HUSEYÎN CEVAHÎR: RAPORA ROJHİLATÊ ANATOLYAYÊ

0 4.038
image_pdf

Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê THKP-C’yê ji bo li hemberî pirsgirêka Kurd helwesta xwe diyar û zelal bike endamê Komîteya Giştî û Berpirsyarê Herêma Rojhilatê Anatolyayê (Kurdistana Bakur) Huseyîn Cevahîr peywridar kir û jê xwest ku raporekê binivîse. Li ser vê yekê Huseyîn Cevahîr “Rapora Rojhilatê Anatolyayê” weke pêşnûme amade kir. Ev rapor cara pêşîn di gulana 1970’î de di hejmara 19’emîn a kovara “Aydınlık Sosyalîst Dergî” de hate weşandin.


JIYANA HUSEYÎN CEVAHÎR

Dîroka Şehadetê: 1’ê Pûşperê 1971

Cihê Şehadetê: Stenbol/Maltepe

Dîroka Jidayîkbûnê: 1945

Cihê Jidayîkbûnê: Bajarê Dêrsimê, navçeya Mazgîrtê, nahiyeya Mohûndûyê(Darikent)

Cihê gora wî: Şobek (Yeldegen), Mazgîrt/Dêrsim

Huseyîn Cevahîrê ku lawê malbeteke cotkar a Kurd-Elewî ye, yek ji pêşengên THKP-C’yê (Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê) ye. Di 1’ê pûşpera 1971’ê ew û hevalê wî Mahîr dikevin dorpêçê û di nava dorpêçê de dibe yek ji mînakên bi heybet ê berxwedanê û şehîd dibe.

Mahîr, Huseyîn û Ûlaş hema hema di hemû kêliyên dîroka THKP-C’yê de bi hev re bûn. Ew di berxwedanên cuda de şehîd bûn, lê bi hev re gelek çalakî li dar xistin.

Cevahîr yek ji kadroyên ku ji SBF’yê (Fakultya Zanistên Siyasî) yê THKP-C’yê bû. Di destpêkê de li beşa Tipê (bijîşkiyê) ya Zaniîngeha Stenbolê dixend, lê SBF ji bo wî balkêştir bû; zanîngeha xwe guhert û hat Enqere, SBF’yê. Dema hat zanÎngehê bû endamê Klûba Ramanê. Di wê demê de ew jî endamê TîP’ê (Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) bû. Huseyîn lêkolîner bû; bi vê taybetmendiya xwe di têkoşîna bîrdoziyê ya li hemberî TÎP’ê dihate meşandin de pêşngiyê kir.

Cevahîr di milîtaniya destpêkê ya tekoşîna antî-faşîst a li SBF’yê de cihê xwe girt. Bi dûv re gav bi gav THKP-C hate sazkirin.

Huseyîn Cevahîr di vê heyamê de, di berfenbara 1970’î de, di civîneke ku li Enqere/Kucukesatê hate lidarxistin de bû yej ji 11 endamên Komîteya Giştî ya Bihurbar (demkî). Di pêvajoya din de dema Komîteya Giştî ji “bihurbariyê” derket û teqez bû jî Huseyîn Cevahîr bû endamê vê avaniya ku berpirsyariya THKP-C’yê radikir. Di parvekirina xebatan a Komîteya Giştî de Huseyîn Cevahîr berpirsyariya Kurdistanê wergirt.

Lê Cevahîr li ku derê pêdiviyên Partiyê hebûya li wê derê bû. Tevî Sînan Kazim Ozdogrû, Hûdaî Arikan û Sebahattîn Kûrt gelek caran diçû herêma BehrareşPêşengên THKP-C’yê ne pêşengên li ser maseya xwe bûn! Ji ber vê jî di rêxistinkirina şerê çekdarî de rasterast cih digirtin. Di çalakiyên destpêkê yên li Enqereyê de Cevahîr jî hebû.

