ŞOREŞA BÊNAVEBIRR – I

0 1.507
image_pdf

ŞOREŞA BÊNAVEBIRR – I

PÊŞEKÎ:

Di çeprewiya welatê me de bêserûberiyeke mikum serwer e. Wisa ku hindek fraksiyonên oportunist yên ku heman dakokiyan wekû bingeh bi kar dihênin û bi embelajên ji hev cuda dihajon piyasê, ji bilî hêza xweya nemaze pişta xwe didin hêzên hinekî din, bi şêweyekî herî tund hev bi oportunîzmê, bi pasîfîzmî, bi xiyanetê û bd.., gunehkar dikin. Di navbera xwe de, li derdora cudayiyên şêwe, yan jî, nirxandinên biçûk ku ne hêjayî cudahiya taktîkan e jî, bagêran radikin.

Nakokiyên qaşo bîrdozîne ku dihêne kirin, şêlûkirinên naşermane, kazekazên birjûwaziya biçûk, di nav toz û dûmana qurretiyên “em ji berê dizanin” de gengeşeyeke ku bi salan e didome.

Li welatê me, di encama nebûna bizaveke proleter de, di çepgeriya me de, astê bîrdoziyê ne bilind e. Ji ber vê çendê, di jîwarekî wisa de, rast û xwar ji hev nahêne cudakirin; her tişt tevlîhev bûye. Û di vê rewşa ku teoriya şoreşa Marksîst-Lenînîst naveroka xwe winda kiriye de, bi şêweyê rûxsariya oportonîzmê teoriyên “şoreşê”, li ser navên Marks, Engels, Mao-Tse Tung, Ho Chi Mînh..; bi nivîsên wan ve peywendîdar dihêne amadekirin û derdikevin piyasê. Wisa ku yek ji rengê oportunîzmê nivîsên Lenîn wekû çavkanî bi kar dihêne û aliyê din bi xiyanetê tawanbar dike, aliyê din jî nivîsên Mao û Lin Piao wekû çavkanî nîşan dide û aliyê ku ew tawanbar kiriye ew jî wî bi revizyonîzmê tawanbar dike.

“Marksîzm, rêzaniyeke gelekî tevlîhev û  gelekî kûr e.”

Marksîzm, rêzaniyeke berdewam ya ku li hember rastiyên nuh yên jiyanê kûr dibe, zengîn dibe û ji xwe jî berfirehtir dibe.

Di Marksîzmê de ya ku bingeh e ne gotinin, naverok e.

Di Marksîzmê de tiştek tenê ya ku nahête guhertin, bi gotina Lenîn; giyanê wê yê herî zindî azîna diyalektîkê ye.

Du hêmanên Diyalektîkê yên ku herî bi hev re pelçîmbûyîne, heger têgehên zeman û mekan ku nehêne berçavkirin, di nerîna Marks û Engels de ya Lenîn, di nerîna Lenîn û Stalîn de ya Mao Tse Tung û di nerîna Mao de jî, dibe ku revîzyonîstiya serkeftiyên şoreşgerên proleter yên sêyemîn serdema qeyrana emperyalîzmê bihête axaftin.

Oportunîzm li her derê û li hemî deman di şêlûkirina sosyalîzma zanistî de serî li du azînan dide: Yan bêyî berçavkirina têgehên zeman û mekan, bi her du destan xwe dihavêje ew nerînên di jiyana îroyîn de kevnbûyî yên Marksîstzanên ku ji bo helûmercên mêjûyeke din dane pêş û dixwaze van nerînan ji bo çewtiyên xwe wekû palpişt bi kar bihêne, yan jî nerînên Maksîzm-Lenînîzmê yên ku di hemî helûmercan de derbas dibin, bi gotina “zeman û mekan hatiye guhertin” Marksîzmê revîze dike.

Mîna li hemî welatên cîhanê,li welatê me jî her şêweyê oportunîzmê, digel şêlûkirina Marksîzm-Lenînîzmê, bi serîlêdana her du azînan dixwaze serê gernasên şoreşger tevlîhev bike.

Gava me dest bi nîvîsîna vê namîlkeyê kir, bi taybetî me ev rastî berçav kir. Têgehiştina şoreşê, bi vê yekê ve girêdayî, rêxistin û têgehîna me ya şêweyê xebatê, teoriya şoreşa Marksîst, bi daxuyaniya şopandina rêyeke ku wê çawa bi demê re zengîn û niştecih bibe, me xwest derbixin holê.

Ew bixwe di raveyên sosyalîzma zanistî de bi gelemperî ne ji neyînê bo heyînê, ji ravekirinên heyînêberew neyînê çûyîn heye. Lê çepgîriya welatê me pêdivî bi rewşeke taybet heye.

Wekû li silal jî me daxuyakirin, di hebûna tevlîheviya teorîk ya di nav çepgîriyê de naveroka rêzaniyê winda bûye. Ji ber vê çendê,bi destpêkirina ji neyînê ya ser ji nuh de, digel nirxandina bijardeya kûrçûna bûyerê bi demê re, ji bo daketina heyînê me biryar da.

Her wisa bi vê çendê, ev teoriya şoreşa Marksîst ya ku naveroka wê di nav kêşmekêşiyê de winda bûye emê derbixin holê, ya duyemîn jî, bi nakokiyên her şêweyê oportunîzmê re goya bîrdozîne ku serê hevalên me yên gernas tevlîhev dikin, emê bikarin bi şêweyekî berfireh bibin asteng.

(Astengkirina şêlûkirinên oportunîzmê bi gelemperî helbet ne gengaz e. Belê, dibe ku bûyer bi gelemperî derbikeve holê û ev jî, şêlûkirinên oportunîzmê bi berfirehî bê bandor dike).

Ji ber van egeran, me di ravekirinên xwe de azîneke ji neyînê berew heyînê şopand.

Me lêkolîna bûyerê li ser sê beşan kir.Beşê yekemîn, serdemên Marks, Engels û Lenîn, di nav teoriya şoreşa Marks de cih digre.

Beşê duyemîn, teoriya şoreşa bênavebirr ya Lenîn her ji aliyê wî bi xwe ve kûrkirina di du taktîkan de; bikaranîna vê teoriyê di pratîka welatên mêtingeh û nîv-mêtingeh de; şirovekirina ji hev cuda ya vê pêşniyara Lenîn ji aliyê komîntera li jêr rêveberiya Stalîn û Mao, di naveroka nerîna dûr ji riya kapîtalîst û beşên Teoriya Şoreşa Demokratîk a Netewî de heye.

Beşê sêyemîn jî, taybetmendiyên cudaker yên emperyalîzmê, pêşniyara Lenîn ya digel kûrbûnê û zengînbûna li hember helûmercên nuh û stratejiya şoreşa welatên nîv-mêtingeh,şiroveyên revîzyonîst û yên şoreşgerên şoreşa Kubayê, beşên Riya Şoreşa Tirkî bi berfirehî pêk dihêne. Wekî din jî, di her beşî de, di bûyerên ku girêdayî mijarê de ne, hemî şêweyên rexnekirina oportunîzmê cih digre.

KURTULUŞ (RIZGARÎ)

 

PÊNASEYA ŞOREŞÊ

Teoriya şoreşa Marksîst hem nîşander (determînîst) hem jî vîndar (volantirîst) e. Ev her du alî tevahiyeke diyalektîkê pêk dihênin. Ji bo serkeftina şoreşê heyîneke bingehîn merc e. Heger ji bo şoreşê hêzên rencber di astekî pêdivî (diyar) de bin, serkeftina şoreşê gengaz e. Her wisa teoriya şoreşa Marksîst, nîşander (determînîst)e.

Belê, tenha ji bo serkeftina şoreşê pêdiviye hêzên rencber di astekî diyar de bin,gehiştina mercên heyber têrê nakin. Ji bo serkeftina şoreşê serdestiya raperînkar jî pêdiviye. Her wisa jî, teoriya şoreşa Marksîst vîndar (volantirîst)e.

Ji bo desteserkirina rêveberiyê ji aliyê proleterya ve, divêt nakokiyên di navbera hêzên rencber û têkiliyên helberînê de bigehên astê dijberiyê, bigehên sînorê herî dawî.

(1*) Proleterya, ya herî rast yekîneyên pêşrew ji bo ravekirina vê dijberiyê çînên şoreşger dikêşe aliyê xwe, berew pêş derdikeve, zordestî û zordariya dijberê xwe bi tundiya şoreşgerî têk dibe, pergala kevn ya dewletê ji hev belawela dike, serweriya xwe a siyasî (2*) dadimezrîne, derbasî sererastkirina bingeha xwe ya li dûv serweriya xwe dibe û heta bi civaka bêyî çînatî şoreşê didomîne.

Şêweyê ku “Şoreş, bidestxistina desthilata siyasî ye; yan jî şoreş, derbasbûna ji rengekî helberînê bo şêweyekî dîtirî pêşkeftî yê helberînêye” dihête gotin, ev her du pênaseyên ku dihêne daberhevkirin, bi serên xwe hem rast in, hem jî kêm in; û ji ber ku kêm in jî şaş in.

Di teoriya şoreşa Marksîst de daberhevkirina dijberiyeke wisa tune. Bûyera desthilatdariyê bûyera bingehîn ya her şoreşê ye, lê ne ya giştî ye. Danasîna şoreşê wekû “Desteserkirina desthilatê ya Proleterya û hevbendên wê”bi serê xwe kêm e û lewra wekû her kêm-danasînê şaş e. Di mêjûyê de digel ku proleteryayê desthilatî bi dest xistiye jî, mîna Komûna Parîsê, bêyî veguherîna civakê bi gelek hewldanên şoreşgerî rabûye. Li dûv vê nasandinê divêt em van bizavan hemiyan wekû şoreş bi nav bikin.

Her wisa, ji ber ku duyemîn têgeh jî kêm e, bijarde ne nîşandere. Li dûv danasînê, divêt em rêveberiya Bismarc ya ku Almanya bi “şoreşa ji jor ” ve ji feodalîzmê derbasî kapîtalîzmê kiriye wekû şoreşger bi nav bikin.

Têgehîna şoreşa Marksîst, pêşbîniya pêvajoya raperîneke berdewam û bênavebirr dike. Şoreş, bi alkariya şoreşgeriya gelêrî -ji jêr berew jor- ve, digel ji hevxistina pergala heyî ya dewletê, bidestxistina desthilata siyasî û bi navgîniya vê desthilatê-ji jor berew jêr- ve rêxistinkirina pergaleke helberînê ya hîna bi pêşdetir e.

Ji dema ku çîna karker wekû hêzeke serbixwe derkeftiye piyaseya mêjûyê, di bizava sosyalîst de ladan ji teoriya şoreşê,berdewam bi mezinkirina yek ji her du bijardeyan, yan jî, bi şêweyê paşguhkirinê derkeftiye holê.

 

BEŞÊ YEKEMÎN:

BERÎ PAWANGERIYÊ DI MARKSÎZMÊ DE TEORIYA ŞOREŞÊ

I. LI CEM MARKS Û ENGELS TÊGEHÊN ŞOREŞÊ

Li cem Marks û Engels, şoreşa siyasîdigel şoreşa civakî û şoreşa berdewam, em sê şêwe têgehên şoreşê dibînin. (Emê di sêyemîn beşî de li ser şoreşa berdewam rawestin.)

Di nerîna Marks û Engels de şoreşa siyasî, di nav wê pêvajoya mêjûyî ya desthilata siyasî de, ji bo rêveberiyeke hîna pêşkeftîtir, derbasbûne digel sernigûnkirina desthilata paşverû ya heyî ye. Ji bo bizavek bibe şoreşa siyasî (3*) girseyên cemawerî, bi kêmanî arasteyî desthilatê hebûna tekoşînê merc e. Lê di encama serhildana cemawer de, heger desthilat bikeve destê şoreşgeran, wê hingê dibe ku wek şoreşa siyasî bihête dîtin. (4*)

Ya duyemîn, di nerîna Marks û Engels de, ji bo bizavek wekû şoreşa siyasî bihête dîtin, ew rêveberiya ku di encama vê bizavê de pêk hatiye, demokratbûn û pêşverûbûna wê merc e. Ev nasandina Marks bi civaka birjûwa ya berî serdema pawangeriyê ve peywendîdar e.

Pîvana pêşverûtiyê li cem Marks û Engels gelekî balkêş e. Wekû pîvana pêşverûtiya bizavekê, Marks dibêje:

“Qerzdayîna giştî û qerzdayîna taybet, ji bo pîvana tundiya şoreşekê pîvanên aborî ne. Temet astên ku ew dikevin hêza rûxandina şoreşê û afirandina wê bilind dibe.” (Tekoşîna çînatî ya li Frensa, rûp:53) (5*)

Tenê û tenê rêveberiyek dikare derba mirinê li qerzdanên giştî û taybet bixe; ew jî, rêveberiya proleterya ye. Ji ber vê çendê, li ser zemîna civaka birjûwa ya ku di rûxandin û afirandinê de xwedî hêza herî bilind e, şoreşa siyasî, şoreşa proleterya ye. Ev şoreş her wisa veguherîna civakê jî pêk dihêne (Şoreşa Sosyal).

Ji ber ku ev şoreş, dê qerzdayîna birjûwa û borsayê ji holê rake. Ev jî, rabûna rejîm û helberîna birjûwa ya ji holê ye; derbasbûna pergaleke aborî û civakî ya nuh e.

Şoreşa 18`ê Reşemehê, şoreşeke siyasî ye. Şoreşa ku Arîstokrasiya darayî kir amanc, derba mirinê li qerzdayîna giştî û ya taybet nedaye, lê ew sînordar kiriye. Reşemehê dawî li rejîma birjûwa nehênaye, tenê dawî li beşekî rêveberiyê yê paşverû aniye.Çarçoveyamafên demokratîk û azadiyan berfireh û kûr daxistiye.

Şoreşa Reşemehê, ji ber ku dawî li rejîma birjûwa nehêna, ne şoreşeke civakî bû; lê, di encama serhildana cemawer de, ji ber ku rêveberiya herî paşverû ya arîstokrasiya darayî hate rûxandin û li şûna wê rêveberiyeke pêşverû ku derbirrîna xwe di komara sosyal de dibîne ûji ber ku rêveberiyeke pêşkeftîtir li ser kar e, şoreşeke siyasî ye.

Nasandina şoreşa civakî ya Marks jî, (Ji vêya re şoreşa rasteqîn dihête gotin), ji şêweyê helberînekê derbasbûna şêweyê helberîneke hîn pêştir ji xwe re bingeh digre.

Di vê mijarê de Marks dibêje:

“Di qonaxeke diyar ya pêşdeçûnan de, hêzên helberîna heyî yên civakê, heta bi gava ku di nav têkiliyên heyî de tevbigerin, yan jî,di derbirrîna yasayî ya wan de ku ji bilî têkiliyên milkiyetê pê ve ne tiştekî dîtirin, dikevin nakokiyan. Ev têkilî, ji şêweyên ku derencamên pêşdeçûna hêzên helberînêne derdikevin ûli pêşberî vê pêşdeçûnê dikevin warê astengkirinê. Ewê hingê şoreşa civakî dest pê dike. Guherînên bingehîn yên aborî, sergeha mezin, bilezeke kêm yan zêde dirûxîne. Di lêkolîna rûdana van serûbinkirinan de, berdewam digel rûdana serûbinbûna heyînê ya helûmercên aborî -ku ji layê zanistî ve misoger dihête destnîşankirin- yasayî, siyasî, ayînî, artîstîk yan jî, şêweyên wê yên felsefî, bi kurtayî, serwextbûn û têgehiştina mirovan ji vê pevçûnê ûji hev cudakirina şêweyên bîrdozîbirina heta bi dawî,pêdiviye.., bêyî pêşdeçûna tevaya hêzên helberînê di nav de, pêkhatineke civakî hergîz bi dawî nahê; têkiliyên nuh û helberîna hîn bilindtir, bêyî geşbûna gulê ya di sînga civaka berê de, mercên hebûna şênber(maddî) yên van têkiliyan hergîz cihêxwe nagirin.” (Beşdariya Rexneyên Siyaseta Aborî, rûp: 23-24)

Wekû yekser dihête dîtin, di teoriyên şoreşê de aliyê ber bi çav yên Marks û Engels, nîşanderiya (determinîzm)aborî û civakî ye. Rola vîndar (volantirîzm) ya di nav çarçoveya nîşander a mercên şênber de ye. Li dûv vê têgehiştinê, şoreşa siyasî, berdewamiya şoreşa civakî ye. Şoreşa siyasî, di nav çarçoveya nîşander a mercên şênber de, berhemê karbidestiya raperînkar e. (Gava Şoreşa Proleterya dihête gotin, mebest jê Şoreşa siyasî û Civakî ye.)

Heger em li ser hêmanan dabeş bikin:

1) Şoreşa siyasî, qonaxeke pêdivî ya şoreşa civakî ye.

Şoreşa siyasî berhemê pêngava raperînkar e. Şoreş, karê rêxistineke ku cemawer bi dûv xwe radikşîne, têgehiştî û dizane wê çi bike. Bi taybetî, ji bo şoreşa siyasî ya ku wê rê li ber veguherîna sosyalîst veke, ev wisa ye.Xwedî rêkûpêkxistineke polayî, rêxistina pêkhateyekê ku cemawer têdigehîne, digel bilindkirina astê çalakî û têgehiştina cemawer, di cih û dema xwe de bikaranîna destkariya raperînkar şoreşa siyasî dike û veguherîna sosyalîst pêk dihêne. Şoreş di encama çalakiyên cemawerê têgehiştî de dibe û pişta xwe dide cemawer. Lê di vir de, pêngava raperînkar ya rêxistina raperînkarên ku pîşeya wan şoreşgeriya berteng e, xwedî girîngiyeke jiyanewerî ye. (Kesên pasifîst, rola karbidestiya raperînkaran berdewam biçûk dikin.)

2) Ji bo ku şoreşa  siyasî veguherîna civakê pêk werîne (Ji bo serdema berî pawanê dihête gotin. Lê, ji bo di serdema me de şoreş were li darxistin), ango, ji bo şoreşeke civakî li dar bikeve, ji aliyekî mercên mêjûyî, digel têrêkirina bingeha civakî û aborî, ji aliyekî din ve jî astê têgehiştina girseyên gel û rêxistinê divêt bilind be.

Rola nîşander yaşoreşa civakî, karbidestiya raperînkar bi tena xwe nalîze. Ne leheng mêjûyê, mêjû lehengan diafirîne. Mêjûya şoreşan, sererayî bidestxistina desthilatiyê, ji ber kêmgoncîna helûmercên heyber (sererayî hemî şêweyên lehengiyan) dawîhatina karbidestiya raperînkar bi sernigûnan dagirtiye.

Ji bizava Munzer, ji Şêx Bedreddîn heta bi Komûna Parîsê, mêjû, ji bo têkçûnên karbidestiya raperînkar ku bi bingehên şênber yên rûdanên wê serdemê re negonciyane, bûye şanogeh.

Pêngava raperînkar ya di serdemeke diyar de, çend bi hêz dibe bila bibe, heger ew serdema mêjûyî rê li ber encamdana serkeftinê digre, mercên jiyana şênber, ji bo gehiştina serkeftina vê pêngavê ne gehiştibe astekî diyar, têkçûn encameke misoger e.

Hevgirtina diyalektîka di navbera karbidestiya raperînkar ya digel mêjû û nîşanderiya (determinizm) civakîde, di ravekirina bizava Munzer de, Engels bi şêweyekî herî hinermendane li ber çavan radixe:

“Bobleta herî mezin ya ku wê bihête serê serperiştê partiyeke tundrew (di wateya negoncîna wê serdema mêjûyî de dihête bikaranîn), berî bidestxistina desthilata çînatî ya ku ji aliyê vê bizavê ve nûnertiya wê dihête kirin û temet wergirtina berhingariyên pêdivî ji aliyê desthilata vê çînê ve ku hîna di demeke ne stewiyayî de gava ev bizav duçarî desthilatdariyê dibe.

