Karê şoreşgeran ew e ku divê ji bo şoreşê şer bikin; him jî bi hemû derfetên xwe. Weke ku hosteyên mezin jî didin xuyakirin: “Kesên ku ji bo şoreşê şer nakin, mirov ji wan re nikare bêje sosyalîst”. Ji ber vê jî dive şoreşger, xwe ji bo şoreşê amade bikin, behremendiyên xwe pêş bixin û bibin pispor. Ev yek jî bi perwerdeya di nava xebata teorîk û pratîk de pêk tê. Ango divê perwerdeya teorîk a şoreşger û pratîk bibin yek. Armanc ne ew e ku her pirtûkên ku dikevin dest, werin xwendin an jî agahî kom bibin; armanc ew e ku di nava rêzekê de perwerde were dîtin û ji bo ku bi dijminekî diyar re şer were kirin, bi awayekî baş perwerde were kirin. Armanc ew e ku kadroyên tevgera şoreşger werin avakirin.
Her têkoşer, divê inisiyatîfê bi kar bîne, di qadên têkçûn û serkeftinê de biryarên dûrist bide û bi rêberiya taktîkên rast, şer bike. Ji bo vê yekê jî divê teorî bi awayekî afirîner bikeve ramanê û di pratîkê de were pêkanîn.
Ji bo ku şagirtên tevgera şoreşger ji perwerdeyeke xurt derbas bibe du rê hene ku ev herdu rê hevdu temam dikin û bi hev ve girêdayî ne. Divê teoriya razber were fêmkirin; divê gelek gotin bikevin nava mejî; divê dîroka tevgerên karkeran were fêmkirin; divê dîroka tevgerên şoreşger ên cîhanê were fêmkirin, ango bi kurtasî divê Marksîzm-Lenînîzm û pratîka wê ya cîhanî were fêmkirin. Divê mirov di nava xebatên pratîk ên tevgera şoreşgerî ya welatê xwe de cih bigirin; ji ber ku li gorî mercên welatê wan e, xeta rast a Marksîzm-Lenînîzmê fêm bikin û pratîka vê têkoşînê pêk bînin.
Weke ku tê dîtin, di tevgera kadrobûnê de teşegirtina teorîk a kesan, risteke gelekî girîng dileyîze. Heger ev taybetmendî baş pêk were, wê çaxê kadro dikarin weke pêşengên girseyan di xeta rast de çalakiyan bikin û weke rêxistinparêzên serbixwe xebatan bimeşînin. Barê sereke yê perwerdeyê, li ser milên kesan e.
Divê neyê jibîrkirin ku fêrkirin û ji bo fêrbûnê xebata çalak a takekesî, xebateke şoreşgerî ye. Pêwîst e bi awayekî mayînde di mejî de were çandin ku şoreşgerî, ne karekî seknan, mekanîk û di wateya giştî de ne pîşeyek e; şoreşgerî, giyanek e, coşek e û hesteke welatparêziyê ye. Perwerde, pêwîstiyek û peywira sereke ya vî giyanî ye. Incex wê çaxê xebatên zanistî yên ku bingeha perwerdeya şoreşger in, dikarin werin meşandin. Incex wê çaxê perwerdeya şoreşgerî ya li ser kaxizan û biryarên ku em distînin, wê nebin biryarên burokratîk û wê veguherin perwerdeya rojane ya şênber. Helwesta ku dibêje “Ez jî mile xwe bidim erebeya şoreşê ya ku dimeşe; bila para min jî tê de hebe”, helwesteke bi temamî mekanîk e. Ev helwest, kesan ji çalakbûnê dixe; di demên zehmet de jî dike ku kes ji riya xwe bizîvirin. Pirsgirêk ne ew e ku mirov tev li çalakiya dafandina erebeyê bibe; pirsgirêk ew e ku dive mirov hemû derfetên xwe bixe meriyetê û ji bo şoreşê berpirsyariyê rake.
Ji bo vê jî pêwîst dike ku coşa şoreşger û li hemberî hêzên dij-şoreşger jî zor û hers hebe. Divê em zanibin ku di rojên dirêj ên şoreşê de hêza xurt a ku me li ser piyan dihêle, ev coş û hêrsa şoreşger e. Çawa ku artêşa ku çekên xwe winda bike, êdî taybetmendiya artêşbûnê winda dike, şoreşgerên ku coşa welatparêziyê bi wan re tune ye jî taybetmendiya xwe ya şoreşgeriyê winda dikin. Welatparêzî, baweriya ji şoreşê re û hilgirtina berpirsyariyê ji hevdu nayên qetandin. Şoreşgerên baş, di demên têkçûnê de dikarin bi xwe biryarê bidin, dikarin bi xwe berpirsyariyê rakin û sist nabin. Hilgirtina peywiran û hestê berpirsyariyê, divê hertim bi dû xwe de tevgera şoreşgerî bîne. Ango kesên ku bi berpirsyariyê dihisin, divê rasterast derbasî pratîkê bibin; herî kêm dive xwe ji şoreşê re amade bikin. Pêwîst e ji bo vê jî “di binê hêmana navendîbûnekê de” şoreşger xwe di teorî û çalakiyê de perwerde bikin. Kesên ku xwe perwerde nakin, xwe bi bîrdoziya şoreşê napêçînin û nakevin nava xebateke pratîkî, weke kîsên vala ne û lewlewokên (lafazan) jirêzê ne.
Xala destpêkê ya perwerdeyê ew e ku divê mirov pirsgirêkên sereke yên têkoşîna çîna karkeran a welat û cîhanê (bi awayekî polîtîk, aborî û bîrdozî) lêkolîn bike û li ser vê bingehê perwerdeya teorîk a Marsîzm-Lenînîzmê bike. Divê were zanîn ku “Teorî ne dogma ye, lê rêbera çalakiyê ye” (Lenîn) û peywira sereke ew e ku “Divê bi wan were fêrkirin ku endamên partiyê û endamên yekitiya ciwanan, ne li hemberî dijminekî gelemperî têbikoşin, lê rêbazên Marksîzm-Lenînîzmê li gorî hin şert û mercan bixin meriyetê û li hemberî ‘dijminekî diyar’ şer bikin” (Dimitrov). Pêwîst e ku bingeha perwerdeyê wiha be.
Kadroyên ku perwerdeya takekesî dikin, pêwîst e hertim serî li hêmana NÎQAŞ-REXNE-REXNEDAYÎN’ê bidin. Yek ji peywirên ku li pêşiya me ye jî, fêrbûna Marksîzm-Lenînîzmê ye. Ji bo ev perwerde biçe serî jî, pêwîst e xebatên me, di nava bernameyeke diyar de werin meşandin. Pêwîst e ku weke şervanên şoreşê, bêyî ku riya xwe şaş bikin, divê şervanên egîd ava bibin ku di xeta rast de bimeşin û xebatên di nava girseyê de bikin. Di nava tevgera şoreşger de kesên ku ji disiplînê, hişmendiya rêxistinê û berpirsyariyê direvin, rastî bîrên tarî tên. Di vê çarçoveyê de pêwîst e girîngiya mijarê were fêmkirin û em tevgera xwe li gorî vê girîngiyê sererast bikin.
Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî