MAHÎR ÇAYAN – JI BO GOVARA AYDINLIK SOSYALÎST NAMEYA VEKIRÎ*

0 1.056
image_pdf

JI BO GOVARA AYDINLIK SOSYALÎST NAMEYA VEKIRÎ*

Derbarî zêdebûna axaftin û gotgotên ku di van rojan de li ser cudabûna me ya ji Govara Aydinlik Sosyalîstê, em vê daxuyaniya nivîskî pêdivî dibînin.

Di vê kurtenivîsê de, emê eger û cudahiya nerînên xwe bi şêweyekî herî kurt bidin xuyakirin. Derbarî hindek buyerên girêdayî bi bizava şoreşger ya li Tirkî de (Bi gelemperî Devrimin Yolu -Rêya Şoreşê-, nakokî û têkiliyên çînatî yên li Tirkî, nirxandina mêjûya çep û rêya taybet ya girêdayîbi Tirkiyê ve û hwd.) emê nerînên xwe bi rengekî berfireh li ber çavan raxînin.

-I-

Di van rojan de çînên serdest ku ji bo astengkirina mafên demokratîk yên sînordar di amadebaşiyê de ne û ji bo tepeserkirina bizava şoreşger ya proleter li fenûfûtan digerin, ev parçebûna nagehan ya di nav me de ne tiştekî xweş e. Û helbet ev cudahî, bi dilxwaz û alîgirên bizava me re ku ji rastiya rewşa heyî bê agah in dê xemgînî û metirsiyeke mezin peydah bike.

Bi rastî jî emê nikaribin dakokiyê bikin ku ev cudayî û parçebûn karekî baş e. Lê, sererayî hemî hewldanên me, bi armanca hevgirtinê -hevgirtin rexne-, bikaranîna mekanîzmaya hevgirtinê me nekarî bîrdoziya rastrewî ya Govara Aydinlik Sosyalîst ji holê rakin, ji ber ku bi gengeşeyê rakirina bîrdoziya rastrewî yaGovara Aydinlik Sosyalîst ji holê,tuneye û her wusa nebûna yeksaneya di navbera du bîrdoziyan de, em duçarî vê cudabûnê bûne.Ji ber ku hevgirtina durust tenê li ser bingeha sosyalîzma zanistî dihête damezrandin.

Hevgirtin, ne berhevbûna li derdora vî yan wî kesî ye. Hevgirtina bizavê, hevgirtina li ser prensîbên Lenînîzmê ye. Û ji ber vê rewşa ne li bar me dest ji Govara Aydinlik Sosyalîst kişand. (1*) Em ji bîr nekin ku ya ji bo îro nebaş e, dibe ku ji bo sibe tiştekî baş be. Û îro, damezrandina hevgirtina li ser prensîbên şoreşgerî ku me dest pê kiriye, temet ku xemgînî û metirsiya îro ya heyî vegerîne dilxweşiyê, bi hêz e.

-II-

Rêya şoreşê rêyeke bi kelem, warpêç û astengdar e. Buyerên bizava şoreşgerî, buyerên tevlîhev in û çareseriya wan ne hêsan e. Di bin van helûmercan de ji ber nasazbûna nîşandeka (pusula) çîna sosyal, ewên ku di bizaveke şoreşger de prensîbên bizavê cuda dinirxînin, hebûna “cudahiya nerînên biçûk”, hebûna baskên rast û çep bi xwe re misoger dike. Di vê misogerkirinê de ya herî girîng, bi arezûya yekîtiyê derkeftina ser rê û di çarçoveya rêzgirtina yektir de daketina bingeha van nerînên -ji hev- cudaneû ev cudahiyên ku li ser prensîbên şoreşgerî yên sosyalîzma zanistî hene, digel çareserkirina nakokiyan afirandina yekîtiyê ye.

Helwesta şoreşgerî ev e. Ango helwesta şoreşgerî yê li hember cudahiya nerînan, wekû hindek heval dikin, ne nixumandina van cudahiyan e, -ji bo çareserkirinê- çûna ser û ser ya cudahiyan e.

Me hemî gavan rêya duyemîn ji xwe re kir amanc. Li hemberî bangewaziyên yekîtiya sexte, em li dijberî cudahiyên bîrdozî yên heyî bi tundî rawestiyan. Dûr ji helwestekî cudaxwaz, bi helwestê hevgirtin û bêyî ladana ji prensîbên yekîtî-rexnegîrî-yekîtî me kir.

Nerînên me yên cuda bi hevalê Mihrî Bellî re her di serî de hebûn. Lê me, ezmûnî û rabûriya heval Mihrî Bellî li ber çavan girt, helsûkeftên wî yên ku ne şayisteyî şoreşgerekî proleter in, li hember tevgerên wî yên takekesî bi sîngeke fireh me berevanî ji yekgirtina bizavê kir. Gava me ev dikir, hîç demekê me berjewendiya xwe ya rêveberiyê berçav nekir. Ji prensîbên xwe yên ku me rast dizanî hîç demekê me tawîz neda. Di her gavê de û li her deverê me nerînên xwe li ber çavan raxist, me nivîsî û me got. Çunke, helwesta yekgirtinê ne li hevkirina li ser prensîban e.

Li hemberî vê helwesta me Mihrî Bellî û hevalên xwe yên ku îro li derdora wî ne, çi kirin?

Heval Mihrî Bellî, gava  di navbera nerînên xwe û yên me de nebûna cudahiyeke bingehîn dihanî zimên, dixwest bibêje ku derbarî bûyerên netewperestiyê, revizyonîzmê, rêxistinê û hwd. de, nerînên xwe sererast dike.Her wusa bi wê mekanîzmaya rexneyî ku bi hevalînî dihate birêvebirin, hebûna nerînên rastgîr yên di nav me de dihatin pûç kirin.

Belê bûyerên ku rû didan hêviyên me ber bi valahiyeke nadiyar dibirin û kombûna di 29-30 Cotyaran (Oktober)de, nadurustiya helwesta heval M.Bellî derxist holê. Heval Mihrî Bellî, di vê kombûnê de tam bi helwestekecudaxwaz û ne li rê, nerînên xwe yên rastrew, yên berê dîsa dida pêş û dida zanîn, ev nerînên ku bi nerînên wan re nakok in bi tevayî şaşin û “gotina prensîbên me,ez bi xwe me; yê bi dûv min de dihê bila bihê, yê nahê jî bila nehê” digot û her wusa prensîbê hevgirtin-rexne-hevgirtin bin pê kir.

Ajotina ser şaşiyên ku hatine kirin, bi şêweyekî korane nahêne sererastkirin. Û tew bi nixumandinê nerînên şaş ji holê nahên rakirin.Xweranegirtina li hember rexneyên mirovan û heljimartina her rexneyekê, herêkirina wekû kerbekêli dijberî xwe ya di bin navê “nerînên biçûk yên ji hev cuda”de, nîşana hebûna cudahiyeke mezin ya bîrdozî ye.Serenckêşana derbarî sererastkirina van şaşiyan de û nerînên rastrew jî, bi van kesan re, baweriya ku êdî dema parçekirina her tiştî hatiye, niştecih dike. Û nimûne,wekû di kombûna li rojên 29-30 Cotyarande nagehan der dibe.

Di vê kombûnê de, baskê rastrew yê di Govara Aydinlik Sosyalîst de, nerînên xwe wekû nerînaGovara Aydinlik Sosyalîst,her wekû; `Bûk li zavê bimbarek` radigehandin.

Di rewşek wusa de, ji bo ku bizav nehête parçekirin, li ser têkbirina prensîbên şoreşger yên Proleterya û sernigûnkirina ala Lenînîzmê di çirrava Oportonîzmê de, ma dibû me çavên xwe bigirtana?

Na xêr, hezar carî na!

“Em ne navgîna misoger a yekîtî û aştiyê ne, hergîz em duçarî veneşartina nerînên ji hev cuda û ji her alî ve eşkerekirina wan in. Em, hergîz ne cudaxwaz û gellac in jî. Ji bo sererastkirina şaşiyan, îmkanên ku em bi kar dihênin bi dawî bihên, di dinyayê de ji bo nelihevkirinê ji me asêtir tune. Ji bo me cudabûn kengî dibe parola? Çi teorîk, çi pratîk, gava alozî li pêşberî pêşdeçûnê dibe asteng.” (Lenîn, Komunîzma Çep, îtalîk yên me ne).

Êdî ji ber nerînên rastrew yên Mehrî Bellî tevliheviyeke mezin raserî bizavê bûye. Ev tevlihevî, li pêşberî pêşdeçûna bizavê hem teorîk hem jî pratîk bûye asteng.

Êdî cûdabûn parola me ye.

Û ya ku prensîbên şoreşger yên proleteryayê di ser her tiştî re digre, wekû kirina her şoreşgerekî ku namûs û rûmeta wî ya şoreşgerî heye, ji Mehrî Bellî û layenê ku ew nûnertiya wê dike, me girêdana xwe ya rêxistinî bi tevayî birrî!.

-III-

Ew hevalên ku heta bi duhî di prensîban de hevbîr bûn, li dev van nerînên rastrew cih girtin.

Rêya şoreşê rêyek sext e, warpêç e, hevraz e. Hindek dikevin, hindek li paş dimînin. Bi hindek hevalên ku heta bi duhî mil bi mil em bi hev re bûn, êdî em ne bi hev re ne. Ji bo wan em nikarin zêde rawestin. Çunke wan helbijartina xwe berew paş kirin. Wan ji bo xwe çirrav helbijart. Û mixabin, em ji xwe re kirin amanc. Ev tekoşîn tekoşîna çînan e. Li vir cihê tirsê, cihê dudiliyê û bê biryariyê tune. Di tekoşîna çînatî de, ji bilî hevrêtiya Proleteryayê cihê têkiliyên feodal û pederşahî tune.

Û cihê daxê ye ku ev hevalan, li hemberî ew hevalên xwe yên ku heta bi duhî bi hev re bûn, dê hêrişîme bikin, ji me hêrs bibin û me rexne bikin. Û gava vê bikin, dê bibêjin ku ji dil em tevdigerin. Lewra, îro jî ev hevalan wê bibêjin; ji bo paraztina kameraniya bizavê em bûne layengîrên vê nerînê, ew bi xwe nerînên ji hev cuda temet ku cudabûnê pêdivî bibîne ne hind girîng bûn, cudabûnên heyî “Cudahiyên nerînên biçûk”in, her wisa wekû kêşesaz dê me bidin xuyakirin, di vê serdema ku em tê de ne, fraksiyonên Oportonîst tevî MÎT û CIA yê hêrişî Mehrî Bellî dikin, di vê serdemê de rexnekirina Mehrî Bellî şaş e, her wisa dê bibêjin;tiştên ku van kesan duhî digotin û îro dibêjin ji hev cudane û bi gorankariyên bi vî rengî me tawanbar dikin.

Niyazên neyber yên van hevalan çend baş dibin, çend şoreşger dibin bila bibin, ev hemî, ji bilî demagojî û lewçetiyan pê ve ne tiştekî din in.

Wekû bîrbirina ev demagojî û lewçetiyên ku wê serê hindek hevalên me tevlihev bikin, em yek bi yek wan bibersivînin.

Berî her tiştî, cudahiyên di navbera me û nerînên ku heval Mehrî Bellî nûnertiya wan dike de, hûn ji ew kesên ku dizanin ne ew “cudahiyên nerînên biçûk”in.

Ma ne hûn bûn yên ku berdewam digotin; hinde rexnekirina Govara AYDINLIK Sosyalîst û lewra sedemên belawelabûna diyar ku di nav rêzên me de hene, nivîsînên heval Mehrî Bellî  bûn ku nerînên wî yên çewt û bi tem şirove dikir?

Cudahiya di navbera bîrdoziya şoreşger û bîrdoziya rastrew ya ku di nav rêzên me de pêşdeçûna hem teorîk, hem jî pratîk asteng dike, ma “cudahiya nerînên biçûk” in?

Em bi bîra van hevalan bînin ku yek ji rêkên ragirtina Oportonîzmê jî biçûkkirina giringiya wê ye, “cudahiyên nerînên biçûk” paşguhkirina bûyerê ye!

Bo nimûne, em herê bikin ku cudahiyên di navbera me û heval Mehrî Bellî de “cudahiya nerînên biçûk”in. Di rewşek wisa de jî, di kombûna 29-30 Cotyaran de piştî dakokiya heval Mehrî Bellî di nerînên rastrew û helsûkeftên wî yên takekesî de, gotina van hevalên ku dibêjin; “Cudahiya nerînan ne girîng in”, paşguhxistina bûyerê, ne nerîneke şoreşgerî ye.

Em ji bîr nekin ku hebûna cudahiyên biçûk ya di hundurê bizavekê de, nakokiyên ku meriv dikare li ser cudahiyên nerînên biçûk li hev bike, heger li ber ronahiya prensîbên yekgirtin-rexne-yekgirtin de nehên çareserkirin, xwediyê nerînên şaş di nerînên xwe de dakokiyê bikin, ev nakokî dê bibin sedemên ne li hevkirinê. Veguherîna “nakokiyên biçûk”ya bi vî rengî, dide xuyakirin ku di bingeha wan nerînên biçûk de cudahiyên bîrdozî yên ku nahêne çareserkirin hene.

Di vî babetî de Lenîn dibêje; “her cudahiyeke biçûk, heger meriv tê de DAKOKIYÊ bike, heger berdewam wekû nakokiya sereke bimîne, heger her kes li sedemê bingehîn yên van nakokiyan bigere, dibe ku bibe sedemê cudabûneke mezin. Her cudahiyeke biçûk ku bibe jêdera nerînên çewt û bi biryar, ev nerînên çewt ji layê cudahiyên nuh û paşkok ve,digel bizavên Anarşîst,partiyê (rêzên me) digehîne qonaxa parçebûnê, aha wê hingê ew cudahiyên biçûk, dibin xwedî girîngiyeke metirsîdar.” (Lenîn, Gavek li pêş, du gav li paş, r: 66)

Wekû dihête dîtin, bûyer diyar û asan e. Ev hevalan her çiqas dibêjin; “Li derdora nerînên biçûk yên ji hev cuda dinya tê rûxandin, nerînên girîng yên cuda tune” û bila bibêjin ku cihgirtina wan di nav rêzên layengîriya heval Mehrî Bellî de ji bo zîndemana bizavê tevgereke taktîkî ye(!), ji ber ku zemîna belavbûna nerînên rastrew û çewt amade dikin, bi hîç şêweyekî dê nikaribin ev helwestê xwe yê ku ne helwesteke şoreşgêrane ye veşêrin. Digel ku ev sedemên lewçe û demagojîk xweş dihêne zanîn jî!..

Vêca em bihêne ser demagojiya stranbêjiya bi heman awazê ya digel Oportonîstên CIA, MIT, TÎP (Partiya Karkerên Tirkî) û PDA (Ronahiya Şoreşger ya Proleter)…

Li dûv nerîna van hevalan divêt rexneyên me sînordar bin. Bi taybetî jî, ji ber helûmercên em tê de ne, amancgirtina heval Mehrî Bellî şaş e. Çunke, Îro, CIA jî, MIT jî, di Bizim Radyo (Radyoya Me ya Partiya Kominîsta Tirkî) de, PDA jî, TÎP jî hêrişî heval Mehrî Bellî dikin. Di rewşek wisa de, rexnekirina heval Mehrî Bellî dihête wateya stranbêjiya bi heman awazê; her wisa xwe xapandina bi emperyalîzmê û oportonîzmê ye.

Ev nerîn, temet ku nerîneke bê bingeh e, her wisa demagojiyeke mezin û metirsîdar e jî.

Divêt em ji van hevalan bipirsin; di van rojan de, nûnerê “Sosyalîzma herî kevn” heval Hikmet Kivilcimlî jî, bi derxistina gelek pertûkên rexnegirî li nerînên rastrew yên Mehrî Bellî, gelo piştî heftêsaliya xwe nîşandeka xwe şaş kiriye û bi CIA`yêdihête xapandin?

Ya din jî, ji bo çi heval Mehrî Bellî hinde bûye amanca tîrên emperyalîzmê û Oportonîzmê? Çima hevalekî dîtir, bo nimûne; ji heval Mehrî Bellî bêhtir di bin helûmercên pir sext de, bi gelemperî “mêrxasên caran” tevlîserdema 1951-1960 an, ewê ku di her demê de tekoşîneke bêhempa daye û derbarî nakokî û têkiliyên çînatî de, bi xebatên xwe yên hêja em serwext û  agahdar kirine,  Heval Hikmet Kivilcimli, ji ber çi wek Mehrî Bellî bênavebirr û berdewam, neketiye ber şepa hêrişên namîlkeyên CIA û MIT ê, her wisa nebûye amanca hêrişên oportonîzma PDA û TÎP ê?

Ma van hevalan ramana vê yekê kirine? Gelo, CIA,MIT, yan jî, hemî şêweyên oportonîzmê metirsiya hevalên dîtirî şoreşgerên proleter kêmtir dibînin? Helbet na..

Heval Mehrî Bellî, ji ber du sedemên sereke wisabi ber şepa van hêrişên tund keftiye. Sedemê herî girîng yê amancbûna Mehrî Bellî ya keftina ber van hêrişan, ji ber ku ev heval heta bi îro wekû berdevkê bizava me hatiye nasîn. Li vir, amancgirtina heval Mehrî Bellî ne kesatiya wî ya bijardeye, ya ku hatiye amancgirtin, ya ku bêhtir ji 30 pakrewanan daye û xwestiye bi rêya Dew-Gencê (Gencên şoreşger)serperiştiya bêhejmar ya tevgerên gencên Antî-emperyalîst, ya karker û gundiyên Tirkî kiriye, bizava me ya şoreşgeriya proleter e.

Di rewşek wisa de,Ne Mihrî Bellî, Ahmed yan jî Mehmed jî bûya, bêguman ewê jî temet Mehrî Bellîbibûya amanca hêrişên her bi vî rengî.

Ya duyemîn jî, heval Mehrî Bellî, ya di pratîka civakî de ku herî rast e, li dijî emperyalîzmê û hevalbendên wê yên xwecihî, yên herî xwedî biryar û dijber ku dixwazin tekoşînê bidin, bi gelemperî bizava ku serperiştiya wê kadroyên genc û şoreşgerên proleter dikin, sererayî tevaya nerînên wî yên rastrew, pirbêj û guzergaha wî ya xwarûmar divêt rijd be li ser berdevkiya xwe û duçar e. Divêt bihête zanîn, nacidîyeta nerînên heval Mehrî Bellî ku di nav xwe de bi nakok in, wî dikin amanca hinde rexneyên Oportunîzmê. Oportunîzm rastiyên aliyê dijber jî çewt nîşan dide. Tew gava ku hinde çewtiyan jî li cem hev bibîne, ma çi nake?

Niha em ji hemî hevalan dipirsin; bizavek xwedî serkirdeyekî wisa dikare berew pêş ve gavan bihavêje?

Kadirên wê çend durist dibin bila bibin, orkestrayeke ku rêveberê wê ne durist be, ma ew orkestra dikare serkeftinê bi dest bixe?

Kesekî ku di rewşek wisa ne li bar de xuya dibe, ma ne divêt xwedî rêyek rast û bi biryar be?

Di bin van helûmercan de çima ku CIA, MIT û Oportonîzm hêrişî heval Mehrî Bellî dikin, gelo spartina bizavê ji bo rêveberiya çewt û bîrdoziya rastrew a heval Mehrî Bellî rast e?

Şopandina Sipasalarekî ku di encama rêvebirina wî ya çewt de arteşa wî hatiye dorpêçkirin û ji çar aliyan ve keftiye ber şepa hêrişan rast e, yan ji bo sererastkirina van çewtiyan heta bi dawiyê berxwedan rast e?

Di nerîna me de ya rast beşên duyemîn in. Çunke; sosyalîzma zanistî me fêrî vê yekê dike.

Em bihêne ser buyerên ku me nerînên xwe guhertine…

Bi amanca nîşankirina sedemekî rewa ji bo li hevkirina digel nerînên rastrew yên Mehrî Bellî, van hevalan dakokiyê dikin ku duhî me tiştek digot û îro jî ji gotinên xwe yên duhî cudaem tiştekî din dibêjin.

Ev jî, wekû dakokiyên dîtir dakokiyek vala û bê cih e, lewra lewçetiyeke ne di cihê xwe de ye.

Nivîsînên me û gotinên me yên di kombûnan de aşkere û diyar in. Nivîsîn û gotinên heval Mehrî Bellî jî aşkere û diyar in.

Gelî hevalan, mixabin yên ku hatine guhertin hûn bi xwe ne!

Xweş dihête dîtin ku rêçika Mehrî Bellî goya we “digel hindek rexneyan” herê kir û ji nişka de we helwesta xwe guhert!

Em vegerin ser tawanbarkirina durûtiyê, cudaxwazî û dergehên dadayî…

Ji bo ew hevalên ku me bi siyaseteke durû tawanbar dikin, em dixwazin pêşî ji wan bipirsin:

Herêkirina nerînên heval Mehrî Bellî hem çewt, hem jî di pratîkê de derkeftina li dijî nehiştina van bîrdoziyan ji nav rêzên me, gelo siyaseteke rast e?

Ew nerînên rastrew yên Mehrî Bellî ku çewtiya wan bi duristî derkeftiye holê, hem çewtiya wan herê bike û hem jî wekû nerînên govara Aydinlik Sosyalîstbide pêş, ma ev nabe xapandina gernas(milîtan)ên bizava me?

Ev yek rast û aşkere ye, heger me bidaya ser şopa van hevalan, dê nerînên çewt yên heval Mehrî Bellî di nav rêzên me de veniştaya û gelek hevalên me yên gernas ku ji layê teorîk ve ne têr in,dê di bin kartêkirina van nerînan de bimana û rê li ber wan winda bibûya. Ev rewş jî,bi perîşanî, jarî û lawazbûna bizava me ya şoreşgeriya proleter û her wisa bi xurtbûna oportonîzmê,ma dê encam nedana?

Li hemberî bîrdoziyek rastrew wergirtina helwesteke sist û xav, ma nayê wateya piştgiriya kesên ku berevaniyê ji vê bîrdoziyê dikin?

Ev, ma nayê wateya nîvco dabezandina ala şoreşgeriyê? Ev, ma ne varîbûna ji doza çîna karkeran e?

Helwesta şoreşger ya li dijberî nerînên oportonîst ne helwesta li hevkirinê, helwesta li hevnekirinê ye. Kesên ku dijberî nerînên oportonîst tevnagerin, ew kes in ku dijberî gelê xwe yê kedkar tevdigerin.

Rastiyan pîşandaye ku gava ala Lenînîzmê nîvco dadibeze, bizava şoreşger jî lawaz dikeve û dijmin xurt dibe. Her ku ala bîrdoziya şoreşgerî li bilindiyan dihête ragirtin, şoreş jî bilind dibe ûderbên giran li dijminan tê daweşandin.

Em bi bîrdoziya rastrew re li hev nakin û em dixebitin ku ala bîrdoziya şoreşgerî li baniyan bilind bikin. Ev helwesta rast e. Em bi vê helwestê heta bi dawî li ber xwe didin û emê li ber xwe bidin. Çunke,em di vê baweriyê de ne ku tenê bi vê helwestê rêzên me dê xurt bibin û bizava me tenê bi vê helwesta xurt dikare gavên misoger berew pêş de bihavêje. Ji bo helwesteke wisa, çawa helwesteke dijber dihête gotin?!

Em vegerin ser demagojiya ku dibêjin; dijberiya Mehrî Bellî dijberiya mêjûya bizava şoreşgerî ye…

Hindek heval bi wateya ku M.Bellî nûnertiya mêjûyê dike, ji ber vê çendê jî dijberiya nerînên rastrew yên heval M.Bellî, wekû qutkirina girêdana bi rabûriya bizava şoreşgerî û mêjûyê re şirove dikin û didin zanîn ku ew jî li dijî nerînên M.Bellî ne, lê ji bo bi rabûrî re  peywendî nehê qutkirin, beşdarî van nerînan dibin û lewra layengîriya M.Bellî dikin.

Ev helwesteke ne şoreşgerî, bê bingeh û bê serûber e. Têkiliyên wisa ne têkiliyên sosyalîst in. Ev ne têkiliyên asayîne; têkiliyên feodal in.

Helbet ji bo ew kesên ku têkiliyên di navbera Marksîstan wekû têkiliyeke malbatî û feodal têdighên, ji bo ew kesên ku mîrata mêjûya şoreşgerî wekû malbatgeriya feodal têdighên, Îro, birrîna têkiliyên xwe ji nerînên rastrew yên heval M.Bellî, dibe ku bihête wateya birrîna me ji mêjûyê.

Belê, têkiliyên di navbera sosyalîstan de, ma ev in? Na xêr, ne ev in.

Tevgera Marksîst ya li Tirkî xwedî têkoşîneke bi rûmet e. Di salên tarî yên rêveberiya CHP (Partiya Gel ya Komarî) û DP (Partiya Demokrat) de, di salên paşverûtiya siyasî ya herî har de jî, şoreşgerên proleter yên li Tirkî bi lehengî û bi merdane têkoşiyane. Hevalên me yên ku di nav rêzên şoreşgeriya proleter de li dijberî paşverûtiya siyasî di nav tekoşînekê de ne, ji bo me şoreşgerên genc yên proleter, berdewam bûne nimûne û xwedî nirxekî mezin. Lê, ev nayê wateya ku emê şaşî û çewtiyên berî xwe rexne nekin. Siyaseta ji bo îro û paşerojê, ji rexneya duhî derdikeve holê.

Em, li hemberî mêjûya Marksîst ya li Tirkî heta bi dawî rêzdar in û em xwe wekû berdewamiya wê dibînin.

Em, tenê li dijî nerîna “Ez mêjû me, yê li dijî min li dijî mêjûyê ye” derdikevin. Û em girêdana xwe ji xwediyê vê nerînê dibirrin; ne ji mêjûyê!.

Gotina “Em kevn in, em dizanin”, ji bilî pozbilindiyê pê ve ne tiştekî din e. Hûn çi dizanin? Heger bi duristî em şoreşger bin, em rastiyê dizanin. Têkiliyên di navbera sosyalîstan de, ne têkiliyên malbenda leşkerî ne. Ew mêjiyê ku digel derbasbûna her salekê bilindbûna pileyê dizane û dixwaze hinekî din jê re serê xwe biçemînin, ne mêjiyekî sosyalîst e, her û were mêjiyekî teng yê leşkerî ye.

Di tevgera sosyalîst de, ew kesên ku di rabûrî de xwedî tekoşînin, helbet cihên rêzgirtinêne ûpêşekî ji bo wan heye. Di tevgera sosyalîst de helbet jêr û jor heye. Lê, jêr û jorek çawa? Jêrû joriya li ser bingeha bîrdoziyek rast. Heta ku tu berdevkiya nerînên rast bikî, cemawer dê te binase; heger tu li ser nerînên şaş rijd bî, êdî  tiştek bi navê serûbin namîne!.

Her wisa, kesek radibe û dibêje; ez mêjûya tevgera şoreşger im.., ev li kîjan welatê dinyayê hatiye dîtin?

Ev, ma nayê wateya sist û lawaziya mêjûya tevgera şoreşgerî ya li welatê me?

Ev, ma nayê wateya biçûkkirina mêjûya bizava şoreşger ya li welatê me?

Kesê ku dixwaze bibe mîratxwerê rabûriyê û bibe mîratxwerê rabûriya tekoşînên bêtawîz û xwedî biryar, îro di hêla durist ya şoreşgerî de divêt ala şoreşgeriya proleter li baniyan bilind bike.

Her kesekî ku vê alê li baniyan bilind neke, her kesekî ku tevgera şoreşgeriyê dike amanca tîrên oportonîzmê û bibe sedemê sist û lawaziya tevgerê, ew kes, rewşa wî ya rabûrî çawa dibe bila bibe, wekû nûnerê rabûriyê dernakeve holê.

Îro, kî ala pîroz ya Lenînîzmê, hem di teoriyê de, hem di pratîka civakî de sînga xwe dide ber hêrişên emperyalîzmê û oportunîzmê û vê alê li baniyan radigre, ew dibe xeleka zincîra berdewam ya mêjûya tevgera Marksîst ya li Tirkî!.

Bi kurtayî; Em li derdora “cudahiyên nerînên biçûk” bi derxistina bagêran di kevçîk av de têne tawanbarkirin; çima? Çima ku li şûna perspektîfên Marksîzm-Lenînîzmê me perspektîfên heval M.Bellî herê nekirine!

Em, bi stranbêjiya di yek awazê de ya bi emperyalîzm û oportunîzmê re têne tawanbarkirin; çima? Çima ku bi helwesteke bêtawîz li dijberî bîrdoziya rastrew ya ku pêşdeçûna tevgera me asteng dike, em radiwestin!.

Em, bi birrîna girêdana bi mêjûyê re têne tawanbarkirin; çima? Çima ku em li hember daxistina nîvco ya ala Marksîzm-Lenînîzmê çavên xwe nagirin û çima ku berê me ne li paş, berê me li pêş e!.

Em, bi dijberiyê, bi dergehdadanê û bi cudaxwaziyê têne tawanbarkirin; çima? Çima ku em li dijberî bîrdoziya rastrew dixebitin, çima ku em pê re nagoncin û çima ku em rijd in li ser ne beşdarbûna têkilêyên berelayî!.

De bila tevaya tîran bi ser me de bibarin. Li ser vê rêya ku em rast dibînin emê heta dawî bimeşin. Di vê riyê de emê bibin amanca bêbextiyan, ya gotinên narewa, dijûnan û heta ya  tawanbariyên hemareng. Li her welatekî li seranserî cîhanê, ma meriv dikare tevgereke Marksîst-Lenînst pîşan bide ku ji layê oportunîzmê ve tûşî tawanbarkirinên bi vî rengî nebûye? Û dîsa jî,ma meriv dikare pîşan bide ku bi tawanbarkirinên bi vî rengî oportunîzmê kariye pêşgiriya bizaveke Marksîst-Lenînst bike? Na xêr, na gelî hevalan. Li her devera cîhanê, hemî gavan bizava Marksîst, sererayî bêbextî, tawanbarkirin û heta ajawetî (provakasyon)yên oportunîzmê, sererayî hemî çavsorî  û zordariyên namirovane yên çînên serdest û emperyalîmê, her ku çûye bi hêztir, xurttir bûye û serkeftin bi dest xistiye!.

Helwesta me helwesta şoreşgeriya proleter e. Çunke, girêdana bi xurtî ya bi prensîbên şoreşgeriya proleter re, her kesekî ku ji xwe re dibêje; ez şoreşgerê proleter im, erkê wî yê pîroz e ku li hemberîher bizav û nerînên rast û “çep” ku van prensîban bin pê dikin bi tekoşîneke xurt ya bêtawîzane raweste!.

-IV-

Vêca em werin ser cudahiyên me yên bîrdozî bi heval M.Bellî re. Em dikarin hebûna cudahiyên bîrdozî yên di nav me û heval M. Bellî de li bin sê sernavên sereke kom bikin:

1- Têgehîna Şoreşê

2- Şêweyê Xebatê

3- Têgehîna Rêxistinê

Di mijarên din de cudahiya nerînên mîna netewperestî, rewizyonîzm û yên mayî, cudahiya nerînên di van her sê bûyerên sereke de, ji bilî vedenga hindek bûyerên dîtir ne tiştekî din e.

1-      Têgehîna Şoreşê

Mêjûya şoreşê dide xuyakirin ku di navbera cudahiyên nerînên Marksîzma şoreşger ya digel oprtunîzmê û oportunîzma hevçerx de,di ravekirina herî dawî de, xwe dispêre bûyera “derkeftina ser rê ya ji bo şoreşê, bawerî yan ne baweriya bi xwe ye”. Di bingeha tevaya cudahiyên prensîbî yên mijarên rêxisitinî, teoriya şoreşê û şêweyê xebatê de ev rastî heye.

Îro, şêweyê tekoşîna bîrdozî ya di nav çepgiriya welatên mêtingeh û nîv-mêtingeh de, di ravekirina herî dawî de,li navbera du aliyên ji hev cudaderdikeve holê.Aliyek bi serperiştiya çîna karkeran digel arteşa gundî, bi cengeke gelêrî ya warpêçane û dirêjxayen ku bi şêweyê ji çolteran berew dorpêçkirina bajaran e dixwaze tekoşînê bide û aliyek jî, li nav bajaran, bêyî baweriya bi hêza xwe ya taybet ku bi hêzên ji derveyî xwe baweriyê dihêne, bi rêya”Xebata Legal”ya ku ji aliyê dijmin ve hatiye sînordarkirin, dixwaze tev bigere.

Teoriya şoreşê ya ku Lenînîzmê ji bo welatên cîhanê yên mêtingeh û nîv-mêtingeh destnîşan dike; teoriya bi cenga gelêrî ya digel arteşa gundî ku serperiştiya wê çîna karker dike, dorpêçkirina bajaran e.

Em, li hîç welatekî mêtingeh û nîv-mêtingeh, li parzemînekê yan jî li herêmekê ku bikare li dûv hebûna helûmercên xwe yên taybetvan prensîbên xweristî yên Lenînîzmê la bide, napejirînin.

Astê hêzên geşedana xwecihî, mêjûyî,rewiştî, gerdişî yan jî rencberiyê, tenha ew hêmanin yên ku dikarin rêberiya taktîkên teoriya şoreşa xweristî ya Lenînîzmê bikin. Ev cudahiyên heyî, li dûv taybetmendiya stratejiyên şoreşa her welatekî, bijardeyên qonaxên navber destnîşan dikin.

Belê, bingeha cudahiyên bîrdozî yên di navbera çepên welatên mêtingeh û nîv-mêtingeh de ev in. Cudahiyên di navbera “Kastrîst”,”Maowîst”,”Guevarîst” jî, cudahiyên sexte û çêkirî ku dûr in ji rewşa rastiyê û di bingeha xwe de tiştekî îfade nakin. Durişmeya wan çi dibe bila bibe, partî yan jî bizaveke ku nîşana “Kastrîst” yan jî “Maowîst” bi sînga xwe vekiribe, dibe ku di nav tekoşîneke destûrdayî ya legaziyên çep de cih girtibe. Li cîhanê û li welatê me nimûneyên vê çendê hene. (2*)

Em dibêjin; bi cengeke gelêrî ya li ser bingeha hevpeymaniya karker û gundiyan, rêçika herî lawaz ya serdestiya emperyalîzmê ku ji çolteran berew vegirtina bajaran e, şoreş dê bi ser bikeve. Di vê têgehîna şoreşê de, tevgera gundî hêza bingehîn e, proleterya jî hêza serperiştiyê ye. (3*) Serperiştiya proleteryayê pêşrewiya bîrdozî ye.

Lê heval Mihri Bellî, bêyî çespandina pêşewatiya çîna karker, ne hêza gundî, çîna karker (wekû) hêza bingehîn dipejirîne û berevaniyê ji serperiştiya kirdar ya çîna karker dike.

Aşkereye ku bijardeya serperiştiyê û birêvebirina çînan, wekû misogerkirina gorepana tekoşînê, ji ramana bingehdîtina bajaran yan jî çolteran dihêt. Bi pejirandina çîna karker wekû hêza bingehîn, nerîna ku serperiştiya bîrdoziyê napejirîne, wekû gotin, çi dibêje bila bibêje, bajaran bingeh dibîne. Û li dûv daxwaza vê têgehînê jî, şoreş dê rêçika ji bajaran berew çolteran bişopîne.

Ev têgehîn di bingeha xwe de leng e. Li welatekî ku li jêr dagîrkirina emperyalîzmê ye, ramanaşoreşeke bêyî cengeke warpêçane û dirêjxayen ya arteşa gundî, nîgaşeke vala ye. Sosyalîzma zanistî û tevgera şoreşger ya cîhanê, dide xuyakirin ku ev raman nîgaşeke. Nîrê emperyalîst bi vî rengî nayê şikandin. Divêt zencîra emperyalîst di lawaztirîn xeleka xwe de bihête parçekirin.(4*)

Wekû hêza bingehîn ya şoreşên reformîzma hevçerx, teoriya ji çolteran dagîrkirina bajaran ku çîna karker dibîne û bi şêweyê “çeteyên gundî” û her wisa, wekû bizava birjûwaziya biçûk, ji bo ku rexne kiriye, nakokiya di navbera me û heval Mihrî Bellî de, wekû partiyên çepgîr yên klasîk û partiyên Lenînîst,ji bilî cudahiya îdeolojîk ya di navbera Reformîzm û Lenînîzm de ne tiştekî din e.

Têgehiştina şoreşê ya heval Mihrî Bellî, di niyaza xwe de, çend şoreşger dibe bila bibe, di ravekirina herî dawî de hêza xwe ji bingeheke reformist ya civakî (sosyal) werdigre.

2-           Şêweyê Xebatê

Di navbera rengê xebatên ku di rêya şoreşê de dê bihête kirin û teoriya şoreşê de, hevahengiyeke bêkêmasî heye.

Wekû rêya şoreşê, ne cengeke gelêrî ya dirêjxayen, warpêçane û sext, bi herêkirina bajaran wekû bingeh, li ser bingeha desteserkirina desthilatdariyê ji aliyê çîna karker ve, di serdema sêyemîn ya qeyrana emperyalîzmê de, kontrola tund ya ku ji aliyê emperyalîst û çînên serdest yên xwecihî ve li ser bajaran danandine, dihêle ku ji naçarî pişt bi hêzên ji derveyî hêzên neyber yên şoreşê bihête girêdan.

Bi şêweyekî din em bibêjin; di vê têgehîna şoreşê de, niyaza kesane ya neyber çend şoreşger dibe bila bibe, piştgirêdana ji derveyî hêzên neyber (hêza xweyî ya rêxistinkirî) yên şoreşê, hengava van hêzan wekû bingeh ji bo demeke kurt derdikeve pêş. Xebatên heval Mihrî Bellî hem pratîk, hem jî nerînên wî yên teorîk diyar in. Wekû dihête zanîn, hemî çalakiyên çepgiriya tirk yên ku li jêr kontrola heval Mihrî Bellî ne, ji bilî tevgera damezrandina eniyeke bêyî proleterya pê ve ne tiştekî din e.  Çîrokên Hêza Şoreşger (Dev-Güç) dîsa nimûneyeke dîtir e ya ku ji aliyê hemî kesan ve dihête zanîn.

Di vî babetî de nerînên teorîk yên Mihrî Bellîdiyar in; Heval Mihrî Bellî, di ravekirinên xwe yên heta bi îroyîn de, ji hêza xwe bêhtir cih daye hêzên ku li kêleka wîya rastê rawestiyane. Di pertûka xwe ya bi navê -Nivîsîn- ku nivîsên xwe yên teorîk tê de komkirine, serweriya nerîneke rastgîr ku di demeke kurt de pêşekiyê dide burjuwaziya biçûk, xweş diyar dibe. Ev nerîn, nerîneke reformîst ya reformîzma hevçerx e ku bi navê “Rêya Şoreşgeriya Netewî” pênase dike. Bi vê stratejiya reformist, helbet tevgera rêxistinkirina hêza xwemalî bi giyanekî şoreşgêraneencam nade.

Belê, heger em şêweyê heval Mihrî Bellî bi kurtayî şirove bikin, hindeye. Di kombûna 29-30 Cotyaran de, rêveberekî çepê tirk; “Hemî armanca me dayîna rewabûnê ye ji bo ew kesên ku ji wan re tivingên kevn dihête gotin”,bi vê dazanîna xwe tevgera çepê tirk bi giştî xweş şirove dike. Ango, armanca sereke ya çepê tirk ku di bin rêveberiya Mihrî Bellî de ye, legalîtekirina Mihrî Bellî û çend “birnoyên kevn”in! Û îro bi xwe jî “tekoşîna ji bo vê legalîteyê” berdewam e!

Bi qedexekirina sosyalîstbûnê,di navbera şêweyê xebata proleteryaya şoreşger û şêweyê xebateke ku amanca legalîteyê bingeh digre, bi veşartina nasnameya xwe û li xwekirina navê “Şoreşgerê Netewperest” hîç, belê hîç yekrûyî tune ye.

3-      Têgehîna Rêxistinê

Vedana ruxsariya hemî şaşiyên şêweyê xebat û teoriya şoreşê ya kesane li ser têgehîna rêxistinê, gelekî sruştî ye. Heger gorepana cengê bi şaşî hatibe helbijartin, şêweyê xebateke leng, wekû şêweyê xebatê hatibe destnîşankirin, ew rêveberiya ku wê di navbera xebatên dever û hindek sektoran de aheng û yeksaneyê dabîn bike û van xebatan bi rê ve bibe, bêguman nabe bendewariya vê yekê bihête kirin. Arteşeke ku guzergaha wê şaş be, ma dibe ku ew sipasalarê ev guzergah danandiye xwedî helwest be?

Têgehiştina partîbûnê ya wî kesê ku bajaran wekû bingeh destnîşan dike jî, di hundirê sînorên ku dijmin destnîşankirine de,”Ji bo legalîtê” bi çepûçûran, bi berhingariyê radibene têgehiştina rêxistineke şoreşgêrane ye. Ji kesekî ku ev şêweyê xebatê û ev teoriya rastgîr herê kiriye re, ma dibe ku meriv bendewariya têgehiştina rêxistineke cengawer bike?

Ji ber vê çendê şêweyê xebat û teoriya şoreşgeriya rastgîr ya heval Mihrî Bellî, têgehiştina partiya proleter serûbin dike. Têgehiştina partiyeke di vê nerînê de, gotinên wan çend tûj dibin bila bibin, ne rêxistina cengê, rêxistina desthilatê ye.

Beranberî rêxistinkirina Lenînîst, Oportunîzmê hemî gavan li her derê du tişt pêşniyar kirine.

1) Demokratîzm: Bi şêweyekî herî demokratîk rêxistinkirina ji jêr berew jor ve,

2) Di yekemîn pêngava damezrandina partiyê de, hebûna piraniya misoger ya kedkaran.

Di babeta rêxistinê de Oportunîzm û Menşewîzm, aha di van her du xalên bingehîn de derdikevin holê; aha ev her du xal, partiyeke ku taze dihête damezrandin, yan jî di qonaxa damezrandinê de wekûrêxistineke desthilatdariyê yan jî rêxistineke cengê, destnîşan dikin. Hîç rêxistinek, wekû rêxistina cengê nazê.Tenê çawaniya yekemîn pêngava rêxistinê ku dihêtehavêjtin, hebûn û nebûna tovên rêxistina cengê diyar dike. Pêgotiyeke gelêrî heye: “Dîkê çê di hêkê de bang dide”.

Hêjta di destpêkê de, bigotina “emê rêxistinê bi şêweyekî demokratîk ji jêr berew jor ve damezrînin û di gava pêşî de dê serjimara karker û gundiyan zêdetir be”, Mihrî Bellî û kesên li derdora wî partiya şoreşger ya ku wê damezrînin, ron û aşkere ye ku wê ne partiya rêxistineke cengê ya li dijî emperyalîzmê be.

Nerînên Lenînîzmê yên derbarê partî de diyar in; Lenînîzm, rêxistinkirina bi şêweyê demokratîk ya ji jêr berew jor ve gunehkar dike. Lenînîzm, nerîna heval Mihrî Bellî ya rêxistinî, berî bi 65 salan bi navê Oportunîzmê gunehkar kiriye.

Li hember Menşewîk Martov`an, Akselrod`an ku wek heval Mihrî Bellî berevanî ji şêweyê rêxistinkirina herî demokratîk ya ji jêr berew jor ve dikirin, westayê mezin Lenîn dibêje;

“Prensîbên rêxistinkirina sosyal-demokrasiya Oportunîst şêweyê rêxistinkirina ji jêr berew jor ve dişopîne. Û ji ber vê çendê heta ku derfet hebe, (bi giyanekî geşbîn) xweseriya ku heta dighêje xala anarşîzmê û demokrasiyê tercîh dike. Prensîbên rêxistinkirina şoreşger ya sosyal-demokrasiyê jî, şêweyê rêxistinkirina ji jor berew jêr ve dişopîne…” (Gavek li pêş du gav li paş, rûp.232-233)

Rêxistineke ku bi vî rengî bihête damezrandin helbet dê ji aliyê şoreşgerên proleter ve wekû rêxistina desthilatê bihête nirxandin. Û bi rastî jî damezrandina rêxistineke bi vî awayî, hîç, belê hîç şensê wê tune ku bibe rêxistineke cengê.

Ya duyemîn, Oportunîzm di babeta partiyê de mercê ku Lenînîzm di pêngava duyemîn de lê digere, di pêngava yekemîn de lê digere. Ango di destpêkê de, di destpêka damezrandinê de her wekû Mihrî Bellî dibêje, piraniya karker û gundiyan, ango kedkaranwekû merc dide pêş. (Ev pêşniyar, derencama sruştî ya pêşniyara rêxistinkirina ji jêr berew jor e.)

Lê, li dûv dazanîna Lenînîzmê, di destpêka partiyê de yên ku ji koka kedkakaran dihên, yan nahên, nabe ji hev bihêne cudakirin. Di destpêkê de ev cudakirin kakila oportunîzmê bi xwe ye.

Di destpêkê de, hatina ji çîna karkeran, yan jîji ya rewşenbîran ne girîng e, ya girîng pêkanîna bingeha ji şoreşgerên pispor e ku têkelî çîna karkeran bûbe, “ne bes şevên xwe yên vala, her wisa hemî jiyana xwe ji bo şoreşê terxan kiribe”, bi kêmanî di perwerdeyeke Marksîst re derbas bûbe û di hindek xalên diyar de şoreşgerên şareza yên ku dane ser riya pisporiyê. Yaherî girîng, di rêveberiyê de hebûn û nebûna şoreşgerên pispor e. Û di destpêkê de,li jêr çavdêriyê kêm hejmar, lê kakila polayî yaxwedî pergaleke wek hesin girîng e. Û di hundirê vê kakilê de koka çînatî kêm-zêde di destpêkê de ne girîng e.

Lê, piştî derbasbûna ev kakila polayî ya di hindek qonaxan re, qonaxa duyemîn dest pê dike. Arastekirina tekoşîna girseya kedkar, di vê qonaxa duyemîn de ku bi himbêzkirina wî dest pê dike, bi baldarî li ser giraniya aliyê kedkar dihête rawestandin. Wekû Lenîn dibêje; Di destpêkê de ji hev cudakirina karker û rewşenbîran Oportunîzm e. Di duyemîn qonaxê de jî, di nav refikên rêveberiya partiyê de divêt karker xwedî hejmareke zêde ya misoger bin.

Oportunîzm, berdewam di destpêkê de karker û rewşenbîran ji hev cuda dike. Li dijî rewşenbîran dijminatiyê peyda dike û her wekû li rex karkeran cih digre xwe dide xuyakirin. Lê ev helwesteke sexte ye. Ya ku Oportunîzm alîgir e, ne bereveniya ji karker û serdestiya wan ya hejmariye, daxwaza wê ji serî de zayîna rêxistinê ye wekû rêxistineke asayî ya desthilatdariyê.

Ev di babeta rêxistinê de sincê Oportunîzmê yê xweristî ye. Oportunîzma ku di qonaxa yekemîn de wekû “Alîgirê”kedkaran dest bi kar dike, di qonaxên duyemîn û sêyemîn de, ya ku banandina wê di hundirê rêxistina cengê de hergîz nabe, derbasî berdevkiya rewşenbîrên burjuwaziya biçûk dibe.

Ew di bingeha xwe de, di qonaxa yekemîn de jî ne daxwazên proleterya, daxwazên rewşenbîrên burjuwaziya biçûk yên pasîfîst in,berovajî cenga li dijî çînên desthilatdar e, ango rêxistina desthilatê dihêne zimên. Vê yekê, qaşo di bin diyardeya şoreşgerî de, lê di bingehê de berevaniyê ji rêxistina desthilatê dike.

Di qonaxên yekemîn û duyemîn de jî, rûbenda xwe ya şoreşgerî dihavêje, şilfîtazî derdikeve holê û vê çalakiya xwe didomîne.

Di sêyemîn serdema qeyrana giştî ya emperyalîzmê de, ya ku ev têgehîna rêxistinkirina Menşewîzmê bi pêş dixe,reformîzma hevçerx e. Ev têgehîna rêxistinkirinê digel têgehîna rêxistinkirina reformîzma hevçerx di nav ahengeke mûkim de ye.

Wekû dihête dîtin, nerîna rêxistinî ya heval Mihrî Bellî jî, di encama şêweyê xebata rastgîr û teoriya şoreşa rastrew de, nerîneke rastrew e. Rêxistina ku ji aliyê xwediyên van nerînan ve dê bihête damezrandin, ji bilî TÎP (Partiya Karkerên Tirkî)eke nuh ku stratejiya wê şoreşa netewî ye, ne tiştekî din e. (5*)

Em, dijberî her şêweyê rêxistineke antî-Lenînîst in. Em ne alîgirên rêxistineke desthilatê, em alîgirên rêxistineke cengê ne. Partiyeke ku li ser bingeha prensîbên Lenînîzmê dê bikare bibe rêxistineke cengê, digel rêxistina Lenînîst bi rengekî goncayî dihête damezrandin.

Belê, cudahiya me ya bîrdozî digel heval Mihrî Bellî li ser van her sê bingehan bilind dibe. Wekû dihête dîtin, perspektîfên me bi giştî ji hev cuda ne. Ev cudahiya perspektîfan, di gelek mijaran de derdikevin holê. Netewperestiya ku di van demên dawî de keftine rojevê, di gengeşeyên derbarî revîzyonîzm û bûyera netewî de nerînên rastrew yên heval Mihrî Bellî ne ku ji bilî dengoyaev bûyera perspektîfên netewî pêve, ne tiştekî din e.

Ev bûyerên ku di van demên dawî de keftine rojevê, em bi kurtayî di ber çavan re derbas bikin.

Li dûv nerîna heval Mihrî Bellî, îro di nav bizava çîna karkerên cîhanê dewekû hêleke reformîsta civakî, revîyonîzma nûjen (modern) tune ye. Revîzyonîzm, tevgereke ku digel Bernstein derkeftiye holê û digel mirina wî jî,ji holê rabûye.Tew li hindek welatên sosyalîst yên cîhanê, gotina hebûna rêveberî û kartêgeriya revîzyonîzmê lewçetî ye.

Çunke, danasîna revîzyonîzmê diyar e; revîzyonîzm yekser înkara Marksîzmê ye.

Ev nerîn ji bingehê de şaş e. Belê, revîzyonîzm yekser ne înkara Marksîzmê ye. Berovacî vê çendê revîzyonîzm, înkara nafermî ya hindek tezên Marksîzmê ye. Wateya peyva revîzyonîzmê ku sererastkirin û kontrolkirine, xwedîderkeftina li gotinên berê yên marksîzmê, înkara naverok û derzika wê ye.

Di pênasekirina revîzyonîzmê de ya bi vî rengî ku heval Mihrî Bellî dibêje; îro revîzyonîzm tune ye,bi giştî ji ber nerînên wî yên di mijara rêxistinê de,reformîstiya civakî, şêweyê xebatê û şoreş e.

Têgehîna rêxistinê ya Mihrî Bellî, teoriya şoreşê û şêweyê xebatê îro ji bo bizava çîna karkerya cîhanî ku tune diyar kiriye, ji bilî nerînên nûnerên hêla revîzyonîst pêve ne tiştekî din e.

Mihrî Bellî, ji ber ku van nerînan şoreşger dibîne, xwediyê van nerînan jî revîzyonîst nabîne û neherêkirina hebûna têgehîna hêleke reformîsta civakî ya bi navê revîzyonîzmê di nav çîna karkerên cîhanê de, tiştekî zor sruştî ye.

EM WERIN SER BÛYERA NETEWPERESTIYÊ..

Di baweriya heval Mihrî Bellî de, “netewperistiya şoreşger” û enternasyonalîzma proleter bi hev re ne nakok in. Û di baweriya heval Mihrî Bellî de ku xwe wekû “netewperestê şoreşger” pênase dike, tevaya sosyalîstan netewperest in. Çikû, “hindikiya netewperestiyê mirovî ji enternasyonalîzmê dûr dixe”.

Mihrî Bellî, ma nizane enternasyonalîzm û nasyonalîzm du têgehên yekcar dijber in û  sosyalîst ne netewperest, welatperwer in? Helbet dizane. Belê nerîna Mihrî Bellî ya ku pişt bi radîkalîzma burjuwaziya biçûk ve girêdaye, dabezîna ji şoreşgeriya proleterû bi ser de jî di çandê de,digel zêdekirina “netewperestiya proleter”, heta bi sextekariyê xwe dirêj dike.

Mebest ji van lîstikan tevan, dixwaze ji radîkalên birjûwaziya biçûk re,bi nebûna cudahiya “şoreşgerên netewperest” ji şoreşgerên proleter ku di bingeha xwe de şoreşgerên netewperest in, xwe şîrîn bide xuyakirin. Em vê livîna xweşîrînkirinê ya Mihrî Bellî di pirsa netewî de jî dibînin.

Di baweriya Mihrî Bellî de, ji bo doza netewî ya li Tirkî,di her dem û di her helûmercî de bes rêyeke çareseriyê heye; bes rêyeke ku bi berjewendiyên gelê Kurd yê kedkar re digonce heye; ew jî, helûmerc çi dibin bila bibin, pêdiviye ev doz di nav sînorên peymana niştîmanî (misaki milli) de bihête gengeşekirin.

Belê ev nerîn, di bingeha xwe de nerîneke şaş û antî-sosyalîst e.

Wekû dihête zanîn, proleteryaya şoreşger bûyerê li pêş ronahiya nîşankirina mafê çarenûsa xwe ya her netewê dihête nirxandin. Em, li pêş ronahiya destnîşankirina mafê çarenûsî yê netewan, ew nerînên kudibêjin: “Helûmerc çi dibin bila bibin, hemî demanpêdiviye doza netewî di nav sînorên peymana niştîmanî de bihête nirxandin, yan jî,bikaranîna mafê cudabûnê ya ku yekane riya çareseriya kubi berjewendiya gelê Kurd yê kedkar re digonce” şaş in.

Xwediyên van nerînan, netewperestên birjûwa û burjûwaziya biçûk yên her du aliyan in. Lê, proleteryaya şoreşger, buyerê bi riya diyalektîkê dinirxîne. Ango, cudabûna li dûv mafê destnîşankirina çarenûsa xwe ya netewan, riya çareseriya xweserî, federasyon û her wisa.., helûmerc çi dibin bila bibin û hemî deman rastiya vê yekê bi şêweyekî herî vekirî derdixe holê.

(Emê vê bûyerê di nivîseke din de bi şêweyekî berfirehtir darêjin. Ji ber ku amanca vê kurtenameya vekirî ne ev e, em derbasî vê bûyerê nabin.)

Wekû li serî jî me daxuyakirin, di bingeha ev nerînên netewperest yên Mihrî Bellî de ku ziyanê digehîne enternasyonalîzma proleter, lewra ji ber têgehîna şoreşê û şêweyê xebata reformîst,nerînên xwe yên tawîzdayînê û piştgirêdana bi şoreşgerên birjûwaziya biçûk, ango bi “şoreşgerên netewperest” bincil dikin.

-V-

Belê, bi şêweyekî herî kurt me cudahiya nerînên xwe yên digel heval Mihrî Bellî, wekû naverok li pêş çavan raxist. Wekû dihête dîtin, ev ne bûyera wergirtina helwestekêya li dijberî hebûna “cudahiyên nerînên hûrik” ku di nav rêzên me dewekû bûyereke duyemîn pile cih digre, bûyera helbijartinekêye ku di navbera Lenînîzmê û reformîzma civakî de ye.

Ev, ji bo sererastkirinê ne bûyereke jirêzê ya rexnekirina nerînên şaş e. Bûyera nehiştina nerînên rastrew e ku bizavê ji bingehê de diguherin.

Helwesta ku dê bihête nîşandan, helwesta li navbera şoreşgerî û opotunîzmê ye. Her kesekî ku bibêje; hem nerînên Mihrî Bellî nerînên şaş inû hem jî, ji ber hindek egeran di rêza van nerînan de cih bigre, bila bizane cihê ku lê dimîne çirrav e, çirrava oportunîzmê ye. Û niyaza wan ya neyber çi dibe bila bibe, çend dilpak dibin bila bibin, helwesta wanhelwesta oportunîzmê ya herî durû, herî kone, herî xwêriyane ye.

Emê bi hemî şiyana xwe li dijî mijara bazarkirina prensîbên şoreşgêr yên proleteryayê derbikevin. Heta bi îro em nêzî bazarên wisa nebûne û îro jî em nêzîk nabin!.

Em ji bîr nekin, şoreşgerê proleter, ji bo paraztina bizava şoreşgertenê di taktîkan de, yan jî, di bûyerên teorîk yên sivik de meriv dikare ji bo demekê li hev bike; di berjewendiya şoreşê de, dibe ku meriv tiştna herê bike. Lê, di prensîbên şoreşgerî yên proleteryayê de, ew hergîz nêzî bazarê nabe. Û li dijberî ewên ku van prensîban derdixin bazarê jî helwesta şoreşgerî, helwesta herî tund, ya herî dûr ji li hevkirina proleterya ye.

Ew hevalên ku bi tundiyê me tawanbar dikin, divêt helwestên xwe yên şaş û tawîzkar bidin aliyekî, heval Mihrî Bellîjî rexneya xwe bide û bihête ser rastiyê, ev hevalan divêt her şêweyê pragmatîzmê bidin alî, bahweriya xwe bi prensîbên sosyalîzma zanistî bihênin û berî derbasbûna demê ku hîna dem heye, bi ser heşê xwe ve werin. Pêşniyara me ya hevaltî û dostane ji bo wan ev e.

Jêrnişe:

*Ev nivîs, digel wajokirina Ertuğrul Kürkçü, Yusuf Küpeli, Münir Ramazan Aktolga û Mahîr Çayan, di Rêbendana 1971`de wekû namîlke di weşanên govara Kurtuluş de hatiye weşandin.

(1*)Me dikarî dest ji Govara Aydinlik Sosyalîst bernedaya. Me dikarî berhingariya cudabûna kom û bîrdoziyên dîtir bikira. Lê ji ber sernivîserên Govara Aydinlik Sosyalîst,heta bi îrowekû navgîneke nûnertiya bîrdoziya duyemîn tevdigere, di baweriya me de, Govara Aydinlik Sosyalîst jî, mîna (govara) Çepgîriya Tirk navgîneke weşanê ya ku dema xwe bihurandiye. Ji ber van egeran me Govara Aydinlik Sosyalîst Dergî ji koma din re hişt.

(2*)”Maoist”ên Campus`a Amerîkayê û PDA`îst (Ronahiya Şoreşgerên Proleter) ên li welatê me nimûneyên berbiçav yên vê rastiyê ne. Rewşa van komikên li welatê me ku bi nasnameya sosyalîzmê dihêne nasîn, bi rastî jî balkêş e.

(Bêyî berçavkirina astê pêşdeçûna welêt, taybetmendiyên xwecihî, rewşa erdnîgarî û taybetmendiyên xweyî yên sêyemîn serdema qeyrana emperyalîzmê.., ji aliyê PDA`istan ve, bêyî pûtepêkirina bi naveroka zeman û mekan, şirovekirina rêçikên taktîk û durişmeya cenga gelêrî ya Çînê, diyar dibe ku çawa rêçika amancê şaş kirine. Emê vê mijarê di nivîsa xwe ya Riya Nemaze bi Turkî ve li ber çavan raxînin. Amanca vê kurtenivîsê, ne ev e.)

Evan kesan gava li alîkî di holên germ û xweş de, li Kampusan bangawaziyên cenga gelêrî dikirin, li aliyekî din,biniqandina çavan ji çînên desthilatdar re digotin; anarşîstên(!) ku dixwazin bizava şoreşger derxin derveyî sînorên destûra bingehîn ya 27 ê Gulanê, hene.

(3*) Wekû hindek dibêjin;hêza pêşrewîbûna bîrdozî ya proleterya, nayê wateya ku ne di nav hêzên palpişt de ye. Karker û gundî hêzên palpiştiya kirdar yên şoreşê ne.

(4*)Şoreş, dê bi şêweyê ji çolteran ber bi rihakirina bajaran ve rêyekê bişopîne. Ev dakokiyeke xweristî ûpêşbîniya Lenînîzmê ya ji bo welatên mêtingeh û nîv-mêtingeh e.

Ji ber ku Tirkî jî welatekî nîv-mêtingeh e, şoreş dê li Tirkî vê hêla xweristî bişopîne. Ango berevaniya dawî dê li çolteran tevbigere. Lê, ji ber taybetmendiyên sêyemîn serdema qeyrana emperyalîzmê û her wisa, ji ber astê pêşdeçûna hêzên rencber yên li Tirkî, şoreşa Tirkî, ji şoreşên Wêyetnam, Çîn û Kûbayê cuda, bi derbasbûna qonaxên navber dê bi ser bikeve.

Qonaxên cenga gelêrî û têkiliyên çolter û bajaran dê li dûv taybetmendiyên xwe hebin.Di qonaxa destpêkê de bajar dê bingeh, çolter jî dê alîkar, di qonaxa duyemîn de çolter dê bingeh, bajar jî dê alîkar bin.

“Cenga Şoreşger ya Hevgirtî”(Em dê van tevan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Riya Nemaze bi Tirkiye ve” bi berfirehî darêjin.

(5*) Vêca, ji bo têgehîna rêxistinî ya heval Mihrî Bellî,

gotina Menşewîzm jî zêde ye. Her wisa heta bi îro, bi amanca xweşîrînkirina di çavên radîkalên birjûwaziya biçûk de bi gotina “Tekoşîna ji bo demokrasiyê, tekoşîna ji bo rêxistinêye. Rêxistin di pêvajoyeke di nav tekoşîna demokrasiyê de dihête damezrandin”, Mihrî Bellî ew kese ku heta bi îro bûyera partiya sosyalîst berokaş kiriye.

image_pdf
You might also like