Tişta ji dest vî serperiştî dihêt, negirêdayî vîna wî ye. Dibe ku evqonax,bigehiştina dijberiyêndi navbera çînên ji hev cudaû di astê pêşdeçûna pevçûnên li navbera çînan de û bi astê pêşdeçûna derfetên serbiserkirina dahatiyan digel derfetên qezenca maddî û bi astê pêşdeçûnên dijberiya çînatî ku hemî gavan helûmercên jiyara maddî destnîşan dikin ve girêdayî be,her wisa, ew li hember tevliheviyeke ku çareseriya wê ne gengaz e rûbirû dimîne.Tişta ji destê wî tê, dijberiya tevaya çalakiyên xwe yên rabûrî, dijberiya prensîbên xwe û dijberiya berjewendiya partiya xwe a rojane dike. Tişta ku wê bike jî, tiştek e ku rastgerîna wê ne gengaz e.” ( Li Almanya Cenga Gundiyan, rûp. 127)

Di teoriya şoreşê deMarks, nakokî û têkiliyên di navbera nîşanderiya (determînîzm) civakî û karbidestiya raperînkar ya aborî de, bi vî rengî li ber çavan radixîne:

“Her kes mêjûya xwe bi xwe durist dike; lê ne li dûv dilên xwe û li dûv mercên ku ji aliyê wan ve hatine helbijartin, ev di mercên ku rabûriyê yekser daye û wekû mîrat hiştiye de, dibe.” (Darbeya Louis Bonapart, rûp.21)

Û Marks, li dijî paşverûyên ku raperînkariyê wekû karê hindek gellacan pênase dikin, sedemê raperînkariyê wisa şirove dike:

“Serdema ew baweriyên batil ku raperînkariyan wekû berhemê vîna hindek gellacan nîşan didan, derbas bûye. Li her cihekî ku lerzîna raperînê rû daye, êdî her kes dizane ku ev lerzîn ji pêdiviyên civakî ku ji layê saziyên berê ve bersiveke erênî nahête dayîn, dihêt.”(Ji axaftina Marks ya li pêşberî endamên sazûmaniya dozgeriya Kolonya, 1851, çavkanî Henri Lefebvre, sosyolojiya Marks, rûp. 189).

Bûyer diyar e. Ji bo karbidestiya raperînkar di rola xwe de bi ser bikeve,niştina şoreşê li ser hîmekî şênber merc e. Bi gotinek din, ji bo serkeftina ew pêngava raperînkar pêdiviye bingehgehiştibe astekî diyar:

“Ji bo şoreşan bingeheke maddî pêdiviye. Raman, heta ku nûnertiya pêdiviyên xwe neke, di nav gel de cih nagire. Arastebûna hişmendiyê berew rastgerînê têrê nake, divêt rastgerîn arasteyî hişmendiyê bibe.” (Marks)

II. QONAXA ŞOREŞÊ, QONAXA WERARÊ Û TEORIYA QEYRANAN

Marks ji Engels re; “Gava pêşdeçûnên mêjûyî yên mezin dibin mijara axaftinê” wisa dinîvîse, “Bîst sal rojek jî nahête heljimartin, lê paşê dibe ku rojên bîst salên dirêj kom kirine jî bihên.” (Lenîn, taktîka tekoşîna çîna proleter, çavkaniya Marksîzmê, rûp.44).

Marks û Engels, tekoşîna şoreşger ya proleteryayê li ser du qonaxan, wekû qonaxên werar û şoreşê şirove dikin.

Di her du qonaxan de jî, taktîkên şoreşgerî yên proleteryayê ji hev cuda ne.

Qonaxa şoreşê demeke kurt e. Ev qonax, qonaxa heyî serûbinbûna pergala sosyal e. Di vê kurteqonaxê de, taktîka proleterya û pêşrewiya wê, hêriş e; di rojevê de, tenha bendek nivîskî heye: SERHILDAN! Taktîka proleteryayê ya di vê demê de, digel parçekirina pergala heyî ya dewletê, damezrandina desthilatdariya proleterya a şoreşger e. Marks û Engels ji bo vê taktîkê, pêngava raperînkar ya Frensiyan û li ber ronahiya gerdiş û rewiştên wan wekû “axaftina bi Frensî” binavkirine.

Di nerîna Marks û Engels de serhildan pîşeyek e:

“Di roja me de serhildan bi rastî jî pîşêyek ji şêweyên cengê ye û gava bihête paşguhkirin jî, bi prensîbên ku dê bibe sedemê nemana ew partiya ku paşguhkirye ve, girêdayiye… Heger pêşî amadekariyên we yên rûbirûbûna bi encama yarîkirina we tunebe, bi serhildanê yariyan nekin… Ya din jî, heger serhildanê dest pê kir jî, di plana hêrişê de û bi şiyaneke herî mezin bi rê ve diçe.

Çalakiyeke berevaniyê mirina her serîhildeneke çekdarî ye…

Şarezayê herî mezin yê ku heta niha bi vê siyaseta şoreşger hatiye nasîn, wekû Danton dibêje: `Galkirin, galkirin û dîsa galkirin`. (Friedrich Engels, Germany, Revolution and Counter-Revolution, International Publishers 1932, rûp: 100 (6*)

Wekû dihête dîtin, bêyî stewîna mercan, hergîz nabe bi raperînê bihête yarîkirin. Lê, heger hat û rêçika raperînê vebû, ji bobêyî rawestan neçîrkirina dijmin û her wisa, çend biçûk dibin bila bibin, ji bo bidestxistina serkeftinên rojane, da bikarî kesên dudil bi aliyê xwe ve rakêşî, destpêkirina hêrişê û her wisa hêrişkirina ji nişka de merc e.

Taktîka proleterya ya di dema şoreşê de ev e.

Heta bi vê kurteqonaxa şoreşê, erkê yekîneyên proleterya yên pêşrew çi ye, gelo;niştin û rawestane? Helbet na, digel qonaxa şoreşê di vê qonaxa dirêjxayen ya derbarî erkên partiya proleter de, Lenîn nerînên Marks û Engels î bi vî rengî vediguhêze:

“Taktîka proleterya ya di hemî qonaxên werarê de, di her gavê de,ev diyalektîka ku ji aliyê heybergeriya di mêjûya mirovahiyê de misoger e,divêt bihête berçavkirin. Li aliyekî, di rewşa rawestana siyasî de, ango -sûdwergirtina bêyî pêşdeçûna di nav aştiyê de, têgehîna çîna pêşrew, digel zêdekirina hêz û şerzanîna wê, pêşdeçûna bi pêngavên Kîso; li aliyekî din jî, sazkirin û arastekirina vê xebatê berew amanca amadekirina çîna pêşrew, çîna karker, di hundirê bîst salên dirêjxayen de, ji bo biserxistina karên berbiçavdi karên mezin de,pêdivî ye.” (Taktîka proleterya ya tekoşîna çînatî, Çavkaniya Marksîzm, rûp: 44)

Tekoşîna şoreşger ya vê dema dirêjxayen, di hundir de dayîna tekoşîna bîrdozî ya dijwar li hemberî oportunîzmê, rahênan û bilindkirina têgehîna çîna pêşrew û hêza wê, li derve jî,ji tekoşîna sendîkayî ya proleterya bigre heta bi tekoşîna demokratîk û aboriya cemawerî, bi rêxistinkirina tekoşîna rojane ya cemawerî, li dijberî rêveberiya heyî ya paşverû, bi girtina cihê xwe li aliyê herî çep yê di nav arteşa demokratîkde, heta bi arastekirina rikaberiya siyasî, hemî şêweyên çalakiyan di nav xwe de werdigre.

Marks û Engels, ji ber bilindbûna astê bîrdozî-teoriyê, proleteryaya Alman û ji ber hinermendiya wê ya kêşana girseyên gel bi aliyê xwe ve, ji zimanê şoreşgerî yê vê qonaxa proleteryayê re; “Axaftina bi Germenî” gotine.

Wekû dihête dîtin, taktîkên proleteryayê, li dûv rewşê û mercên berbiçav reng dide. Digel guherîna mercan taktîk jî dihêne guhertin. Şoreşgerê proleter, ew kes e yê ku her du zimanan di cih û di dema wê de bi kar dihêne.

Wekû Marks li ser zimanê Ludwig Feurbach: Şoreşger, ew şervanê ku “bi serê xwe Alman û bi dilê xwe Frensî ye” dibêje.

Partiya proleter jî,ji bizava biçûk a herî reformist heta bi gefxwarina şoreşgerî, hemî reng û şêweyan di cih û dema xwe de ya ku dike bûyera rojevê,rêxistineke şerzan e ku li ser bingeha dîyalektîk û materyalîzma mêjûyî hatiye damezrandin.

Bingeha tevaya ladanên “Çep” û rastgîr yên ku di bizava şoreşê dederdikevin holê, di van her du qonaxan de tevlîhevkirina taktîkên şoreşgerî; di qonaxa werarê de, yan daxwaza bi axaftina bi Frensî, yan jî di qonaxa şoreşê de, rijdbûna li ser xîtaba Almanî û yan jî, di her du qonaxan de jî dihête wateya ku bi her du zimanan jî şikestî dipeyivin.

(Bi gotineke din, sedemê tevaya ladanan, du-aliya di teoriya şoreşê de, şirovekirina bi şêweyekî ne asayî, yan jî, bi paşguhkirina aliyekî ji aliyan gengaz e).

Marks û Engels, bi dirêjahiya jiyana xwe li dijî her du ladanan bi şêweyekî herî xurt tekoşîn dane. Li aliyekî Sosyalizma Zanistî, li aliyekî din, berî stewîna mercên heyber daxwaza axaftina bi Frensî, dûr ji cemawer, planger, Blanquist, Bakuninistên ku dixwestin desthilatê desteser bikin û her wisa, komînîstên berelayî yên Alman ku ji aliyê Marks û Engels ve wekû sîmyagerên şoreşê hatine binavkirin, ji aliyekî din ve, digel reformîstên wek Proudhhonîst û Lacalleîst, li dijberî reformîstên birjûwa biçûk ya Alman û Îngîlîz ku dixwestin tekoşîna siyasî ya proleteryayê, li dûv daxwazên kapîtalîzmê derbasî gorepanê bikin,bi dirêjahiya jiyana xwe Marks û Engels,bi dayîna tekoşîna bîrdozî-teorîk ya bi pratîka şoreşgerîpêk hatiye.

Ma hêmanên nîşander yên qonaxên şoreş û werarê çine? Ma navbêhnên şoreşê girêdayî helkeftinane? Helbet na. Yasayeke şoreşê heye. Marks û Engels qonaxa şoreşê bi qeyrana şoreşgerî ve girêdidin. (Ji bo şoreşê, asta rêxistin û têgehiştina proleterya jî, têrêkirin merc e.)

Têgeha qeyrana şoreşgerî li dev Mrks û Engels jî, demeke dirêj nebûye xwedî têgeheke bijarde ya diyar û vekirî. Ji ber vê rewşa aloz ya têgehîna qeyrana şoreşger, raperîna 1848`an wek Marks û Engels derneket.

Di Sosyalîzma Zanistî de, di bernameya qeyrana şoreşger de, hêmanên rengawreng wekû  qeyrana aborî, qeyrana civakî, qeyrana siyasî û qeyranên berdewam di nav xwe de xwedî dike.

Wekû li silal jî me da xuyakirin, teoriya van qeyranên di Sosyalîzma Zanistî de, heta bi Kapîtalê, gelekî aloz e. Marks û Engels, di Rêbazê de; “Bi derkeftina wanî holê ya carcaran bîranîna qeyranên bazerganî ku hemî gavan hebûna civaka birjûwa dixe metirsiyeke mezin,bes e”(rûp:54) dibêjin.

Ev qeyranên aborî ku di her gavê de metirsiya wan hîna jî zêde dibe, şelelên dil in,yên kudê heta bi dawiya jiyana aborî ya birjûwazî bidome. Ev qeyran, her wisa dê bibin sedemên afirandina qeyranên civakî jî.

Belê ji bo serkeftina şoreşekê, hebûna van her du qeyranan ne bes e; Ji bo ku helûmercên heyber yên şoreşê bistewin, li rex qeyrana aborî, hebûna qeyrana polîtîk ya ku dê bibe sedemê têkçûna desthilata birjûwa (7*) û kûrdaxistina qeyrana civakî merc e. (ji bo rûdana qeyraneke siyasî ya wisa jî, bi kûrdaxistina qeyrana aborî û ya civakî ve  girêdayiye.)

Heger ev her sê qeyran bi vî rengî neghên sînorên dawî, şoreş bi ser nakeve. (Ji bo serkeftina şoreşê, stewîna helûmercên şoreşê yên heyber merc in.)

Di dema raperîna 1848 de, têgeha şoreşgeriya ku Marks û Engels bi kar dihanîn, qeyrana aborî û berfirehnebûna civakê radispêre. Dema ku raperîna 1848`an dest pê dike, Marks û Engels wisa dizanîn ku ew dema çav li rê hatiye. Û bi destpêkirina qeyranê re,wekû qeyrana berdewam û ya dawî ramiya bûn. Marks û Engels, bawer dikirin ku di van rojan de,bêyî vekşîn û rawestan, digel desteserkirina desthilata siyasî dê veguherîna civakî pêk were. Di vê mijarê de Engels dibêje:

“…Ji bo me wê hingê, di bin helûmercên têper de dawiya dawî tekoşîna mezin dest pê kiriye û di dema dirêj ya tevlîheviya şoreşê de (mebest şoreşa berdewam e) ji hebûna pêdiviya bi encamdanê û di dawiya dawî de encamdana bi serkeftina misoger ya proleteryayê hîç gumanek tune bû.”(Pêşgotina Tekoşînên Çînatî yên Li Frensayê, rûp:12)

Û dîsa Engels, di navbera salên 1848-50`an de, şaşbûna kesên ku wek wan diramiyan bi dilniyayî dibêje:

“Mêjûyê em û yên ku wek me diramiyan şaş derxist. Rewşa pêşdeçûna aborî ya li parzemîna Awrûpayê, daxuyakirin ku wê hingê gengaziya şêweyê rabûna helberîna kapîtalîst ya ji holê,ji stewînê gelekî dûr e. (…) Û her wisa vegotina me ya vê demê, piştî bîst salên din jî, careke din dazanîn ku desthilateke çîna karker bê gengaz e.” (Berhema navbirî, rûp: 16-18, Hûn dikarin li pêşgotina çapa Ingilîzî mêjû 1888 ya Manîfestoyê -Rêbazê- binerin).

Di salên 1850`an de, Marks jî, derbarî têrênekirina mercên heyber û di şaşbûna bendewariya serkeftina şoreşeke proleter de, dibêje:

“Di nav dewlemendiyeke ku temet  helûmercên birjûwa rê bide, digel hebûna gengaziya xweşiyeke giştî ya wisa de, vegotina şoreşeke durist nahête kirin. Şoreşeke wisa tenê bi hebûna ev her du kartêkeran, ango, gava hêzên berhemhênanê yên heyî, digel şêweyên berhemhênana birjûwa bikevin rewşa pevçûnê, dibe ku bibe mijara axaftinê… Şoreşeke nuh, tenê li dûv qeyraneke nuh dê bihêt û hatina vê yekê çend misoger be, hatina ya dîtir jî hinde misoger e.” (Li Frensayê Tekoşînên Çînan, rûp: 159)

Li dûv dazanîna Marks, di navbera salên 1848-50 de, ji ber têrênekirina mercên heyber, her pêngaveke proleteryayê her ku diçe lawaz dibe û vedimre:

“Ji ber ku her pêngaveke bizavê wekû serkeftinê xuya dibe, yê li pêşî xwest cihê xwe ji nuh de bigre (Proleterya) bû. Belê di her carê de hinekî din lawaz bû û di her carê de encama ku bi dest xist, bêhtir lawaz bû.” (Kutadaya Louis Bonaparte, rûp:28)

Piştî van derbirrînan hemiyan, Têgeha qeyrana şoreşger, ji yên di rêbazê de hîna bêhtir diyar dibe.

Wekû Marks dibêje, digel çawaniya berhemhênana civakî,bêyî peydabûna dijberiya nakokiyên di navbera milkiyeta taybet ya navgînên hêzên berhemdayînê de,gava ku xwedî gengaziyên hêzên berhemdayînê ye, hebûna qeyranên demî yên aboriya kapîtalîzmê, rê li ber şoreşekê venake. Diyar e ku pergala berhemanînê gelemperiyeke diyalektîkî ye. Wekû her gelemperiyeke diyalektîkî, ev jî, yekbûnê, hevgirtinê û her wiha cudabûnê û dijberiyê di nava xwe de zindî dike.

Ji aliyekî ve, di kêliya mêjûyek diyar de, têkiliyên berhemanîna heyî,goncîna wê ya digel hêzên berhemdayînê, qamçîkirina wan û pêşdebirina wan, ji aliyekî din ve, di kêlîkeke dîtirî mêjûyî de, berovacîketina wê ya digel heman hêzên berhemdayînê, rawestandina pêşdeçûna wan; diyalektîka pergaleke berhemî, aha ev bi xwe ye.

Ji nakokiyên bingehîn yên di navbera berhem û hêzên berhemdayînê de rêzepevçûn peyda dibin. Ev pevçûnan; di navbera rencderî û rencberiyê de aborî, di navbera çînan de, di navbera proleterya, kedkaran, birjûwazî û gelek aliyên di nav birjûwazî de, di navbera civak, proleterya û birjûwazî de, bi şêweyê tekoşîndayîna paraztin, yan jî, rûxandina pergalê di çawaniyeke siyasî de ne.

Dema şoreşê, ji ber gehiştina sînorê dawî ya ev nakokiyên bingehîn, pelçîmbûna rewşa sê qeyranan ya bi hev re, kûrbûna wan, ango, rewşa hebûna qeyrana şoreşgerî ye. Tenê bi hebûna rewşeke wisa serhildan dikare bibe mijara gotinê.

Marks (Li navbera 1848-50), ji bo berfirehbûna tekoşîna çînatî gehiştina (di wateya şoreşa cîhanî de) şoreşa Awrûpayê, hebûna cengeke cîhanî ku dê tevaya netewên Awrûpayê dijberî hev bike, bi merc dizane.

Yekemîn cenga cîhanî, bi temaşekirina rastiya rêvekirina şoreşa mezin ya proleteryaya cîhanî, ev ramana Marks, bi rastî jî kehaneteke mezin, lê ne gengaz e ku meriv bibêje ne kehaneteke zanistî ye. (Helbet rastnegerîna kehaneta Marks ya beşê derbarî ku pêşî şoreş dê li Britanyayê bi ser bikeve û şoreşa proleter dê tevaya welatên Awrûpayê vegire, rastiyeke berbiçav e. Lê, di vir de ya ku grîng e,çavdêriya cengeke cîhanî ya li navbera welatên kapîtalîst ku rê li ber şoreşa proleter vedike,dîtineke kahînane ye).

Di vê mijarê de Marks dibêje:

“Tekoşîna çînên di nav civaka Frensî de, bi dijberkirina hemî netewan wekû cenga cîhanî dê berfireh bibe. Li seranserî cîhanê ji hev ketinek, netewa ku serwer e di bazara cîhanê de, ango, li ser serê Britanyayê cengeke cîhanî, lewra di encama têperbûna proleterya de nêzîkbûn gengaz e. Li wir ne li dawîbûna xwe, şoreşa ku di destpêka rêxistinkirina xwe de ye, ne bîhnkurt e. Nifşê îroyîn, dişibin ew Yahûdiyên ku Mûsa ew birin dêmistanê. Ne bes ji neçarî dagîrkirina cîhaneke nuh e, ji bo vekirina cihekî ji mirovên ku dê bi cîhaneke nuh re bikevin berebeziyê xwebexşandin pêdivî ye.” Tekoşînên çînatî yên li Frensayê, rûp: 132)

Engels, evê kehaneta Marks ya derbarî yekemîn şoreşa proleterya de, piştî têperbûna bêhtir ji sîh salan di ser gotina Marks re, berî bêhtir ji sîh salan ji yekemîn şoreşa proleter,  di 15`ê Berfbarana 1887`an de, digel sererastkirineke giştî, derbarî dema şoreşê de, şoreşgerên proleter yên bi dûv xwe de agahdar dike. (Tenê li Rûsyayê Lenîn digel Bolşewîkan tevlî vê hişyarkirina Engels bûne).

Di vê mijarê de Engels dibêje:

“… Ji bo Prûsya-Frensayê, ji bilî cengeke cîhanî cengeke dîtir ne gengaz e û ev ceng heta bi îroyîn, bi tundî û bi berfirehiyeke ku nehatiye nîgaşkirindê rû bide. 8-10 milyon leşker dê qirra hev bihênin û her wisa bi şêweyekî ku colên kuliyan jî nikaribe dê heta bi wêrankirina tevaya Awrûpayê bi hêrs bixwin û daqurtînin. Rûxandina cengên ku di sîh salî de dibe, dê di 3-4 salan de rû bide û dê tevaya parzemînê vegire; birsîbûn, nexweşî, azar û têkçûna metirsiyêya di nav arteşan û gelan de ku gehiştiye sînorê dawî; peydabûna tevlîheviya bêhêvîtiyê ku di encama îflasa giştî ya pergala çêkirî de,rûxîna felsefeya dewleta gerdişî ya digel dewletên berê ku di pîşesazî, bazerganî û bankageriyê de me damezrandibû, dê bikeve rewşeke wisa ku bi duzîneyan tac dê li ser pîrêkan bigendirin û nediyarbûna aliyê serkeftî; tenê derencamek misoger diyar e: Mandîbûneke giştî û ji bo serkeftina yekcar a çîna karker amadekirina mercan e. Pergala berebeziya çakdarbûna hemî aliyan gehiştiye sînorê dawî ku di encam de, dest bi berhemdayînê kiriye, rewş ev e… Ceng, demî be jî, dibe ku me bi paş bixe, dibe ku ji gelek çeperên bi destkeftî me derbixe. Lê hêzên ku hûn dê nikaribin bixin jêr kontrolê serî ji we bistînin, dibe ku her tişt li dûv daxwaza xwe tevbigere. Di encama dramê de, hûnê têk biçin û serkeftina proleterya bi dest dikeve, yan jî dibe ku (doch) bikeve rewşa misogeriyê.”(Lenîn, Ceng û Sosyalîzm, rûp:172-173)

III. QEYRANA BERDEWAM Û TEORIYA ŞOREŞA BERDEWAM

Di pêvajoya payiza ji 1848`an heta bi 1850`yan, Marks û perspektîvên şoreşê yên Marks û Engels şoreşa berdewam e. Ev dîtina stratejîk derencama nirxandina hele ya wê demê ye. Marks û Engels, nerîna li du qeyranên mezin yên di sala 1847`an de (Di 1847`an de,digel qeyrana çandinê qeyrana bazerganî û pîşesaziya cîhanî), dihate pêşbînîkirin ku êdî demjimêrên dawî yên kapîtalîzmê hatiye û di encam de tekoşîna mezin dest pê kiriye û her wisa, serdema şoreşên sosyalîst vebûye. Ango, Marks û  Engels, qeyrana aborî ya kapîtalîzma cîhanî ku peqiyaye, qeyrana berdewam û ya dawî dizanîn. Aha ev teoriya şoreşa berdewam, berhema teoriya qeyrana berdewam e.

Di dema 1847-50`yî de, Marks û Engels, li dûv ramankirina ku di demeke nêz de şoreşa proleterya dêli Frensa û Awrûpayê encam bide, ji bo şoreşa demokratîk ya birjûwa ku li Almanyayê bi derengahî keftiye, dixwestin poroleterya serperiştiyê bike. Di vê demê de, Marks û Engels, piraniya xebatên xwe yên teorîk û pratîk li ser Almanyayê çirr kiribûn:

“Kominîstan herî bêhtir bala xwe dabûn ser Almanyayê. Ji ber ku ev welat, di mercên herî pêşkeftîtir yê şaristaniya Awrûpayê de, di sedsala XVII. de ji ya Brîtanyayê, di sedsala XVIII. de ji ya Frensayê,digel ku proleteryayeke hîna pêşdetirbû, şoreşeke birjûwa ku divêt bihête kirin li ber dergehî ye û bi dûv şoreşa birjûwa ya li Almanyayê, yekser dê bibe yekemîn pêngava şoreşeke proleter”. (Marks, Engels, Manîfesto, rûp:91)

Wekû dihête dîtin, pêşbînîkirina Marks û Engels ya ji bo şoreşa Almanyayê şoreşa berdewam e.Û ev şoreşa berdewam, ne teoriya bêqonax, teoriya şoreşa qonax bi qonax e. Ev yek gelekî grîng e. Ev teoriya jiyanewerî ku Lenîn di serdema emperyalîst de bi kar aniye. Taybetmendiya bingehîn ya vê teoriyê ku ji teoriya şoreşa berdewam a Troçkîst cuda dike, ev e. Şoreşa berdewam ya ji bo Germenîstana 1849`an, ne besMarks û Engels pêşbînî dikirin, Gosttschalk û alîgirên xwe jî pêşbîniya şoreşa berdewam dikirin. Lê, şoreşa berdewam ya wan yan bêqonax yan jî şoreşeke yekqonaxî bû.(8*) (Biçûkdîtina potansiyela şoreşgeriya gundiyan, redkirina hevpeymaniyên proleteryayê; naveroka vê teoriyê ev e) û li dijî pêşniyara Marks a şoreşa pirqonax [pêşî şoreşa birjûwa, paşê şoreşa proleter] bi tundî radiwestiyan: “Ji ber çi emê xwîna xwe birêjin? Li dûv daxuyaniya we, pendyar efendî (mebest Marks e), ji ber ku emê ji dojistana serdema navîn riha bibin.., meber bi aliyê kapîtalîzmê ve bazdabaya.”

Li hemberî nerîna Gottschalk û alîgirên wî ku bi damezrandina desthilata şoreşger yekser bi rêya şoreşa berdewam derbasbûna komunîzmê didan pêş,Marks û Engels, erkê “şoreşa dahatû” ya li Germenîstanê pakijkirin û nehiştina bermayiyên derbegatiyê û bicihkirina demokrasiya birjûwa ye, li dûv gotina wan; çipkirina di ser erkekî mêjûyî re derbasbûn ne gengaz e.

Di bingeha teoriya şoreşa qonax bi qonax de ya ku Marks û Engels pêşbînî dikirin, li Almanyayê şoreşa vemayî ya birjûwa, digel dijberiya birjûwaziya lîberal ya proleteryayê bi xwe, bi danandina peymanê ya digel demokratên birjuwa-biçûk û bêyî rawestana yekcar ya proleteryayê ûbêyî dabirrîna şoreşê, ramana derbasbûna sosyalîzmê heye.

Li dûv vê teoriyê: Pêdiviye burjûwaziya lîberal bibe amanc. Ji ber ku burjûwaziya lîberal newêrek û lawaz e, piştî bûyerên li Frensayê tirsiyaye û digel li hevkirina bi feodalan re xiyanet kiriye. Ji ber vê çendê, şoreşa burjûwa ya li Almanyayê, tenha bi dijberiya burjûwaziya lîberal, ango, sererayî wî jî,dibe ku bi ser bikeve.

Digel wisa jî, ev şoreş dê nebûya şoreşeke sosyalîst, dê bibaya şoreşeke “komarî û civakî”. Arîstokrasiya feodal û xwecihî dê hatibaya rûxandin, ji bo her kesî dê mafê dengdanê hatibaya dayîn, gundî dê ji rewşa kirmanc(serf)bûnê hatibaya rihakirin û derbasî rewşa welatiyê azad bibaya û her wiha, dê demokrasiya birjûwa hatibaya binecihkirin. Lê milkiyeta taybet, nakokiyên li navbera çînan û çewsandin dê berdewam kiribaya. Tenê li rex milkiyeta taybet milkiyeta giştî jî, li dûv giraniya beşdarbûna proleterya a di rêveberiyê de dê cih girtibaya.

Ango, proleterya di sererastkirina helberîn û aboriyê de dê xwedî gotinbaya. Çawaniya çînatî ya dewletê jî dê têkel bûya.Desthilat, dê bibaya desthilata hevpar ya karkeran, gundiyan û birjûwaziya-biçûkya radîkal.

Her wisa, berew “demokrasiya sosyalîst” dê mercên hewldaneke nuh hatibaya afirandin. Lê divêt nehête ji bîrkirin ku birjûwaziya-biçûk ya demokratîk, li çolteran, piştî ladana milkiyeta feodal, li şûna wê, bi geşkirina helberîna kapîtalîsta biçûk (û milkiyeta wê), dê bixwesta serweriya xwe pêk bihêne. Ango, jibo rawestandina şoreşê “bi zûtirîn demê” dê bixebitiya. Divêt proleterya vê deliveyê nede. Divêt yekser partiyeke serbixwe birêxistin bixe û berdewamiya şoreşê mûkum bike.

“Demokratên birjûwa-biçûk.., gava dixwestin dawî li şoreşê bihênin,kêm-zêde hemî çînên dewlemend heta ji desthilatê nehêne dûrxistin, heta ku proleterya desthilata dewletê bi dest nexe, rêxistinên proleter, ne tenê li welatekî, li tevaya welatên diyar û berbiçav, di navbera proleterên van welatan de temet rawestandina milmilanê heta bi pêş nekeve û hêzên helberînê, qe nebe, hêzên di astê veguheztinê de nekevin nav destên proleteran, erkê me bênavebirr berdewamkirina şoreşê ye.” (Ji xîtaba Marks û Engels ya ji bo Lîga Kominîst bi riya komîteya navendî, veguhêz Stalîn, Prensîbên Lenînîzm, rûp: 38).

Teoriya şoreşa bênavebirr ya Marks û Engels ku piştî serdema emperlîzmê dê bibe teoriya şoreşa Marksîzmê ev bi xwe ye.

Heger em bala xwe bidnê, teoriya bênavebirr ya Marks û Engels, xwedî naveroka çar hêmanên bingehîn in:

1)Teoriya berdewam, derencama teoriyên qeyranên berdewamin. (Berdewam qeyran, ne qeyrana bêşikestine. Ev, şikestina carûbar qeyrana kujer ya kapîtalîzmê ye, lê nabe egerê nemana wê. Bi şêweyekî din, keftina kapîtalîzmê ya nav nivîna mirinê, carcaran derkeftina wê ya ji temara mirinêye û bi ser xwe ve hatine, lê derneketina ji nav nivînan e.)

2)Teoriya şoreşa berdewam, girêdayî biramana nêzîkbûna şoreşa Awrûpa ve ye.

3)Teoriya şoreşa berdewam, gundiyên ku heta bi wê hingê li ser arteşa birjûwazî dihatin heljimartin, girêdayî biramana pêkanîna arteşa proleterya ve ye. Ev teorî, komên berfireh yên gundiyan ne ji aliyê birjûwazî ve, ji aliyê proleterya ve arastekirina li dijberî feodalîzmê dihête pêşbînîkirin. Ango, teoriya şoreşa berdewam, potansiyela şoreşger ya gundiyan, ravekirina Marksîst e.

4) Teoriya şoreşa berdewam ya Marks û Engels, ji bo pêşrewîkirina şoreşa vemayî ya birjûwaziya Germenîstanê ji aliyê proleterya ve û ev proleterya, bi alîkariya proleterya Awrûpa -bi taybetî proleterya Frensayê- bêrawestan, bi ramana arastebûna şoreşa sosyalîst ve girêdayiye.

Bi kurtayî, naveroka vê teoriyê, nirxandina durist ya potansiyela şoreşger ya cemawerên gundî, bi serperiştiya proleteryayê arastekirina ber bi şoreşê ve ye.

Şoreşa berdewam ya Gottscahlk û “Kominîstên pozbilind”yên li derdora wî jî, kêmdîtina potansiyela şoreşger ya cemawerên gundî, pûtepênekirina bi aborî û nîşanderiya -determinîzm-a civakî (Evana berevanî ji têperandina serdemeke mêjûyî dikirin) bingeh bû.(Ladana çep).

Di bingeha teoriya şoreşa berdewam ya Troçkî de jî, ev raman heye. Wekû di beşên pêş de emê bibînin, tevaya pasifîst û oportinîstên rastgîr ku ji karbidestiya raperînkariyê bêbehr in jî, her wekû bi proleteryayê ve gelekî girêdayîne, kêmdîtina potansiyela şoreşger ya cemawerê gundî ji bo nixumandina bîrdoziya xwe ya pasifîst berdewam li qilifekî geriyane.

Wekû dihête dîtin, tevaya ladanên “rast” û “çep”, barekî giran ku bi tena serê xwe dê nikaribe helgire,li ser pişta proleteryayê bar dikin û derbarî kêmdîtina şoreşgeriya gundiyan de hevbîr in. Aliyê hevpar yê ladanên “rast” û “çep” ev e. (Di dema şoreşa demokratîk a Rûsya, di 1905`an de, Troçkî`yê ku li gopîtka “çep” radiwestiya, di bingeha kakila Menşewîkiya wî de ev bi xwe bû.)

Ji ber ku ev teorî, pişta xwe dide teoriya qeyrana berdewam a kapîtalîzmê,wekû di destpêkê de me daxuyakirin, Marks û Engels, di pey vê çendê re dest ji vê teoriyê kêşabûn. (piştî 1850`yan)

Ew bi xwe, salên 1850`yan, salên pêşdebirina hêzên berhemhênana kapîtalîzmê, bilezxistina wan, di wateya birjûwa de -salên- hebûna jiyaneke xweş ya civakê bûn. (Wekû dihête zanîn, Kapîtalîzm, di serdema Emperyalîzmê de derbasî qeyrana berdewam bûye). Û pê baweranîna Mark û Engals ya bi qeyrana kapîtalîzmê ya “berdewam û dawî”, qeyrana aborî ya 1847`an, ne qeyrana dawî bû, ne jî qeyrana dawî ya kapîtalîzmê bû.

Marks û Engels, di payiza 1850`yan de hest bi şaşiya xwe kirin. (li beşê duyemîn binerin) Û gotin; ev qeyran qeyraneke carûbar e. Hîna kapîtalîzm derbasî dema qeyranên berdewam û bênavebirr nebibû.Piştî van salên dawî Marks bi ser bûyera qeyranan de pûnijî. Û qeyranên carûbar yên kapîtalîzmê û bi şêweyekî berfireh qeyranên giştî yên sîstemê di Kapîtala xwe de lêkolîn kir. Marks naveroka ev qeyranên carûbar, bi “keftina jêr astê karê ya asayî ” nîşan dide, ev qeyranên carûbar bimêtina zêdebariyên berhemhênana zêde, sererastkirina aboriyê ji bingehê de, dermankirina pergalê û piştî qeyrana her carûbarê jî, destpêkirina serdema geşedaneke nîvçe ya di rexnekirina siyaseta aborî de bi şêweyekî herî vekirî li ber çavan radixe. (Binerin, Kapîtal. Cild. 5, rûp: 694-695).

Derencama van lêkolînan, ji ber rewşa geşedana kapîtalîzmê ya wê serdemê, Marks têdighê ku qeyraneke berdewam (ji bo wê demê) dê nebe mijara axaftinê, dev ji vê teoriya şoreşa berdewam berdide. Û ev teorî,wekû teoriyeke bi salên dirêj hatiye bicîhiştin û ji bîrbûyî li rexekî dimîne. Bi rastî heta bi serdema qeyranên (giştî) berdewam, ango heta kapîtalîzm bikeve qonaxa emperyalîzmê. Di teoriya şoreşa Marksîst ya di hundirê vê pêvajoyê de, berdewam giraniya rêveberiya civakî (determinist) û aborî diyar bû.

Lenîn di destpêka sedsala 20. de,di gorepana aborî û siyasî ya kapîtalîzmê de, bi destnîşankirina yasaya bi pêşneçûna di astê yeksane de -nîşana destpêkê ya vê yasayê gava Marks rexneya siyaseta aborî dikir, nadiyarên wî jî hene-, formulekirina teoriya emperyalîzmê ya ku qonaxa wê ya herî bilind e, destpêkirina serdema qeyranên dawî û berdewam yên kapîtalîzmê, bigotina Marks û Engels, êdî hatina “dema tekoşîna mezin ya çav li rê”, teoriya şoreşa proleteryaya Rûsî ku teoriya şoreşa berdewam yan jî bênavebirr e, ragehand.

Partî û berdevkên Enternasyonalîsta duyemîn, bi taybetî jî şaxê Rûsya yê vê saziyê ku Menşewîk in, derbarî gotinên Marks û Engels yên hele ku peywend in bi bûyera şoreşa berdewam ve, mekanîk şirovekirin. Di bin ew mercên mêjûyî de -berî serdema pawanê- negengaziya qeyranên berdewam yên kapîtalîzmê, lewra jî nirxandinên Marks û Engels yên derbarî netêperbûna teoriyên şoreşa berdewam de, di mercên dema emperyalîst de,bêyî heljimartina rastiya derbasbûna kapîtalîzmê ya serdema qeyranên berdewam, bi şêweyekî dogmatîk, her wekû di hemî helûmercan re derbas dibe, nirxandin.(Ev nirxandina pasîfîzm û oportunîzma rastgîr ku taybetmendiya wan ya ku nayê guhertin).

Evan kesan, raveyên heyber yên rewşên heyber li aliyekî danandine, pêşniyarên Marks û Engels yên ku ji bo hindek welatên dîtir û hindek mercên dîtirî mêjûyî pêşbînî dikirn, -derbarî destpêkirina şoreşê li welatê herî pêşkeftî yê kapîtalîzmê de û derbasbûna bi şêweyekî aştiyane jî dibe ku gengaz be- bi her çar destan xwe lê alandin. Her wiha kapîtalîzm, ne ew kapîtalîzma serdema Marks û Engels bû.

Kapîtalîzm, keftibû serdema şoreşên proleter û serdema qeyranên berdewam.Berî serdema pawanê, teoriya şoreşa berdewam ya ku Marks û Engels wekû nasaz amaje pê dikirin, di serdema qeyranên berdewam yên kapîtalîzmê de, dibû teoriya şoreşê ya Marksîzmê.

IV. TUNDIYA ŞOREŞGÊRANE Û DERBASBÛNA AŞTIYANE

Marks û Engels, bigotina Lenîn; bi bûyerên derbasbûna sosyalîzmê, ango, bi rûxsariya bûyeran ve xwe girênedabûn. Tenê wek yasaya giştî pêşbînî dikirin. Li dûv vê yasayê, ji bo proleterya bikare dîktatoriya birjûwa sernigûn bike, duçarî bikaranîna tundiyê, zordariyê ye. Zordarî, bigotina Marks; Hemşîreya her civaka kevn ku bi civaka nuh re avis e. Tenha rêyeke şoreşa civakî heye, li dûv nerîna Marks:

“… Lê, nebûna nakokiyên çînan û çînatî di yek pergalê de ye ku êdî werarên civakî, ji çarçoveya şoreşa siyasî dê derbikevin. Heta bi wê hingê, digel guherîna civakê ya ji hemî aliyan ve, di êvara sererastkirinê de, gotina dawî ya zanistiya civakî dê ev be: Yan tekoşîn yan mirin, yan cengeke xwînayî yan jî neman.”(Belengaziya Felsefê, rûp: 195).

Lê Marks û Engels, ji bo li hember pir-aliya jiyanê nekevin dogmatîzmê, bi merc, sînordar, ango li cihên ku gengaz in, ji bo bizûtirîn û bi xwe bahwer gehiştina amancê bi ajîtasyonên aştiyane, derbarî derbasbûna aştiyane de jî axiftine.

Marks û Engels, “anîna sosyalîzmê bi rêkên aştiyane”ji bo Brîtanya û Amerîkayê ku ji parzemîna Awrûpayê gelekî cuda û her wisa xwedî taybetmendiyên cuda ne,wekû îhtîmalekê dîtine.

Li dûv nerîna Marks û Engels, ev welatan, xwedî taybetmendiyênku bikarin derbasbûneke aştiyane pêk bihênin. Kapîtalîzm bi xwe ji parzemîna Awrûpayê bêhtir li van welatan şên bû. Proleterya li van welatan -li Brîtanya- piraniya serjimêriyê pêk dihanî û di sendîkayan de gelekî baş xwe birêxistin kiribû; û  her wisa, di warê asta çandê de jî, ji proleteryaya li parzemîna Awrûpayê bilindtir bû. Çîna kapîtalîst, ji hevşêweyên xwe yên li Awrûpayê berjewendiya xwe çêtir dizanî û xwedî gerdişeke miyanrew bû. Digel van taybetmendiyan tevan, dewleta birjûwa ya li van welatan, ango brokrasî û arteş, li hemberî Parzemîna Awrûpayê sist û lawaztir bû.

Ji ber van egeran hemiyan, li Amerîka û Brîtanyaya ku xwedî van taybetmendiyan in, proleterya bi riya parlementoya birjûwa, ango, bi navgîniya mekanîzmaya dengdayînê, dikarî “bi riya kirrîna kapîtalîstan” bihata ser desthilatê.

Marks, di gotareke xwe ya ku di Nîsana 1851 de di New York Tribune de nivisiye wisa dibêje:

“Ji bo çîna karker ya Brîtanyayê, mafê bikaranîna dengdana giştî û ya siyasî her yek tişt in. Proleterya piraniya serjimêriyêpêk dihêne. Li Brîtanyayê, bidestxistina mafê dengdayîna giştî, li parzemîna Awrûpayê bêhtir ji her navgîniyeke ku wekû sosyalîst dihête binavkirin, pêşkeftineke hîna zêdetir, ango, dê pêşkeftineke ber bi sosyalîzmê ve pêk bihêne; derencama misoger ya bidestxistina mafê dengdayîna giştî dê bibe desthilatdariya siyasî a proleteryayê.”

