Komîteya Navendî ya THKC: Ji Desteya Wezîran a Amerîkanparêz re

0 1.383
image_pdf

17/05/1971

Demjimêr: 17:00

Ji Desteya Wezîran a Amerîkanparêz re,

Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê, di TEVGERA 1’Ê GULANÊ de Efraîm Elrom’ê sefîrê Israîla ku dijminê sereke yê gelên Rojhilata Navîn e û pêlîstoka Emperyalîzma Amerîkayê ye, yê Tirkiyeyê yê ku di rêxistinkirina tevgera Siyonîst a li welatê me de risteke wî yê girîng heye, revandiye.

Li hemberî jiyana Efraîm Elrom, divê demildest ev şertên me werin cih:

1- Pêwîst e hemû şoreşgerên girtî werin berdan. (Wê cih paşê were diyarkirin)

2- Pêwîst e Daxuyaniya Bi Hejmara 1’emîn a Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê 3 rojan bi awayekî giştî di Bernameyên Nûçeyan ên TRT’yê de di demjimêrên 07:30, 13:00, 19:00 û 22:45’an de were weşandin.

3- Heta ku dem biqede pêwîst e polîs û hêzên din nekevin nava şopandinê û weşanên li dijî vê yekê dernekevin.

Piştî vê ultîmatomê 3 roj dem heye. Heger şertên me bi cih neyên wê Efraîm Elrom demildest were gulebarankirin. (Dem heta 20/05/2021’ê demijmêr 17:00’ê ye)

Komîteya Navendî ya Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
image_pdf
You might also like