Huseyîn Cevahîr di Sibata 1971’ê de tevî komeke ku Ûlaş jî di nava wan de bû tê Stenbolê û amadekariyên li vî bajarî bi rêxistin dike.

Cevahîr di 17’ê gulana 1971’ê de di çalakiya revandina Ephrahîm Elrom (SersefîrêIsraîlê yê Stenbolê) de bi Ûlaş Bardakçi û Mahîr Çayan re bû.

Ev hevalên pêşeng di rewşa giran a darbeya 12’ê Adarê de xwe paş de nekişandin û şer bi rêxistin kirin û vê yekê pêk anîn. Pêvajoyê piştî çalakiya Elrom ew gihandin Maltepe’yê ku paşê veguherî baregeha berxwedanê.

1’ê pûşpera 1971’ê bû… Wir, Maltepeya Stenbolê bû…Wê li wir, Cevahîr qelleşane hatiba kuştin… Lê wê êdî olîgarşî ji Cevahîran û Maltepeyan xelas nebûba… Ji ber ku çalakiya wî xeta Partiyê bû.


Ji ber ku di demên dawî dengên ku ji Rojhilat tên, bilind bûne û heta gihane ragihandina Babialî’yê (ragihandina Stenbolê) em nivîsa hevalê xwe Huseyîn Cewahir ê ku me ew şandibû Bismil û Farqînê û li cihê bûyeran ev nivîs amade kiribû, diweşînin. *

RAPORA ROJHİLATÊ ANATOLYAYÊ

Li Bismilê:

Bismil, navçeyeke Amedê ye. Nifûsa wê 6 hezar e. Pê ve girêdayî 96 muxtarî hene. Dema em mezrayan (gundên biçûk ên girêdayî muxtariyan) jî tevlê bikin hejmara cihên niştînê digihêje 120-130’î. Gund dibin du beş: gundên çiyayî û gundên deştê. Aboriya gel li ser çandiniyê ye. Li vê herêmê ji 2 milyon donim erdî zêdetir erdê çandiniyê heye. Hin ji erdan di destê axayan de ne. Ligel ku terektor û maşîneyên din ketine herêmê jî pêkutiya axa û şêxan berdewam dike.

(Li gundê Bînanê yê Bismilê axayek heye. Navê wî Abdulqadir Sînanli ye. Gundî û kesên derdorê jê re dibêjin Ferman Axa. Herkes dizane ku zilamên wî yên çekdar hene û ev kes bi çekên otomatîk digerin. Sed hezar donim erdê wî heye. Tevî mirovan û malan çend gundên wî hene. Di hilbijartinên 1969’an de ji bo partiya AP’yê kar dike. qesabê gund ê bi navê Ibrahîm dema diçe navçeyê ji dostê xwe re soz dide ku wê di hilbijartinan de raya xwe bide partiya YTP’yê. Dema Ferman Axa vê dibihîze wî diqewirîne û axayên derdorê jî wî nagirin cem xwe, ji bo li hemberî axayê xwe derketiye. Ibrahîmê qesab niha li bajarê Batmanê li karekî digere.)

Di dema dawî de di serdagirtinên komandoyan (leşkerên taybet) de bi taybetî jî destwerdana gundên axayan nehatine kirin. Li gundê Ferman Axa qaşo lêgerîn pêk tê û tiştek nayê dîtin. Gundî jî wiha gazincan dikin: “Çekên axa hene, lê jê nayê girtin û pêkutî li ser nayê kirin. Lê ligel ku li cem me çek tune ne îşkenceyê li me dikin.” Komando dibêjin ku di destê wan de biryara lijneya wezîran heye ku lêgerînê û îşkenceyê bikin. Heta niha kesî ev biryar nedîtiye. Heke bi rastî jî biryareke wiha hebe ev tê wê wateyê ku dixwazin pêkutiyê, bêzariyê û rewşa terorê pêk bînin; dixwazin bidin xuyanîkirin ku artêş li cem axayan e. Divê rewşenbîr, kesên pêşverû û şoreşger bi dûv vê biryarê bikevin. Ev yek plana xerakirina biratiya gelên Tirkiyeyê, parçekirina wan û hukma li ser wan e. Ev yek beşa Tirkiyeyê ya plana emperyalîzmê ya Rojhilata Navîn e.

(Li qehweya koçberan a Bismilê Mistefa Bûlût behsa hatina komandoyan dike. “Komando hatin qehweyê. Tu têkiliya min bi çekan û kuştinê re tune ye. Min got ‘fermo’. Xwezî min negotiba. Dest bi xeberan kirin. Xalê min jî komando ye. Zilamekî baş e. Min ev yek ji wan re got û min got ‘sûcê min çi ye?’. Vê carê cilên min kişkişandin û xeberên xirabtir gotin. Rûmeta min şkest, çavên min hêsir kirin. Ez ji xalê xwe jî qeherîm. Ma ne hefy e? Em jî mirovên vî welatî ne.)

Ev, bûyereke biçûk a li navenda navçeyê pêk hatiye. Hesabê li pişt vê bûyerê basît û xeter e… Tunekirina hêla şoreşgerî ya artêşê û avakirina dîwarên kînê ya di navbera artêşê û gel de. Mirov dikare bêje ku heta radeyekê bi ser jî ketine.

Komando diçin gundê Kenberlî. Li gund kesekî ku heta dibistana navîn xwendiye heye, Adnan Aktepe… Ciwanekî baş û şiyar e… Fêm kiriye bê Tirkiye di çi rewşê de ye. Ji bo felatê li çareseriyan digere, lêkolînan dike û dixwîne. Kenberlî jî gundê axayan e. Adnan ji ber feqîriyê piştî dibistana navîn nexwediye. Berî ku komando werin gund axayan behsa Adnan ji wan re kiriye. Tên gund li Adnan dipirsin û dibêjin ‘ka çeka xwe bîn”. Dema gotiye ‘çek tune ye’ lê xistine. Dema em çûn cem wî destê wî parçe bibûn, laşê wî sor û şîn bibû. Talî li gund tu çekî nabînin û Adnan bi lêxistina xwe dimîne. Li hemû gundan jinan û zilaman datînin cihên cuda û li wan dixin û ji gelek gundan destvala vedigerin.

Tiştekî asayî ye ku gundî li hemberî mehkûman û zilamê axa çek hilgirin… Zilamên axa, ji bo berjewendiya wî bi hêsanî zilaman dikujin û dişelihînin. Saziyên fermî deng nakin. Gundî jî hemû pêkutiyan weke sirekê vedişêrin.

(Ji gundê Salata Jêrîn Halîl Toptaş dibêje: “Mehkûmên ku zilamên axa ne hin herêman ji mehkûmên din û gundiyan diparêzin. Ligel vê yekê pêkutî tên ser me û bêyî ku hişk bişewite, ter dişewite. Komando hatin gundê me û em kom kirin. Bi dûv re em dan bazdan û bi me keniyan. Talî dest bi lêxistinê kirin. Ev çi kar e, çi hikûmet e, çi pergal e? Komandoyan ji bekçî av xwest. Dema bekçî av anî bi ser wî de dakirin û keniyan. Dema bekçi got ‘ma çi sûcê min e?’, jê re gotin ‘kûçik lawê kûçikan, ma tu tenê maye avê bîne?'”)

Li aliyê din nelirêtiyên di karên gubre(semad) û tovan de jî gelek bûne. Par jî gel ji bo nelirêtiyên di belavkirina gubreyê de serî li gerînendetiya giştî ya Bankaya Zîraatê didin. Gotine ku cîgirê gerînendeyê bankayê Bahattîn (niha li Palûyê ye) û serokê şaredeiyê Necîp Aslan pişta hin kesan digirin û gubreyê vedişêrin û buha difroşin. Serperişt (mufettiş) tên. Talî tişt jê dernakeve. Li gundê Tepecîk, Aralikê 25 ton genimê tov ê mafê gıundiyan e didin sê kesên ku tu têkiliya wan bi çandiniyê re tune ye. Gundî serî li walitiyê didin, lê encam dernakeve. Paşê tov ji hêla Necîp Aslan û cîgirê gerînendeyê bankayê ve tê firotin. Ev cîgirê ku ji bilî mehaneya (maaş) wî tu dahata wî tune ye bi 150 hezar lîreyî kamyonekê û du xaniyan kirîne.

Mirov ji kîjan alî de binêre xerabûnek, genîbûnek û nelîretiyek heye. Ji bo ku desthilatdarî vê yekê baş dizane bi zanebûn balê dikşîne ser tiştên din û dibêje “tevgereke Kurdperestiyê ya xurt heye.” Lê Kurdperstî tune ye. Tiştê heye, hêviya hemwelatîbûneke azad ku dixwaze zimanê xwe bi kar bîne ye. Û ew bawerî heye ku incex di wekhevîbûna rasteqîn de yekîtî û biratiya gelê Tirkiyeyê yên rastîn pêk were.

(Muxtarê gundê Aralikê dibêje: “Zarokekî ku ji gundê me diçe gundê Obaliyê digirin. Saet 4 û nîvê sibehê ye, mij heye û hewa gelekî sar e. Leşkeran ez birim derveyî gund û pirsa mehkûm û çekan kirin. Jin xistin camiyê, em ji dan hev û li ser me geriyan. Gund ji hev xistin, tiştekî nedîtin. Sûbayan nedît, lê leşkeran li me dan.”)

Bekir Cengîz etar (çerçî) e; ixtiyar e û guhê wî giran e. Tiştik miştikan difiroşe gundiyan û debara xwe dike. Li ser komando wî dibînin û dibêjin “raweste”. Bekir Cengîz nabihîze û riya xwe didomîne. Tên cem wî û gelekî lê dixin.

Li gundê Mele Feyyat erdê herkesî heye. Ji ber ku li gund axa tune ye li “deriyê hikûmetê” jî pişta wan tune ye. Li vî gundî komando tên gundî kom dikin û li gund digerin. Dema tiştekî nabînin dest bi lêxistina gundiyan dikin û dibêjin “Çima çekên we tune ne?”. Gundiyekî digot “Çek hebe tiştek e, tune be tiştek e!”; yekî din jî digot “Wextê armanca wan lêxistin bete divê çek hebe, te divê tune be ferq nake!”.

Li gundê Mezrakebîrê ji meleyê gund dipirsin bê ka li cem kê çek hene. Mele dibêje ku ew tiştekî wiha nizane û bizanibe jî wê jixwe ji wan re nebêje, lewre gelacî ne li gorî oldarekî ye. Li ser vê yekê hemû gundiyan kom dikin û dibin ber çem û radizînin nav heriyê. Kesên ku bi ya wan nakin jî bi zorê radizînin û pê li pişta wan dikin.

Ev tenê çend mînak in. Li Bismilê îşkenceyên ku nayê bîra kesî yên ji wan xirabtir jî hatine kirin. Yên ku vana dikin leşkerên vî welatî ne; yên ku ev bi wan didin kirin jî hevkarên emperyalîzmê û axa ne. Yên ku îşkence li wan tê kirin jî xelkê welatê me ne. Ew xelkê ku di şerê rizgariya neteweyî yê yekemîn de li hemberî guleyên Fransî û Îtalî sekinîne û zarokên wan in… Çekdarên ku bi M.Kemal re emperyalîzmê ji welatê me bi darê zorê derxistine û zarokên wan in…

Li Farqînê:

Sê caran digirin ser gundê Korîtê. Di herdu carên destpêkê de gundiyan derdixin derve û jin û zilaman ji hev diqetînin.bi dûv re lêgerîne dikin. Gund ji hev dixin. Ji ber ku ev çend mehên dawî komandoyan dest ji girtina eşqiya û qatilên axayan berdane, karên xwe gelekî “xweş” dikin. Dema tiştekî li gund nabînin hêrs dibin; bêyî ku li temenê wan binêrin hemû zilaman li erdê radizînin û wan li erdê dixiriqînin. Leşker gundiyan dibin serê gir û wan ji wir digindirînin, dema tên ber çem vê carê dîsa dikin ku baz bidin serê gir. Ixtiyarên ku nikarin baz bidin jî rastî xeber û lêdanan tên. Cara 3’yan piştî ku li konên koçeran digerin dîsa tên gund. Komando di rê de rastî gavanê gund tên û dibêjin: “Hûn çima eşqiyayan xwedî dikin?”. Dema gavanê bi navê Ibrahîm ji wan re dibêje: “Ez li derveyî gund im, hayê min ji tiştekî tune ye” jî nigê wî dixin feleqeyê û îşkenceyê lê dikin. Çîmên gavan reş û şîn bibûn, binê lingên wî jî nepixî û qelişî bûn. Gavan deh rojan ji nav cihan ranebûye, nikarîbû rabe ser piyan.

Li gundê Veysîtalûyayê gundî behsa tiştekî nekirin. Dema yek ji zarokan got ku leşkeran li wan xistine gundiyan got “tiştekî wiha nebûye” û bera zarok dan. Di 8’ê nîsana 1970’î de destê sibehê saet di 3’yan de 3 hezar leşker û komando, tevî 6 balafirên helîkopter û yekîneyên topan bi alîkariya balafirên keşfê bajar dorpêç kir. Yên ku ev didîtin digotin qey keleha dijminekî hatiye dorpêçkirin. Kesên ku ji ber deng şiyar dibûn û derdiketin derve digirtin û dibirin cihê komkirinê. Cihên komkirinê jî meydana kargeha TEKEL’ê, Çala Kortê û Şadorê bûn. Kî serê xwe ji mala xwe derxistiba bi l^dana qebdeyên çekan li van deran kom dibûn. Li cihên komkirinê xelk li erdê hatin xiriqandin û bi awayekî komî îşkence li wan hate kirin. Leşkeran ew ser dev diavêtin erdê û hildişiyan ser pişta wan û bi wan dikeniyan. Mehdî Zana jî dema bi vê yekê dihise tê kargeha TEKEL’ê, lê heman îşkenceyan bi wî jî dikin. Îşkenceyên herî giran li Şadorê tên kirin.

Saet 9’an de serlêdan ji bo qeymeqamtiyê tê kirin. Qeymeqamê wê demê (ku niha qeymeqamê Koycegîzê ye) ji wan re dibêje ku îşkence tune ye û ew derewan dikin. Dema Ebdilkerîm Ceylan wî vedixwîne cihê bûyerê jî qeymeqam dibêje “Wê çaxê hûn ku derê dixwazin herin gazincên xwe li wir bikin”. Paşê jî bi hinceta ku qaşo gotinên nebaş jê re kirine Ebdilkerîm Ceylan dixe bin çavan. Di wan keliyan de leşker dikevin taxa Girê Ferîdûn û îşkence li gel dikin. Ev lêgerîn û îşkence heta saet 5’ê nîvro berdewam dikin.

Hevgirtina axa, karmend û hevkarên emperyalîzmê bi awayekî şênber di van lêgerînan de li ber çavên gel tê raxistin. Beriya serdagirtinan bi sê rojan waliyê Amedê (ku niha pêşniyar hatiye kirin ku bibe gerînendeyê giştî yê emniyetê) xeberê dişîne ji axayên Farqînê re. Axa jî hema diçin Enqereyê ji bo “betlane”yê. Gel bi vê yekê dizane. Her wiha lêgerînên li Farqînê tenê li dervayî sûra Farqînê tên kirin, dest nadin hundirê sûrê. Lewra dewlemendên bajêr li vir rûdinên.