V. “NETEWATΔ Û ENTERNASYONALÎZM

Berî derbasbûna vê bûyerê, em li ser nerînên Marks û Engels yên derbarî netewatî û enternasyonalîzmê de bi kurtayî rawestin.

Marks û Engels, gava raveya heyber ya rewşên heyber dikin, ji aliyên giştî yên welatên kapîtalîst ve li şoreşa proleteryayê temaşe kiribûn. Marks û Engels, rizgariya proleteryayê û kedkarên cîhanê, berî her tiştî li Awrûpa û li Amerîkayê,bi hatina enternasyonalîzm -I.Enternasyonalîzm-a proleter bi desthilatê ve girêdidan. Ew, di nav sînorên netewî yên teng de, berdewam li dijî bendkirina tekoşîna şoreşê ya di çarçoveya netewî de derkeftine. Di baweriya wan de, amanca tekoşîna şoreşger ya proleteryayê, têperkirina sînorên ku birjûwazî danandiye û sererastkirina enternasyonalîzma netewan e; welatê proleteran tune, welatê wan enternasyonal e. (9*)

“Çîna proleter, li hemî welatan li dijî bes yek û heman berjewendî; bes yek û heman dijmin, bes yek û heman cengê ne; piraniya proleteran tiştekî sruştî ye ku hîn ji nihav de, ji nerînên peşînde xwe riha kiribin; tevaya bizavên wan, wekû bingeha mirovane û dijberî netewatî ne.Tenê yên proleter dikarin netewtiyê ji holê rabikin.” (Marks)

Lê ev, li her welatî, di çaçoveya ew sînorên proleteryayê kudigel birjûwaziya xwe biceng e,divêt di wateya ku desthilata xwe ya netewî danamezrîne nehête şirovekirin. Tam berovacî vê yekê, çîna karker ya her welatî, wekû çîn, berî her tiştî, bi rengê ku dê li welatê xwe desthilatê bi dest bixe divêt xwe birêxistin bike, taktîkên xwe yên demkurt û demdirêj, aboriya welêt ku wekû zemîna tekoşînê herêkiriye, divêt pala xwe bide nirxandina rast ya rewş û mercan, mercên aborî û siyasî, ango, ravekirina durist ya avadaniya civakî.

Ji vî alî ve, tekoşîna çîna proleter ne ji aliyê naveroka xwe ve, ji aliyê rûxsarê xwe ve netewî ye.

Di bernameya Gothade ku di bin bandora Lassalle`îstan de hatiye nivîsîn, “Çîna karker, xebat û zîrekiya karkerên tevaya welatên pêşkeftî,derencama duçarî ya hevpar, digel ku dizane dê biratiya gelan ya nêvnetewî pêk were, ji bo rihabûna xwe pêşî di nav çarçoveya dewletê de dixebite”.  Marks ev darijtina ku ji aliyê netewatiya teng ve hatiye zimên rexne dike û derbarî vê mijarê de wisa dibêje:

“Berovacî Rêbaza Kominîst û tevaya sosyalîzmên pêştir, Laselle, bizava karkeran ji aliyê netewatiya herî teng ve têgehiştiye. Di reşnivîsa bernameyê de, ev riya Lasalle dihête şopandin û ev, piştî çalakiya Enternasyonalê dihête pêkanîn! Xweş diyar dibe ku welat seranser şanogeha vê tekoşînê ye. Her wisa tekoşîna çîna karker bi vê wateyê dibe nîşana netewî, ne ji aliyê naverokê ve, lê wekû rêbaz -manîfesto- a kominîst jî dibêje; `ji aliyê rengdêriya xwe ve` netewî.” (Rexneya bernameya Gotha û Erfurt, rûp: 36) Marks û Engels têkiliyên “netewî” û enternasyonalîzmê aha bi vî rengî şirove dikin.

VI. ŞOREŞA PROLETERYA, LI WELATEKÎ YAN LI TEVAYA AWRÛPA?

Di serdema berî pawanê de, pêşdeçûna nasaz ya kapîtalîzmê ku destnîşankirina wê hîna bi duristî ne gengaz bû, Marks û Engels;tenê li welatekî misogeriya serkeftina şoreşê ne gengangaz e, her di piştî qeyraneke cîhanî de, rizgarbûna bi hev re ya proleteryaya hemî welatên kapîtalîst, dibe ku bibe mijara axaftinê, gotibûn.

Marks di nav sînorên teng yê netewî de,negengaziya encamdayîna şoreşeke proleter wekû nimûne, têkçûna proleteryaya Frensî ya di Hîzerana 1849`an de nîşan dide:

“Di nav sînorên netewî yên Frensayê de, karkeran wisa bawer dikirin ku dê şoreşeke proleter bi ser bixin. Belê mercên berhemanînê yên Frensayê, bi bazerganiya xwe ya dereke, bi rewşa xwe ya di piyaseya cîhanî de û bi yasayên vê piyasê re hatine destnîşankirin. Frensa, ev çende hemiyan, bêyî tekoşîneke şoreşger  ku tevaya Awrûpayê hembêz bike û li hember Brîtanya ku serdestî piyaseya cîhanî ye, dê çawa bikare ji hev parçe bike?” (Tekoşîna çînên li Frensayê, rûp: 48. Îtalîk yên me ne).

Marks, wekû dihête dîtin, di van salan de, xala destpêka şoreşa -şoreşa Awrûpa- cîhanê, Brîtanyayê dibîne. Li dûv nerîna Marks, gehiştina çareseriyekê ji bo qeyrana siyasî ya ku li Frensayê heye û ji bo proleterya bibe desthilat, hebûna qeyraneke ku tevaya cîhanê bihejîne û di dema vê qeyranê de, rûdana şoreşeke proleter ya li Brîtanyayê merc dibîne:

“…Tekoşîna çînan ya di nav civaka Frensî de, bi beranberkirina hemî netewan wekû cengeke cîhanî dê berfireh bibe. Di tevaya cîhanê de gehiştina çareseriyekê, tenê raserî  netewa ku serdestî bazara cîhanê ye, ango, raserî Brîtanyayê ye, ji ber derencama  cengeke cîhanî, meriv dikare nêzî desthilatdariya proleteryayê  bibe.”(Karl Marks, Tekoşînên çînatî yên li Frensayê, rûp: 132)

Di navbera salên 1847-50`yan de, ewên ku bawer dikirin dê li Parzemîna Awrûpayê şoreşên berdewam hebin, Marks û Engels, di teoriya şoreşê de, piştî helebûna xwe anîn zimên, wekû dihête dîtin ne ku karbidestiya raperînkar ya di 1850`yan de, serdestiya abori û rêveberiya civakî  bêhtir derdikeve pêş. Li dûv nerîna wan şoreşa Awrûpayê, li welatê ku astê pêşdeçûna hêzên rencberiyê herî bilind e -mercên heyber yên herî stewiyayî- ji Brîtanyayê dê dest pê kiribaya.

Marks û Engels yên ku di sala 1850`yan de li Brîtanyayê niştecih dibin, demeke dirêj bi vî çavî li Brîtanyayê nerîn. (Wekû xala destpêkê ya şoreşa cîhanî dîtin). Belê piştî 1850`yan, bizava karker ya Brîtanyayê bilezûbez berew reformîzma birjûwa-biçûk, arasteyî çirrava trade-unionîst bû; û hêwaş hêwaşdi navbera çîna karker û çîna karbidest de, komikek navencî ya zayîna arîstokrasiyeke karker dest pê kir.Marks û Engels, bi dîtina tekoşîna çînatî ya vê Arîstokrasiyê ûarastekirina vê tekoşînê li dûv daxwaza kapîtalîzmê, baş nebaş ya bi şêweyekî serkeftî, ji Brîtanyayê bêhêvî dibin û dîsa hemî balê dikşînin ser Parzemîna Awrûpayê.

Di bizava Komîna Parîsê de, piştî têkbirina karkerên Frensayê bi şêweyekî herî durindane, Marks û Engels, hemî hêviyên xwe bi tekoşîna li Germenîstanê ve girêdan. Û serkeftina çav li rê ya proleteryaya li Germenîstanê, wekû destpêka şoreşa cîhanî nirxandin.

Bi kurtayî, li dûv nerîna Marks û Engels ya ku şoreşa Awrûpayê hêviyek didîtin, li welatekî Awrûpî ku kêm-zêde astê pêşdeçûnê lê bilind e,dê yekemîn şoreşa proleter ya serkeftî li dar bikeftaya. Ango, di teoriyên şoreşa Marks û Engels de, rêveberiya aborî û civakî bêhtir cih digre. Rola karbidestiya raperînkar hîna li paş e. Belê navenda şoreşê dê ji xorava -ji Brîtanya- bi şêweyekî yeksane hêwaş hêwaş ber bi rohilat ve her ku bişemite grîngiya nîvçe ya karbidestiya raperînkar jî zêde dibe. (Lê berdewam aliyê nîşander, aliyê rêvebriya aborî û civakî ye).

BEŞÊ DUYEM:

SERDEMA EMPERYALÎST TEORIYA ŞOREŞÊ YA MARKSÎZM

I. VEGUHERÎNA KAPÎTALÎZMA MILMILANÊ YA SERBEST BEREW  KAPÎTALÎZMA PAWANGER

Ji cenga Frensa û Prûsyayê û bi dûv wan de jî, ji bizava Komîna Parîsê heta bi destpêka sedsal a 20`an, kapîtalîzm kêm zêde derbasî pêşdeçûneke aştiyane bû. Ji vê wardemê re, em dikarin wardema aştiyê jî bibêjin.

Ev wardem, wardemeke ku kapîtalîzmê hêzên berhemanînê bi pêş de xistiye, bilezxistin û di wateya birjûwa de jiyaneke xweş pêk aniye, bi yek peyvê, werareke ku kapîtalîzm bi ser xwe ve hatiye. Belê, wekû her tiştê ku bi pêş dikeve, xurt dibe kapîtalîzm jî di vê pêvajoyê de, lawaziya xwe, pûçbûna xwe jî bi pêş xist û xurt kir. Bi gotinek din, kapîtalîzm ji aliyekî ve gava bilind dibû, li aliyekî din arasteyî genîbûnê, mijoxweriyê û pawangeriyê dibû.

Ev wardem, wardemeke ku kapîtalîzma takekesî bilez ji holê radike,serwerîbûna pawangeran, kartelan û trostan ya li ser aboriyê, serweriya sermiyan (kapîtal)a milmilanê ya serbest vedegerîne serweriya fînans kapîtalê.

Lenîn, pêvajoya veguherîna kapîtalîzma milmilanê ya serbest berew kapîtalîzma fînansê, li ser sê wardeman par vedike: (Lenîn vê pêvajoyê ji 1860`an dide destpêkirin).

“… Wardemên sereke yên di mêjûya pawanan de wisa dide xuyakirin:

1) Gehiştina xala herî bilind ya pêşdeçûna di milmilaneya serbest de, salên 1860-1880: Di vê wardemê de pawanên heyî her yek ji wan di rewşa dendikek biçûk temet ku nahêne dîtin de ne;

2) Salên ku wardema pêşdeçûna mezin ya kartelan û qeyranên 1873`yan dişopandin; belê evana hîna jî di rewşa awarteyan de ne; hîna rewşeke wan ya mûkum û bi biryar tune. Rewşeke demî nîşan didin;

3) Pêşdeçûna li dawiya sedsala 19`an û wardema kriza 1900-1903; di vê wardemê de kartelên heyî bi tevayî dibin parçeyek ji bingeha jiyana aborî, êdî kapîtalîzm veguheriye emperyalîzmê…” (Emperyalîzm, r: 29)

1857-60 piştî krîza aborî ya cîhanî, kapîtalîzm dikeve wardema xweşiyeke (boom) ber bi çav. Geşedan û daneriyên di teknîk û zanistiyê de ku heta bi wê hingê nehatibûn dîtin, kapîtalîzm bilez derbasî pêvajoyeke bilind û pêşveçûyîkirin.Kapîtalîzma ku daneriyên herî dawî yên teknîk û zanistiyê digel bikaranîna di pîşesaziyê debilez ew geşkirin, bi damûdezgehên berhemhênanê, bi çapeke berfireh ew bipêşxistin.

Berhemhênan wekû navend bilez berfireh bû. Her wiha bankên heyî, erkên xwe yên navgîniyê ku heta bi wê rojê dikirin danandin aliyekî, vêca ew bi xwe bûn dabînkerên aboriyê û veguherîn pawangeriya herî mezin.

Destpêkirina serwerîbûna aborî ji layê trost û kartellan ve, bi taybetî jî, derencama desthavêjtina ji aliyê bankan ve, hewldanên biçûk û yên navîn bilez ji holê hatin pakijkirin. Bi navgîniya pergala Holdîngî, pawangerên mezin bûne takane serwerê aboriyê. Û her wisa kapîtalîzm, derbasî serdemeke nuh, serdema fînans kapîtalê bû.

“Digel çirrbûna berhemhênanê, ji vêya jî zayîna pawangeran, pelçîmbûna bankan û telîhevbûna digel pîşesaziyê: Her wisa mêjûya pêkhatina sermayeya darayî û naveroka vê têgehê (Têgeha fînans kapîtalê) ye.” (Lenîn, Emperyalîzm, Qonaxa Herî Bilimd Ya Kapîtalîzmê, r: 60)

Û derencama sruştî ya vê pêşdeçûnê, nadiyarbûna di wardema dijberiya serbest de pêşdeçûna leng û neyeksaneya kapîtalîzmê, bi hemî tazîbûna xwe ve derkeftina wê ya holê, diyarbûna wê ya berbiçav e.

“Hebûna welatên cudaû hewldankaran, şaxên Pîşesazî di nav pêşdeçûnên leng û ne wek hev de, di rejîma kapîtalîst de rûdaneke misoger e.” (Berhema navbûrî, r: 77) Ev pêşdeçûna ne wek hev, digel pawangeran di aboriyê de sermiyan(kapîtal)ek gelekî mezin afirand. Kapîtalîzmê, ji ber ku bi şêweyekî goncayî, Pîşesaziyê çandinî bi pêş nexist û her wisa li dûv karê helberînê -Birsîbûna cemawer û ji ber zêdebûna hejariyê ya bilez- berdewam kêmaniyeke rencderiyê diafirand, ev zêdeyî ji neçarî, arasteyî welatên mêtingeh bû. Siyaseta Mêtingehiya berê ku pişt bi hinardekirina tiştan ve girê dida, cihê xwe, ji mêtingeriya emperyalîst ku pişta xwe bi hinardekirina sermayê ve girêdida, hişt. Cîhan, ji aliyê mistek pawangeran ve hat parvekirin:

“Welatên ku sermaye hinarde dikirin, bi wateya mecaziya peyvê, di navbera xwe de cîhan dabeş kiribûn. Lê sermayeya darayî yekser rê li ber dabeşkirina goka dinyayê vedike.” (berhema navbûrî, r: 83) Û tevaya welatên cîhanê “karvedanên sermayeya darayî ya cîhanî, xelekên zincîrê pêk dihênin.”

Di van rûdanan hemiyan de, afirandin û nûjeniyên di zanistî û teknîkê de ku heta bi wê demê nehatibûn dîtin (10*)ji bo ladana cudahiyên yeksaneya li navbera welatên kapîtalîst,rewşeke goncayî amade dikir. Di nav vê rewşê de, welatekî dîtirî kapîlasît yê hîn paşdemayîtir, bi pêşdeçûneke nagehan xwe digehîne welatekî pêşdeçûyî û li dûv yeksaneya hêzên taze yên cîhana dabeşbûyî, dabeşkirina “bêhtir dadwerane” daxwaz dikir. Ev yek, ser ji nuh de,di navbera kapîtalîstan de vekirina riya cenga parvekirinê misoger dikir.

Di qonaxa emperyalîst de, pêşdeçûna leng û kulek ya kapîtalîzmê, aloziyên di navbera pawangeran de kûrtir û tundtir dikir. Derencama sruştî ya vê çendê, di eniya emperyalîst de vebûna qelşan û di vebûna van qelşan de,gengaziya serkeftina sosyalîzmê heye.

“Çima emperyalîzm dibe kapîtalîzma cankêş, têgehiştina derwazebûna wê ya ji bo sosyalîzmê asantir dibe; Pawana ku ji kapîtalîzmê dizê û bi pêş dikeve, êdî mirina kapîtalîzmê ye. Û destpêka derbasbûna wê ya sosyalîzmê ye.” (Lenîn)

Û êdî wardemeke mêjûyî li paş dima. Mêjûyê rûpelekî xwe yê nuh disûrand. Sernivîsa ev rûpelê taze, serdema şoreşên proleter e. wardema “aştiyê” êdî li paş dima. Êdî wardema şoreşgerên proleter, ji şirovekirina cîhanê derbasbûna guhertinê, serûbinbûna her tiştî, destpêkirina rûdanên berdewam û aloziyên giştî yên kapîtalîzmê dest pê dikir.

“Ew gava çav li rê” ya ku di wardema 1840-50`yan de, Marks û Engels pêşbînî dikirin, êdî hatibû.

II. TÊKDANA “ORTODOKS” YA MARKSÎZM Û TEORIYA ŞOREŞÊ YA LENÎNÎST(I)

Rêxistina Enternsyonal ya li dawiya vê wardema veguherîna milmilanê ya ji bo pawanê, duyemîn Enternasyonal e. Di wateya birjûwa de, pêkanîna xweşiyê ji aliyê kapîtalîzmê ve, di vê wardema “aştiyê” de, partiyên duyemîn Enternasyonala li Awrûpayê, bi riya parlementeriyê serkeftinên mezin bi dest xistin. Bi taybetî partiya karkeran ya li Germenîstanê, serkeftinên mezin yên helbijartinê bi dest xistin. (Li gelek deverên helbijartinê bêhtir ji %50 yê dengan wergirt.)

Ev wardem, wekû li hemî wardemên aştiyê dibe, wardemeke ji bo geşedana layenên rastgîr û layenê pasifist a çepgîr e. Bidestxistina serkeftinên parlementer, serî li tevaya partiyên duyemîn Enternasyonalîstê gerand. Wisa zanîn ku ev wardem dê her wisa bidome, bi amadekariyên wardema cengê hîç danekeftin.

Stalîn, pasifîzma duyemîn Enternasyonalê wisa şirove dike:

“Ev wardem, wardema pêşdeçûneke hinekî bêdeng ya kapîtalîzmê, nakokiyên wêranker yên emperyalîzmê ku hîna ji bo diyarbûnê derfet nedîtiye; grewa aborî ya karker û sendîkayên wan ku kêm zêde bi şêweyekî `asayî` bi pêş dikevin, bidestxistina serkeftinên `berbiçav` yên komînan, tekoşîna helbijartinê û parlemetoyê, bi pesindayînên şêweyên tekoşîna legal firandina wê ber bi asmanan ve û baweriya bitêkbirina kapîtalîzmê bi riya legalîteyê, wardemek ji şêweyên berî cengê bû. Bi yek peyvê ev wardem, wardemek bû ku nedixwestin bi şêweyekî ciddî ramana rahênana şoreşgerane ya cemawer bikin.” (Prensîbên Lenînîzmê, r: 17)

Di salên xwe yên dawî de Engels vê bûçûna ne li bar dibîne, di mijara reformîzma duyemîn Enternasyonalê de,xwest Wilhelm Liebknecht û Kautskî hişyar bike. Engels, di sala 1891`ê, di rexnekirina bernameya Erfurt de, derbarî vê `derbasbûna aştiyane` de nîgaşên pasîfîst û parlementer bi zimanekî sert rexne kir.

Belê hemî rexne û hişyarkirinên Engels bê encam man: Partiyên duyemîn Enternasyonalîstê, di çirrava parlementerîzmê de wiha baş çikiyane. Belê di salên 1900`an, di destpêka şoreşên proleter de, rewşa çepgeriya Awrûpayê wisa bû.

Partiyên II. Enternasyonalê, di wardema ku kapîtalîzmê pêşdeçûn û geşedaneke aştiyane nîşan da, bi serxweşiya serkeftinên helbijartinê ku bi dest keftine, evê wardema kapîtalîzmê ya nuh, hîç, belê hîç tênegehiştin. Ev “wardema aştiyê” ku wardemeke demî ye, wisa dizanîn ku wê bidome.

Ev partiyanan, ravekirinên heyber ya rewşên heyberdanandine aliyekî,bêyî bihête bîra wan ku Marksîzm rêhbereke çalakiyan e û bi mêjûyê re digel berfirehbûnê zengîn dibe û wardema berî pawanêMarks û Engels wekû dogma dîtine. Bi ser de jî, gotinên Marks û Engels yên derbarî mercên awarte de jî berfirehkirinû bi duristî keftin nav dogmatîzmekê.

Ji aliyê “Ortodoksî”ve paraztina pêşniyarên Marks û Engels yên wardema berî pawanê, ango cemidandina wê bi rewşa wan î heyber re digonciya. Û ev dogmatizm, her wisa ji bo xiyanet û tirsonekiya wan dibû rûbendek. Derbarî wardema bilindbûna hêzên rencberiyê ku taze bi pêş de diçin û berovacî wan nakeve, “derbarî wardema werarê de”, teoriya şoreşê ya ku Marks û Engels pêşbînî dikirin, dixwestin taktîk û şêweyên xebata wê, wardema qeyranên giştî yên kapîtalîzmê û bi wardema şoreşên sosyalîst re bigoncînin.

Marks û Engels, ma negotibûn tenê li welatekî, di nav tixûbên netewî yê teng de şoreşeke proleter bi ser nakeve?

Şoreş, li dûv pêşniyarên Marks û Engels, li welatên kapîtalîst yên bi pêş de çûyî, wekû “hevdem”, bi şêweyê şoreşa cîhanî ma dê rû nedabaya?

Şoreşa destpêkê ya proleteryayê, li welatê ku hêzên rencberiyê herî bi pêş de, xwedî mercên heyber yên herî li bar, astê demokrasî û çanda proleter li wê herî bilind e, ma dê dest pê nekiribaya?

Ji ber vê çendê, hewldana her raperînkariyekê li welatekî ku astê pêşdeçûna hêzên rencberiyê nizm e, her wekû têkçûna Hezîrana 1849`an, her wekû têkçûna Komîna Parîsê, duçarî encamdana têkçûnê bû. Her wisa, bendewariya stewîna hêzên rencberiyê merc bû.

Wekî din jî, nerînên Marks û Engels yên ku ji bomercên dîtirî mêjûyî dabûn pêş, dogmatîzekirina wan ji aliyê van partiyan ve li aliyekî, pêşdîtinên wan yên ji bo rewşên  “awarte” jî berfireh dikirin.Ji ber kuli Brîtanyayê proleterya piraniya serjimêrê pêk dihêne,derbarî hebûna gengaziyê ya serkeftina şoreşa proleter de bi riyên aştiyane, bi gelemperîkirina sînordariya bi merc ya Marks, ji bo proleterya bikare şoreşê bike, piraniya serjimêrê ya proleteryayê wekû merc didan pêş. Li dûv nerîna wan proleterya dê piraniya serjimêrê pêk bihêne û bi wergirtina piraniya dengan dê bibaya desthilat. Partiyên II. Enternasyonalîstê di serdema şoreşên proleter de,aha bi vî rengîMarks û Engels şirove dikirin.

Pasifîstên II. Enternasyonalê, gava Marksîzm bi vî rengî dogmatize dikirin, bi herêkirina Marksîzmê wekû rêhberê çalakiyan Lenîn, rewşên heyber bi ravekirinên heyber, pêvajoya veguherîna kapîtalîzmê berew emperyalîzmê ji nêz de dişopand.

(Lenîn, pertûka xwe ya bi navê Emperyalîzm: Qonaxa Herî Bilind ya Kapîtalîzmê, di sala 1916`an de nivîsiye; lê ev hemî ravekirinên ku Lenîn ji sala 1900`an kiriye, bi ravekirina yekser ya nakokiyên wardema emperyalîst ve girêdayiye.)

Li dûv nerîna Lenîn, wardem ne wardema Marks û Engels bû;

Kapîtalîzm derbasî qonaxeke din bibû. Li dûv pêşbîniya Marks û Engels, di navbera salên 1947-50`an de derbasbûna kapîtalîzmê ya wardema qeyranên giştî û berdewam, êdî derbasî pêvajoya cankêşanê bûye. Û, Lenîndi wardema pawangeriyê de, geşedana bi diyarbûneke berbiçav ya kapîtalîzma leng û bê aheng durist dibîne û ji vê yekê jî, derencama hebûna gengaziya serkeftina sosyalîzmê ya li welatekî derxist:

“… Pêşdeçûna kapîtalîzmê li welatên ji hev cuda, bi şêweyekî dûr ji pergalê bi rê ve diçe. Di pergala berhemhênana sermayê de bi şêweyekî din jî nabe. Ji vê yekê jî, bêyî redkirinê ev diyar dibe ku sosyalîzm li hemî welatan di yek demê de bi ser nakeve. Pêşî li welatekî yan li çend welatan dê bigehê serkeftinê, yên dîtir jî, yan di wardema birjûwa, yan jî berî wardema birjûwa de dê bimînin.” (Bernameya Cengê ya Şoreşa Proleterya, Ceng û Sosyalîzm, r: 61)

Lenîn,”Nebûna astê wekheviya geşedana aborî û siyasî, yasaya misoger ya kapîtalîzmê ye. Pêşî li gelek welatên  kapîtalst, heta li welatekî jî derencama hatina sosyalîzmê ji vê çendê derdikeve” dibêje. Pêşniyara Marks û Engels ya bi şêweyê “Şoreş nagehan li hemî welatan dê were destpêkirin” dide xuyakirin ku wardema emperyalîst kevn bûye.

Li dûv nerîna Lenîn, dogmatîzekirin û dubarekirina ev pêşniyara kevnbûyî ya Marks û Engelsji aliyê partî û berdevkên duyemîn Enternasyonalîstê ve, ji bilî xizmetkirina ji birjûwazî re tiştekî din nakin:

“Hemî şêweyên ew kesên ku xwe gelekî bîrewer dizanin û bi ser de jî xwe sosyalîst dibînin û dakokiyê dikin ku heta şoreş li hemî welatan dest pê neke, bi tekoşînê desthilat bi dest nahê, em xweş dizanin. Evan kesan, hest nakin ku bi van laqirdiyan pişta xwe dane şoreşê û li rex birjûwazî cih girtine. Di astê nêvnetewî de, bendewariya pêkanîna şoreşê ji aliyê çînên xebatkar ve, dihête wateya ku her tişt di bendewariyê de cemidiye. Ev lewçetî ye.” (Biner Çapa 4., Berg: 27, r:336, Stalîn, veguheztina ji Lenîn: Ladanên rast û çep, r: 220)

Li dûv Lenînîzmê, nerîna li şoreşa proleter wekû bûyereke navxweyî ya wî welatî, lêkolînkirina têrêkirin û netêrêkirina geşedanên hêzên berhemhênanê êdî li paş maye. Di wardema emperyalîst de, mercên şoreşê li her welatekî bi astê pêşdeçûna hêzên berhemhênanê ve ne girêdayiye. Ji ber ku birûxandina otarşiya aborî ya emperyalîst, aboriyên taybet yên xomalî, veguherandiye xelekên zincîreke ku jê re aboriya cîhanî dihête gotin. Û ji hemî aliyên pergalê ve, li tevaya welatan mercên şoreşê yên heyber hene.

Ji ber vê çendê, li welatekî herî pêşdeçûyî yê kapîtalîst, li welatê ku astê çand û demokrasiyê lê herî bilind ebendewariya yekem şoreşa proleter şaş e. Ev pêşniyara Marks û Engels ya ku ji bo berî wardema pawangeriyêrast e, di wardema emperyalîst de êdî kevn bûye. Û li dûv Lenînîzmê yekem şoreşa proleter ne li vî yan li wî welatê ku kapîtalîzm, demokrasî lê herî bi pêş de çûye, li welatê ku zincîra emperyalîzmê lê herî lawaz e dê pêk were:

“Li cihê ku zencîra emperyalîst lê herî lawaz e, dê eniya sermayê bihête qelaştin; çikû şoreşa proleterya, derencama şikestina zencîra emperyalîst a cîhanî ye û welatê ku şoreş destpê kiriye, welatê ku eniya sermayê qelaştiye, di wateya kapîtalîst de, li hemberwelatên ku bêhtir bi pêş de çûyiye, kêmtir bi pêş de çûye, digel vê yekê di çarçoveya kapîtalîzmê de gengaz e.” (Stalîn: Prensîbên Lenînîzm, r: 32)

Teoriya “têperbûna aştiyane” jîku partiyên II. Enternasyonalê didane pêş, di nerîna  Lenîn de şaş e. Ji ber ku kapîtalîzm keftiye wardema cankêşanê, Brokrasî û Arteşa xwe baş bi hêz xistiye. Di wardema Emperyalîst de, tenha rêyek li pêşberî şoreşa civakî heye, ew jî;  “bi riya tundiyê parçekirina makîneya brokratîk û ya leşkerî”ye.

Teza Marks û Engels ya berî wardema pawangeriyê ku ji bo Brîtanya û Amerîkayê pêşbînî dikir, di wardema pawangeriyê de kevn bûye, natêper e.

Di vê mijarê de Lenîn dibêje:

“Îro.., ev sînordarkirina Marks natêper e. Wekû Amerîkayê Brîtanya jî, azadiya Anglo-Sakson (milîtarîzm û brokratîzm) di dinyayê de nûnerên herî mezin û herî dawî jî, yên ku her tişt bi xwe ve girêdan û her tişttevlî damûdezgehên xwe yên leşkerî û brokratîk, serûbin noqî çirrava Awrûpaya ku mişt e ji xwîn û krêtiyê, bûn.

Niha, wekû li Amerîkayê dibe, li Brîtanya jî, `yekemîn mercê şoreşa durist ya hemî gelan` (…) şikandin û parçekirina `makîneya dewletê ya berhev` e.” (Dewlet û Raperîn, r:52)

Di teoriya şoreşa Lenînînst de, li welatekî ku çîna karker lawaz be û piraniya serjimêrê ji gundiyan pêk hatibe, parçekirina zencîra emperyalîst gengaz e. Li vêrê hebûna şiyana gundiyan û tevgerxistina vê şiyanêdi rêveberiya proleterya û partiya wê dewekû bingeh dihête herêkirin:

“…, Wekû dihête zanîn, Lenîn, derbarî nerîna proleter a li hember gunditiyê, Marks agahiyên xwe berhev kiribûn û bi pêş de biribûn.” G. Dimitrov, Dewreyên Sereke di Pêşdeçûna Partiyê de, Ber Bi Komara Gel ve, r: 124)

Di teoriya şoreşê ya Lenîn de, rola însiyatîfa raperînkar (ji ber taybetmendiyên wardema emperyalîst), ji teoriya Marks û Engels bi gelekî girantir e. Di wardema emperyalîst de, ji ber ku bingeha şênber ya şoreşan amade ye, ravekirina bûyerê li ser gavhavêjtina di demeke goncayî de ya însiyatîfa raperînkar dimîne.

Di teoriya şoreşa sosyalîzma zanistî de, her ku rola gundiyan zêde dibe, her ku gorepana şoreşê berew rohilat dişemite, aliyê Vîndar (volantirîst) derdikeve pêş.

Ji ber ku niyaza li darxistina şoreşê ya partiyên II. Enternasyonalîstê tune ye, derdekî wan wekûbirêvebirina şiyana raperînkar ya gundiyan, qezenckirina wan ya ji bo rêzên proleteryayê tunebû. Ewan şoreş, (bi hêviya) proleterbûna piraniya gundiyan, pêkanîna  gundiyan ya piraniya serjimêriya proleteryayê, ji bo demeke nadiyar bi paş xistibûn.Li dûv ramana “Ortodoks”ya duyemîn Enternasyonalê, divêt gundî bigiştî di nav arteşa birjûwazî de bihêne dîtin. Li dûv vê ramanê, “gundi bigiştî tenê xebatkarên berhemhênanê ne” û berjewendiya wan li dijî proleterya ye. Ev, têgehiştina oprtunîzma II. Enternasyonala bi şêweyê dijberkirina civakê li ser du rengan, ji bilî têgehiştina “Ortodoks” ya kevnare ne tiştekî din e.

Pasifîstên II. Enternasyonalê, wekû li silal bi kurtayî me dane xuyakirin, hemî tezên xwe yên oportunist bi Marks û Engels ve girêdidan. Di Marksîzmê de ya misoger çi ye,ew hergîz tênegehiştibûn. Bigotina Stalîn, bidanîna aliyekî ya kakila Marksîzmê, wan -ravekirina heyber ya rewşên heyber- Marksîzm dicemidandin.

Di salên pêşî yên wardema emperyalîst de, tenê bigotinên Lenîn û Bolşewîkan kakila Marksîzmê ji hev cuda dikirin, biparaztina naveroka Marksîzmê, li hemberî rastiya nuh ya jiyanê digel mûkumkirinê zengîn dikirin.

Di salên 1900 de Lenîn dibêje:

“Em teoriyên Marks wekû temambûyî, gelemperiyeke naguher nabînin. Berovacî vê yekê em diramin ku vê teoriyê tenê hîmên zanistiyê li cih danandiye; heger sosyalîst naxwazin li dûv jiyanê bimînin, divêt vê zanistiyê ji hemî aliyan ve mûkum bikin. Li dûv têgehiştina me ji bo sosyalîstên Ûris,di cihê xwe de bikaranîna teoriya Marks ya serbixwe -bi taybetî- pêdivî ye.”

III. ŞÊLÛKIRINA “ORTODOKS” YA MARKSÎZMÊ Û TEORIYA ŞOREŞÊ YA LENÎN (II)

TEORIYA ŞOREŞA BÊNAVEBIRR YA LENÎNÎST Û MENŞEWÎZM

Di destpêka sedsala 20. de, li dûv çavdêriya Lenîn ku veguherîna kapîtalîzmê berew emperyalîzmê, di navbera salên 1847-50` de, pêşbîniya Marks ya hatina demê, “dema tekoşîna mezin” êdî hatibû. Êdî “cenga di navbera birjûwazî û proleterya de, li tevaya Awrûpayê di rojevê de ye”. Û teoriya şoreşa berdewam ya ku Marks û Engels ji bo Germenîstana 1850`yî pêşbînî dikirin, Lenîn, wekû teoriya şoreşa proleterya a Rûsyayê radigehand.

Di navbera wardema salên 1840-50`an de, Marks û Engels, di vê teoriya şoreşê de bi rastî jî hele bibûn. Ji ber ku wan, pêşbînî dikirin ku di 1847`an de, digel qeyranên bazerganiya cîhanî, kapîtalîzm derbasî wardema qeyranên giştî û berdewam bûye. Belê di wê demê de, kapîtalîzm di wardema xwe ya bilindbûnê de bû. Lewra, li darkeftina şoreşeke proleter ya li Awrûpayê bêgengaz bû. Ji ber vê çendê, heger li Germenîstanê proleterya serperiştiya şoreşa demokratîk bike jî, li Awrûpayê, ji ber nebûna şoreşên proleterya yên ku hevdem dê li dar bikevin, proleterya nedikarî berdewamiya şoreşê misoger bike.

Li Germenîstanê ji bo proleterya ji qonaxa demokratîk ya birjûwa bêrawestan derbasî qonaxa şoreşa sosyalîst bibe, alîkariya proleteryaya serkeftî ku li gelek welatên Awrûpayê desthilatdarî bi dest xistiye, merc bû.

Lê, aniha (di wardema emperyalîst de) kapîtalîzm keftiye wardema qeyranên berdewam. Ji bo hatina proleteryayaAwrûpabo desthilatê,mercên heyber yên sîstemê bi giştî stewiyane. Ji ber vê çendê,ev teoriya şoreşa ku Marks û Engels piştî salên 1856`an dev jê berdane, di wardema qeyranên giştî û berdewam yên kapîtalîzmê de, teoriya şoreşa durist û takane ya proleteryaya welatekî mîna Rûsyayê ku li ber derwazeya şoreşa demokratîk ya birjûwaziya derengmayî ye.

Ango, li dûv nerîna Lenîn, ew salên (salên 1840-50) ku Marks û Engels bendewariya şoreşeke Awrûpî dikirin, wekû rewşa Germenîstanê di sedsala 20.an de, rewşa Rûsyaya Qeyser (Çarr) jî wisa bû. Derbarî vê wekheviyê de Stalîn dibêje: “Tişta ku hat serê Lenîn û Rûsyayê, di navbera salên 1840-50`an de hatiye serê Almanya, Marks û Engels.” (Prensîbên Lenînîzmê, r: 15)

Stalîn dîsa balê dikêşe sergotina şoreşa demokratîk ya birjûwa ku li Germenîstana di manifesto de dê bibe destpêka şoreşa proleteryayê, wiha dibêje:

“Ji bo Rûsyaya destpêka sedsala 20`an, divêt her van tiştana bihêne gotin; lê astê pêşdeçûnê li Rûsyayê, ji Germenîstana 1840-50`an di xaleke hêj bilindtir de bû. Diviyabû Rûsya, di nav çarçoveya Awrûpayeke pêşkeftî de û (Frensa û Brîtanya li aliyekî) bi proleteryayeke ji ya Almanyayê hêj bipêşdetir ev şoreş li dar bixistaya; û her tiştî dida xuyakirin ku ev şoreş, dê bibaya havên û destpêka şoreşa proleteryayê.

Hîna di sala 1902`an de, hîna di rojên amadekirina şoreşa Rûsyayê de, di berhema Lenîn ya bi navê Em Çi Bikin? de, ev gotinên wî yên ku paşeroj didîtin, ne helkeftinek bû. `Mêjûyê,li her welatekî ku proleteryaya wê tûşî pêdiviya cîbecîkirina erkan e, di gavê de, yekser me rûbirûyî (wate Marksîstên Rûsyayê, J.Stalîn) bi erkekî lezgîn yê herî şoreşgêrane kiriye. Cîbecîkirina vî erkî, ne bes paşverûtiya Awrûpayê, rûxîna kelha herî xurt ya paşverûtiya Asyayê jî, dê proleterya Rûsyayê bigehîne rewşa serperiştiya proleteryaya şoreşger ya nêvnetewî.` (c: IV, r: 382) (Prensîbên Lenînîzmê, r: 15-16)

Sedemê hatina proleteryaya Rûsî bo rewşa serperiştiya proleteryaya şoreşger ya nêvnetewî, komkirina hemî nakokiyan di sînga xwe de ya Rûsyaya Çarr ku gehiştiye sînorê xwe yê herî dawî, bi pêgotiyek din, divêt xeleka herî lawaz ya zencîra emperyalîzmê be:

“Aha ji ber vê çendê, derencama nakokiyên emperyalîzmê, diviyabû Rûsya bibaya mijara pevçûnan; ev, tenê ev nakokiyan, ne ji ber diyardeya bi taybetî xweranegirtinê ya riswatiya li Rûsyayê; ne tenê ji ber ku Rûsya sermayeya darayî ya Xorava bi pêkanîna desteka sereke ya bi emperyalîzma Xorava re ku bi mêtingehên rohilat ve girêdide; belê digel van sedeman, ji ber ku hêzeke durist xwedî çareserkirina nakokiyên emperyalîzmê tenê li Rûsyayê heye.

Lewra, şoreşa li Rûsyayê diviyabû şoreşeke proleter baya (11*) û diviyabû ji roja xwe a yekemde ev şoreş bi pêş ve biçûya, durvê xwe yê nêvnetewî wergirtiba û wekû derencam, diviyabû emperyalîzmê ji bingehê de bilerizandaya.” (Stalîn, Prensîbên Lenînîzmê, r:14)

Derencama sruştî ya vê nirxandinê, proleteryaya Rûsyayê di hundirê pêvajoyekê de dê du cengên ji hev cuda bi rê ve biribaya:

“Cenga li navbera birjûwazî û proleteryayê, li tevaya Awrûpayê di rojevê de ye. Ev ceng ji mêj de gehiştiye Rûsyayê jî. Li Rûsyaya hevçerx, ne du hêzên ku rewşa cengê naveroka şoreşê diyar dikin, belê du cengên civakî heterojen û ji hev cuda ne. Cenga yekemîn, pêdiviye di sînga pergala otokratîk ya îroyîn de bihête dayîn û bi ser kolewariyê ve ye; lê ya din, ya ku li ber çavên me peyda dibe, cenga ku di nav pergala demokratîk a birjûwaziya dahatû de cih digre. Yek ji bo azadiyê (ji bo azadiya civaka birjûwa), ji bo demokrasiyê, ango ji bo desthilatdariya misoger ya gel cenga ku tevaya gel pê radibe; ya dîtir jî, ji bo rêxistinbûna sosyalîst ya civakê tekoşîna çînatî yeku li dijî bijûwazî proleterya pê radibe.

Her wisa, ji aliyê hevgirtina hêzên civakê ve, bi durvê xwe, bi amancên xwe û di şer de hinermend û xwedî biryar, erkekî giran û sext mîna birêvebirina di heman demê de du cengên bi tevayî ji hev cuda dikeve ser şanên sosyalîstan.” (Lenîn, Sosyalîzm û Gundî, Peymana Karker-Gundiyan, r: 15) (12*)

Di êvara şoreşa birjûwa ya Rûsî ya di 1905`an de, perspektîfa şoreşa Bolşewîk, aha ev bi xwe bû. (13*)

Em dikarin taybetmendiyên cuda yên vê perspektîfê bi vî rengî darêjin:

1)Teoriya şoreşa bênavebirr ya Lenînîst, teoriya şoreşa dema cankêşana kapîtalîzmê ye. Ev teorî, ne bes ji bo Rûsyaya Qeyser ku di destpêka qeyrana giştî ya kapîtalîzmê de ye, ji bo tevaya welatên emperyalîst kapîtalîst ku nekarîne derbasî pêvajoya pêşkeftinê bibin, lewra, ji bo welatên mêtingeh û nîv-mêtingehan jî derbas dibe.

2) Teoriya şoreşa berdewam ya Lenînîst, ji teoriya şoreşa berdewam ya Marks hîna bipêşdetir,arastekirina potansiyela şoreşgerî ya gundiyan ber bi şoreşê ve ye. Li dûv vê teoriyê, di dema emperyalîst de, proleterya dikare fermandariya arteşa gundî bike. Û erkê proleteryaya ku dixwaze bênavebirr şoreşê bi ser bixe, divêt fermandariya vê arteşê jî bike.

3) Li welatekî mîna Rûsyaya Qeyser, ji bo veguherandina şoreşa demokratîk ya birjûwa bo şoreşa sosyalîst, alîkariya proleteryaya Awrûpa ya desthilatdar merc e.

Perspektîfa şoreşa koma Menşewîk ya Partiya Karkerên Sosyal Demokrat a Rûsyayê ku milekî duyemîn Enternasyonalîstê ye, wekû derencameke sruştî ya têgehiştina şoreşa fermîa duyemîn Enternasyonalîstê, bi temamî berovacî perspektîfa Bolşewîk bû.

Li dûv têgehîna “Ortodoks” ya duyemîn Enternasyonalîstê, yekemîn şoreşa proleteryayê li welatekî ku kapîtalîzm û demokrasî bi pêş de çûye û piraniya serjimêrê proleterya pêk dihêne, dê rû bidaya. Û ev şoreşa ku li vî welatî rû bidaya jî, dê derbasî welatên dîtir bibaya. Her wisa şoreşa cîhanê dê hevdembaya.

Li dûv Menşewîzma ku bi vêramanê tevdigere, ji ber ku di salên 1900`an de mercên heyber yên rûdana şoreşeke proleter ya cîhanî ne stewiyane û her wiha, piştî bidestxistina desthilatê ji aliyê proleteryayê ve, ji ber bi duristî pêknehatina kadroyên rêveber yên pêdivî, serperiştiya proleterya ya ji bo şoreşa li Rûsyayê nedihat ramankirin. Di pêvajoya heta bistewîna van mercan divêt birjûwaziya Lîberal ya Rûsî, şoreşa birjûwa pêk werîne, proleterya jî jê re bibe destek. Heta ew kêliya çav li rê bihatana, Proleteryaya Rûsî “di rewşeke demokratîk ya bi şêweyê Xorava”, bi azîna tekoşîna parlementer dê bi hêzkeftibaya (xurt bibûna).

Teoriya şoreşa berdewam ya Bolşewîkan, teoriyeke berelayî û anarşîst e. Ev teorî berdewamiya heleyên Marks û Engels yên di navbera salên 1840-50`an de ye. Marks û Engels piştî bi demekê helebûna di vê mijarê de dev jê berdana xwe ya ji vê teoriyê, ma ne anîn zimên? Û Marks di sala 1859`an de, di pêşgotina xwe ya di beşdariya rexnekirina siyaseta aboriyê de, digel danasîna şoreşê, ma ev teorî gunehkar nedikir?

Proleterya tenê dikare bi şoreşekê dabikeve; ew jî, şoreşa sosyalîst ya wî bi xwe ye.

Ji ber vê çendê, bipêkanîna şoreşa xwe birjûwazî,merc e ku berhemhênana xwe ya kapîtalîst bi pêş xistibe. Bêyî stewîna hêzên berhemhênanê, bêyî pêkanîna piraniya serjimêriyê ya proleteryayê, bêyî bicihbûna pergal û civaka birjûwa ya li Rûsyayê, tiştek bi navê desthilata proleteryeyê nabe mijara axaftinê.

Teoriya şoreşê ya ku Menşawîzm ji bo proleteryaya Rûsî pêşbînî dike jî ev e.

Her du teorî, -wekû di beşê dihêt de emê li ser rawestin- bûne bingeha şêweyê xebat û têgehîna partiyê a Bolşewîk û Menşewîkan. Yên ku cîhanê ji hev cuda şirove dikin, navgînên wan yên guhertinê jî helbet dê ji hev cudabin!

IV. TÊGEHÎNA PARTIYÊ YA BOLŞEWÎKAN Û MENŞEWÎKAN

Teoriya şoreşa berdewam ya Lenînîst, welatekî ku proleteryaya wê lawaz e, şêweyên gengaziyê yên însiyatîfa raperînkar -ya herî girîng ji bo van gengaziyan potansiyela şoreşger ya gundiyan e- ku ji bo şoreşê dihête bikaranîn. Digel durvê xwe yê çînatî, ya qonaxa mêjûyeke diyar, cudahiya li navbera rola çînên vê qonaxê, bingeha vê teoriyê pêk dihêne. Giranbûna aliyê vîndar (volantirîst) di teoriya şoreşa Lenînîst de, derencama sruştî ya vê cudahiyê ye.

Di teoriyên şoreşê yên Marks û Engels de -ji ber helûmercên heyber yên wê hingê- aliyê nîşander (determinist) yê aborî û civakî, li dûv aliyê vîndar (volantirîst)hêj girantir e. Lê di teoriya Lenînîst de, diyardeya siyasetê ya li hemberî aboriyê girantir dibe. Ango bingeha karbidestiya şoreşger e. (bingehbûna wê ya bi serê xwe nayê wateya ku diyarde ye).

“Siyaset derbirrîna çirrbûna aboriyê ye. Digel giraniya aboriyê jî, nabe pêşrewtiya siyasetê nehête herêkirin. Berovacî vê yekê dihête wateya ji bîrkirina ABC`ya Marksîzmê.” (Lenîn, Berg 42, r: 278, çapa Frensî)

Ji bo karbidestiya şoreşger ya di teoriya şoreşa Lenînîst de, ramana pêşekîdana siyasetê ya bi giranî, têgehîna partiya Lenînîst jî pêk dihêne.Li dûv nerîna Lenîn, wekû rêxistina karkeran û rêxistina şoreşgeran, du şêweyên rêxistinên proleteryayê hene:

“Rêxistina Karkeran, berî her tiştî divêt rêxistineke pîşeyî be, heta ku pêçêbibe, dûr ji nihêniyê divêt li ber çavan be. Li hemberî vê rêxistina şoreşgeran, berî her tiştî û yên ku pîşeya wan ya sereke çalakiyên şoreşger in, divêt wan kesan himbêz bike..” (Lenîn, Em Çi Bikin, r: 340)

Li dûv vê têgehînê,divêt partiya proleter bi tevayî ji şoreşgerên pispor pêk were. Partî, rêxistineke cengê ya ku şoreşger pêk aniye. Evan şoreşgerên pispor, “Ew kes in yên ku di babetên diyar de ber bi pisporiyê ve diçin û digel pergala heyî ya civakê hemî têkiliyên xwe birrîne, ne tenê şevên xwe yên vala, hemî temenê xwe ji bo şoreşê terxankirine û herî kêm di rahênan (formasyon) a Marksîst re derbasbûne.”Û di destpêkê de ev partiya ku ji şoreşgerên pispor pêk hatiye cudakirina çînatî nabe. “Li hember taybetmendiya rêxistineke wisa, di navbera karkeran, rewşenbîran û tew di navbera pîşeyên her bi vî rengî, divêt hemî cudahî ji holê bihêne rakirin. Wisa diyar e ku ev rêxistin, zêde nehête berfirehkirin û heta ku ji dest bihê divêt nihênî be”. (Lenîn, Em Çi bikin, r: 140)

Wekû diyar e, di destpêkê de têkiliyên di navbera partî û çînan de bêhtir heyber e; ango bîrdozî ye. Bingeha pêşewatiya partiyê, bîrdozî ye. Di destpêkê de ya girîng, wekû Lenîn dibêje; endamîtiya partiyê ne ku ji karker û xwendevanan, pêkhatina ji şoreşgerên pispor e.Wekû heyber, rêxistineke cengê ku ji şoreşgerên pispor pêk hatiye, nûnertiya vîna proleteryayê a şoreşger bingeh e. Û bi navgîniya vê rêxistinê têgehiştin dê ji derve bo proleteryayê bihête gehandin. Ji ber ku ev rêxistin, nûnertiya bizava sosyalîst dike: “Demokrasiya şoreşger ya civakî, bêyî cudabûnê ya girêdayî bi rêxistina proleteryayê [mebest ji rêxistina pîşeyî ye] ve,nûnertiya Jacobenan dike.”(Lenîn)Ev rêxistin, rêxistineke bijarde ya nîv-leşkerî ye. Ango, di prensîba navendgerî a demokratîk de, ne aliyê demokratîk, aliyê wê yê navendgerî bêhtir li pêş e.(Ev, ji bo tevaya welatên ku demokrasiya birjûwa lênîne derbas dibe.)

“Prensîbên sosyal demokrasiya şoreşger sazûmana pêlikan -hiyerarşîk- ya li dijî demokrasiyê, yan jî, bigotineke din, li dijî xweserî (otonomi)yê navendgerî ye. Evanaprensîbên bi tevayî li dijî berevaniya rojengêrane ye. Prensîba ku yên dawî berevaniyê jê dikin, ji ber ku dixwaze ji bingehê helkişe sergehê, heta bigehiştina otonomî û demokrasiyê herî dûr heye.. Lê, ji ber ku Demokrasiya civakî ya şoreşger tekoşîna xwe ya desthilatê ji jor de dest pê dike, li dijî beşên heyî berevaniyê ji mafê pergala navendê û ji berfirehbûna desthilatê ya bêkêmasî dike.” (Lenîn, Gavek li pêş, Du gav li paş)

Tevger û rêxistina bijardeya partî ku Lenîn jê dibêje; “Rêxistineke cengê bidin me, em Rûsyayê serûbin bikin” ev e.

Belê,partiyeke ku li dûv prensîbên rêxistina cengê ya bi vî rengî hatiye damezrandin, ji bo bibe rêxistina cengê, di nav tekoşînê de bi berfirehî himbêzkirina cemawerê proleter, merc e.Di qonaxa yekem de, pêdivî bi serjimêriya zêde ya proleteryayê tune bû. Ya girîng rewşa wan ya jêdera çînatî çi dibe bila bibe, pêkhatina rêxistinê ji şoreşgerên pispor e. Di qonaxa duyem de, piraniyekemisoger ya ji karkeran merc e. (14*)

Di sala 1902`an de, Lenînê ku dibêje; pêdiviye partiya berteng bibe rêxistina hindikan, di sala 1905`an de, di nav rêxistina partî de, pêdiviya cihgirtina “bi sedhezaran karkeran” dihêne zimên. “Di sêyemîn kongrê de, di her komîteyeke partiyê de pêdiviya li hember her du rewşenbîran, hebûna heşt karkeran min daxwaz dikir. Êdî dema vê jî derbas bû. Niha, di nav rêxistinên partiyê de, li hember her rewşenbîrekî bi sosyal demokrasiyê ve girêdayî, hebûna çend sed karkerên sosyal demokrat dihtê daxwazkirin.”(Veguhêz; Clif, Rosa Luxemburg, r: 58)

Partî, gava veguhere rewşa partiya cemawerê siyasî yê proleteryayê, wê hingê meriv dikare bibêje partî bûye rêxistina cengê. Û endamên vê rêxistina cengê xwedî du rewiştan (karekteran) e:

“Lenîn, pêdiviya sazîbûn û damezrandina partiyê ku li ser du beşan dihête holê, dida pêş:

a) Wekû bingeh şoreşgerê pispor ku ji gorepana karkeran dihên û ji karkerên partiyê yên di astê pêşewatiyê de ne, ango, kadroyeke bi rêkûpêk ya xwedî ezmûn ku ji derveyî xebata partiyê bi hîç karekî din daneketine û ji aliyê teorîk ve têr, di pratîka rêxistinî û di pevçûnên bi polîsên Qeyser re û di rihabûna ji dest wan de hinermend in;

b)Tora rêxistinênpartiyeke xwecihî ya berfireh ku destek û hezkirina bi sedhezaran kedkaran qezenckiriye û hejmareke mezin ya endamên partiyê.” (Ji mêjûya Partiya Kominîst a Yekîtiya Sovyetîstanê -PKYS- r.353)

Aha ev e têgehîna rêxistinî ya partiya Bolşewîkan.

Teoriya Menşewîkan ya şoreşê ku bendaveke mîna bedena Çînê di navbera şoreşa proleterya û şoreşa birjûwa de danandiye, digel pêngava şoreşger ya proleteryayê, pêşdeçûna demokrasî û kapîtalîzmê ya li Rûsyayê, heta bipêkhatina piraniya serjimêra poroleteryayê ya ji bo demeke nadiyar vehiştiye û her wisa di mijara partiyê de jî reng vedida.

Di nerîna Menşewîkan de, Çîna karkerên Rûsyayê hîna lawaz û belengaz bû. Partiya Karkerên Sosyal Demokrat a Rûsyayê-PKSDR`Partiya Karkerên Sosyal Demokrat a Rûsya`- jî, digel proleteryayê girêdana xwe ya zindî -organîk-nedanandibû.Tenê, ji rewşenbîrên ku “di prensîban de nûnertiya karkeran” dikirin pêk dihat. Ji ber vê çendê, ev partî hêj wekû partiya rasteqîne ya proleteryayê nedihat heljimartin. (Wekû dihête dîtin, têgehîna Menşewîkî, di qonaxa destpêkê de pirbûna karkeran merc datîne).

Şoreşa birjûwa li Rûsyayê, dê yasabûneke diyar ya birjûwa anîbaya. Ji vê azadiya birjûwa,karkerandigel sûdwergirtinê dikarîn li hev kom bibin. Karkerên ku dê li hev kom bibin, dê sendîkayên xwe, rêxistinên xwe û partiyên xwe pêk anîbana. Erkê rewşenbîrên şoreşger ji bo vê pêkhateyê alîkarî bû. Têgeheke bi navê partiya şoreşgerên pispor dê nebûya xomaliya Marksîstên ku berevanî ji şoreşa sosyalîst ya şoreşa piraniyê dikirin. Ev têgeh, a Jacobenên ku şoreşgerên şoreşa hindikan û ya şoreşgerên birjûwa biçûk bû. Ev dibe ku bibe ya partiya Blanquistên plangêr, lê nedibû ya ewên ku dixwestin bibe şoreşa piraniyê yaku duçarî palpiştiya cemawer dibe.Tew ewên ku bi binyada xwe ne proleter in û li jêr navê şoreşgerên pispor bi nûnertiya proleteryayê û dakokiya wan ya ku dê têgehiştinê bigehînin proleteryayê, bi tevayî ne ya berhemhênana ramana Marksîst e. (15*)

Li dûv nerîna Mihrî Bellî, yên ku di yekemîn pêngavê de dê proleteryayê têbigehîne û birêxistin bike, ne şoreşgerên pispor in. (Ji boyî van hemiyan binerin, Mihrî Bellî, Şoreşa Demokratîk ya Netewî,rûp: 49-50-51-52).

Wekû rewşenbîrekî sosyalîst (!) Mihrî Bellî, wekû rêzana jiyana xwe ya bi vê têgehê re durist maye. Ji ber vê çendê, bi dirêjahiya jiyana xwe, bi bûyera birêxistinkirin û bitêgehandina proleteryayê hîç, belê hîç giriftar nebûye; ji ber ku li dûv têgehiştina wî ya aborîzaniyê, proleterya dê xwe bi xwe têgehiştî bibe. Erkê sosyalîstên ku ji binyada proleter nahên, ne ji derve birina têgehiştinêye.

Vêca, li dûv vê têgehiştinê, erkê ku dikeve ser milên sosyalîstên mîna Mihrî Bellî ku ne ji binyada proleterya ne(!), çînên dîtirî şoreşger yên ji derveyî proleterya, bo nimûne, rêxistinkirin û serwextkirina birjûwaziya biçûk e. Û Mihrî Bellî jî, bi dirêjahiya jiyana xwe ya siyasî, ji bo bicihanîna erkê xwe bi şêweyekî herî serkeftî “sosyalîstekî” ku bi ser û can xebitiye. Ji bo xebatên wî yên di vê mijarê de, nerîna li pirtûka wî ya bi navê “Nivîsîn” (Yazilar) bes e.

Rêveberiya proleterya, rêveberiya herî demokratîk e. Partiya wê (proleter) jî, partiya herî demokratîk e û bi şêweyekî herî demokratîk ji jêr berew jor dihête damezrandin.

Şoreşa birjûwa ya sala 1905`an ku dê rewşa azadiyê pêk bihêne, ne tenê karker, girseyên gel jî divêt di nav sovyetan de bi berfirehî “non-partîzan” xwe birêxstin bikin.

Ev şarevaniyên ku bi xwe, xwe bi rê ve dibin, digel nûnerên rêxistinên karkeran dê kongreya netewî ya ku derbasî “meclisa damezrêner”dibe, pêk werînin. Her wisa dê bi duristî rewşeke parlementer ya birjûwa li Rûsyayê binecih bibe, ew proleterya, bi beşdarîbûna helbijartinên xwecihî yên şarevaniyên ku bi xwe xwe bi rê ve dibin, dê gel ber bi aliyê xwe ve kêşabaya. Û ji ber vê çendê, divêt partî, ji bo tevaya karker û rewşenbîrên sosyalîst vekirî be û berfirehiya wê bihête paraztin.

Aha têgehiştina rêxistinî ya Menşewîkan jî ev e.

Wekû dihête dîtin, têgehiştina du rêxistinên ji hev cuda, ji bilî derencama têgehiştina du şoreşên ji hev cuda, ne tiştekî din e.

V. ŞOREŞA 1905 Û PÊŞBÎNIYA LENÎN YA ŞOREŞA GEL A DEMOKRATÎK

Hêmanên destnîşankirina şoreşa demokratîk ya ku Lenîn pêşbînî dike ev in:

1) Di wardema emperyalîst de, lokomotîfa ku mêjûyê bi pêş de dibe proleterya ye. Ji ber vê çendê, birjûwaziya liberal a Rûsî, êdî mêjû ji dest daye. Pêşewayê şoreşa birjûwa, heta bi dawî, takane çîna şoreşger proleterya ye.

“Proleterya, ji ber rewşa xwe ku çîna herî pêşkeftî û takane şoreşger ya herî durist e, li Rûsyayê, di bizava şoreşger ya demokratîkbûna giştî de, divêt rola sereke bileyize.” (Biryara sêyemîn kongra Partiya Karkerên Sosyal Demokrat a Rûsya, Du Taktîk, r: 80)

2) Hêzên bingehîn yên şoreşa gel a demokratîk karker, gundî û birjûwaziya-biçûk a bajêr e.

“… Hêza takane ya ku li hemberî Qeyser dikare serkeftina misoger bi dest bixe gel e, ango -bêyî em hêza mezin ya bingehîn ber bi çav bikin, heger em birjûwaziya biçûk a bajêr û gundî di navbera van hêzan de belav dikin (ji ber ku birjûwaziya biçûk jî `gel e`)- proleter û gundî ne.”Lenîn, Du Taktîk, duyemîn çap, r: 58)

3) Hêza bingehîn a şoreşger hevpeymaniya karker û gundiyan e.

Em hinekî li ser vê babeta hevpeymaniya karker û gundiyan rawestin. Lenîn, bi ravekirinadevera çolter a Rûsyaya Qeyserî, siyaseta şoreşgerî wisa destnîşan dike:

“Bi rastî, digel amancên xwe yên dûr û nêzîk, li hemberî me ji hev cuda sê çînên civakî hene; maldarên (bi axê ve girêdayî) mezin, gundiyên têr, -hindek gundiyên nîvtêr- û di dawî de proleterya. Di rewşeke wisa de, erkê proleteryayê divêt du alî be… Digel birjûwaziya gundî li dijî her şêweyê hişmendiya kolewarî, li dijî feodalîteya çandiniyê; digel proleteryaya bajêrî, li dijî birjûwaziya gundî û li dijî tevaya hêmanên dîtirî birjûwa; Aha `hêla siyasî!` ya ku proleteryaya gundî û bîrdozgerê wê sosyal demokrat dê bişopînin, ev e.”(Gundî û Proleterya, Hevpeymana Karker-Gundiyan. r: 10)

Û Lenîn, bi daxuyakirina rihabûna digel şoreşa sosyalîst ji gundiyên jar û proleteryaya çandiniyê re dixwaze bibêje;rêxistina wan, partiya proleterya ye:

“PKSDR (Partiya Karkerên Sosyal Demokrat a Rûsya), wekû partiya çîna proleter, di riya rêxistinbûna wekû çîna serbixwe ya proleteryaya gundî de, dûr ji mandîbûnê tevbigere, bêyî ku gavekê jî ji bîr bike, bidaxuyakirina hebûna nakokiyên di navbera berjewendiyên proleteryaya çandiniyê ya digel berjewendiya birjûwaziya gundî de û tenê bitekoşîna hevpar ya gundî û proleteryaya bajaran ya li dijî tevaya civakên birjûwa,ji erka wê ye ku ji tevaya girseyên gundiyên hejar re, digel pêkhatina serkeftina şoreşa sosyalîst ku tenha ew dikare bi rastî jî wan ji hejarî û çewsandinê riha bike, vebêje.” (Berhema navbûrî, r:13)

Piştî ev ravekirinên Lenîn, bûyera hevpeymaniya karker-gundî ya di şoreşa demokratîk a gelê Rûsî de bi duristî derdikeve pêşberî ronahiyê. Hevpeymaniya karker-gundî, wekû di nav partiyê de û ji derveyî partiyê, du alî ye. Di nav partiyê de, digel proleteryayabajêr û gundî, hêmanên nîv-proleter û hevpeymaniya gundiyên hejar cihê axaftinêne. Hevpeymaniya digel gundiyên dewlemend û nîvçe jî, dê li derveyî partiyê û li ser bingeha çîna cuda bin. Şoreş, dê di encama hevgirtina hêza partiya karker û gundiyan de dê pêk were. Belê di vê hevpeymaniyê ya di rewşa serweriyê de proleterya ye. Partiya ku dê vê hevpeymaniyê araste bike û di şoreşê de serdestiya xwe damezrîne, partiya çînatî ya proleterya ye.

Derbarî vê mijarê de Lenîn dibêje:

“Di sêyemîn kongra PKSDR(Partiya Karkerên Sosyal Demokrat a Rûsî) de, durişmeya me ya ku hatiye formîlekirin jî, digel durişmeyên birjûwaziya şoreşgerên demokratîk û yên komargerî di rewşeke bi aheng de ye. Ev birjûwazî û birjûwaziya biçûk li Rûsyayê wekû partiyeke mezin ya gelêrî pêk nehatiye. Lê, ji bo bigumankeftina ji hebûna hêmanên vê partiyê, ji bûçûnên ku niha li vî welatî rû didin, divêt tiştek nehête têgehiştin. Niyaza me (Di rewşeke serkeftî ya şoreşa mezin a Rûsî de), tenê ne proleteryaya ku ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat ve hatiye birêxistinkirin, her wisa birêvebirina birjûwaziya biçûk e jî ku dikare bi asanî bi me re bimeşe.” (Du Taktîk, Çapa duyemîn, r: 46)

ŞOREŞ DÊ RÊÇIKEK JI BAJARAN BEREW ÇOLTERAN BIŞOPÎNE

Zordariya Qeyser, di encama serhildana proleteryaya çekdar ya li bajarên mezin de dê birûxe. Û şoreş -ji jor berew jêr- ve, ji bajêr berew çolteran dê xwe birêxistin bike.

Lenîn dixwaze wisa bibêje:

“Madem ev bizav di aniha de û ji nihav de gehiştibe duçariya serhildaneke çekdarbûyî: Proleterya, wekû misoger madem di vê serhildanê de dê rola herî enerjîk bilîze û bi beşdarbûna proleteryayê, madem li Rûsyayê diyardeya veguheztina çarenûsa şoreşê ye; ji bo çekdarkirina proleteryayê, her wisa ji bo serhildana çekdarî û ji bo amadekirina planên pêşewatiya rasterast ya vê serhildanê,heger pêdivî hebe, wergirtina berhingariyên herî enerjîk û bi vê amancê pêkanîna koman ji gernasên taybet yên partiyê.” (Du Taktîk, r: 80-81)

Li dûv nerîna Lenîn, di vê serhildanê de proleterya dê rola sereke bilîze û şoreş, di encama serhildana berfireh ya hêzên bergirî yên karkeran û arteşa karkeran (Arteşa Sor)de, dê bigehê serkeftinê. Belê ji bo pêkanîna serkeftina çîna karker destekdayîna gundiyan merc e.

DESTHITHILATA KU DÊ BIHÊTE DAMEZRANDIN DÊ BIBE DESTHILATA HÊZÊN BINGEHÎN;

DÎKTATORIYA ŞOREŞGER YA KARKER Û GUNDIYAN

“Li dijî Qeyser serkeftina misoger ya şoreşê; dîktatoriya şoreşger ya karker û gundiyan e.” (Lenîn, Du Taktîk, r: 58)

Li vêrê, li ser babeteke ku gelekî girîng e bi kurtayî em rawestin:

Xwendewarekî ku her du taktîkan bi hûrbînî bixwêne, dê bibîne ku Lenîn, birjûwaziya biçûk û gundiyan, di nav hêzên bingehîn de tenê carekê heldijmêre. Û ji bilî vê, bi berdewamî wekû hêza bingehîn ya şoreşê tenê proleteryayê dihêne zimên.

Wekî din, di prensîbên Lenînîzmê de, Stalîn, di qonaxa şoreşa demokratîk de, wekû hêza bingehîn tenê proleteryayê heldijmêre, ji gundiyan jî wekû hêza alîkar vedibêje.

Gelo Lenîn, di wê hevokê de gundiyan û birjûwaziya biçûk di nav hêzên bingehîn de bi şaşî heljimart? Yan jî ev şemitîneke pênûsî ye?

Helbet na. Digel formîlasyona wê hevoka Lenîn, di nav formîlasyonên dîtirî yên wî bi xwe û ya Stalîn de, nakokiyek yan jî bê ahengiyek tune ye, ahengiyek û wekheviyek bêkêmasî heye. Bûyer ev e; şoreşa gel ya demokratîk ku di nav de hêzên bingehîn gundî û birjûwaziya biçûk jî hene, bi serhildanên gel yên çekdarî dê li bajaran bi ser bikeve. Di vê serhildanê de, wek çîn, bi beşdarbûna proleteryayê dê rola xwe ya herî enerjîk û herî aktîf bilîze. Proleterya bi kêşana girseyên gel bo aliye xwe, di encama serhildana çekdarî de, dê desthilatê bi dest bixe û her wisa dê dîktatoriya karker-gundiyan bihête damezrandin.

Wekû dihête dîtin hêza cemawerî bingeha vê şoreşê çîna karker e. Rola gundiyan ya di şoreşê de, beşdarbûna wekû çîn di pileya duyemîn de ye, paşkok e.

Formîlasyona Lenîn û Stalîn ya bi şêweyê “Proleterya hêza bingehîn e, gundîtî hêza alîkar e”, bi giranî navendbûna bajaran bo şoreşê û lewra wekû derencama vê yekê, hêza cemawerî ya bingeha şoreşê proleterya yê.

Her ev rewş, di şoreşa nuh a demokratîk ya Mao de, di formîlasyona derbarî çepergêriya çînan de heye. Di formîlasyona şoreşa nuh a demokratîk ya Mao de, carinan “hêza bingehîn gundî ne”, carinan jî “karker, gundî û birjûwaziya biçûk ya bajaran” dihête gotin. Ev formîlasyona ku di destpêkê de wekû nakok dihête dîtin, her wekû formîlasyona Lenîn ne nakok e. Gava Mao “gundî hêza bingehîn in” dibêje, helbet rola birjûwaziya biçûk a bajarî û bi taybetî jî ya proleteryayê biçûk nabîne.

Sedemê formîlekirina wî ya bi vî şêweyî, ji ber ku şoreş bi cenga gel rêçikeke ji çolteran ber bi bajaran ve dişopîne; ango, ji ber cudahiya xala navendê ya şoreşê ye. Ji ber ku girseyên gel yên li çolteran gundî ne, gundî dibin hêza girseyî ya bingeha şoreşê. Ji ber ku gundî hêza cemawerî ya bingeha şoreşê ne jî, formîlasyona “hêza serperişt proleterya ye, hêza bingehîn gundî ne” dihête kirin.

Digel şoreşa gel a demokratîk ya Rûsî, cudahiya bingehîn ya di navbera welatên mêtingeh û nîv-mêtingeh ku li jêr dagîrkirina emperyalîzmê de ne, ev e.

Ev cudahî gelekî girîng e. Têgehîna şoreşê ya ku her du formilasyon pêşbînî dikin, şêweyê têgehîna rêxistinê û xebatê, ji bingehê de ji hev cuda ne. Û ev cudahî, ew yan ev, ne cudahiyeke duyemîn pileyî ye, hêmana bingehîn e ya ku bîrdozî-siyasî û rêçika me ya çalakiyan vediguhêze. (Di van beşan de emê li ser vî babetî bi şêweyekî berfireh rawestin)

Di formilasyona her du taktîkan de şoreşa bênavebirr, ji bo Tirkî jî ku li jêr dagîrkirina emperyalîzmê ye dihête pêşbînîkirin. Diktor Hikmet Kivilcimlî, bi şêweyekî diyar formilasyona di her du taktîkan de, dixwaze bi reseniya çînatî ya Tirkî ve bigoncîne. Bi nerîna li ravekirinên di pertûkên Dr. Hikmet Kivilcimli de, em dighên vê derencamê.

Wisa ku; Dr. Hikmet Kivilcimli di pertûkên xwe de:

Di partiya karkeran de piraniya misoger divêt ji karkeran be. Ji bilî partiya çînatî ya proleter amaje bi hebûna partiyeke gundî, yan jî, bi pêdiviya hebûna wê dihête kirin.

Di vî babetî de Dr. Kivilcimli dibêje:

“Partiya gel ji partiyeke gundî hêj gelekî dûr e.” (Planên cenga gelêrî, r: 19)

“Lê heta bi hindek bajar û navçeyan û heta bi çend gundan bihavêjtina çend xalên xwerêxistina Partiya Karkerên Tirkî û di nav hindek rêxistinên bi wê ve girêdayî de, gelek welatiyên karker jî heta nekevin nav wê, piraniyê û rêveberiyê ew bi xwe bi dest nexin, pêdiviye partiya karker bizane ku hîna ji bûyîna PARTIYEKE PROLETERYAYÊ dûr maye.” (Keza, r: 19, îtalîk yên me ne).

“Di rêxistinê de pirkirina hejmara endamên çîna karker.” [pêdivî ye] (Oportunîzm Çiye?, r: 11, jêrxêz ya me ye.)

2) Helbijartina bajaran wekû gorepana bingeha tekoşîna şoreşger, wekû derencama sruştî ya vê çendê, herêkirina proleteryayê wekû hêza bingehîn ji aliyê çepergêriya çînan ve û berevanîkirina ne ji bîrdoziya wê, ji serperiştiya wê ya li karûbar. (Ango beşdarbûna çînan bi herêkirina proleteran wekû bingeha şoreşger ya hêza cemawer). (Binerin, Planên cenga gel, r: 188-189)

Belê teoriya şoreşa bênavebirr ya marksîst-lenînîst, ji formilasyona du taktîkan heta bi roja me, li hemberî hindek guherînên jiyanê hatine guhertin, bi ezmûniyên nuh zengîn bûye û kûr daketiye. Ev wardema ku em di wê de, ne wardema destpêka qeyranên kapîtalîzmê ye. Tirkî jî wek Rûsyaya Qeyser, ne yek ji 5-6 welatên mezin û mêtinger yê cîhanê ye, tam berovacî, nîv-mêtingeheke li jêr dagîrkeriya emperyalîzmê ye.

Teoriya şoreşa berdewam ya Marksîst-Lenînîst, sînordarkirin û cemidandina bi formilasyona du taktîkan, wergirtina wê mîna modeleke xweristî ku ji bo her wardemê derbas dibe, daxwaza goncandina wê bi reseniya çînatî ya welêt ve, di beşên dahatî de bi şêweyekî berfireh emê bidin xuyakirin ku çawa mirovî dixe guzergaha ladana rastgiriyê.

Nêzî modela du taktîkên di formalisyona Lenîn de, bikaranîna di Mihrî Bellî de jî em dibînin. (Ragehandina Partiya Gel ya Komarî -CHP-, wekû partiya gundiyan û bi ser de jî, dazanîna Ecewît -Bulend Ecewît- wekû pêşewayê gundiyan ji aliyê wî ve; bingehdîtina bajaran, hwd.)

Lê niştinandina Mihrî Bellî li cihekî diyar, bi rastî jî sext e. Ji ber ku şivarêyeke wî ya diyar; hêleke wî ya bi xwe re durist, nîn e. Carinan, wekû rastiyeke misoger dîtina pêşewatiya çîna proleter dogmatizm e dibêje, carinan jî, pêşrewiya çîna karker wekû pêşewatiyeke kirdar dinirxîne. Dîsa di hindek nivîsînên xwe de, li jêr mercên demokratbûna Flîpîn, partiya proleteryayê nahête damezrandin dibêje, di hindek nivîsînên xwe yên dîtir de, kesên ku heman tiştan dibêjin, bi asanî dikare wan bi oportunîzma rastrewî tawanbar bike. Di nivîseke xwe de, nivîsa şoreşgerekî ku gotibû di qonaxa MDD (Şoreşa Demokratîk a Niştîmanî) de, bîrdoziya çîna karker bingeh e, şêwandibû; bi canbaziyeke dûr ji aqilan, ji vêya, derencama daxwaza li darxistina şoreşê ya bêyî çîna karker derdixist, li aliyekî din jî, bi asanî dikare bibêje; çîna karker nebe jî bi serperiştiya birjûwaziya biçûk li darkeftina şoreşê gengaz e!..

Meriv dikare gelek nimûneyên wisa bêhejmar bide.

Bi kurtayî, Mihrî Bellî çi dibêje ne diyar e. Tişta diyar, nadiyarbûna wî ye. Ew bi xwe, Mihrî Bellî, ji bilî xwe bi hîç kesî û bi hîç tiştekî (Sosyalîzma Zanistî û damezrênerên wê jî di nav de) ne bawer e, “sosyalîst”ekî “kerametê di xwe de dibîne”.  Ew tam “siyasiyekî-reel” yê ku bi dûv hesabê biçûk keftiye. (Di wateya birjûwa de, siyasetmedarekî rastgo ye). Û wekû her siyasetmedarekî-reel, li gopîtka awaretiyê mîna mayîneke serserî sergerdan e!

VI. QONAXA WERARÊ,QONAXA ŞOREŞÊ

Qonaxa werara di Marks û Engels de, bûyera qonaxa şoreşê û mercên heyber yên şoreşê, di ravekirinên Lenîn de bi şêweyekî herî vekirî diyar in.Wardema ku Lenîn tê de jiyaye, ji ber ku serdema şoreşên proleter e û ji ber serpêhatiya du şoreşan, bêguman di vê çendê de rola mezin ya Lenîn heye

Li dûv nerîna Lenîn, di wardema emperyalîst de, li hemî welatan, bi têgehîna şoreşa bênavebirr mercên heyber yên şoreşên proleteryayê hene. Astê ku hêzên berhemhênanê li seranserî cîhanê gehiştiyê, ji bo pêkanîna şoreşê stewiyaye. Ya diyar, nebûna mercên şoreşê yên neyber in.

Amdekariyên mercên neyber yên şoreşê, her wisa bingehên Lenînîzmê pêk dihêne. (16*) Têgehiştina vê rastiyê di beşên pêş de emê bibînin ku kakila bûyerê ye.  Cudabûna qonaxên werar û şoreşê ya Marks û Engels, ji ber cudahiyên rewşên heyber, Lenîn hindek guherîn durist kirin.

Li dûv nerîna Marks û Engels, li seranserî cîhanê gava mercên heyber yên şoreşê hebin, divêt zimanê sosyalîstan bi Frensî be.

Wekû dihête zanîn, serdema emperyalîst li seranserî cîhanê serdema stewiyayî ya mercên şoreşê yên heyber e. Li dûv vaca yekpare, derencama sruştî ya pêşniyarên Marks û Engels, di vê wardemê de, erkê sosyalîstan berdewam axaftina bi Frensî ye, bêyî rawestan, dûr ji çavşikestinê, berdewam hêrişkirin e! (Ramana Trotskist ji aliyekî ve ji vê yekê re palpişt e).

Lê ji bo vaca diyalektikê rewş ne wisa ye. Şoreşa cîhanê hergîz dê ne hevwext be. Pêşî dê li welatekî yan li çend welatan bibe. Ji ber vê çendê, proleteryaya her welatekî di nav sînorên xwe de, divêt tekoşîneke qonax bi qonax bide. Ji ber ku rizgariya proleteryaya her welatekî, dê bibe dêrîniya proleteryaya welêt. Şoreş ne tên hinardekirin, ne jî tên hawîrdekirin.

Li welatekî ji bo hebûna mercên heyber yên şoreşê, ji bilî qeyrana kapîtalîzmê ya li seranserî cîhanê, ew welat di nav xwe de jî pêdiviye qeyrana xwe ya niştîmanî bijî.

Li dûv nerîna Lenînîst, ji bo di qonaxa şoreşê de be:

a) Têgehiştina proleteryayê û ji bo şoreşê divêt astê rêxistinê têrê bike. (pêdiviye mercên neyber yên şoreşê goncayî bin).

b) Hebûna qeyraneke niştîmanî ku bandorê li serdest û li bindestan dike, merc e. (17*) Ev qeyrana niştîmanî, ji bilî nakokiyên qeyranên giştî yên kapîtalîzmê ku vedana bi şêweyekî herî tûj li wî welatî, ne tiştekî din e.

Qonaxa şoreşê gaveke kurt e. Qonaxa werarê pêvajoyeke dirêj e.

WARDEMA WERARÊ

Li dema werarê zimanê mizgotin(xîtab)a şoreşê, Almanî ye. Di wardema axaftina Alamanî de, ji pêngava raperînkar (Îhtilalci) re cih nîn e. Şêweyê xebata vê wardemê, serwextkirina proleterya, birêxistinkirina wê, xurtkirina têkiliyên proleter bi pêşewayê wê, ji bo şoreşê qezenckirina girseyên gel yên kedkar bo rêzên proleteryayê û rahênana wê ye.

Heger partiya proleteryayê hatibe damezrandin, Xebata şoreşgêrane, wê partiyê bike partiya cemawerê siyasî yê proleter; bi navgîniya rêxistinên pîşeyî yên cûrawcûr, xurtkirina girêdana organîk bi cemawer re; bilindkirina hişmendiya çînatî ya gelê kedkar û proleteryayê; bimeşa li aliyê herî çep ya bi berhingariya demokratîk re, bi propaganda siyasî ya berdewam şermendkirina çînên serdest e.

Heger, partiya proleteryayê hîna nehatibe damezrandin, erka bingehîn pêkanîna yekîneyên pêşrew yên proleterya ye. Di werareke ku partiya proleteryayê tune be, digel hebûna rewşa şoreşgêrane jî, nabe Frensî bibe zimanê şoreşgêrane yê proleteryayê!

Di vê wardemê de, şêweyê xebata şoreşgêrane ya proleteryayê Lenîn wisa şirove dike:

“Propaganda û têgehandin, têgehandin û propaganda, bi rastî di wê hingê de ji aliyê mercên heyber ve, ji bo plana herî li pêş hatibûn paldan. Xebata ji bo weşana rojnameyeke siyasî ku bi weşana xwe ya heftane arasteyî tevaya welêt wekû pêdivî dihate dîtin, wê hingê, wekû hîmê xebata amadekariya şoreşê dihat xuyakirin (û Em Çi Bikin, bûyer wisa datanî). (Li şûna çalakiya çekdarî), durişmeya têgehiştina gelemperî, (li şûna serhildanên herêmî), durişmeya amedekariyên helûmercên derûnî û civakî, wê hingê, tenha durişmeyên herî durist yên demokrasiya civakî ya şoreşger bûn.”  (Du Taktîk, r:79, 2. Çap)

Derbarî taktîka paşvekêşanê a têkçûna 1905-1907`an de, Stalîn wisa vedibêje:

“Di wardema 1907-1912`an de, partî duçarî taktîka paşvekêşanê bû; ji ber ku çalakiya şoreşger sist bibû, pêdiviya bi şoreşê hebû û diviyabû taktîk wekû ji naçarî ev diyarde berçav kiribaya. Wekû derencam rengên tekoşînê û rengên rêxistinê dîsa hate guhertin. Li şûna boykotkirina Dûmayê, beşdarbûna Dûmayê; li şûna çalakiyên eşkere yên ji derveyî parlementoyê, xebat û destwardanên di Dûmayê de, li şûna grewên siyasî yên giştî, grewên taybet bi aborî yan jî nelivîneke ji rêzê.” (Prensîbên Lenînîzm, r: 83)

Wekû diyar dibe, di wardema werarê de boykotkirina parlementoyê, destpêkirina grewên siyasî yên giştî, azînên serlêdana her şêweyê çalakiyên çekdarane, ne şoreşgêrane ye.

Di vê wardemê de serlêdana van azînan ji bilî oportunîzma çepgîr ne tiştekî din e. Azînên xebata şoreşgêrane, di serî de proleterya serwextkirina cemawerê kedkar, propaganda, grewên taybet bi aborî ve û berhingariya demokratîk e.

QONAXA ŞOREŞÊ

Di qonaxa şoreşê de, şêweyê xebata proleterya û durişmeyên wan bi tevayî dihêne guhertin. Di qonaxa şoreşa 1905`an de, derbarî durişmeyên qonaxa werarê û taktîkên wê de Lenîn wisa dibêje:

“… Ji ber ku bizavê pêşkeftin tomar kiriye niha rûdanan ev durişme têperandine; ev durişme êdî kevn in, tiştine ku hatine bikaranîn û rola xwe bicihanîne.” (Du Taktîk, 2.çap, r: 79)

Ev wardema ku van bîst salan di rojekê de bi cih kir, divêt pir baş bihête nirxandin:

“Demjimêra raperînê gelekî asayî, cudabûna wê ji demjimêrên dîtir yên asayî, cudatirbûna wê ji demjimêrên ku amadekariya mêjûyê dihate kirin û di demjimêrên raperînê de, rewşa derûnî, kelekela ji kevçîka dil ya cemawer, veguherîna baweriyê berew çalakiyê” divêt baş bihête têgehiştin.

Evan rojan, rojên kêm dihêne dîtin ku cemawer bi hev re stranên raperînê dibêjin. Wardem, êdî wardema pêngavên raperîngeriyê ye. Di vê wardemê de cemawer tenê ji zimanekî têdighê: Ew jî bi Frensî ye. Û axaftina bi vî zimanî jî pîşeyek bi serê xwe ye… Dilê Frensî, yan jî, rola pêngava şoreşger ya Rûsî li vir giringiya xwe didin xuyakirin. Çend şoreşgerên serkeftî, çend şoreşgerên zanyar yên di wardemên werarê de, ji van pêngavan bêpar man, niha di çirrava neçariyê, newêrekiyê û xiyanetê de melevaniyê dikin.

Di vê wardema kurt de, wek wardema têperbûnê ya navxweyî, wardema hêrişa taktîk û wardema hêrişa stratejîk li ser sê beşan ji hev cuda dibin.

a) Wardema têperbûnê bi Frensiya wê.

Di kêlîka dawîhatina werarê de dest pê dike. Wardema ku hêwaş hêwaş pêlên şoreşê bilind dibin û digel destpêkirina  lerzandina cemawerî û digel wardema veguherîna baweriya cemawer ya berew çalakiyan, taktîka axaftina bi Frensî ye.

Di wardema şoreşa 1905`an de, zarvekirina bangewaziya bi Frensî wisa bû; grewên siyasî yên xwecihî, xwepêşandan, grewên siyasî yên giştî û boykotkirina Dûmayê.

Taktîka Bolşewîk ya vê wardemê jî Stalîn wisa dide xuyakirin:

“Bi xwepêşandan û rêpîvanan, fêrkirina yê serperişt li ser çalakiyên kolanan û her wisa li paş eniyê sowyet û li eniyê, bi navgîniya komîteyên leşkerî girêdana alîkaran bi serperiştiyê re.” (prensîbên Lenînîzmê, r: 85. Ev beşê ku hatiye veguheztin, perwerdeya têperbûna şoreşa 1917`an ya taktîka axaftina bi Frensî ye).

b) Perwerdeya hêrişê ya taktîkî:

Ev perwerdeya kurt, perwerdeya hînbûna serperişt ya çalakiyên bajêr, lewra dikare pêşewatiya girseyên gel bike û girseyên gel hînî taktîkên durist bike. Ev qonax, digel bilindbûna berbiçav a potansiyela gelê şoreşger û nêzîkbûna pêlên şoreşê di astê herî bilind de,digel çirrbûna hêrişên taktîk, qonaxa berî hêrişa dawî ya serperişt e. Amanca sereke ya di vê perwerdeyê de, peydakirina şepirzeyî û têkçûnê ya di nav rêzên dijmin de, ji hev belawelakirina eniya li dijî şoreşê û vekirina qelşan e.

Taktîkên şoreşgêrane yên perwerdeya hêrişên taktîk yên şoreşa 1905`an, şerên çeperan (şerên kolanan) û gerillayên bajaran ji proleteryaya bajêr pêk dihên. Wekû, yek ji hindek erkên gerîllayên bajêr, di babeta hînkirina taktîkên serhildana girseyên gel de, Lenîn, nivîsîna xwe ya ji `Serhildana Moskowayê Dersên Bihêne Wergirtin` de wisa dibêje:

“Ji Berfbaranê û hir ve, şerê gerîlla yê ku li tevaya Rûsyayê didome û rûdana bizavên herî tund, helbet di hînbûna taktîkên durist yên serhildanê de dê aîkariya cemawer bike.”

c) Perwerdeya Hêrişa Stratejîk; Derbasbûna Arteşa Pergalî û Serhildan:

Di Hîzerana 1905`an de, Lenîn dibêje ku:

“Girjî -xwepêşandan-pevçûnên kolanan, yekîneyên arteşa şoreşger: Aha qonaxên pêşdeçûna serhildanên gel ev bi xwe ne. Êdî em gehiştin qonaxa dawî.”

Qeyrana aborî û siyasî baş kûr daketiye û derkeftiye asta herî bilind. Êdî rawestan, bigotina Lenîn; kujerî ye.  Û serhildan, êdî bûye yekemîn xala rojevê. Hêrişa stratejîk ya bi arteşa pergalî, bi arteşa berhev dihête kirin. Ji bo hêrişa dawî, pêşî hêzên ji hev belavbûyî li cihekî dihêne komkirin, Arteşa Sor dihête afirandin. (Arteşa Sor jî Arteşa Proleter e).  Cengên çepergêrî û taktîka gerîlla ya bajêr êdî cihê xwe ji taktîka serhildana Arteşa Sor re hiştiye.

Taktîka serhildana Cotyaran -Oktober- Lenîn wisa xêz dike:

“… Ji bo têgehiştina serhildanê ya marksîstwarî, ango, mîna hinerekî  bêyî derbasbûna çirkekê, her di gavê de, divêt em sipasalariya giştî ya refên raperînê birêxistin bikin, hêzên xwe dabeş bikin, Hengên cihê baweriyê ji bo xalên herî girîng bihinêrin, şanoya Aleksandra dorpêç bikin, kelha Pier Paul dagîr bikin, derdora salargeha giştî û ya desthilatê bigrin, li dijî xwendevanên leşkerî û leqa hov, li şûna rêdana keftina dijmin bo navendên bajêr yên jiyanewerî, divêt em refên ku ji mirinê re amadene bihinêrin; karkerên çekdar seferber bikin, Ji bo tekoşîna yekcarî û ya herî dawî em gazî wan bikin, her wisa em telefon û telgrafxanê dagîr bikin, divêt em salarê giştî yê raperîna xwe li navenda postexanê binecih bikin û em wî bi riya telefonê bi hemî karxanan, bi hemî hengan, bi hemî navendên tekoşîna çekdarî ve girê bidin.” (Raperîn û Marksîzm, Tezên Nîsanê û Dersên Cotyaran, r: 167-168)

Aha serhildana sowyetîk pêvajoyeke bi vî rengî dişopîne. Bêguman, jiyan hîç demekê li dûv darijtina tîprêziyê hîç şemayek çepgîr yan rastgîr naherike.  Her neyber û şemakirin beşekî rastiyê paşguh dike, beşekî din jî, bivêt nevêt dinepixîne. Lê ravekirina teorîk, griftariya jiyanê û piralîtiya wê ji bo têgehiştinê asankariyê durist dike û erka xwe ya rêhberiya çalakiyê bi cih dihêne. Ji ber vê çendê, bi şemakirina me ya van wardeman ya bi şêweyekî mekanîk, bêyî şêweyê cudakirina ji hev, divêt wek pêvajoyeke ku xelekên wê di nav hev de bi cih bûne, bihêne dîtin.

Jêrnişe

1*) Têgeha şoreşê, di vir de şoreşa proleterya, yan jî, di wateya şoreşa demokratîk ya li jêr desthilatdariya proleteryayê de dihête bikaranîn.

(2*)Di şoreşa sosyalîst de, dîktatoriya proleterya; di şoreşa demokratîk de jî, gel dîktatoriya xwe dadimezrîne.

(3*) Gel têgeheke siyasî ye. Li dûv qonaxa şoreşger kesên ku di nav de dihêne cem hev, kombûna aliyên ku berjewendiya wan, li dijî çînên serdest in.

(4*)Li dûv nerîna Marks û Engels, heger şoreşeke siyasî veguherîna civakê pêk werîne, her wisa ew şoreşeke civakî ye. Heger pêk nehêne wekû şoreşeke siyasî dê bimîne. Danasîna karkerê kominîst ya di pêşgotina çapa ingilîzî ya di Manifest`a 1888`an de wisa ye: “Her aliyekî ku baweriya xwe bi kêmşiyana şoreşên siyasî yên çîna proleter û bi pêdiviya guherîneke giştî ya civakê anîbe, ji xwe re kominîst digot.” (Manîfesto, r: 24)

(5*)Di serdema me ya nîv-mêtingeh de ev pîvan, li welatên mêtingeh, bigotinên pêşkeftî, anti-emperyalîst, lê di kakila xwe de, digel nûkirina rêveberiyeke ku ji bilî guhertina desthilateke emperyalîst ne tiştekî din e, bi rastî jî pêşkeftî, netewperwer, di cudakirina desthilateke şoreşger ya birjûwaziya biçûk de jî têper e.

(6*) Veguhêr Pomeroy, Cenga Gerîlla û Marksîzm, r: 52

(7*)Kûrbûna qeyrana civakî: Di civakê de gehiştina sînorê herî dawî yê hejarbûna kedkaran, ango, di civaka birjûwa de kûrbûna ji hevdûrkeftina çînan e. Têkiliyên berhemhênanê, li pêşberî pêşdeçûna hêzên rencberiyê bûne asteng.

(8*)Kakila teoriya Troçtkî ya şoreşa berdewam ku dixwest bi Marks ve girê bide, ji kominîstên pozbilind, ya Gottschalk û Weitling`an in. Ango, teoriya şoreşa berdewam ya Trotçkist, ne teoriyeke Marksîst e.

(9*)Ev, di wateya dijberiya Marks ya welatperweriyê de divêt nehête şirovekirin. Li dûv nerîna Marks û Engels, proleterya, li hemî deman û li hemî deran, çi gava welat keftiye metirsiyê, li eniya herî li pêş şer kiriye. Û divêt şer jî bike. Ji vî alî ve takane çîna herî welatperwer proleterya ye. Marks, digel diyarkirina nebûna welatê proleteryayê, derbarî Komina Parîsê de ku desthilateke karkeran e, wisa dibêje:

“Komin, her wisa nûnera rastîn ya tevaya hêmanên civaka Frensa ye û lewra, bi rastî jî dibû desthilata millî ya Frensiyan. Her wisa desthilateke kedkar û wekû şervanê aza yê rizgariya kedê, bi duristayî xwedî naverokeke enternasyonal bû.” (Li Frensayê Cenga Navxweyî, r: 86, îtalîk yên me ne).

Her di vê navberê de, li hemberî vegirtina arteşên Prûsyayê ya ku ala niştîman û millet bilind kir û bi lehengane welat parazt, ne birjûwaziya Frensî, proleteryaya wê bû. “Serkeftina Parîsê ya li dijî Prûsyaya zordar, dê bibaya serkeftina kedkarên Frensa yên li dijî mijoxwerên dewlet û kapîtalîstên wê. Di vê nakokiyê, li navbera erkên millî û berjewendiyên çînatî de, desthilata berevaniya niştîmanî (desthilata birjûwa), di veguherîna desthilateke xiyanetkar ya niştîmanî de, yek gavê jî dudilî nekir.” (berhema navbirî, r: 46, îtalîk yên me ne)

(10*) “Teoriya Qûantûm” ya Planck, hîmê fizîka atomî ya nûjen teoriya îzafiyetê ya Einstein pêk anî. Ji bilî vê jî, berhemhênana peyapey (berhemhênana peyapey ya trimpêlên Ford), û di nav xwe de berfirehbûna bikaranîna motorên kehrebayî, û hwd.

(11*) Veguhertina şoreşa demokratîk ya birjûwa berew şoreşa sosyalîst, amaje di hindurê yek pêvajoyê de bi pêkanîna du şoreşan dike.

(12*) Wekû dihête dîtin, kakila şoreşa berdewam ya Lenînîst ya di wardema emperyalîst de, sosyalîstên welatekî ku şoreşa demokratîk ya birjûwa pêk nehanîye, di encama baweriya bi durvên xwe, bi amancên xwe û bi hevpeymaniyên xwe, di hindurê pêvajoyekê de cenga du şoreşên ku bi giştî ji hev cuda ne, li dar dixe. Bigotinek din, di wardema emperyalîst de, takane hêza ku dê li van welatan tevan vê şoreşê bi ser bixe, proleterya ye. Ango tenha proleterya dikare bibe pêşewayê şoreşa demokratîk. Û her wisa di wardema emperyalîst de jî, merc çi dibin bila bibin, welatekî ku şoreşa demokratîk a birjûwa li dar dixe, ber bi sosyalîzmê ve ye. Kakila vê şoreşê ev e. Ev tez, ji Lenîn û hir ve wekû di beşên dahatî de jî emê bidin xuyakirin ku kûrtir û zengîntir bûye.

Di wardema emperyalîst de, di konjoktura cîhanê de, rewş çi dibe bila bibe, li pêşberî welatekî ku şoreşa xwe ya demokratîk pêk anîbe, bêyî hebûna warpêçekê, takane rêka ku diçe sosyalîzmê, li Tirkî, li ser navê sosyalîzma zanistî yên ku li dij derdikevin, hene. Nûnerekî vê nerîna ku derbirrîneke dîtirî Menşewîzmê ye û yê ku vê nerînê herî baş formule dike, Mihrî Bellî ye. Li dûv nerîna Mihrî Bellî, danîna bûyerê (Bi rengê ku Lenîn danandiye) ya bi vî rengî nûsîngerî ye. Û gotina hebûna yekane pêşewayê şoreşê û ev pêşewa jî proleterya ye, dakokî ye. Bûyerê dike mijara bazarê; di şoreşê de, birjûwazî nabe pêşewa, lê dibe ku birjûwaziya biçûk bibe pêşewa. (Binerin, Li Tirkiyê Şoreşa-Dijber, Çepgiriya Tirk, hejmar: 64, r: 21. Aydinlik, hejmar: 9, r: 270 û hwd.)

(13*) Bi berçavkirina amanca nivîsê, em teoriya şoreşa berdewam ya ku ji civaka sosyalîst heta bi civaka bêçînatî didome, ji derveyî ravekirina xwe ya pêvajoya şoreşa çandê, digrin.

(14*)  Ev prensîb, ji bo welatên duçarî li darxistina cenga gel in natêper e. Bigotinek din, di vê pêngava duyemîn de, ji bo van welatan hebûna piraniya misoger ya serjimêriya karkeran ya di nav rêxistinê de, natêper e. Heger cenga gel dê bihête li darxistin, divêt gundiyên hejar yên li deverên çolteran bi berfirehî himbêz bike. Li van welatan, di nav kedkarên di nav partiyê de wekû serjimar, gundî ji karkeran bêhtirin. Ev, derencama sruştî ya têgehiştina partiya Lenînîst e ku di pêvajoyê de kûrtir dibe û aliyê Vîndar (Volantirist) yê di teoriya şoreşê de girantir dike.

(15*)  Bûyera ji hundir ve gehandina têgehiştinê û teoriya bedena Çînê parçeyên giştî her yên vê bîrdoziyê ne. Ewên ku bedena Çînê dixin navbera şoreşa birjûwa û şoreşa sosyalîst, hemî deman û li hemî waran, bigotinên veguhêr li dijî gehandina têgehiştinê ya ji derve derdikevin. Ev ne tenê taybet e bi aborîzanên Rûsyaya Qeyser ya salên 1900`an û bi rêkxirawa Menşewîk ya ku bi dûv re ev nerîn herê kiriye.

Menşewîzmê, di hemî wardemên serdema emperyalîzmê de û li her welatî bi çi durvî dibe bila bibe, tevgereke oportunist ya ku berdewam di nav çepgriyê de gengaziyên cihgirtinê doziye. Wekû li Tirkî, ji teorisyenên bedena Çînê Mihrî Bellî jî, li dijî gehandina têgehiştinê ya ji derve derdikeve. Li dûv nerîna Mihrî Bellî, gotina gehandina têgehiştinê ya ji derve şaş e. Lenîn bi xwe jî, ev ramana ku ji Kautsky veguheztiye, carekê tenê, ew jî pir bi kurtayî aniye zimên û careke din tew nehaniye zimên (Ango, Lenîn paşê dev ji vê nerînê berdaye!). Li dûv vê nerînê, Lenîn ne ji gehandina têgehiştinê ya ji derve, ji gehandina navxweyî berevanî kiriye (!).

(16*) Derbarî amadekirina hêmana neyber ya şoreşê ku bingeha Lenînîzmê pêk dihêne, Dimitrov wisa dibêje:

“Partiya me, bi serperiştiya Partiya Bolşewîk û bi pêşewatiya  nemir ya Lenîn, beşdarî damezrandina Enternasyonalê bû. Ragehandina bernameyeke nuh herê kir û şoreşa proleter, ne wekû ji bo amanceke bi dahatûyeke nadiyar ve girêdayî, wekû erkeke girêdayî bi stewîna mercên heyber, bitêgehiştina çareserkirina wê bi hêmanên neyber, ango bi rêxistinkirina şoreşê ji aliyê partiyê bi xwe ve û xwe amadekirina ji bo rêvebirinê têgehişt.” (Di geşekirina Partiyê de Perwerdeyên Sereke, Berew Komara Gel, r: 129)

(17*) Lenîn, qeyrana niştîmanî (krîza şoreşger) bi vî rengî rave dike:

“Ji bo Marksîstan, ji bo şoreşê, bêyî rewşeke li hevhatî li darkeftina şoreşekê ne gengaz e, bi ser de, hebûna her rewşeke şoreşgêrane rê li ber şoreşekê venake. Di wateya giştî de nîşanên hebûna rewşa şoreşekê çi ne? Heger em van nîşanên bingehîn li dûv hev rêz bikin, dibe ku em helenabin:

1. Bêyî duristkirina guherînekê ya ji bo çînên serdest, gava ku domandina serdestiya wan bikeve tengaviyeke bêdawî, di navbera `çînên li jor` de gava sergêjiyek bi vî, yan bi wî rengî rû bide; ev qeyrana di siyaseta çîna serdest de, kuneke ku dibe sedemê rûdana hêrsbûn û nerazîbûnan vekir, ji bo pêkhatina şoreşekê gelek caran `nexwestin`a jiyana bi şêweyê berê ya `çînên li jêr`ne bes e, divêt `çînên li jor jî`, wekû pêştir `bikevin rewşa jiyaneke bêserûber`.

2. Gava ku tengaviya çînên çewsandî û pêdiviyên wan rewşa xweragiriyê têperand.

3. Wekû derencama sedemên li silal yên ku di dema aştiyê de li hemberî talankirinê hîç deng dernedixistin û stûxwar diman, lê, di gava ku rewş tevlîhev dibe de, hem digel mercên ku qeyran afirandine û hem jî ew bi xwe ji `çînên li jor` serbixwe digel derbasbûna çalakiyeke mêjûyî, gava di kiryarên cemawer de zêdebariyeke mezin peyda dibe, ne bes komik, partiyan yekayek, bêyî van guherînên heyber, bi rêveberiya çînên ku serbixwene jî, wekû yasaya giştî, li darkeftina şoreşekê ne gengaz e. Ji bo guherînên heyber yên van tevan re, rewşa şoreşê dihête gotin.” (V.Î. Lenîn: Ceng û Sosyalîzm, r: 118-119)

image_pdf
You might also like