MAHÎR ÇAYAN: PIŞTÎ 12 ADARÊ ÇEPGÎRIYA TIRKÎ

0 1.431
image_pdf

PIŞTÎ 12 ADARÊ ÇEPGÎRIYA TIRKÎ

Wekû di destpêkê de me daye xuyakirin, di “Eniya sosyalîst” de, wekû derencameke helûmercên mêjûyî û heyber rewîzyonîzm û pasîfîzm di arastekirin û nîşanderî de bûne du hêmanên sereke.

Li Tirkiyê ji ber berfirehbûn û xurtbûna rêxistina aborî û siyasî ya birjûwaziya biçûk û ji ber ku welatê me heta bi 1946`an welatekî di bin zordariya birjûwaziya biçûk de ye û her wisa ji ber hebûna bandora birjûwaziya biçûk bi pîvaneke diyar ya li ser arteşê û birokrasiyê heta bi 12`ê Adarê (1970), şoreşgeriya birjûwaziya biçûk li welatê me bûye xwedî gorapaneke berfireh.

Di sêyemîn çaryeka sedsala bîstan de sosyalîzm ji ber prestîja xwe ya li seranserî cîhanê, birjûwaziya biçûk ya dijwar (radîkal) li welatên hatine vehiştin, di bin navê sosyalîzmê, di gorepana siyasî de cih digre.

Li welatê me xurtbûna dijwariya birjûwaziya biçûk û her wisa bandora wê ya li ser dewletê, di “Eniya Sosyalîst”de, kêm-zêde û di dîtinê de hêviya piştgirêdana bi radîkalîzma birjûwaziya biçûk û pasîfîzmê peyda kiriye.

Di vê rewşê de, tevgera sosyalîst ya li welatê me serxwebûna xwe bi dest nexistiye, berdewam di nav gêra radîkalîzma birjûwaziya biçûk de maye û her wisa xwestiye di bin sîwana legalîteya birjûwaziya biçûk de bi pêş bikeve.

Belê di vê rewşê de kûdetaya leşkerî ya 12`ê Adarê rû daye û yeksaneya nîvco ya ku ji sala 1923` yan û hir ve domandiye (ya ku pêşî di berjewendiya şoreşê de, piştî 1946`an jî li dijî şoreşê bû) têk çûye, olîgarşiya li welêt bişikandina hêza siyasî ya birjûwaziya biçûk re raserî hemî damûdezgehên dewletê bûye û bi siyaseta kotekî û tundiyê tevgera çep ji hev belawela kiriye.

Berî 12`ê Adarê (1970), çepgîriya ku di rewşa heft-heşt fraksiyonan de bû, îro li ser du kampên sereke dabeş bûne:

-Eniya şoreşa çekdar.

-Eniya pasîfîst ya dûvelanka olîgarşî ku li aliyê çep cih digre.

Rewşa berî 12`ê Adarê dijberiya gerîlla hema hema ji aliyê her kesî ve wekû xayîntî dihate heljimartin û propagandaya çekdarî û gotinên derbasbûna çalakiya çekdarî her kesî dihanî zimên û rewşa piştî 12`ê Adarê her wekû du cîhanên ji hev cuda ne.

Ewên ku şoreşgeriya herî baş bi xuyabûna herî tund dizanîn, ewên ku propagandaya çekdarî ji ser zimanê xwe kêm nedikirin, gelek ji ew “pisporên gerîlla” yên dijwar ku di wardema legalîteyê de ji bilî rakirina çek çi rêkên din nemane digotin û her kesê ku berevenî ji propagandaya çekdarî nedikir bi xiyanetê ew tawanbar dikirin, piştî 12`ê Adarê jî, bigotinên mîna; berî 12`ê Adarê derbarî bûyera şoreşê de me ramana xwe baş nekiribû, propagandaya çekdarî bi xwe ne navgîna rêxistinkirinê bû, şaş bû, derbarî bûyeran de em nezan bûn, piştî 12`ê Adarê em fêrî teoriyê bûn, digotin û ew pasîfîzma ku hêla rewîzyonîzma navnetewî bû û dijûn didanê, îro bi çar destan xwe lê alandine.

Ev yek heta bi dawî sruştî ye. Ji ber ku her kûdata, layengîriya rastrew û pasîf derdixe holê. (Têkçûna 1905`an wekû xurtbûneke demî bi hêla Menşewîkan dabû qezenckirin).

Piştî 12`ê Adarê di çepgîriya Tirkiyê de du pêşdeçûnên dijber durist bûne.

Yekemîn, bi gelemperî ji derveyî xwendevanan gelek kadroyên nuh û cihên baweriyê ku ji hindek aliyên gel hatine, gava li derdora propagandaya çekdarî kom dibûn, hindek “navdarên cazîb” yên ku di dema legalîteyê de dijwar bûn, bigotina; di rabûrî de em şaş bûne, wekû xwebexş di eniya pasîfîzmê de hatine tomar kirin.

Ev diyardeya li çep, bandora xwe li ser partiya me jî kiriye û komikeke biçûk ya di nav partiyê de, digel nerînên teorîk, bîrdozî û stratejîk, wekû teoriya Narodnîzmê, anarşîzmê, di nav partiya me de bûne dûvelankên eniya pasîfîst.

Li dûv nerîna van kesên rastrew;

-Daxuyaniyên jimare 1 yên partî û eniyê ku bingehên stratejîk-bîrdoziya THKP-C (Partiya Rizgariya Gelên Tirkiye-Enî `PRGT-E) radigehandin û nivîsînên di govara Kurtuluş -Rizgarî- “Di şoreşê de Çepergirtina Çînan” de teoriyên anarşîzm, Fokoyî û Narodnîzm`ê ne.

-Tevgerên gerîlla yên Reşemeh-Gulanê, ango çalakiyên çekdarî yên şoreşgêrane ku partiya me bi cemawer re didan nasîn, ev pratîkên bîrdoziya Narodnîk in. Di bingehên wê de bîrdoziya oportunist ya çep veşartiye.

-Cenga pêşrewên PRGT (Partiya Rizgariya Gelên Tirkiyê) ya şoreşgerên gel, bi olîgarşiyê re daberheva hindek kesan e.

-Stratejiya cenga leşkerî ya ku polîtîze bûye stratejiyeke Fokoyî ye. Propagandaya çekdarî şaş e, ne rêxistinsaz e, hergîz wekû bingeh nahête wergirtin.

-Wardema ku em tê de ne, arastekirina tekoşînên erka şoreşgêrî, rêxistinbûna li derdora navgîna weşana navendî, tekoşîna demokratîk û aborî ya karkeran e.

Kakila rexneyên hêla rastrew ya di partiya me de ku didane pêş aha evin. Ev rexne, rexneyên komikên pasîfîst yên bi ser Kivilcimli û Şafak`ê ve ku arasteyî partiya me dikirin, her wekû ew bi xwe ne. (Ev rexneyên li ser nerîna pasîfîst ya ku nerîna partiya me radigehêne, ev nivîsîn e).

Ev komika ku rêçikek dijberî prensîbên bîrdozî û pratîka partiya me dişopand, bi piraniya dengên komîteya giştî ya partiya me ji partiyê hatine avêjtin. Em nerazîbûn û rexnekirina wan yek bi yek ne hêjayî westanê dibînin.

Biryara Komîteya Giştî ya Partiyê, hêla partiya me, hêla şoreşgerên proleter e ku ji goncandina mercên heyber yên Marksîzm-Lenînîzm, dinya û welatê me pêk hatiye. Û çalakiyên wan jî, karvedena ev pratîka ku destnîşana siyasî û bîrdoziya Lenînîst e.

Terora olîgarşiyê, tundiya wê çend zêde dibe bila bibe, Partiya me dê berdewam be li ser cenga gerîlla. Rêya partiya me rêya raperînê ye, rêya raperînê rêya partiya me ye.

Ceng, piştî kodataya Gulanê ji cihê ku lê maye dê berdewam bike.

Tişta ku rêxistinê dike rêxistin, ya ku bi cemawer re dide nasîn, ne bername yan jî xemla ji gotinane, çalakiya şoreşgêrane ye.

HER BIJÎ CENGA RIZGARIYA ÇEKDARÎ YA GELÊ ME…

HER BIJÎ THKP-C (PRGT-E)

HETA BI RIZGARIYÊ CENG…

Mahîr ÇAYAN
image_pdf
You might also like