Lêgerîn û îşkenceyên herî hovane li Dêrik, Dihê û Sêrtê tên kirin. Lê deng ji vê herêmê dernakeve. Gel qehra xwe ya ku mezin dibe diavêje hundirê xwe. Lê di 8’ê nîsanê de dema serdagirtina Farqînê çê dibe hin kes pê dihisin. (Weke mînak: Meleyê gundê Rafşata Derîkê tazî dikin û benekî bi ezayê wî yê hacetê girê didin û didin destê jina wî û wan li gund digerînin. Bi dûv re îşkenceyê li jina wî jî dikin. Piştî vê bûyerê mele ji gund derdikeve û kes nizane bê bi ku ve çûye.)

Bûyereke din; li gundê Davûdî yê Amedê di lêgerînekê de komando ciwanekî digirin û gelekî lê dixin. Bavê wî xwe diavêje ser lawê xwe û dibêje: “Li şûna wî li min bixin.” Bi derbên qebdeyên çekan serê wî dişkê. Dûrsûn Yanardagê şêst salî (navê bavê wî Mihemed e, li gundê Dûrûyê çêbûye) di 18’ê adara 1970’î de radikin nexweşxaneya fakulteya Amedê û di 22’yê adara 1970’î de ji ber xwîn çûye ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest dide. Gundiyan digot :”Qezaya trafîkê pê re çê bûye!”. Dema me israr kir jî gotin: “Miriye, çûye. Ma qey hûn ê wî vegerînin?”

Ev tenê çend bûyerên ku me çavdêriya wan kirine ne. Bi hezaran bûyerên ji van xirabtir li Rojhilat û Başûr-rojhilatê Anatolyayê hatine kirin. Ev bûyer di esasê xwe de encamên siyaseta “parçe bike-birêve bibe” ya emperyalîzmê ne. Heke em dixwazin welatê xwe ji emperyalîzmê, hevkarên wê û axayan rizgar bikin û em rizgarî û kêfxweşiya gelê xwe dixwazin divê em van bûyeran ji nêz ve bişopînin û pirsgirêka Rojhilat bi awayekî zanistî û welatparêziya rasteqînî rave bikin. Li Rojhilat gelê Kurd heye ku bi salan e bi gelê Tirk re jiyaye û li hemberî dijminan mil bi mil şer kiriye. Weke gelê Tirk bi hezaran pirsgirêkên vî gelî yên ku nehatine çareşerkirin hene. Pêkutiya axayan, birçîbûn, zilm û terora deesthilatdariya hevkar li Rojhilat heye.

Li aliyê din emperyalîzm li Rojhilata Navîn projeyên xwe bi awayekî lezgîn dixe meriyetê. Emperyalîzm dixwaze dijminahiyê bixe nav gelan, têkoşîna wan a rizyariyê ya li hemberî emperyalîzmê parçe bike û ji paş ve xencerê lêxe. Xala herî girîng ev e… Heke şoreşgerên Tirkiyeyê hişyar nebin û vê lîstikê ji niha ve xera nekin wê di pêş de bikevin pirsgirêkên mezintir.

Pirsgirêka rojhilat incex bi riya şoreşgerî çareser dibe. Ji bo vê desthilata şoreşgerî, divê şoreşgerên Tirk û Kurd û hemû welatparêz mil bi mil xebatê bimeşînin. Divê biratiya gelan a heyî were xurtkirin, li hemberî dijminê sereke emperyalîzmê têkoşîn were dayîn û em hişyar bin. Yekane riya rast ev e! Ya na di kîjan refê de be bila bibe nijadperestiya bûrjûvaziyê lîstikeke emperyalîzmê ye, parçekirin e.

* Kovara “Aydinlik Sosyalîst Dergî”  Gulana 1970’î – Hejmara 19’emîn

THKP-C (ENIYA PARTIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ)

ENDAMÊ KOMÎTEYA GİŞTÎ – HUSEYÎN CEVAHÎR

KÜRTÇE -TÜRKÇE ||  PDF İNDİR-ONLINE OKU
image_pdf
You might also like