperyalîst nîşan dide.

Kemalîzm, helwesta polîtîk a rizgariya neteweyî ya baskê herî çepgir û rewşenbîr ê bûrjûwaziya biçûk e.

Di Şerê Pêşengan de em dikarin bi vî baskê Kemalîst ê derdorên rewşenbîr ên bûrjûwaziya biçûk re li gorî hêmana “him dostanî him têkoşîn” hevbendiyê çêkin. Heger em hemû rewşenbîrên bûrjûwaziya biçûk ên xwedî hişmendiya werarker weke Kemalîst binirxînin û li helwestên wan ên neyînî yên ku îro li hemberî çalakiyên me nîşan didin binêrin û bêjin “eywah, em ji derdorên demokratîk qut bûn û ber bi çepgiriyê ve çûn” ev tê wê wateyê ku Kemalîzm nehatiye fêmkirin. Îro baskê rastgir ê beşa rewşenbîrên leşker û sivîlan û yê bûrjûwaziya biçûk, bi awayekî teqez di nava refên olîgarşiyê de ne. Baskê navîn, beriya 12’ê Adarê li bendî bû ku guhertineke radîkal a desthilatdariyê çê bibe û xwe avêtibû eniya çepgir; niha jî xwe gelekî nêzîkî eniya rastgir kiriye. Baskê çepgir jî ji ber taybetmendiya xwe ya darbekar û şoreşger, xeyal dikir ku bi baskê rastgir ê rewşenbîrên leşker û sivîlan re hevalbendiyê ava bike û bibe desthilatdar, lê 12’ê Adarê weke çakûçekî li serê vî baskî ket û rewşenbîrên leşker û sivîlan ew tenê hişt û ket piyê olîgarşiyê. Ev rewş jî bi qasî wî çakûçî bandor lê kir. Û îro di nava mercên wiha de xwe paş de kişandiye û hewl dide xwe komî ser hev bike.

Hevalbendên rewşenbîrên leşker û sivîlan ên THKP-C’ya ku di merhaleya Şerê Pêşengan de ye, incex Kemalîst bin. Divê em bi wan bidin fêmkirin ku baskê rastgir, hevalbendê teqez ê olîgarşiyê ye û dikare di dema tevgereke dîrokî de xayintiya refên şoreşger bike. Incex dema ku ev bask, fêm bike ku darbekarî ne riya rizgariyê ye û êdî baskê rastgir wekî dostê xwe nebîne, bi vî baskî re eniya hevpar gengaz dibe.

(11) Wê li dijî materyalîzma diyalektîk be kû mirov çîna pêşeng a şoreşê, ji naveroka civakî ya şoreşê derxe.

(12) Bi vê geşedanê re emperyalîzm jî di nava burokrasiyê de ji xwe re alîgir dîtin. “Di vê navberê de komîsyonên li miqabilî meşandina karan zêde bûn, kesên li derdora İhsan Beg’ê ku serokê berê yê Dadgehên Istiqlalê yê û endamê Meclîsa Rêvebir ê Bankaya Îş’ê ye, ji hêla yekdestên biyanî ve ji bo daxwazên Hêzên Deryayî di nava ruşwetê de hatine hiştin.” (Bnr. Parêzname)

(13) Ev tê wê wateyê ku hêza neteweparêzên şoreşger hatiye şkandin û hevsengiya nisbî bi dawî bûye.

(14) Ne tenê çalakiyê THKP-C’yê, lê belê çalakiyên çekdarî yên THKO’yê jî di vê mijarê de bi bandor bûne.

(15) Kesên pasîfîst li welatê me yê ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ye wiha dibêjin: “ewilî em xebatên revîzyonîst bikin û girseyê û xwe bi rêxistin bikin û paşê jî em ê dest bi têkoşîna şoreşgerî bikin”. Lê rêxistinbûna ku xwe li ser rêbazên aştiyane yên têkoşînê ava dike, teqez nikare bigihêje asta şerkirinê. Mînaka Yewnanistanê li holê ye.

(16) Ev yek, di pratîkê de di navbera pêşengên şoreşger ên gel û olîgarşiyê de tê dîtin.


Wergera ji zimanê Tirkî: Aram Alî

image_pdf
You might also like